www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

27.06.2004 - 22:53
Heft girtiyên kurd hatin tawanbarkirin

ŞAM (amude.com) - Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Surî 7 girtiyên kurd tawanbarî "endametiya rêxistineke îlegal" û herweha "perçekirina beşekî ji Suryayê û girêdana wî bi dewleteke biyanî ve" kir û 5 sal zindan bo wan birî. Dadgehê salên zindanê bo sê girtiyan daxist 2an û yên din tenê salek; ew dê serbest bêne berdan. Deh parêzerên kurd û ereb û herweha nûnerên Yekîtiya Ewropayê û yên balyozxaneya Emerîkayî di dadgehê de amade bûn. Herheft kurd di 25.06.2003an de di xwepêşandana zarokên kurd de hatibûn girtin. Ji wê demê de, ew bi şêweyine cuda têne işkencekirin.

25.06.2004 - 16:10
Diktor Z. Aloianê PENa Kurd çima evqasî ji "amude.com"ê aciz e?

Dijwar Amedî - DORTMUND (amude.com) - Bi kin û kurtî pirs ev e: Yek divê li duyê kar û kirinên xwe raweste û xwe veneşêre, ji xwe re çîrokan neafirîne û însanên din tawanbar neke.
Baştir e ku Diktor Zorab berî hertiştî xwe hinekî li ser rojnamevaniya azad perwerde bike û tiştan tevlihev neke. Di ber de jî hinekî saziya dewleta Elmanyayê nas bike û gotinên vik û vala neke. Li vê derê, mirov berê giliyê li cem polîsan dike û ew jî piştî lêkolînan bersivê dide xwediyê dozê û eger pêwîst be, yek diçe dadgehê. >> [Bixwîne]

25.06.2004 - 15:10
Rêxistinên kurdistanî li Elmanyayê: Ocalan zilamê tirkan e!

DORTMUND (amude.com) - Platforma rêxistinên siyasî yên kurdistanî li Elmanyayê (Hevkarî) êrîşî Kongra Gel û serokê PKKê yê berê Ebdela Ocalan dike û wan wek xebatkarên dewleta tirkan bi nav dike. Hevkarî biryara Kongra Gel a berdewamkirina şer şermazar dike û diyar dike, ku "daxwazên Kongra Gel û Ocalan ne daxwazên welatperweriya kurd in," lê daxwaz û nerînê dewleta tirk in, a ku dixwaze "şerê qirêj bi destê xêrnexwazan bimeşîne." Hevkarî ji 17-20 rêxistinên kurdistanî li Elmanyayê pêk tê. Ev yekemîn car e, ku ew bi vî şêweyî êrîşî Ocalan û alîgerên wî dike. >> [Bixwîne]

17.06.2004 - 08:09
Li Stockholmê semînarek li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê

STOCKHOLM (amude.com) - Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê dê roja 20ê vê mehê semînarekê bo rojnamevan û siyasetvanên kurd Ibrahîm el-Yusiv û Mişel Temo li dar xînin. El-Yusiv û Temo dê li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê biaxivin. Semînar dê li ABF-Stockholm li dar keve û demjimêr 13.00 dest pê bike >> [www.kurdiskarf.org]

16.06.2004 - 23:45
Li Swêsrayê çalakiyeke protestoyê li dijî siyaseta rêjîma Suryayê

GENEVE (amude.com) - Ji bo serbestberdana girtiyên nerînê yên di zindanên Suryayê de, rakirina rewş û zagonên awarte û vegerandina nasnameyên surî bo kurdên bênifus, Komîteya Paraztina Azadiyên Demoqratî û Mafên Mirov li Suryayê dê roja 18ê vê mehê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Geneve li Swêsrayê çalakiyeke protestoyê li dar xîne. Çalakî dê demjimêr 14.00 dest pê bike.

