
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

31.07.2004 - 20:00
Bahman Ghobadî û êşa jidayikkirina
sînemaya kurdî
Chris Kutschera - DORTMUND (amude.com) - "Sînemaya kurdî mîna jineke avis e", ew encam dide,
"divê mirov alîkariya wê bike ku bizê...
Mirov nikare bihêle ku bimire. Tu nikarî bînî
ber çavên xwe bê ez xwe çawa hest dikim.
Ji bo deh milyon kesan li Kurdistana Îranê
tenê çar an pênc sînema peyda dibin. Û
ez dixwazim bi baştirînên cîhanê re
li ser heman rêzê bim."
>> [Bixwîne]
|
|
30.07.2004 - 23:40
Operasyona Felekedîn Kakayî bi ser ket
DORTMUND (amude.com) - Wezîrê Kurdistanê yê berê
û sernivîserê rojnameya el-Teaxî
Felekedîn Kakayî li Elmanyayê rastî operasyoneke
pijîşkî hat. Li gorî agahiyên ku
Malpera Amûdê bi dest xistin, opersayona
rojnamevan Kakayî bi ser ket. El-Teaxî rojnameyeke
rojane ya PDK-Iraq e, ku bi zimanê erebî li Bexdayê
derdikeve.
|
|
 |
30.07.2004 - 23:40
Helbestvan û siyasetvan Merwan Osman dê
burseya Hannah Arendt werbigire
HANNOVER (amude.com) - Helbestvan û endamê polîtbîroya
Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê Merwan Osman
bo wergirtina burseya salana ya Hannah Arendt hate hilbijartin.
Osman, ku wekî helbestvan "Royarê Amedî" hatiye naskirin,
dê bikaribe salekê li Hannoverê bijî. Merwan Osman sêyemîn nivîskar
e, ku vê burseyê werdigire. Berî wî nivîskarê ji
Rusyaya Sipî Ales Rasanau û helbestvanê ji Kubayê
Carlos Valerîno mêvanên Hannoverê bûn. Osman
di 15.12.2002an de li Şamê hatibû girtin û di
22ê şibata vê salê de serbest hate berdan. Ev dora
du mehan e, ku ew li Ewropayê dimîne.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
30.07.2004 - 20:36
Kadirên Kongra Gel ên bilind pişta
xwe dan rêxistinê û berê xwe dan partiyên Başûr
KURDISTAN (amude.com) - Çend endamên bilind ên serokatiya
Kongra Gel ragihand, ku wan yekcar dev ji Kongra Gel berda û dê
li gel kurdên başûrê Kurdistanê û emerêkiyan
bixebitin. Grûpa li dor berpirsê PKK ê Ewropayê yê berê Kanî
Yilmaz ji KurdishMedia.com re eşkere kir, ku sedema veqetandina
wê ji rêxistinê ew e, ku Konga Gel "bo cîhana demoqrat
û xebata kesayetî, rewşenbîr û rêxistinên
kurdî yên din ne vekirî ye." Kanî Yilmaz diyar kir, ku
ew eşkere û bi sîstêm ji medyaya û dezgehên
Kongra Gel dihatin bidûrxistin û ev medya "ji aliyê hin kesayetiyên
asîmîlekirî tê kontrolkirin û birêvebirin."
Berî demekê, Osman Ocalanî jî dev ji rêxistinê
berdabû.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
30.07.2004 - 12:36
Nêçîrvan Barzanî
dê sibe biçe Suryayê
BEYRUT (amude.com) - Serokwezîrê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî dê sibe serdana
Suryayê bike. Li gorî rojnameya el-Sefîr
ya libnanî, dibe ku Barzanî li ser pirsa hebûn
û çalakiyên israîliyan li Kurdistanê
li gel rêjîma Suryayê guftûgo bike. Rêjîma
surî gumanê dike, ku israîlî
piştgiriya kurdan dikin. Lê berpirsên kurd
li başûrê Kurdistanê gelek caran eşkere kir, ku
nûçeyên derbarî piştgiriya israîliyan
bo wan ne rast in. Endamê polîtbîroya PDKê
Azad Berwarî dê li gel Barzanî biçe Şamê.
|
|
 |
30.07.2004 - 00:50
"Kurd dikarin bibin xwedî dewlet"
LONDON (amude.com) - Wezîrê Hundir ê Iraqê
Felah el-Neqîb diyar kir, ku kurd dikarin xwe ji Iraqê
veqetînin, ger ew vê yekê bixwazin. Di hevpeyvînekê de
li gel rojnameya erebî el-Şerq el-Ewset de,
el-Neqîb got, ku ew dê kurdan mecburî tevlêbûna
Iraqê nekin û şerê wan jî nekin. Wî
berdewam kir û got: "Çewisandina miletekî ku bixwaze
bibe xwedî dewlet, ne mumkin e. Lê sînaryoyeke wilo
qet ne di rojevê de ye." El-Neqîb eşkere kir,
ku "helwestên kurdan erenî ne."
|
|
 |
30.07.2004 - 00:20
Xwendekarên kurd dikarin xwendina xwe
ya bilind li Kurdistanê bikin
BONN (amude.com) - Ji sala xwendinê ya bê
û pê ve, Zanîngeha Slêmaniyê dê
5% ji ciyên xwendinê bo xwendekarên ji perçeyên din
ên Kurdistanê tirxan bike. Wezîra Perwerde,
Zanistî, Lêkolîn û Zanîngehên Bilind a hikumeta Herêma Kurdistanê
xanim Dr. Şewnem Mihyedîn ragihand Malpera Amûdê, ku
hikumeta herêmê biryar standiye, ku xwendekarên ji
perçeyên din dê bikaribin bê pere
xwendina xwe li Zanîngeha Slêmaniyê bikin. Herweha
wê diyar kir, ku xwendevan divê bi kêmanî lîse
(bakaloriya) kuta kiribe, da ku bikaribe li zanîngehên Kurdistanê
bixwîne.
