
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

31.05.2004 - 11:49
Siyasetvan Merwan Osman di çend semînaran de
STOCKHOLM/BREMEN (amude.com) - Ji bo endamê Polîtbîroya
Partiya Yekîtî ya Kurdî li Suryayê Merwan Osman
dê li bajarên Stockholm (Swêd) û Bremen (Elmanya)
du semînarên siyasî bêne lidarxistin. Osman
bo serdanekê hatiye Ewropayê û dê li çend welatan
li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê
biaxive.
>> [Programa semînaran]
|
|
 |
31.05.2004 - 02:01
Faris Mişel Temo serbest hate berdan
ESSEN (amude.com) - Xwendekar û karîkaturîstê kurd
Faris Mişel Temo di 24ê vê mehê de serbest hate berdan. Faris kurê rewşenbîr Mişel Temo ye. Temo
ragihand Malpera Amûdê, ku kurê wî ji ber karîkaturên wî yên siyasî hatibû girtin. Herweha wî eşkere kir,
ku hêzên ewlekariyê ji Faris xwestibûn, ku dev ji karîkaturên siyasî berde û xwe bêtir mijûlî
şêweyine din ji karîkaturan bike. Li Suryayê bi sedan ciwan û zarokên kurd hatine zindankirin
û rastî işkenceyine dijwar tên. Faris Mişel Temo li zanîngeha Helebê beşê yasa dixwîne.
Ew di 17ê gulanê de hatibû girtin.
|
|
 |
30.05.2004 - 21:42
Li Herne semînarek li ser rewşa başûrê-rojavayî
Kurdistanê
DORTMUND (amude.com) - Sibe, li bajarê Herne
li Elmanyayê dê semînarek ji bo
rewşenbîrên kurd Ibrahîm el-Yusiv û Mişel Temo
pêk were. Di vê semînarê de, herdu
dê li ser rewşa teze ya başûrê-rojavayî
Kurdistanê
û ya serhildana li wê derê biaxivin.
El-Yusiv û Temo îroj hatin Elmanyayê û ji
bo wan dê li çend bajarên din semînarine
wilo bêne lidarxistin.
HERNE, 31.05.2004, demjimêr: 14:00,
Salona Dayin, Werder Str. 53a, Herne (Autobahn 42, Ausfahrt Herne-Horsthausen)
tel: 023239596090 (salon), 01719037424, 01748701266
>> [Programa semînaran]
|
|
 |
30.05.2004 - 21:26
Apoçiyan êrîşî
pêşangeha pirtûkên kurdî kir
KÖLN (amude.com) - Di yekemîn roja
pêşangeha pirtûkên kurdî li bajarê elmanî
Kölnê de, komek ji alîgerên KONGRA GEL êrîşî
berpirsê malpera "nasname.com" Şukru Gulmuş kir û
ew êşand. Serokê KOMKARê Fetah Tîmar ragihand
Malpera Amûdê, ku mebesta êrîşkeran
"têkbirina pêşangehê bû, lê ew
bi ser neketin." Yek ji êrîşkeran ji aliyê
polîsan ve hate girtin. Di daxuyaniyekê de,
komek ji rewşenbîrên kurd ev êrîş
protesto û şermezar kirin. Şukru Gulmuş
berpirsekî PKKê yê berê bû
û piştî ku berî çend salan dev
ji partiyê berda, malpera "nasname.com" vekir û wê
weke oposîsyona li dijî Ebdela Ocalan û siyaseta
wî bi kar tîne. Li gorî Tîmar,
pêşangeha îsal "gelekî biserketî bû
û gelek pirtûk hatin firotin." Wî apoçî
tawanbar kir û got, ku ew bi êrîşên xwe
"daxwaza mîtên tirkan bi cî tînin."
Pêşangeha pirtûkan îna borî dest pê kir
û îroj bi dawî hat. Ew ji aliyê KOMKARê
ve hatibû amadekirin.
|
|
 |
27.05.2004 - 13:58
Sîrwanê Hecî Berko
dixwaze li dijî Fuad Akpînar dozekê bo
"belavkirina derew û gefxwarinan" veke
DORTMUND (amude.com) - Di nivîseke xwe ya li jêr
navê "Malpera Amûdê li pey çi ye?" de, mirovekî
bi navê Fuad Akpînar (Sîpan) êrîşî
Malpera Amûdê û berpirsê wê Sîrwanê Hecî Berko
dike. Li gorî Akpînar, Sîrwanê Hecî Berko
"muxbirçiyê PKKê" ye û ji bo avêtina nûçeyeke
derbarî Şivan Perwer ji malperê pere ji hin kesan xwestiye.