15.06.2004 - 23:52
Partiyên kurdî li Suryayê guh nadin rêjîmê û xebata xwe berdewam dikin

QAMIŞLO (amude.com) - Partiyên kurdî li Suryayê li hev civiyan û biryara berdewamiya xebata xwe ya siyasî ya partiyetî da. Partiyan eşkere kir, ku ev yek "mafê tevgera kurdî li Suryayê yê sirûştî û neteweyî ye." Wan diyar kir, ku ew "nûnerên bêtirî 1,5 milyon kurdên li Suryayê" ne û ev yek rewabûnekê dide hebûn û xebata wan. Di destpêka vê mehê de, rêjîma Suryayê ji partiyên kurdî xwest, ku xebata xwe ya siyasî rawestînin û xwe weke komeleyên çandî qeyd bikin. Destûra Suryayê ji bilî Partiya Bass a rêjîmê, hebûna ti partiyên din napejirîne. >> [Bixwîne]

15.06.2004 - 23:18
Li Belcîkayê ahengeke komeleya Hêvî

BRÛKSEL (amude.com) - Li Belcîkayê komeleyeke nû ya bi navê Hêvî hate damezirandin. Ji bo pîrozkirina damezirandina komeleyê, endamên wê dê yekşema 27.06an bi beşdarbûna Koma Horî (şano), Gulistan Sobarî, Kamîran û Dilyar Dêrikî (helbest), Koma Jîn û Semîr Elî (govend û stran) ahengekê li dar xînin. Aheng dê li Mechelsesteenweg 1060, 3010 Winksele, pêk were.

13.06.2004 - 20:23
Feleknasa kurd dîsa kete Parlamana Ewropayê

DORTMUND (amude.com) - Endama Parlamana Ewropayê Feleknas Uca ya kurd careke din bo endametiya parlamanê hate hilbijartin. Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên Parlamana Ewropayê li Elmanyayê, partiya Uca PDS 6.2% ji dengan wergirt. Bi vê yekê, 7 endamên wê dikarin bikevin Parlamana Ewropayê. Feleknas Uca di lîsteya partiya xwe de ya 7emîn e. Eger encam wilo bimînin, ew dê bo 5 salên din di Parlamana Ewropayê bimîne. Feleknas Uca li ser telefonê ragihand Malpera Amûdê, ku "serkevtina wê serkevtina gelê kurd e." Wê got, ku ew dê xebata xwe bo çareserkirina pirsa kurdî bi hêzeke xurtir berdewam bike. Uca sipasiya hemî kurdên ku dengê xwe dane wê, kir. Herweha wê sipasiya xwe bo partî û medyaya kurdî bo piştgiriya wan ji wê re anî ziman. Feleknas Uca di 1976an de li Elmanyayê ji dayik bû. Ew êzîdî û ji bakurê Kurdistanê ye.

13.06.2004 - 19:46
Leyla Zana ji Kongra Gel doza rawestandina şer kir

AMED (dîha/amude.com) - Piştî ku DEHAP ji Kongra Gel xwest, ku şerê li dijî dewleta Tirkiyeyê rawestîne, îroj siyasetvan Leyla Zana jî ji Kongra Gel xwest, ku bila ew 6 mehên din jî bimînin û şer nekin. Li Amedê, Zana bangî Kongra Gel kir û got, ku ew ji wê tika dike, ku ta 6 mehên din jî şer neke û ew ji bo vê yekê divê "ji bo hêzên girêdayî xwe bangawazî bike."

12.06.2004 - 23:57
Sîrwan Hecî Berko û PENa Kurd

Dr. Zorab Aloian - BREMEN (amude.com) - Hinde mirov hene, ku eger ew kîna te biajon, tu çi jî bikî, ewê mina agirekî belapêşgerî te bibin. Xwediyê malpera amude.com Sîrwan Hecî Berko ji PENa Kurd ne razî ye. Em çawa bikin? Bêjine wî, ku camêrên nerazî dikarin xwe li Ewropayê bi gelek şêweyan razî bikin? Meyê bigota, lê ez bawer im, ku Sîrwan Hecî Berko vî tişî dizane, bihîstiye yan belkî kiribe jî. >> [Bixwîne]

12.06.2004 - 17:53
"Weşangeriya Kurdî" di hejmara Tîrojê ya nû de

STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê, hêjmara 8an a kovara dumehî ya çandî, hunerî û wêjeyî Tîroj derket. Di vê hêjmara Tîrojê de, bi navê "Weşangeriya Kurdî" bi zimanên kurdî û tirkî doseyek hatiye amadekirin. Herweha komek ji lêkolîn, çîrok, ceribandin û nûçeyên bi herdu zimanan cî di kovarê de girtine. Yekemîn hejmara Tîrojê di Newroza sala borî de derket. Xwediyê kovarê Bulent Ulus diyar kir, ku armanca wan a derxistina vê kovarê ew e, ku "li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê ya serdestan çanda kurdî bi pêş bixin." >> [Bixwîne]