|
|
 |
29.07.2004 - 15:11
Balafirxaneyên Kurdistanê dê dawiya salê vebin
BONN (amude.com) - Ji serê çileya pêşîn (meha 12an)
û pê ve, balafirgehên Slêmaniyê û Hewlêrê dê
dest bi pêşwaziya balafiran bikin. Wezîra Perwerde,
Zanistî, Lêkolîn û Zanîngehên Bilind a hikumeta
Herêma Kurdistanê xanim Dr. Şewnem Mihyedîn ragihand
Malpera Amûdê, ku ji wê demê û pê ve, kurdên li derveyî welat
dê bikaribin di rêya Stenbolê re bifirin başûrê Kurdistanê. Xanim Şewnem
eşkere kir, ku herdu balafirxaneyên Kurdistanê ji aliyê
fîrmeyên tirkan ve têne birêvebirin.
|
|
 |
28.07.2004 - 17:01
Jiyan helwest e!
Sîrwan Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Fîlosofê elman
Edmund Husserl (1859-1938) carekê di nivîsên xwe
de gotineke xweş nivîsandibû: Jiyan helwest e! Nerîna mirovî
çawa be jî, divê helwesta wî hertim diyar
û eşkere be. Gelek kurd meseleya helwestê gelekî
giring nabînin; helwesta xwe li gorî berjewendiyên xwe
diguherînin. Hunermend Hikmet Cemîl (Bangîn) yek ji wan
kesan e, yên ku helwesta xwe li gorî kêf û berjwendiyên xwe
diguherînin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
28.07.2004 - 00:55
An alîkarî û operasyon, an ling tê jêkirin
FREIBURG (amude.com) - Mesud ciwanekî kurd ê 21 salî ye. Ew ji wan kesan e,
yên ku di serhildana kurdên başûrê-rojavayî
Kurdistanê de ji aliyê hêzên rêjîma
Suryayê ve hatin brîndarkirin. Brîna Mesud gelekî dijwar
e. Ew bi fîşekên qedexekirî di lingên wî
de hate brîndarkirin. Hin rehên lingên wî têkçûne.
Ji ber vê yekê, bavê wî ew aniye Elmanyayê,
da ku pisporên elman wî derman bikin. Dibe ku operasyon bi ser nekeve
û lingek Mesud bête jêkirin. Ji ber mayîna
wî ya li nexweşxaneyê û herweha pereyên operasyonê bi
hezaran Euro dikin, rêxistineke olî ya elmanî kontoyek li bankekê
jê re vekir. Pêwîstiya Mesudî bi alîkariyê heye.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
27.07.2004 - 01:50
Bagera dengê te
Sîrwan Hecî Berko - DORTMUND (Êvar Baş) - kînga ezê bikaribim
25 salên xwe yên sar
bi dîtina te germ bikim?
jiyana xwe ya tarî
bi bejna te ronî bikim?
birînên xwe yên kûr û bê hejmar
bi bêhna te derman bikim?
qêrîna êşa dilê xwe
di hembêza te de bêdeng bikim?
>> [Bixwîne]
|
|
26.07.2004 - 14:45
Fehed Elî: "Kanalên kurdî pir giran li me xwedî derdikevin."
DORTMUND (amude.com) - Fehed Elî dengbêjeke
kurd e ji başûrê-rojavayî Kurdistanê.
Ew bêtir bi muzîka dîlana kurmancî
di şahî û ahengan de hatiye naskirin. Bi
Malpera Amûdê re ew li ser muzîka
xwe û ya kurdên Binxetê diaxive
û gazinan li kanalên televizyonê yên
kurdî dike, ku ew kêm li hunermendên
wî perçeyê Kurdistanê xwedî derdikevin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
25.07.2004 - 22:21
"Bangîn" dê ji bo Kurdistan Tv
bixebite
DORTMUND (amude.com) - Dengbêjê kurd Hikmet Cemîl
(Bangîn) li Kurdistanê eşkere kir, ku ew dê 6
mehên din mala xwe ji Elmanyayê bibe û biçe
li Duhokê bijî. "Bangîn" vê şevê di programeke kanala
Kurdistan Tv ya taybetî de ragihand, ku ew dê
ji bo Kurdistan Tv bixebite. "Bangîn" 3,5 salan weke
pêşkêşkerê programên "Şeva
Medya" û "Şahiya Roj" di kanalên kurdî
Medya Tv û Roj tv de xebitiye. Hin karmendên Roj Tv
diyar dikin, ku "Bangîn" ji televizyonê hatiye avêtin,
lê "Bangîn" bi xwe eşkere kir, ku wî bi razîbûna
xwe dev ji Roj Tv berda. "Bangîn" bo demekê çûye
serdana başûrê Kurdistanê dike.
|
|
 |
25.07.2004 - 18:09
Li Helebê civînek li ser helbestê
pêk hat
HELEB (amude.com) - Bi beşdarbûna helbestvanên
kurd Yasîn Hisên, Rêwî, Kurdyar Dirêj
û Meleyê Kurd û helbestvan û romannivîsê
ereb Umer Qedur, îna borî li bajarê
Helebê li Suryayê şevbuhêrkeke helbestê
pêk hat. Beşdaran li ser helbestê bi giştî
û ya kurdî bi taybetî û herweha ziman
û şêweyên helbestê yên helbestvanên
kurd rawestiyan. Ev civîn bi muzîka kamanceya Bavê Dilşad
hate destpêkirin.
|
|
 |
25.07.2004 - 16:52
Dadgehkirina Mesud Hamid hate
bipaşxistin
ŞAM (amude.com) - Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Suryayê
îroj dadgehkirina xwendekarê kurd Mesud Hamid ta roja
10.10.2004an bi paş xist. Di heman demê de, wê
li ser hemwelatiyên surî Heysem Qetîş
çar sal, birayê wî Muhened Qetîş
sê sal û rojnamevan Yehya el-Os du sal zindan birî.