Akpînar diyar nake bê ev kes kî ne. Herweha Akpînar
gefan li Hecî Berko dixwe û wî tehdîd dike, ku
"zimanê wî dê bê kinkirin." Sîrwanê Hecî Berko
eşkere kir, ku wî di nameyekê de bo
Fuad Akpînar derfet daye wî, ku di nivîsekê de
"bêbextî û derewên" li dijî wî
serast bike û lêborînê bixwaze. Hecî
Berko got: "Eger ew vê yekê neke, ez dê li
cem polîsên elman dozê li dijî Fuad Akpînar
bo gefxwarin û belavkirina derewan li dijî min vekim."
>> [Bixwîne]
|
|
 |
26.05.2004 - 15:27
Li Berlînê şeveke piştgiriyê
li gel Mehmud Ezîz
BERLÎN (amude.com) - Di 30ê vê mehê de,
li Berlînê dê şeveke muzîkî li
gel dengbêjan Mehmud Ezîz û Elî Sofî
li dar keve. Ev ahenga ji bo piştgiriya Binxetê
dê li Golditzstr. 27, Berlin-Tempelhof, pêk were
û demjimêr 16.00 dest pê bike.
|
|
26.05.2004 - 14:35
Li Elmanyayê komek ji semînaran
bo el-Yusiv û Temo li ser rewşa Binxetê
DORTMUND (amude.com) - Li çend bajarên Elmanyayê,
dê di rojên bê de çend semînar ji
bo nivîskar û siyasetvanên kurd Ibrahîm el-Yusiv
û Mişel Temo bêne lidarxistin. Di van semînaran de,
herdu rewşenbîr dê bi berfirehî li ser rewşa teze
ya kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
biaxivin û herweha li ser guhertinên dawî li Suryayê
rawestin. Ev semînar ji aliyê kurdên li Elmanyayê ve
têne amadekirin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
26.05.2004 - 13:50
Li Parîsê "Hevdîtina Guftûgoya Demoqrat
a Surî"
PARÎS (amude.com) - Komek ji siyasetvan û rewşenbîrên
ereb û kurd ên ji Suryayê û başûrê-rojavayî Kurdistanê
dê di rojên 28 û 29ê vê mehê li Parîsê
li hev bicivin û li ser guhertinên li Suryayê guftûgo bikin.
Komîsyona Ereb a Mafên Mirovan vê konferansê amade dike
û di daxuyaniyeke xwe de diyar dike, ku armanca wan ew e,
ku "hemû kesên ku bangî guhertinên demoqratîk li Suryayê
dikin, bigihên hev û li ser bingehekê li hev bikin, ku piraniya
kesên demoqrat û mafnas dipejirînin." Herweha ew dê li ser
pêkanîna sendoqeke neteweyî bo alîkariya goriyên
siyaseta Suryayê ya binpêkirina mafan biaxivin. Ji başûrê-rojavayî
Kurdistanê dê li gel Ibrahîm el-Yusiv, Mişel Temo
û Merwan Osman komek ji kurdên li Ewropayê beşdarî
vê konferansê bibin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
25.05.2004 - 12:00
Li Marburgê semînarek
li gel Dr. Kemal Sîdo
MARBURG (amude.com) - Dr. Kemal Sîdo
dê îroj êvarî li bajarê Marburg li Elmanyayê
di semînarekê de li ser dîrok û rewşa
Kurdistanê biaxive. Ev sêminar ji aliyê Komeleya
Hevkariya Xiristiyan û Cihûyan ve tê organizekirin. Dr. Kamal Sido di sala
1961ê de li başûrê-rojavayî Kurdistanê
ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya akademî li Mosko pêk anî
û ji sala 1990î de li bajarê Marburg dijî. Semînar
dê li avahiya zanîngehê (salon 110) pêk were û demjimêr
19.30 dest pê bike.
|
|
 |
24.05.2004 - 23:40
Li Şamê 27 zarokên kurd serbest
hatin berdan
ŞAM (afp/amude.com) - Îroj, dadgehekê li
paytexta Suryayê Şam biryara serbestberdana 27 zarokên kurd
stand. Ev zarok di 14ê adara borî de hatibûn girtin. Sekretêrê
Giştî yê Partiya Pêşverû ya Kurd li
Suryayê Ezîz Dawid ragihand, ku dadgehê ji malbatên
zarokan xwestiye, ku wan bibin malê. Piştî
bûyerên 12ê adarê, li seranserî başûrê-rojavayî
Kurdistanê bi sedan zarok û ciwanên kurd ji aliyê
hêzên rêjîma Suryayê ve hatin
zindankirin û rastî işkenceyên dijwar hatin
û tên. Herweha hejmareke mezin ji xwendekarên
kurd hatin girtin û hinên din ji zanîngehan hatin
avêtin. Li gorî peymanên navneteweyî,
nabe ku zarok bêne zindankirin û herweha qedexe ye,
ku ew bêne işkencekirin. Rêjîma Suryayê
ev peyman imze kirine, lê siyaseta xwe ya binpêkirina
mafên mirovan berdewam dike.