12.06.2004 - 15:00
DEHAP ji KONGRA-GEL doza rawestandina şer dike

ENQERE (dîha/amude.com) - Serokê giştî yê DEHAPê Tuncer Bakirhan ji serokê giştî yê KONGRA-GEL Zubeyir Aydar re nameyek şand û tê de bang kir û xwest, ku şerê ku serê vê mehê ji aliyê wan ve hate îlankirin, dîsa raweste. Bakirhan eşkere kir, ku di hêla civakî-aborî-çandî de, herêmê di dema şer de "zirarek mezin dît." Lê di dema ku şer rawestiya de, "hate dîtin ku avakirina astiyek mayînde ya ji nû ve mûmkin e." Herweha Bakirhan diyar kir, ku ji bo gelê kurd gelekî giring e, ku "di şûna metodên tundiyê de, têgihiştinên sivîl, ên ku hemû civakê digirin nava xwe, bibin desthilatdar." >> [Bixwîne]

11.06.2004 - 20:49
Parlamana Kurdistanê biryara Neteweyên Yekbûyî pejirand

HEWLÊR (amude.com) - Di civîneke xwe ya awarte de, Parlamana Kurdistanê îroj biryara 1546an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarî pêşeroja Iraqê pejirand. Parlamanê razîbûna xwe bo pejirandina sîstema fîderalîzmê bo dewleta Iraqê di biryara Konseya Ewlekariyê de diyar kir. Herweha wê baweriya xwe bi sozên hikumeta Iraqê bo kurdan, ku ew dê mafê kurdan binpê neke, anî.


11.06.2004 - 16:42
Şêro Betê: "Ez dixwazim muzîkeke li gorî dema nû biafirînim."

BOCHUM (amude.com) - Şêro Betê navekî nû ye di cîhana muzîka kurdî de. Ew ji Qamişloyê ye û jiyana xwe li Elmanyayê didomîne. Malpera Amûdê ew dît û kurtehevpeyvînek pê re kir, da ku xwendevan wî bêtir nas bikin û bizanibin, bê Şêro Betê kî ye û çi şêweyê muzîkê pêşkêş dike. >> [Bixwîne]

10.06.2004 - 23:28
Bêrî Koçkaya dê duşemê bête veşartin

STOCKHOLM (amude.com) - Keça kurd a pjîşk Bêrî Koçkaya, ya ku berî çend rojan ji nişkê ve mir, dê duşema bê (14.06an), demjimêr 13:30, li Stockholmê, taxa Tenstayê, li Spanga Kyrkogarden bête veşartin. Bêrî keça welatperwerê kurd Melle Behriyê Licî ye. Ew di sala 1974an de li Licê ji dayik bû û sala 1984an tevlî malbata xwe li Swêdê bi cî bû. Demeke kurt berî mirina wê, Bêrî xwendina pijîşkiyê bi dawî anîbû. Mirina wê xemgîniyek xiste nav gelek kurdên Swêdê.

10.06.2004 - 19:38
Parlamana Kurdistanê dê helwesta kurdan ji biryara Neteweyên Yekbûyî eşkere bike

HEWLÊR (amude.com) - Herdu partiyên sereke li Kurdistanê PDK û YNK îroj li hev civiyan, da ku helwesta xwe derbarî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarî pêşeroja Iraqê eşkere bikin. Lê ji ber ku wan li ser nerînekê li hev nekir, partiyan ev mijar şand parlamana Kurdistanê, da ku ew vê babetê guftûgo bike û biryara pejirandin an nepejirandina biryara 1546an a Konseya Ewlekariyê ya NY bide. Sekretêrê PDKê Fadel Mîranî diyar kir, ku pejirandina sîstema federalîzmê di biryara NY de tiştekî pozîtîv e. Parlamana Kurdistanê dê di van du rojan de civînekê pêk bîne û biryara xwe eşkere bike. YNKê do razîbûna xwe ji biryara NY diyar kir.