Li gorî dadgehê, van hersiyan agahî di internêtê
de belav kirine, ku "ji bo paraztina berjewendiyên ewlekariya
welatî divyabûn" nehatibana belavkirin. Herweha
wê ew dibîne, ku wan "nûçeyên ne rast"
ji bo berjewendiyên welatine biyanî weşandine.
Meha borî, heman dadgehê 2,5 zindan
ji bo Ebdilrehman Şaxurî birîn, ji ber wî
nûçeyên malperekê di rêya emaila
xwe re wergirtibû. Amnesty International û Raportvanên
Bê Sînor zindankirina bikarhênerên internêtê
rexne û protesto kir.
|
|
 |
25.07.2004 - 16:45
"Noş" ji bo helbesta kurdî
HANNOVER (amude.com) - Çend helbestvanên
kurd li bajarê Hannover li Elmanyayê
grûpeke bi navê "Noş - Koma Xwendina Helbesta Kurdî"
damezirand. Armanca vê komê ew e, ku du caran di mehê de
civînên li ser helbest û helbestvanên kurd
pêk bînin. Civîna pêşî dê roja
pêncşema 29ê vê mehê pêk were.
Helbestvan Tengezarê Marînî dê li ser
helbestvan Ehmed Arif biaxive. Civîn dê li ciyê
Komîteya Kurdên Hannover, Zur Bettfedernfabrik. 1, li dar keve
û ji demjimêr 19:00 ta 21.30 bidomîne.
|
|
 |
25.07.2004 - 11:13
Rewşenbîr û xwendekarên zanîngehan
ên kurd doza serxwebûna Kurdistanê dikin
SLÊMANÎ (amude.com) - Dora 500 rewşenbîr,
xwendekar û mamosteyên zanîngehan do li Silêmaniyê
ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xwepêşandanek
pêk anî. Xwepêşanderan doza tevlêbûna bajarê
Kerkuk bo Herêma Kurdistanê kir. Komîteyek ji
wan nameyek bi dozên xwe radestî Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir. Yek ji dozên wan ew
bû, ku dîktator Sedam Hisên biçe pêşiya
dadgeheke neteweyî, ku kurd jî tê de xwedî deng
bin. Rewşenbîr û zanyarên kurd bi giranî
siyaseta erebkirinê protesto kir û bi dirûşman
eşkere kir, ku Kerkuk bajarekî kurdî ye û divê
bibe beşek ji Herêma Kurdistanê. Herweha wan bi yekdengî
serxwebûn bo başûrê Kurdistanê xwest.
|
|
 |
23.07.2004 - 13:28
Hejmara Tîrojê ya 9an derket
STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê, hêjmara 9an a kovara dumehî
ya çandî, hunerî û wêjeyî Tîroj derket. Di hejmara Tîrmeh-Tebax 2004an de,
doseyek li ser "Mîhrîcan, çanda kurdan û rêvebiriya xwecîhî" hatiye amadekirin.
Di doseyê de, bi hevpeyvînên serokê şaredariyên Amed, Dersîm
û Bazîdê li ser têkîliyên rêvebiriyên xwecîhî û çanda kurdan tê rawestandin
û bandora festîvalan li herêmê tê şirovekirin. Herweha nivîsên Evrîm
Alataş, Şeyhmus Dîken, Muhsîn Kizilkaya, Yusuf Karataş, Alî
Riza Bîlîr û Vecdî Erbay ciyê xwe di vê doseyê de girtine.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
23.07.2004 - 00:01
Elmanya kerta sor da malbateke kurd
WEHR (amude.com) - Hikumeta Elmanyayê dixwaze penabera kurd
a 19e salî Sultan Şevda û malbata wê vegerîne
Tirkiyeyê. Li gel ku ev 145 sal in, ku Sultan li gel
dê û bav, sê xuşk û du birayên xwe
li Elmanyayê dijî, wan mafê penaberiyê wernegirtiye
û niha ji wan tê xwestin, ku ji Elmanyayê derkevin
û vegerin Tirkiyeyê. Sultan naxwaze vegere û dibêje,
ku ew "li Tirkiyeyê xwe weke miroveke biyanî" hest dike.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
22.07.2004 - 23:36
Çarenûsa xwendekarê kurd Mesud Hamid ne diyar e
ŞAM/PARÎS (amude.com) - Xwendekarê rojnamevaniyê yê
kurd Mesud Hamid (29) dê 25ê vê mehê li Şamê bête
dadgehkirin. Ji ber kişandina wêneyên xwepêşandaneke
kurdan li Şamê û belavkirina
wan di internêtê de, Hamid di 24.07.2003an de ji aliyê hêzên
ewlekariyê yê Suryayê ve hate girtin û zindankirin. Rêxistina
"Raportvanên Bê Sînor" îroj carake din
ji serokê Suryayê Beşar el-Esed doza serbestberdana Mesud Hamid
kir. "Amnesty International" jî berî demekê girtina Hamid
şermezar kir û dadgehkirina wî "ne dadmend" bi nav kir. Mesud
Hamid bitenê di zindana Adra de dimîne û rastî
işkenceyine dijwar tê.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
21.07.2004 - 09:50
"Navend" wezareteke Kurdistanê tîne Bonnê