|
|
 |
24.05.2004 - 23:03
Li Bilefeld ahengek bo
pîrozkirina 47 saliya PDPKS
BILEFELD (amude.com) - Ji bo pîrozkirina
47 saliya damezirandina Partiya Demoqrat a Pêşverû
ya Kurd li Suryayê, rêxistina partiyê ya
Elmanyayê dê roja 13.06an
li bajarê Bielefeld ahengeke hunerî li dar xîne.
Hunermendan Elî Sofî, Dilovan, Siud Ehmed,
Zubêr Yûsiv, Ridwan Umer û Koma
Cudî dê beşdarî vê şevê
bibin. Aheng dê demjimêr 13.00 dest pê bike
û li Bielefeld, "Anatolien Zentrum", Herforder Str. 155,
pêk were.
|
|
24.05.2004 - 22:55
Malperên du dengbêjên kurd
DORTMUND (amude.com) - Di van rojên dawî de,
dengbêjên kurd Zibêr Salih û Qedrî Zana
ji xwe re malperên xwe yên taybetî vekirin.
Di van malperan de, mirov dikare dengbêjan bêtir nas bike
û herweha li berhemên wan guhdar û temaşe bike.
Zibêr Salih ji başûrê-rojavayî Kurdistanê
ye û li Elmanyayê dimîne; Qedrrî Zana
ji bakurê welêt e û li Swêsrayê dijî.
>> [www.zubersalih.com]
[www.qedrizana.com]
|
|
 |
24.05.2004 - 19:50
Li Mannheimê festîvaleke
bo zarokan
MANNHEIM (amude.com) - Di rojên 4û 5ê
meha bê de, li bajarê Mannheim li Elmanyayê dê
festîvaleke zaroka li dar keve. Fadil Mihemed dê di roja
yekê de (demjimêr 18.00) li ser rewşa ciwan û zarokên kurd li Elmanyayê
biaxive. Di roja duyem de, dê ji demjimêr 14.00 ta 19.00
çalakiyên hunerî û ferhengî bo
zarokan pêk werin. Ev festîval ji aliyê
Komeleya Kurdî ya Kulturî û Navenda
Kurdî-Elmanî ya Zanyarî û Kulturê
li bajarê Mannheim têne amadekirin. Çalakî
dê li Stadtjugendring, Neckar Promenade 46, 68167 Mannheim,
li dar kevin. Bo têkiliyan: 01624104870 (Geda Îdê).
|
|
 |
23.05.2004 - 23:26
Dadgehkirina heft girtiyên kurd careke din
hate bipaşxistin
ŞAM (afp/amude.com) - Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya surî
îroj careke din dadgehkirina 7 girtiyên kurd bi
paş xist. Deh parêzerên kurd û ereb
ji bo paraztina wan li dadgehê amade bûn. Dadgehê
nehişt ku dîplomatên ji çend welatên Yekîtiya
Ewropayê amade bibin. Hemû girtî
ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandana zarokên kurd de ya di 25.06.2003an
de hatin girtin û ji wê rojê de bi şêweyekî
xurt têne işkencekirin. Ew têne tawanbarkirin, ku ew endamên
grûpine qedexe ne û herweha wan xwestiye "beşekî ji Suryayê bi
welatekî biyanî ve girê bidin." Girtiyên kurd
dê di 29ê meha bê de careke din biçin pêşiya
dadgehê. Malbatên girtiyan tenê her du mehan carekê
dikarin serdana wan bikin. Dora 100 çalakvanên kurd
û ereb li pêşiya avahiya dadgehê amade bûbûn.
Navên girtiyan ev in: Amir Murad, Mihemed Şerîf Ferman, Hozan Ibrahîm, Mihemed Mistefa, Hisên Remedan,
Salar Salih Xalid Mihemed Elî.
|
|
 |
23.05.2004 - 02:42
"Biryara Yekîtiya Ewropayê li Diyarbekirê
tê standin, ne li Stenbolê"
BERLÎN (amude.com) - Seroka Partiya Keskan a Elmanî
Angelîka Beer piştrast kir, ku eger Tirkiyê
pirsa kurdî çareser neke, ew dê nekeve Yekîtiya Ewropayê
(YE). Beer eşkere kir, ku çendîn ew bi guhertinên
dawî yên li Tirkiyeyê kêfxweş be jî,
lê ti konsêptên AKP bo çareserkirineke
siyasî ji pirsa kurdî re tunene. Beer rexne kir, ku
AKP ti program bo pêşxistinên di warên
civakî û aborî de li bakurê Kurdistanê
amade nekirine. Beer eşkere kir, ku "biryara rêya bo YE ne
li Stenbolê, lê li Diyarbekirê tê standin."