09.06.2004 - 22:51
Celal Talabanî erê kir û Mesud Barzanî biryara xwe bi paş xist

HEWLÊR (amude.com) - Serokê Partiya Demoqrat a Kurdistanê Mesud Barzanî îroj diyar kir, ku ew dê li ser biryara 1546an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarî pêşeroja Iraqê bi hêzên kurdistanî re guftûgo bike û piştre biryara xwe eşkere bike. Di heman demê de, sekretêrê giştî yê YNKê Celal Talabanî razîbûna xwe ji biryara 1546an re eşkere kir. Barzanî berî niha eşkere kiribû, ku eger Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî qanuna bingehîn a Iraqê ya demî nepejirîne, kurd dê xwe ji hikumeta Iraqê bikşînin. Qanuna bingehîn a Iraqê ya demî mafê vêto dide kurdan. Biryara Neteweyên Yekbûyî sîstema federalîzmê bo Iraqê pejirand, lê mafê kurdan ê vêto avêt.

09.06.2004 - 20:36
17 rojnameger serbest hatin berdan

STENBOL (dîha/amude.com) - Ji 24 rojnamegerên ku di encama serdagirtina polîsan a li ser Ajansa Nûçeyan a Dicle û kovara Ozgur Halkê de hatibûn girtin, 17 kes serbest hatin berdan.

09.06.2004 - 19:17
Doza Ocalan li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

STRASBOURG (afp/amude.com) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Strasbourg îroj dest bi doza serokê PKKe yê berê Ebdela Ocalan li dijî dewleta Tirkiyeyê kir. 17 dadgehvanên ewropî dê li pey wê pirsê kevin, bê hikumeta tirkî bi girtina Ocalan di 1999an de li Kênyayê, dadgehekirina wî li pêşiya Dadgeha Dewletê ya Ewlekariyê, biryara kuştina wî û herweha zindankirina wî ya bitenê û ji cîhanê qutkirî mafên bingehîn binpê kirine yan na. Ji derveyî dadgehê, bi hezaran alîgerên Ocalan çalakiyên protestoyê pêk anîn.

09.06.2004 - 18:17
Televizyona tirkî dest bi weşana kurdî kir

STENBOL (dîha/amude.com) - Di çarçoveya zagonên ahengsaziya Yekîtiya Ewropayê de, televizyon û Radyoya Tirkiyeyê (TRT) îroj dest bi weşana kurmancî kir. Piştî zagonên ahengsaziyê, yên ku ji bo Yekîtiya Ewropayê ji Meclîsa Tirkiyeyê hatibûn derxistin, di kanala TRT 3 de, katjimêr 10.30, weşana bi zaravayê kurmancî hate kirin. Bernameya bi navê "Zengîniya me çanda me ye" qasî 45 deqeyan dom kir. Di bernameyê de, nûçe, muzîk, govend û dokûmanter hatin nîşandan. Balkêş bû, ku nûçeyên ku hatin pêşkêşkirin, nûçeyên kevin bûn. Axaftinên ku di bernameyê de hate kirin, bi jêrenivîsê wergerandin zimanê tirkî. Sibe, di heman demê de, dê bernameya bi zaravayê zazakî jî bê weşandin. Weşanên bi kurmancî û zazakî dê hefteyê carekê bêne kirin.

09.06.2004 - 17:47
Leyla Zana azad e

STENBOL (amude.com) - Piştî deh salan di zindanê de, siyasetvana kurd Leyla Zana û hevalên wê endamên DEPê serbest hatin berdan. Daîreya 9emîn a Dadgeha Bilind biryara serbestberdana parlamenteran Hatîp Dicle, Leyla Zana, Selîm Sadak û Orhan Dogan da. Berî 10 salan, Zana û hevalên wê bo 15e sal zindan hatibûn dadgehkirin. Ji seranserî cîhanê û bi taybetî ji Ewropayê pir hewldan bo serbestberdana Zana hatin kirin.

09.06.2004 - 15:49
Rojnameya Azadiya Welat êrîşên li dijî rojnamevanên kurd şermezar kir

AMED (amude.com) - Rojnameya Azadiya Welat a kurdî ya heftane êrîşên li dijî rojnamevanên kurd û girtina wan şermezar kir. Di daxuyaniyekê de, berpirsê karên nivîsê Hamdullah Yilmaz li ser navê Azadiya Welat destnîşan kir, ku "di pêvajoya ku Tirkiyê bikeve Yekîtiya Ewropayê de", Ajansa Nûçeyan a Dicle û navenda kovarên Ozgur Halk, Genç Bakiş û Îlerîcî Gençlikê ji aliyê polîsan ve "bi awayekî li derveyî pîvan û zagonên çapemeniya gerdûnî rastî serdagirtinê hatin. Yilmaz eşkere kir, ku ew "pêkanînên li derveyî hiqûqê nayên qebûlkirin." Do, li Stenbolê 25 rojnamevanên kurd ji aliyê polîsên tirk ve hatin girtin. >> [Bixwîne]