BONN (amude.com) - Komeleya "NAVEND ji bo Lêkolînên Kurdî" dê roja 30ê vê mehê li
bajarê Bonnê li Elmanyayê li jêr navê "Pêşketinên rojane
li Kurdistana Iraqê" semînarekê li dar xîne. Wezîra Perwerde,
Zanistî, Lêkolîn û Zanîngehên Bilind a hikumeta herêma Kurdistanê
Dr. Şewnem Mihyedîn dê li gel du şêwerdarên
xwe li ser zanîngehên Kurdistanê û rewşa
lêkolînên kurdî biaxive.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
21.07.2004 - 09:50
Xewnên revok
Pîr Rustem - EFRÎN (amude.com) - Ji berî çar salan ve û piştî ku serok Beşar el-Esed li şûna
bavê xwe rûnişt û desthilatiya Sûriyê bi dest wî hate xistin û wî di
hundirê xwendina sûnda xwe de hinek soz ji miletê Sûriyê re berdabûn û ta
roja îroj, ev gotin çêrok tête guftûgokirin. Ew carinan sar dibe û hema-hema
yek dibêje hate vemirandin, lê tu yê bibînî û nemaze di piş derketina
hinek bûyer û pirsgirêkan de, ku ew careke din hate beloqkirin û ev yek bi xwe
jî ciyê lêpirsînê ye: Gelo kî vê yekê di dest xwe de dilivîne û çi xwestekên wan
jê heye û ka ew çi sûdeyan ji vê konevaniyê dibînin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
21.07.2004 - 00:24
Cîhad dîsa bi ser ket
QAMIŞLO (amude.com) - Do li bajarê Lazqiyê,
tîpa Cîhad a Qamişloyê bi 4 golan beramber 2 golan zora tîpa ji bajarê Hitîn xist.
Mihemedê Beşo, Qezafî û Miwefeq Hisên (2 gol) golên Cîhad
derbas kirin. Piştî ku yarî bi dumahî hat, cemawerên Cîhad meşek
kêfxweşiyê li nav bajarê Laziqiyê pêk anî.
Îna bê, dê Cîhad li dij tîpa Umeye ya bajarê Idlibê bilîze
û hevrika wê Ceblê jî dê yariya xwe li gel Mecid a Şamê bike.
Piştî ku do Ceblê zora tîpa Yeqezê bir,
cudabûna xalan di navbera wê û Cîhad de
ma 2 xal.
|
|
 |
19.07.2004 - 14:41
Li Hewlêrê semînarek li ser Dr. Ebdilrehman Qasimlo
HEWLÊR (amude.com) - Bi helkefta 15emîn salvegera kuştina
sekretêrê giştî yê Partiya
Demoqrat a Kurdistanê - Îran Dr. Ebdilrehman Qasimlo,
dê îroj li Zanîngeha Selahedîn
li Hewlêrê semînareke rêzgirtinê bo xebat
û têkoşîna Dr. Qasimlo li dar keve.
Lêkolîner Dr. Maruf Xeznedar, siyasetvan Selah Bedridîn,
endamê polîtbîroya PDK-Îranê Hesen Şerefî
û mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê
Dr. Yasîn Serdeştî dê li ser xebat û jiyana Qasimlo
biaxivin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
19.07.2004 - 01:40
Komek ji siyasetvanên kurd
dê bibin balyozên Iraqê
BEXDAD/DORTMUND (amude.com) - Wezareta Derve ya Iraqê
navên komek ji balyozên Iraqê li cîhanê
eşkere kir. Navenda Ragihandinê ya Yekîtiya
Niştiman a Kurdistanê ragihand, ku Dr. Mihemed Sabir
dê bibe balyozê Iraqê li Çînê, Ehmed Bamernî
balyozê li Swêd, Adil Murad balyozê li Romanya
û Hawar Kaka Ziyad balyozê Iraqê li Kanadayê.
Herçar jî endamên bilind ên YNKê ne.
Navên balyozên kurd ên din hîn nehatine
eşkerekirin. Li Elmanyayê hate ragihandin, ku
endamê PDKê Tariq Eqrawî dê bibe
balyozê Iraqê li Elmanyayê. Lê ev
agahî hîn nehatiye piştrastkirin.
|
|
 |
19.07.2004 - 01:04
"Ez" û "ew" duyemîna heyînê ne!
Mişel Temo - QAMIŞLO (amude.com) - Di gotin an gengeşeya mirovan de û bi pêşkirina nerîn û nivîsan,
tim mirov dibêje: "Ev nerîna min e", ango "ez" li himber, dijnerîn an jî helwesteke
cuda ji yê din re, ango "ew". "Ez" û "Ew" duyemîna peywendiyek jiyanê ne. Ji xwe li
ser wê peywendiyê civat ava dibin an jî diherifin. Li ser mijara wekheviya "ez" û "ew",
yan nakokiya wan, dixwazim hinekî rawestim.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
19.07.2004 - 00:35
Di festîvala "Peravên din" a cîhanî de muzîka kurdî
DORTMUND (amude.com) - Muzîkvanên kurd Miço Kendeş,
Ehmedê Çep û Ebas Bextiyarî dê 26ê vê
mehê li Pays d'Uzès li Fransayê konsêrtekê bidin
û muzîka kurdî pêşkêş kin. Ev konsêrt
dê derbarî 9emîn festîvala "Peravên din" a cîhanî
li dar keve. Kendeş û Çep ji başûrê-rojavayê
Kurdistanê ne û Bextiyarî ji rojhilatê welêt e.