>> [Bixwîne]
|
|
 |
23.05.2004 - 01:24
Kurdên Başûr
destên xwe davêjin posîsyonên herî bilind
ên hikumeta Iraqê
WAŞINGTON (amude.com) - Piştî guftûgoyên di
navbera PDKê û YNKê de, Mesûd Barzanî û
Celal Talbanî li hev kirin, ku ew
yek ji herdu posîsyonên herî bilind di hikumeta
Iraqê ya nû de bixwazin. Li gorî rojnameya emerîkî
"Washington Post", Celal Talabanî daxwaza herdu partiyan,
ku yan serokê Iraqê yan
jî serokwezîrê wê yekî kurd be, gihand emerîkiyan.
Eger ev yek pêk neyê, kurd dê hikumeta nû boykot bikin,
wiha "Washington Post" li ser zimanê kurdan. Nûnerê
Yekîtiyên Yekbûyî Lexdar Brahîmî
diyar kiribû, ku kurd dikarin posîsyona
cîgirê serokdewlet an ê serokwezîr bigirin.
Ji mêj ve gotin belav dibin, ku herdu partiyên mezin PDKê
û YNKê li hev kirine, ku Mesûd Barzanî bibe
serokê Herêma Kurdistanê û Celal Talabanî
biçe Bexdayê û posîsyoneke bilind di hikumeta
Iraqê de bigire.
|
|
 |
22.05.2004 - 12:01
Serdar Doskî di Paltalkê de
DORTMUND (amude.com) - Endamê Komîteya
Navendî ya Partiya Sosyalîstz a Holandî yê kurd
Serdar Doskî dê îşev bibe mêvanê "Koçka
12ê Adarê" di paltalkê de û li ser hilbijratinên
bo Parlamana Ewropayê biaxive. Semînar dê demjimêr 21.00
dest pê bike.
|
|
 |
21.05.2004 - 22:27
Mistefa Tlas: "Em ê nasnameyê bidin 20.000 kurdan
û yên din ne surî ne, ew ji Iraq û Tirkiyeyê
hatine Suryayê"
DORTMUND (amude.com) - Wezîrê Suryayê yê Parastinê
yê berê Mistefa Tlas eşkere kir, ku rêjîma Suryayê
dê nasnameya surî bide 20.000 kurdên bê nasname. Tlas
ragihand, ku ew "20.000 kurd bi rastî jî surî ne, lê nehatine
qeydkirin." Di hevpeyvînekê li gel rojnameya erebî
el-Heyat de, Tlas got, ku li Suryayê kurd mîna
ereban in û ti cudahî di navbera ereb û kurdan
de tune. Destura Suryayê neteweyeke din ji bilî ya
erebî nas nake. Li Suryayê dora 250.000 kurdên bê nasnameya
surî hene. Li gorî Tlas, tenê 20.000 ji wan surî ne,
yên din "ji Iraq û Tirkiyeyê çûne Suryayê".
>> [Bixwîne]
|
|
 |
21.05.2004 - 01:25
Li Helebê xwendekarê kurd
Faris Mişel Temo hate girtin
HELEB (amude.com) - Duşema borî,
xwendekarê Faris Mişel Temo li bajarê Helebê
ji aliyê hêzên ewlekariyê yên surî ve
hate girtin. Sedemên girtina wî nediyar in. Faris Temo
kurê nivîskar û siyasetvan Mişel Temo
ye. Ew xwendekarê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Helebê
ye. Komeleya Mafên Mirovan li Suryayê di daxuyaniyekê
de doza serbestberdana wî û girtiyên din ên di zindanên
Suryayê de dike.
|
|
 |
17.05.2004 - 22:27
Li Hisiçayê
pêşangeheke Xidir Ebdilkerîm
HISIÇA (amude.com) - Li jêr sîwana
keşeyê katolîkan li bajarê Hisiça
li Suryayê, hunermendê kurd Xidir Ebdilkerîm
dê komek ji tabloyên xwe di pêşengehekê
de pêşkêş ke. Ev pêşangeh
dê ji bo alîkariya zarokên nexweş
ên Dêra Mar Asya el-Hekîm di salona
keşe Johannes Krom de li dar keve. Pêşangeh
dê roja 21ê vê mehê, demjimêr
16.00, dest pê bike. Xidir Ebdilkerîm di sala 1967an
de li gundê Kundiro yê bajarê
Amûdê ji dayik bûye. Wî gelek pêşangeh
pêk anîne û beşdarî komek
ji yên din bûye.