08.06.2004 - 18:27
Polîsên tirk 19 karmendên Ajansa Nûçeya ya Dicle girt

STENBOL (amude.com) - Îroj berî nîvro, polîsên tirk êrîşî nivîsgehên Ajansa Nûçeya ya Dicle (DÎHA) a kurdî li Stenbolê kirin û 19 karmendên wî girtin û di nav wan de jî berpirsê beşê kurdî Davud Özalp. Polîsan herweha xwest ku computerên DÎHAyê bi xwe re bibin, lê parêzerên ajansê nehişt ku ev yek pêk were. Ta niha jî sedemên vê çalakiya polîsan nediyar e. Li gorî zagonên Tirkiyê, polîs dikarin mirovekî 24 demjimêran cem xwe bihêlin, lê piştre divê ew wî yan bibin pêşiya dadgehê yan jî wî serbest berdin.

07.06.2004 - 23:58
Serokê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco dîsa bû yek ji birêvebirên KNKê

BRÛKSEL (amude.com) - Di 5emîn kongreya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de, serokê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco careke din bo Komîteya Birêvebir a KNKê hate hilbijartin. Haco ji dema damezirandina KNKê de endamekî birêvebir ê KNKê ye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di 26.05.1999an de ji bo "parastina berjewendî û yekîtiya neteweya Kurdistanê" hate damezirandin. KNKê di destê apoçiyan de ye û ew li gorî siyaseta wan dixebite. Berî ku Zubeyir Aydar bibe serokê Kongra Gel, ew endamekî birêvebiriya KNKê bû. Hêjayî gotinê ye, ku ji bilî Haco, endamên din ên Komîteya Birêvebir a PENa Kurd Mistefa Reşîd û Dr. Zorab Aloian di heman demê de endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ne.

07.06.2004 - 23:14
"Inîsyatîva Kurdên Suryayê li Swêdê" hate damezirandin

UPPSALA (amude.com) - Şemiya borî, dora 74 kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê yên nişteciyên Swêdê li bajarê Uppsala kom bûn û dezgeheke bi navê "Inîsyatîva Kurdên Suryayê li Swêdê" (ÎKSS) damezirand. Kurdên serbixwe û partiyên kurdî cî di vê dezgehê de digirin. Armanca ÎKSS ew e, ku "dengê kurdên Binxetê bigihîne Swêd û cîhanê". Di civînê de, 18 kes bo birêvebirina ÎKSS hatin hilbijartin. Ji nav van kesan dê 5 kes bo Komîteya Karger dê bêne hilbijartin. Navenda ÎKSS dê li bajarê Uppsala be.

07.06.2004 - 22:54
Li Berlîn û Bremen semînar bo Temo û el-Yûsiv

BERLÎN/HANNOVER (amude.com) - Li paytexta Elmanyayê Berlîn, dê di rojên 10 û 11ê vê mehê de, du semînar bo nivîskar û siyasetvanên kurd Ibrahîm el-Yusiv û Mişel Temo bêne lidarxistin. Herweha li bajarê Bremen, dê roja 12ê mehê semînarek bo herdu rewşenbîran li dar keve. Di van semînaran de, herdu rewşenbîr dê bi berfirehî li ser rewşa teze ya kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê biaxivin û herweha li ser guhertinên dawî li Suryayê rawestin. >> [Bixwîne]

07.06.2004 - 22:32
Li Köln, Hannover û Bad Salzuflen semînar bo Merwan Osman

KÖLN/HANNOVER/BAD SALZUFLEN (amude.com) - Li bajarên Köln û Hannover û Bad Salzuflen ên elmanî, dê di rojên 12 û 13ê û 17ê vê mehê de sê semînar bo endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Suryayê Merwan Osman li dar kevin. Osman dê li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê biaxive. Semînara li Kölnê ji aliyê rêxistina Elmanyayê ya Partiya Yekîtî ve tê amadekirin û ya li Hannoverê ji aliyê PENa Kurd, YNKRE, Pirtûkxaneya kurdî ya di Pirtûkxaneya Hannah Arendt de û Inîsyatîva 12ê Adarê ve tê amadekirin û lidarxistin. Yekîtî û Mala Çanda Kurdî dê bi hev re semînara li Li Bad Salzuflen li dar xînin. >> [Bixwîne]

07.06.2004 - 21:46
"Heger rojekê ev çiyayên hanê jî rûyê biharê bibînin..."