Miço Kendeş stranan dibêje û herduyên din
li gel wî muzîkê çêdikin. Konsêrta
wan dê li Arpaillargues pêk were û demjimêr 22.00
dest pê bike.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
18.07.2004 - 10:35
Agir bi erdên di navbera Surya û Tirkiyeyê
de ket
MÊRDÎN (dîha/amude.com) - Li ser sînorê
Suryayê û Tirkiyeyê agir bi erdên bi mayîn ket.
Agirê ku li sînorê Tirkiyê yê derket, avêt nav erdên Suryayê yê jî.
Li gorî agahiyên ku ji nişteciyên li herêmê hatine standin,
cixareyên leşkeran bûye sedema derketina agir.
Agirvemirên grêdayî şaredariya Nisêbînê hewl didin, ku
agir vemirînin, lê ji ber ku erdê bi mayîn tevde gîhayê
hişk e, wan nikaribû agir bixista bin kontrolê.
|
|
 |
17.07.2004 - 10:18
Cîhad Wesbê ya humsî bi 4 golan şand malê
QAMIŞLO (amude.com) - Li pêş 2000 cemawerên xwe, tîpa
Cîhad a ji bajarê Qamişlo do li Şamê di leystika xwe
ya li dijî tîpa Wesbê de bi 4 golan bi golekê bi ser ket. Ibrahîm Hecî,
Xelefê Elî, Nijmar û Qezafî golên Cîhad anîn. Bi vê serketinê, Cîhad
karîbû gaveke din ber bi mayîna di lîga yekemîn de bavêje. Du xal jê
re mane, ku bigihê tîpa Ceblê û xwe ji tirsa daketinê rizgar bike. Her
yek ji wan herduyan 3 leystikên wê mane. Tîpa ku dawî berî ya din be,
ew dê di lîga yekemîn de bimîne û ya din dê dakeve ya nizimtir.
|
|
 |
15.07.2004 - 22:48
"Qamişlo" bera pijîşkên kurd ji Şamê da
ŞAM (qamislo.com/amude.com) - Ji ber nivîsandina peyva "Qamişlo"
li şûna "Qamişlî" wek ku bi erebî tê
nivîsandin, dezgeha ewlekariya leşkerî li Şamê mafê
rûniştinê û xwendina pijîşkiya
zarokan ji 3ê pijîşkên kurd stand û nehişt
ku ew xebata xwe berdewam bikin. Pijîşkên kurd
Mesûd Ehmed, Esed Şêxê û Kewkeb Mihemed
li ser hin rûpelan navê bajarê Qamişlo weha
nivîsandibûn, wek ku kurd wî binavdikin, ne
wek erebiya wê "Qamişlî". Berî niha jî
bêtirî 30 xwendekarên kurd ji zanîngehan
hatibûn avêtin, 11e ji wan bi şêweyekî
dawî.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
15.07.2004 - 14:32
Li Dortmundê şeveke muzîka kurdî
DORTMUND (amude.com) - Komeleya Hêvî ya Çanda Kurdî
li bajarê Dortmund li Elmanyayê dê roja 23ê vê mehê
şeveke muzîkê li dar xîne. Muzîkvanên kurd
Dilovan, Ibrahîm Şêxo, Şêro Betê, Eyhem Elîka
û Fayiz Silêman dê beşdarî vê çalakiyê
bibin. Ev şev dê li Dortmund, Dietrich-Keuning-Haus,
Leopoldstraße 50-58, pêk were û demjimêr 18:30 dest pê bike.
Derbasbûn bo herkesî bê pere ye. Komeleya Hêvî
nû hatiye damezirandin û armanca wê xebata bo çanda
kurdî ye.
|
|
15.07.2004 - 14:22
Li Swêdê konferansa damezirandina dezgehekê
bo rewşenbîrên başûrê-rojavayî Kurdistanê
DORTMUND (amude.com) - Bi mebesta damezirandina dezgehekê
bo rewşenbîrên kurd ên başûrê-rojavayî Kurdistanê, dê
di rojên 7-10.10.2004an de li bajarê Sandvîken li Swêdê
konferansek li dar keve. "Inîsiyatîva 12ê Adarê ya Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)"
bangî hemû rewşenbîrên kurd dike, ku beşdarî
vê konferansê bibin. Malpera Amûdê daxuyaniya
inîsyatîvê diweşîne:
>> [Bixwîne]
|
|
 |
12.07.2004 - 23:26
Rojnameyeke elmanî ya mezin Malpera Amûdê
weke çavkanî bi kar tîne
BOCHUM (amude.com) - Di hejmara wê ya sibe de,
rojnameya elmanî "die tageszeitung" (taz) nûçeyek derbarî
êrîşa li dijî siyasetvanê kurd Seîdê Heso
weşandiye. Rojnameyê Malpera Amûdê weke
çavkanî bi kar aniye. Rojnameya taz yek ji mezintirîn
û navdartirîn rojnameyên elmanî ye. Malpera Amûdê
pêr nûçeyeke berfireh derbarî êrîşa ji aliyê
alîgerên Kongra-Gel li dijî Seîdê Heso weşandibû.
Ev ne cara pêşî ye, ku Malpera Amûdê ji aliyê
dezgeh û medyayên cîhanî ve weke çavkanî
tête bikaranîn.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
12.07.2004 - 21:03
Ehmed Berwarî: "Nûçeyên li dijî
mam Celal propagandayeke Kongra-Gel e"
BERLÎN (amude.com) - Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê
li Elmanyayê Ehmed Berwarî ragihand Malpera Amûdê, ku
nûçeyên ku di medyaya Kongra-Gel de li dijî sekretêrê
giştî yê YNKê Celal Talabanî belav dibin, ne rast in.