|
|
 |
17.05.2004 - 22:04
Li Bonnê semînarek
li gel Ferîd el-Xadirî
BONN (amude.com) - Serokê Partiya Reforman a Surî
Ferîd el-Xadirî dê roja yekşema 23 vê mehê
li bajarê Bonnê li Elmanyayê
beşdarî semînareke "Hevbendiya Demoqrat a Surî"
bibe. El-Xadirî dê li ser "siyaset û projeyên
emerîkiyan ên vê demê li hemberî Suryayê"
biaxive. Herweha dê du kes ji amadekarên semînarê
li ser siyaseta "Hevbendiya Demoqrat a Surî" biaxivin. Semînar
dê li Universitätsclub, Konviktstr. 9, 53113 Bonn,
li dar keve û demjimêr 14.00e dest pê bike.
Partiya Reforman a Surî li Emerîkayê hatiye damezirandin
û ta vê demê ti bingeha wê li Suryayê
diyar nebûye.
|
|
 |
20.05.2004 - 21:48
Kurdên Binxetê li Swêdê dixwazin ji xwe
re dezgeheke giştî damezirînin
UPPSALA (amude.com) - Kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
ên nişteciyên Swêdê dixwazin dezgeheke kurdî ya giştî
ji bo xwe damezirînin, ku bikaribe bi navê wan deng bike. Li gorî agahiyên
amadekarên vê projeyê, ev dezgeh
dê ji kesên girêdayî hêzên siyasî û herweha ji kesên serbixwe pêk were.
Civîna damezirandinê dê di
5 û 6ê meha hezîranê de li bajarê Uppsala
li dar keve. Ji bo têkiliyê û agahiyên berfireh:
kobani@spray.se, tel: 0703403619.
|
|
 |
17.05.2004 - 17:52
 Xalid Xelef
|
Elmanya dixwaze ciwanekî kurd bixe destên rêjîma
Suryayê
HANNOVER (amude.com) - Xalid Xelef kurdeke 24 salî
ji başûrê-rojavayî Kurdistanê ye. Ew
di 1999an de koçberî Elmanyayê bû û li
wê derê doza mafê penaberiyê kir. Lê daxwaza
wî nehate pejirandin. Di tîrmeha 2003an de, ew dîsa vegeriya
Suryayê. Lê piştî şeş mehan, Xalid
dîsa berê xwe da Ewropayê û li Belcîkayê
doza mafê penaberiyê kir. Belcîkiyan pê derxist ku
ew berê li Elmanyayê bû. Wan ew di adara borî de
radestî elmanan kir. Xalid Xelef niha di zindana Hannover a bo
şandina penaberan bo welatên wan de ye. Elman dixwazin wî bişînin
Suryayê. Rêjîma Suryayê kurdên mîna
Xalid zindan dike û işkenceyine dijwar li
dijî wan pêk tîne.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
17.05.2004 - 11:02
Serokê Konseya Iraqê hate kuştin
BEXDAD (dpa/amude.com) - Li Bexdadê, serokê Konseya Demî ya
Iraqê Izedîn Selîm di teqîneke tirimbêlê de
hate kuştin. Hin endamên din ên konseyê
hatin birîndarkirin. Ji bilî Selîm 7 kesên din hatin
kuştin. Selîm şîî û serokê partiyeke islamî bû.
|
|
16.05.2004 - 11:42
"Mêrê Avis" a Helîm Yûsiv
bi elmanî derket
BERLÎN (amude.com) - Li Berlînê û
ji nav weşanên Unrast, pirtûka nivîskar Helîm
Yûsiv "Mêrê Avis" bi elmanî derket. Pirtûk ji
aliyê Heidi Karge ve hatiye wergerandin û navê wê
yê elmanî "Der Schwangere Mann" e. "Mêrê Avis"
yekemîn car di sala 1991ê de bi zimanê erebî derket
û wergera wê ya kurdî di 1997an de li Stenbolê
derket. Helîm Yûsiv sala 1967an li Amûdê
ji dayik bûye. Ew ji sala 2000î ve li Elmanyayê dijî
û di kanala televizyonê ya kurdî "Roj tv"
de dixebite.