STOCKHOLM (amude.com) - Heger rojekê ev çiyayên hanê jî rûyê biharê bibînin Seydo Aydogan (26.09.1963-05.06.1992) Birayê me Seydo di 05.06.1992yan de, serê sibehê, li ser rêya dibistanê, ji aliyê dijminên kurdan ve bi sê guleyan hat kuştin. 12 sal di ser kuştina birayê me re derbas bûn, lê navê wî hê jî di nav lîsteya "qesasnedîyar"an de ye.
Heger rojekê ev çiyayên hanê jî rûyê biharê bibînin, em ê qevdeke gulên bi axa hesreta wî ve xwedîkirî daînin ber sere wî.
Mustafa Aydogan, Enwer Karahan û Ibrahîm Seydo Aydogan

04.06.2004 - 18:48

Ibrahîm S. Aydogan
Kuştina Seydo, kerba bavê min û pênûsa min

Ibrahîm Seydo Aydogan - PARÎS (ÊVAR BAŞ) - Herkes çîrokeke wî heye, yên min dudo ne; herkes mamosteyeke wî heye, yên min ew jî dudo ne. Ez ê di vê nivîsê de çîroka herdu mamosteyên xwe yên kurdî û qederên wan yên ku şibiyan hevdu, vebêjim...
Gava ku Seydo hate kuştin, ez şanzdeh salî bûm û ew bîst û neh...
Wê rojê Ibrahîm jî bi Seydo re hate kuştin... >> [Bixwîne]

04.06.2004 - 03:17
Partiyên kurdî li Suryayê: pêvajoya perçebûnê

QAMIŞLO (amude.com) - Li Suryayê 13 partiyên kurdî hene. Ji sala 1957an de û ta roja îroj, komek ji perçebûn û jihevketinan bûn sedemeke bingehîn ku pirsa kurdî li Suryayê ta roja îroj nehatiye çareserkirin. Sedemên perçebûnan jî cudahiyên îdyolojî û sedemên kesayetî (şexsî) bûn. Nivîskar û siyasetvan Mişel Temo di nivîsa xwe de li ser partiyên kurdî li Suryayê, dîroka wan û çiloniya pirbûna wan radwiste. >> [Bixwîne]

04.06.2004 - 13:57
Serdar Doskî jî dixwaze biçe Parlamana Ewropayê

AMESTERDAM (amude.com) - Li Holendayê jî kurdek bi navê Serdar Doskî dixwaze ji bo Parlamana Ewropayê bête hilbijartin. Doskî kurdê başûrê Kurdistanê ye û endamê komîteya navendî ya Partiya Sosyalîst a Holandî ye. Di lîsteya partiya xwe de, ew di rêza 7an de ye. >> [www.serdardosky.com]

04.06.2004 - 13:41

Naile Aras (beyan.net) & Cebar Emîn
Li Swêdê du kurd dixwazin bikevin Parlamana Ewropayê

STOCKHOLM (KK/amude.com) - Li seranserê Ewropayê dê 13ê vê mehê hilbijartin ji bo endamên parlamana Yekîtiya Ewropayê pêk werin û li welatên Yekîtiya Ewropayê jî çar kurdan ji bo ketina parlamanê dest bi kampanyayê kirine. Lê belê kampanyaya herî gur û germ li Swêdê di navbera du kurdan de têt kirin, ji ber li Swêdê mafê bijartina kesan (ne lîsteyên partiyan) heye. Naile Aras ji Partiya Çep (Vänsterpartiet) û Cebar Emîn ji Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) ji kurdan dixwazin ku dengên xwe bi taybetî bidin þexsê wan, da ew bikarin bikevin parlamana Yekîtiya Ewropayê. >> [Bixwîne]

04.06.2004 - 03:49
Bang ji bo kurdên Binxetê li Swêdê bo damezirandina dezgeheke kurdî