Berwarî eşkere kir, ku sedemên vê "propagandaya
li dijî Talabanî" gotinên wî yên li Tirkiyeyê
derbarî Kongra-Gel in. Medyaya Kongra-Gel radigihîne, ku
sê endamên polîtbîroya YNKê daxuyanî
li dijî Talabanî û siyaseta wî belav kirine. Berwarî
piştrast kir, ku tukes bi wan navên ku hatine ragihandin, di
polîtbîroya YNKê de tuneye.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
11.07.2004 - 23:55
Apoçî êrîşên li dijî
hevalên berê berdewam dikin
Sîrwan Hecî Berko - ESSEN (amude.com) - Seîd Heso kurdekî
başûrê Kurdistanê ye. Ji sala 1982an ta
dawiya 2002an ew endam û çalakvanekî PKKê
bû. Heso demeke dirêj yek ji berpirsên PKK ê bilind
li Elmanyayê
bû. Wî partî bi rê ve dibir û "kadroyên
wê perwede dikir". Ji bo vê xebata wî, polîsên Elmanyayê
Heso digire, wî didin dadgehkirin û zindankirin. Seîdê Heso
di şibata 2002an ji zindanê derdikeve û dibîne, ku siyaseta
PKKê hatiye guhertin û "armancên wê li dijî berjewendiyên
gelê kurd in." Ew pişta xwe dide partiyê û xwe jê
cuda dike. Çarşema borî, Seîd Heso bû
armanca êrîşa 4 kurdan û ji mirinê filitî.
Heso piştrast e, ku ew kes alîgerên Kongra-Gel in.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
11.07.2004 - 20:51
Li Hannoverê xwepêşandanek
bo piştgiriya penaberê kurd Xalid Xelef
HANNOVER (amude.com) - Hikumeta Elmanyayê dixwaze sêşema
bê penaberê kurd Xalid Xelef vegerîne Suryayê.
Ji bo protestokirina vê biryarê, sibe li bajarê Hannover
dê xwepêşandanek li dar keve. Xalid Xelef çalakvanekî
siyasî ye. Rêjîma Suryayê kesên mîna
wî zindan û işkence dike.
Ciyê xwepêşandanê:
Hannover, JVA-Langenhagen, Benkendorffstr.32 (Abschiebehaft),
Dem: 12.07.04, demjimêr 11.00-12.00, tel: 01725438667, 01627228315
|
|
 |
10.07.2004 - 17:41
PDK-Îran doza Kurdistaneke federal dike
DORTMUND (km/amude.com) - Di sêzdemîn kongreya xwe
de, ya ku di rojên 03-08ê vê mehê de
pêk hat, Partiya Demoqrat a Kurdistanê -
Îran (PDK-Î) doza demoqrsiyê
bo tevaya Îranê û federalîzmê bo
rojhilatê Kurdistanê kir. Kongreyê doza pêkanîna
"sîstemeke demoqratîk a pirhejmar û federal
li Îranê û misogerkirina mafên neteweyî yên
kurdan li Îranê" kir. Herweha Mistefa Hicrî
ji bo sekretariya giştî ya partiyê hate
hilbijartin. Hicrî kete şûna Ebdela Hesenzade.
|
|
10.07.2004 - 02:07
Hevpeyvînek li gel Mişel Temo
STENBOL (amude.com) - Berî ku siyasetvan û nivîskar
Mişel Temo ji serdana xwe ya Ewropayê vegere Kurdistanê, wî
rêya xwe bi Tirkiyeyê xist. Li wê derê, rojnameya
"Azadiya Welat" hevpeyvînek li gel wî li ser rewşa
başûrê-rojavayî Kurdistanê pêk anî.
Ev hevpeyvîn îroj di hejmara rojameyê ya teze de derket.
>> [Bixwîne]
(pdf)
|
|
09.07.2004 - 23:34
Nivîskarên Duhokê kongreya xwe ya çaran pêk anî
Sebah Etruşî - DUHOK (amude.com) - Do, li Duhokê
çaremîn kongreya rêxistina Duhokê ya Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistanê pêk hat.
Hesen Silêvanî, Selam Balayî,
Fazil Umer, Mihemed Ebdela, Nacî Berwarî, Arif
Hîto, Beşî Mizurî, Muhsin Qocan û Beyar Bavî
ji bo komîteya birêvebirina yekîtiyê hatin hilbijartin.
Hesen Silêvanî piraniya dengan wergirt û wiha dixuye, ku ew dê
careke din bibe serokê yekîtiyê.
|
|
09.07.2004 - 07:45
Li Dortmundê şeveke muzîka kurdî
DORTMUND (amude.com) - Komeleya "Civata Kurdî" li bajarê Dortmund
li Elmanyayê dê roja 17ê vê mehê şeveke muzîkê
li gel dengbêjan Fehed Elî, Xelef Şirnexî û Şêrîn
li dar xîne. Ev şev dê li Dortmund, Dietrich-Keuning-Haus,
Leopoldstraße 50-58, pêk were û demjimêr 16.00 dest pê bike.
Bo têkiliyan: 0231.9612581, 0173.5763380.
|
|
08.07.2004 - 14:42
Grûpeke islamîstan gefê li
parêzerên dîktator Sedam dixwe
BEXDAD (rtr/amude.com) - Ji seranserî cîhanê,
dora 700 parêzer dixwazin dîktator Sedam Hisên li pêşiya
dadgehê biparêzin. Grûpeke islamîstan a nenaskirî
bi navê "Seyf Ellah" (Şurê Xwedê) li ser kasêteke
vîdyoyê gefê li parêzeran dixwe, ku ew dê
qirikên wan biçirînin û serê wan jêbikin,
ger ew Sedamî biparêzin. Komek ji parêzerên ereb xwe
li Urdunê bo çûna Bexdayê û paraztina
Sedamî amade dikin, lê wan ji ber gefxwarina kuştina wan
çûna xwe bi paş xist.
|
|
 |
08.07.2004 - 11:57
Kujerê Anna Lindh dê nekeve zindanê
STOCKHOLM (afp/amude.com) - Mijailo Mijailovic, kujerê wezîra derve ya
Swêdê ya berê Anna Lindh, dê ji bo kiryara xwe
nekeve zindanê. Dadgeheke bilind li Stockholmê biryar da, ku
Mijailovic divê bikeve pijîşkiya derûnî.