>> [www.unrast-verlag.de/unrast,2,138,3.html]
|
|
15.05.2004 - 12:45
Başûrê Efrîqayê dê
bibe mêvandara çampyona gokê ya
cîhanî ya sala 2010an
ZÜRICH (amude.com) - Yekemîn çampyona gokê ya
cîhanî li Efrîqayê dê di sala 2010an de
li Başûrê Efrîqayê li dar keve. Ji
bilî Başûrê Efrîqa, Misir, Mexrib
û Lîbya dixwestin ku çampyona gokê li
cem wan li dar keve. Lê piraniya endamên FÎFA dengê
xwe dan Başûrê Efrîqayê.
|
|
15.05.2004 - 11:46
Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kongreya xwe ya 21ê li dar dixe
STOCKHOLM (amude.com) - Îroj û sibe, Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) dê kongreya xwe 21ê li dar xîne. Îroj
dê bêtir axaftin û raportên xebatê bêne
pêşkêşkirin. Sibe, organên FKKSê dê bêne hilbijartin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 22ê Gulana 1981ê de hat
damezirandin. Ew ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê pêk tê. Federasyon
roleke bingehîn û giring di jiyana kurdên Swêdê
ya siyasî û civakî de dilîze. Kongreya FKKSê
dê li Stockholmê, ABF Huset, Z Salen, Sveavägen 41, li dar keve.
>> [www.kurdiskarf.org]
|
|
 |
15.05.2004 - 09:17
Îran Elmanyayê protesto dike
TEHRAN (afp/amude.com) - Do li pêşiya
balyozxaneya Elmanyayê li paytexta Îranê Tehran,
tabloyeke bibîranînê li dijî firotina çekên
kîmyayî ji aliyê elmanan ve bo Iraqê di dema
şerê di navbera Iraq û Îranê de di salên
80ê de hate sazkirin. Ev tablo weke reaksyoneke îraniyan
li dijî tabloya bibîranînê hat, a ku
di 20.04.2004an de li Berlînê ji bo bibîranînên
şehîdên kurd ên PDK-Î hate
sazkirin. Li ser wê tabloyê bi elmanî hatiye
nivîsandin, ku Dr. Sedîq Şerefkendî û hevalên
wî yên din di 17.09.1992an de li xwaringeha Mykonos li
Berlînê ji aliyê desthilatdarên Îranê yên wê demê ve hatin
kuştin. Ev tablo bû sedema konflîktekê di navbera
Îran û Elmanyayê de.
>> [Li Berlînê dê perdeya li
ser tabloyeke bibîranîna şehîdên kurd bête rakirin]
|
|
 |
15.05.2004 - 01:48
Ocalan doza xelata Nobelê dike
DORTMUND (amude.com) - Di hevdîtina xwe ya dawî
li gel parêzerên xwe de, serokê PKKê yê
berê Ebdillah Ocalan gazin kir, ku ti kes wî
ji bo wergirtina xelata Nobelê pêşniyaz nake. Li gorî
nûçeyeke radyoya "Dengê Mezopotamya", Ocalan di hevdîtinê de
eşkere kir, ku hin kes "dixwazin wî bikujin
û piştre Leyla Zana bikin seroka kurdan." Ocalan
diyar nekir, bê kî dixwaze vê yekê bike. Ocalan
got: "Li holê leystikên mezin hene. Leyla Zana keseke durust e.
Dixwazin wê li gorî daxwazên xwe bi kar bînin. Dixwazin Xelata Nobelê bidin Leyla Zana.
Bi salan e ez hewldanên aştiyê dimeşînim. Ji bo min tiştek nabêjin.
Dixwazin berê min bikujin, dû re Leyla bikin seroka kurdan."
|
|
 |
15.05.2004 - 00:57
"Edîb Karahan bi bîr tînin"
STOCKHOLM (amude.com) - Di roja koçkirina siyasetvan
û parêzerê kurd Edîb Karahan de,
nivîskarên kurd Mistefa û Ibrahîm Seydo
Aydogan di peyamekê de wî bi bîr
tînin. Malpera Amûdê peyama herdu
nivîskaran diweşîne:
Rojnamevan, nivîskar, wergêr û siyasetmedarê kurd
Edîb Karahan di 15ê Gulana 1976an de ji dinyaya gewrik ji nişka ve
bar kiribû û neteweya kurd xistibû nav xemgîniyê.
[Bixwîne]
|
|
 |
14.05.2004 - 23:57
Leyla Zana êrîşî
piştgira xwe ya elman dike
STENBOL (mha/afp/amude.com) - Di nameyeke
vekirî de, parlamentera berê ya DEPê Leyla Zana êrîşî berpirsa karûbarên
mafên mirovan a hikumeta Elmanyayê Claudia Roth dike. Zana ji
Roth dixwaze, ku bila ew "xwe mîna mezinan pêşkêş ke
û dev ji "şo" (show) û xwepêşkêşkirina
vala berde." Herweha Zana "bazarvaniya" di navbera Roth û
serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Erdogan de protesto dike.