UPPSALA (amude.com) - Kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê ên nişteciyên Swêdê dixwazin dezgeheke kurdî ya giştî ji xwe re damezirînin, ku bikaribe bi navê wan deng bike. Li gorî agahiyên amadekarên vê projeyê, ev dezgeh dê ji kesên girêdayî hêzên siyasî û herweha ji kesên serbixwe ve pêk were. Civîna damezirandinê dê di 5 û 6ê meha hezîranê de li bajarê Uppsala li dar keve. Malpera Amûdê banga amadekarên civînê bo kurdên Binxetê li Swêdê diweşîne: >> [Bixwîne]

04.06.2004 - 00:09
"Xewnên tazî" ya Rûxweşê Zîvar derket

DUHOK (amude.com) - Ji nav weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê, pirtûka helbestan a helbestvanê kurd Rûxweşê Zîvar a bi navê "Xewnên tazî" derket. Ev pirtûk ji 50 helbestan pêk tê. Serokê yekîtiyê Hesen Silêvanî ragihand, ku Yekîtiya Nivîskaran dê her meh pirtûkekê di hemî warên wêjeyê de biweşîne. Silêvanî eşkere kir, ku yekîtiyê di sê salên dawî de piştgiriya çapkirina 45 pirtûkên endamên xwe kir. Wî diyar kir, ku bêyî alîkariya aborî ya ji aliyê serokatiya wezîrên Herêma Kurdistanê ve, yekîtiyê dê nikarîba ev xebat kiriba. Rûxweşê Zîvar kurdekî başûrê-rojavayî Kurdistanê ye û li bajarê Helebê dijî.

03.06.2004 - 22:58
Li Bad Salzuflen û Hannover jî semînar bo Temo û el-Yûsiv

BAD SALZUFLEN/HANNOVER (amude.com) - Li bajarên elmanî Bad Salzuflen û Hannover dê sibe û yekşemê du semînar bo nivîskar û siyasetvanên kurd Ibrahîm el-Yusiv û Mişel Temo bêne lidarxistin. Di van semînaran de, herdu rewşenbîr dê bi berfirehî li ser rewşa teze ya kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê biaxivin û herweha li ser guhertinên dawî li Suryayê rawestin. Ev semînar ji hin komele û inîsyatîvên kurdên li Elmanyayê ve têne amadekirin. >> [Programa semînaran]

03.06.2004 - 11:38
Malpera Qamislo.com hate rawestandin

DORTMUND (amude.com) - Malpera "Qamislo.com" xebata xwe rawestand. Yek ji birêvebir û amadekarên wê Ferhad Ehmê ragihand Malpera Amûdê, ku ji ber sedemên diravî ew mecbur in malperê ta demeke nexuyayî bigirin. "Qamislo.com" yek ji giringtirîn malperên kurdî ye û roleke giring di ragihandina bûyerên li başûrê-rojavayî Kurdistanê lîst û dilîze. Ew ji aliyê Hîm Mele Ehmed û Ferhad Ehmê ve, ku bi xwe xwendekarên zanîngehê ne, tê birêvebirin û fînansekirin. >> [www.qamislo.com]

03.06.2004 - 10:31
Xwediyê merameke nîvcomayî: Êlas Efendî (? - 03.06.1933)

Mistefa Aydogan - STOCKHOLM (amude.com) - Gelek ronakbîrên kurdan hene, ku piştî koçkirina wan a ji vê dinyaya gewrik, bi temamî hatine jibîrkirin û hizrên wan, têkoşîna wan, serpêhatiyên wan û tecrubeyên wan ji nivşên nû re nebûne mîras. Ev yek di warê avakirina hizra neteweyî de, bûye sedema kêmaniyeke pir mezin. Lê di van salên dawiyê de, hewldanên kurdan ên ji bo nehiştina vê kêmaniyê, li gora demên berê, hêviyên mirovî xurttir dikin. >> [Bixwîne]

03.06.2004 - 09:57
Serokwezîrê Tirkiyeyê Israîl tawanbarî terorîzma dewletê dike

TEL AVÎV (dpa/amude.com) - Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Israîl tawanbarî terorîzma dewletê kir. Di hevpeyvîneke li gel rojanmeya israîlî "Haaretz" de, Erdogan diyar kir, ku Israîl kêm ji bo aşitiyê dixebite û ew wilo bi filestîniyan re dide û distîne wek berê spaniyan bi cihûyan re dikir. Erdogan got, ku berê cihû gorî bûn û îroj filestînî ketine şûna wan. Hikumeta Israîl diyar kir, ku ew van gotinên Erdogan "mixabin dibîne". Di dema dawî de, helwestên Tirkiyeyê li dijî Israîlê bûn sedema ku têkiliyên Israîl û Tirkiyeyê her ku diçe, xerabtir dibin.