Mijailovic di 10.09.2003an de Anna Lindh bi kêrê kuşt.
Piştre, dadgehekê ew tawanbarî kuştinê kir
û ew ji bo tevaya jiyana wî şand zindanê. Lê
pijîşkan lêkolîn kir û piştrast kir, ku
Mijailovic nexweşê dirûnî ye. Mijailovic tim
digot, ku dengên di hundirê wî de ew mecburî
kuştina Lindh kir.
|
|
08.07.2004 - 01:50
Yaşar Kemal li Elmanyayê ye
LÜBECK (hl/amude.com) - Li ser daxwaza nivîskarê
elman û wergêrê xelata Nobêlê Günter Grass,
nivîskar Yaşar Kemal (81) do hate bajarê Lübeck
li Elmanyayê û pirtûka bajêr a zêrîn imze
kir. Yaşar Kemal di sala 1997an de xelata aştiyê
ya bazarganiya pirtûkan a elmanî wergirt. Wê demê,
Günter Grass gotineke balkêş li ser Yaşar Kemal û xebata
wî pêşkêş kir.
|
|
 |
07.07.2004 - 23:12
"Ocalan dev ji daxwazên kurdan ên neteweyî û siyasî
berdaye"
DORTMUND (amude.com) - Hejmareke mezin ji rewşenbîr û siyasetvanên
bakurê Kurdistanê gihane hev û dixwazin xebateke hevbeş li dijî
projeya serokê PKKê yê berê Ebdela Ocalan a
bi navê "Komara Demoqratîk" bixebitin. Li gorî wan, Ocalan
û alîgerên wî bi vê konsêptê "dev
ji daxwazên kurdan ên neteweyî û siyasî berdane." Herweha
ew dibêjin, ku ev konsêpt "bîr û baweriya kemalîzmê
ya fermî, ya ku kurdan yekcar qebul nedikir, dipejirîne." Rewşenbîr
û siyasetvanên kurd li dijî ji nû ve destpêkirina şer
radiwestin û bangî herkesê ku "dijî vî şerî bê armanc in",
ku tevlî wan bibe, da ku ew li ser bernameyek hevbeş xebatê bikin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
07.07.2004 - 17:11
Hunera kurdî ciyê xwe di nav hunera cîhanî de digire
Sîrwan Hecî Berko - WUPPERTAL (amude.com) - 113 berhemên hunerî
li seranserî qiraxên çemekî
xwedî dirêjahiyeke ji 133 kîlomitran. Her kîlomitrek
çem berhemeke hunerî hembêz dike. Di 19ê meha borî de,
projeya hunerî "Kunstfluss Wupper 2004" (çemê hunerê
Wupper 2004) dest pê kir û ta 17ê vê mehê berdewam dike. Bêtirî
30 hunermendên elman ên herêma Bergisch Gladbach li Elmanyayê
hunera xwe pêşkêş dikin. Amadekarên vê projeyê dibêjin, ku
di cîhanê de projeyeke wilo tuneye. Armanca wan ew e, ku projeya
wan bibe "pola ji bo turîzma kulturê". Bi 8 peyker û
7 tabloyan hunermendê kurd Zubêr Yûsiv jî
beşdar bûye.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
06.07.2004 - 17:47
Serokê Iraqê el-Yawer: "Federalîzma
Kurdistanê rastiyek e û veger tune"
DORTMUND (amude.com) - Serokê Iraqê Xazî el-Yawer
piştrast kir, ku federalîzma başûrê Kurdistanê
rastiyeke û di vê yekê de veger tune ye. Di hevpeyvînekê
li gel rojanmeya emerîkî "Usa Today" de, el-Yawer nerazîbûna
xwe li hemberî biryara Neteweyên Yekbûyî ya derbarî
pêşeroja Iraqê eşkere kir. Wî got, ku ew biryar
"leystikeke hêzên mezin" bû, lê tikes nikare destê
xwe bavêje federalîzma Kurdistanê. Wî piştrast kir,
ku ji vê yekê re veger tune ye. El-Yawer got: "Federalîzma
Kurdistanê rastiyek e û dê berdewam bibe." Hêjayî gotinê ye,
ku dostaniyeke xurt di navbera kurdan û Xazî el-Yawer de heye. Serokê
PDKê Mesud Barzanî çend caran ev yek eşkere kir
û got, ku kurdan ji wê yekê re xebitîn, ku el-Yawer bibe
serokê Iraqê.
>> [Hevpeyvîn bi ingilîzî]
|
|
 |
06.07.2004 - 16:47
Li Şamê şevbûhêrkek
li ser Hesen Hişiyar pêk hat
ŞAM (amude.com) - Îna borî, li Taxa Kurdan
li Şamê şevbûhêrkeke nû ji Şevbûhêrkên
Kurdî li Şamê hate lidarxisitn. Nivîskar û rojnamevanê kurd Rustem
Hemze li jêr sernavê "Tîrêjek Ronahî" li ser jiyan û xebata nivîskar û dîroknivîsê kurd
Hesen Hişiyar Serdî rawestiya û hin xalên giring di
şêwenivîsa Hesen Hişiyar de diyar kirin. Piştre, guftûgoyek
li ser vê babetê hate kirin. Hoşeng Osê, Diya Ciwan, Deham
Evdilfetah, Mehemed, Şêx Birimce û Selah Berwarî beşdarî vê
şevbûhêrkê bûn.
|
|
 |
06.07.2004 - 16:20
Li Duhokê çaremîn kongreya Yekîtiya Nivîskaran
Kurdistanê
DUHOK (amude.com) - Li jêr duruşma "Ramana azad
demoqrasiyê xurt dike" rêxistina Duhokê ya Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistanê (YNK-D) dê pênçema bê
kongreya xwe ya çaremîn li dar xîne. Serokê wê Hesen
Silêvanî ji Malpera Amûdê re eşkere kir,
ku ew dixwaze careke din bo serokatiya YNK-D bête hilbijartin.