Di çapemeniya tirkî de hate ragihandin, ku
Roth ji Erdogan re eşkere kiriye, ku Elmanyayê
dê çekan bide Tirkiyeyê, ger ew Zana ji
zindanê derxîne. Claudia Roth ji bo çend rojan
serdana Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir
û doza serbestberdana Zana û herweha misogerkirina
mafên mirovan li Tirkiyeyê kir.
[Bixwîne]
|
|
 |
14.05.2004 - 13:42
Romana "Xewnên
Şiyarî" ya Abbas Abbas derket
STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê
û ji nav weşanên Pêrî, romana
nivîskarê kurd Abbas Abbas a bi navê "Xewnên
Şiyarî" derket. Ev roman ji 111 rûpelan pêk tê.
Abbas Abbas li gundê Nissran nêzîkî
Qamişloyê ji dayik bûye. Berî niha
pirtûkek wî ya din a bi navê "Şevên zivistanî
û Melekî Tawus" derketiye. Abbas li bajarê Aachen
li Elmanyayê dijî.
>> [ABBAS663@aol.com]
|
|
 |
14.05.2004 - 12:05
Parêzera kurd Eren Keskîn
dê li Elmanyayê xelatekê werbigire
AACHEN (amude.com) - Parêzer û çalakvana kurd
Eren Keskîn (45) dê xelata îsal a
Aachenê ya aştiyê (Aachener Friedenspreis 2004)
werbigire. Keskîn dê vê xelatê
ji bo xebata xwe ya bo mafên mirovan û ya li dijî
êrîşên li dijî jinan li Tirkiyeyê
bistîne. Xelata Aachen a aştiyê ji sala
1988an ve ji bo çalakvanên xebata bo aştiyê
tê dayin. Ev xelat dê di 01.09.2004an de li bajarê
Aachen li Elmanyayê bête dayin. Parêzer Eren Keskîn vê dawiyê
xwestibû, ku navê xwe bike "Xezal", lê ev xwesteka
wê ji aliyê dadgeha dewletê ve nehate pejirandin.
>> [www.aachener-friedenspreis.de]
|
|
 |
14.05.2004 - 12:00
"Dengvedana Peyvê" - programeke nû di Roj tv de
STOCKHOLM (amude.com) - Roja yekşema 15ê vê mehê,
programeke nû bi navê "Dengvedana Peyvê" dê di Roj
tv de dest bi weşanê bike. Program ji aliyê helbestvan
Ehmedê Huseynî ve tê pêşkêşkirin.
Vê hefteyê, helbestvan Hendrên dê bibe mêvanê
programê. Herweha kurtejiyana rewşenbîrê kurd
Nuredîn Zaza dê bête pêşkêşkirin. "Dengvedana Peyvê"
dê demijimêr 22.20 dest pê bike.
|
|
14.05.2004 - 09:40
Li Uppsala
konsêrteke Şivan Perwer û Fatê
UPPSALA (amude.com) - Roja 30ê vê mehê,
li bajarê Uppsala li Swêdê dê
konsêrteke hunermendan Şivan Perwer
û Fatê li dar keve. Konsêrt dê li
Idrottsgatatn 2, Fyrishov (Simhall), pêk were
û ji 19:30 ta 01:00 bidome. Hêjayî gotinê ye,
ku ev ne konsêrteke piştgiriyê ye wek
ku Malpera Amûdê pêşî ragihandibû.
|
|
14.05.2004 - 09:34
Li Osloyê şeveke piştgiriyê
bo başûrê-rojavayî Kurdistanê
OSLO (amude.com) - Ji bo bibîranîna
şehîdên 12ê Adarê û piştgiriya
başûrê-rojavayî Kurdistanê, kurdên Nerwicê
dê roja şemiya 15ê vê mehê li Oslo
şevê li dar xînin. Hunermendu
Selah Osê û Nebez Mukrîyanî dê beşdarî vê
çalakiyê bibin. Şev dê li Oslo,
Mysen skol (dibistana Mysen), ABC Veien-Mysen, li dar keve
û demjimêr 17:00 dest pê bike.
|
|
 |
14.05.2004 - 09:26
Hêzên kurdistanî yên li Yunanistanê
êrîşên li dijî konsêrta Şivan Perwer protesto dikin
ATÎNA (amude.com) - Yekşema borî, li paytexta Yunanistanê
Atîna konsêrteke ji bo piştgiriya başûrê-rojavayî
Kurdistanê li dar ket. Hunermend Şivan Perwer yek ji hunermendên
beşdar bû. Di daxuyaniyekê de, ku ji Malpera Amûdê
re hate şandin, amadekarên wê çalakiyê,
ku ji 8 partiyên kurdistanî û Yekîtiya Xwendevanên Kurd li Yunanistanê
pêk tên, radigihînin, ku Şivan Perwer bû armanca êrîşên
ji aliyê "hevalbendên PKKê" ve. Li gorî vê daxuyaniyê,
"hevalbendên PKKê" kevir avêtin Perwer û beşdarên
konsêrtê. Herweha hatiye nivîsandin, ku
"hevalbendên PKK" ji kurdan xwestibû, ku beşdarî konsêrtê nebin.