02.06.2004 - 20:04
Rêjîma Suryayê doza rawestandina xebata partiyên kurdî dike

QAMIŞLO (rtr/amude.com) - Do, dezgeha muxaberatan a "Firaa Filestîn" li Şama paytext ji çar partiyên kurdî li Suryayê xwest, ku xebata xwe ya siyasî rawestînin. Herweha wan doz li partiyên kurdî kir, ku biçin Wezareta Karûbarên Civakî û li wê derê doza qeydkirinê bikin. Wezareta Karûbarên Civakî tenê berpirsyarê komeleyan e û ne ya partiyan. Di rojên bê de, ev doz dê ji partiyên din jî bête kirin. Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê Fuad Elîko ragihand, ku serokatiya Partiya Baas biryara rawestandina xebata partiyên kurdî ya partiyetî û siyasî standiye. Ji ber tunebûna zagonekê bo hebûna partiyan li Suryayê, partiyên kurdî ne qeydkirî ne. Rêjîma Suryayê xebata wan a eşkere napejirîne, lê çavên xwe ji wan re digire. Eger rêjîm partiyan qedexe bike, ew dê bikevin lîsteya rêxistinên qedexekirî û îlegal. Li gorî zagonên Suryayê, endametiya rêxistinên îlegal bi kêmanî 2 sal zindan bi xwe re tîne. Partiyan eşkere kir, ku ew dê xebata xwe berdewam bikin. >> [Bixwîne]

02.06.2004 - 15:45
Li Silêmaniyê jî balafirxaneyek tête avakirin

SILÊMANÎ (KK/amude.com) - Li nêzîkî Silêmaniyê karê ji bo avakirina avahiyeke ji caman dike biqede, ku qonaxa yekê ya avakirina balafirxaneke bazirganî ye û nêzîkî 40 milyon dolaran lê diçin. Kurd dixwazin li vî ciyê ku sala 1988an bingeha despêkirina operasyonên enfalan ên rêjîma Sedam li dijî wan bû, bikin ciyekî ku sermaye û bazirganên biyanî bikişîne cem xwe û deriyekê din yê cîhana derve li ser xwe vekin. >> [Bixwîne]

01.06.2004 - 15:46
Li Stockholmê civînek li ser "Ansîklopediya Zarokan"

STOCKHOLM (amude.com) - Li Stockholmê û ji nav weşanên APECê, çapa kurdî ya Ansîklopodiya Zarokan derket. Ev pirtûk wergera ansîklopediya navneteweyî ye. Di vê ansîklopediya zarokan de, gelek agahiyên ser Kurdistan û welatên din ên cîhanê li gel gelek wêneyên rengîn hene. Ji bo danasîna ansîklopediyê, weşanên APECê dê 05.06an civînekê li dar xîne. Ji boyî kesên beşdar xwarin tê pêşkêşkirin. Cî: Salagatan 20; Dem: 05.06.2004, 18:00
>> [www.apec.nu]

01.06.2004 - 14:04
Heyşt kurd di hikumeta Iraqê ya nû de û cîgirê serokdewletê jî kurd e

BEXDAD (rtr/amude.com) - Xazî el-Yawer dê bibe serokê Iraqê yê nû. Ew musilmanê sunî ye û ji bajarê Musilê ye. Endamê PDKê Dr. Roj Nurî Şawîs dê bibe yek ji du cîgirên wî. Li aliyekî din, eşkere bû ku Iyad Elawî yê şîî dê bibe serokwezîrê Iraqê. Endamê YNKê Dr. Barham Salih dê bibe cîgirê Elawî bo karûbarên ewlekariyê. Wekî din ev siyasetvanên kurd dê bibin wezîrên hikumeta Iraqê ya nû: Hoşiyar Zîbarî (Derve), Mişkat Muhat (Sirûştê), Bextiyar Emîn (Mafê Mirov), Ebdilletîf Reşîd (Avdarî), Nesrîn Berwarî (Karûbarên Giştî), Nermîn Osman (Karûbarên Jinan) û Mehmud Ferhad Osman (Wezîrê Dewletê). Hêjayî gotinê ye, ku hikumeta nû dê sibe dest bi xebata xwe bike.

Berdewam bike (Erşîva meha 05/2004)