Armancên wî ew in, ku "peywendiyên rewşenbîrî
xurtir bike, rewşenbîriya demoqrasiyê
belav bike û bangî rewşenbîrên ji perçeyên din
ên Kurdistanê bo serdana Başûr bike." Dora
150 nivîskar dê beşdarî kongreyê bibin,
a ku dê ji aliyê parêzerê Duhokê
Nêçîrvan Ehmed ve bête birêvebirin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
06.07.2004 - 13:36
Helebçe dixwaze xwîna Sedam vexwe
HELEBÇE (ap/amude.com) - Do, dora 3000 kurdên Helebçeyê
xwepêşandanek pêk anî û doza dadgehkirina
dîktator Sedam Hisên û hevkarê wî Elî
Hesen el-Mecîd (Elî Kîmyawî) li Helebçeyê
kir. Helebçeyan rahiştibûn wêneyên mirovên
xwe, yên ku di 16.03.1988an de piştî êrîşeke
ji gazên kîmyawî hatin kuştin. Di wê rojê de,
bêtirî 5000 kurd ji aliyê rêjîma dîktator
Sedam ve hatin kuştin. Piştre, helebçeyan serdana goristana
bajêr kir û doznameyek radestî hin endamên
Parlamana Kurdistanê kir. Ew dixwazin ku Sedam û "Elî Kîmyawî"
li bajarê wan bêne dadgehkirin û kuştin.
|
|
 |
05.07.2004 - 15:50
Mesud Barzanî: "Elmanya piştgiriya
kurdan nake"
FRANKFURT (amude.com) - Serokê PDKê Mesud Barzanî
Elmanyayê tawanbarî pêkanîna siyaseteke
li dijî kurdan kir. Wî ragihand rojanmeya
"Frankfurter Allgemeine Zeitung" a elmanî, ku ew ji peywendiyên
li gel hikumeta elmanî ne razî ne. Barzanî diyar kir, ku
hikumeta Elmanyayê ta niha "ne gaveke erenî jî
ne ji bo piştgirtiya mafên kurdan, ne jî bo piştgirtiya
federalîzmê û ne jî bo piştgirtiya demokratiyê
û Iraqa nû avêtiye." Barzanî ji elmanan gazinan dike, ku
wan ji bo piştgiriya gelê kurd "hema tiştek nekiriye."
Herweha wî eşkere kir, ku eger autonomiya kurdan li başûrê
Kurdistanê pêk neyê, Iraq dê ji hev bikeve. Wekî din
Barzanî
bi tundî li dijî çûna hêzên leşkerî yên
welatên cîran bo Iraqê rawestiya.
|
|
 |
04.07.2004 - 19:36
Yekemîn CDeya Zoro Yûsiv derket
DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê, yekemîn CDeya
hunermendê kurd Zoro Yûsiv derket. Ev berhema bênav ji
8 stranan pêk tê, ku piraniya gotinên wan ji aliyê
Seîd Yûsiv ve hatine nivîsandin. Kurê wî Zoro
bi xwe awazên stranên xwe amade kirine. Zoro Yûsiv
ji Qamişloyê ye û berî çend salan
koçberî Elmanyayê bûye û li
wê derê dijî.
>> zorosaid_yousef@hotmail.com
|
|
 |
04.07.2004 - 16:40
"Mêvana Xewnê" ya Ebas Ehmed guhdarên xwe
kezebreşî kir, lê derket
Sîrwanê Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Piştî
salekê ji bendewariyeke berdewam, CDeya hunermend Ebas Ehmed "Mêvana Xewnê"
derket. Weşanxaneya kurdî Ses Plak li Stenbolê têra xwe bo
wê yekê kar kir (an jî nekir), ku ev CD dereng derkeve
û pêre bêhna Ebas Ehmed û guhdarên wî
biçikîne, tevlî ku ev berhem ji berî salekê (!)
ve amade di nav destên wê de bû. "Mêvana Xewnê"
ji 10 stranan pêk tê, ku hinek ji wan stranên folklorî
ne, lê bi muzîkeke nûjen a kurdî-rojavayî
hatine amadekirin. Ev sêyemîn CDeya Ebas Ehmed e, ku ji derveyî
welat derketine.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
04.07.2004 - 13:17
Hoşiyar Zîbarî: "Surya û
Îran piştgiriya
terorîstan dikin"
London (amude.com) - Wezîrê Iraqê yê Derve
Hoşiyar Zîbarî piştrast kir, ku rêjîmên
Suryayê û Îranê piştgiriya
terorîzma li Iraqê dikin. Zîbarî ragihand
rojnameya ingilîzî "Sunday Telegraph", ku hikumeta Iraqê
belge bi dest xistine, ku destê wan herdu rêjîman
di karên terorîstyane li Iraqê de ne. Herweha Zîbarî
eşkere kir, ku ew dê di rojên bê de van kiryaran
bi belgeyan piştrast bikin.
>> [Bixwîne]
|
|

| |