Amadekarên konsêrtê wan êrîşan
tawanbar dikin û wê weke "êrîşeke
li dijî tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd" dibînin.
|
|
 |
14.05.2004 - 08:35
28 saliya koçkirina rojnamevan û siyasetvan Edîb Karahan
DORTMUND (amude.com) - Di 15ê Gulana 1976an de,
xwedî û berpirsiyarê rojnameya Dîcle-Firatê Edîb Karahan çû
ser dilovaniya xwe.
Edîb Karahan rojnamevan, nivîskar, wergêr û siyasetvan bû. Ew
ji nişka ve ji dinyaya gewrik bar kir
û neteweya kurd xiste nav xemgîniyê.
Ji bo bibîranîna Edîb Karahanî, Malpera
Amûdê çend nivîsên derbarî
wî diweşîne. Ev nivîs ji aliyê
nivîskar Mistefa Aydogan ve hatine amadekirin.
[Bixwîne]
|
|
14.05.2004 - 00:28
EVDILE KOÇER: "BÊRÎKA
KURDISTANIYÊN ME QULQULÎ YE"
DORTMUND (ÊVAR BAŞ) - Nivîskarê kurd Evdile
bûye mêvanê Malpera Amûdê.
Di hevpeyvînekê de li gel ÊVAR BAŞ,
Koçer li ser rewşa bakurê Kurdistanê
û xebata xwe diaxive. Herweha ew eşkere dike, ku
keç jî nivîsên wî dixwînin
û ew pir rehet dibe, dema keç bi kurdî
xeberan jê re didin. Koçer kurdan û bikaranîna
wan a înternêtê rexne dike û dibêje, ku
gelek kes "di malperan de vedirşin".
[Bixwîne]
|
|
 |
12.05.2004 - 21:36
Ehmed Huseynî di festîvaleke
helbestê ya swêdî de
STOCKHOLM (amude.com) - Di 15ê vê mehê de,
li bajarê Växjö li Swêdê dê festîvaleke helbestê
li dar keve. Helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî dê
li gel çar helbestvanên navdar ên Swêdê (Inger Edelfeldt, Stig Larsson,
Bob Hansson û Staffan Hellstrand) beşdarî vê festîvalê bibe.
Huseynî dê helbestên xwe bi kurdî bixwîne û piştre helbestên wî
dê ji alî xwendevneke taybetî ya helbestê bi swêdî bêne xwendin.
Berî xwendinê, Huseynî dê li ser rewşa ziman
û helbesta kurdî biaxive. Helbestvan Ehmedê Huseynî
dê helbestên xwe di navbera demjimêr 13e û 15an
de bixwîne.
[Agahiyên bi swêdî]
|
|
 |
12.05.2004 - 15:30
Terorîstên islamî serê emerîkiyekî
jê kirin û dixwazin mirovayetiyê bitirsînin
DORTMUND (amude.com) - Berî çend rojan, mêrek emerîkî
li Iraqê ji aliyê hin terorîstên islamî ve
hate serjêkirin. Terorîstan filmê vê cerîmeyê
di internêtê de belav kir. Armaca wan ji vê yekê ew e,
ku emerîkiyan û mirovayetiyê ji xwe bitirsînin. Malpera
Amûdê vî filmî diweşîne, da ku
hovetî û nemirovayetiya dijiminên mirovayetî
û sîvîlîzasyonê diyar bike. (NABE KU ZAROKÊN
KÊMÎ 18e SALAN LI FILM TEMAŞE KIN!!!)
[Li film temaşe ke]
|
|
11.05.2004 - 14:24
Li Elmanyayê duyemîn pêşangeha pirtûkên kurdî
KÖLN (amude.com) - Di rojên 28-30ê vê mehê de,
duyemîn "Pêşangeha Pirtûkên Kurdî
li Elmanyayê" dê li bajarê Köln pêk were.
Dora 26 weşanxaneyên kurdî ji gelek welatan
dê di 3ê rojan de pirtûkên xwe ji bo firotinê
pêşkêşî xwendevanan kin. Di vê pêşangehê de,
weşanxaneyên APEC, DENG û ARAS dê bêne xelatkirin.
Pêşangeha pirtûkan ji aliyê KOMKARê ve
tê organîzekirin.
[Bixwîne]
|
|
 |
11.05.2004 - 10:36
Rewşenbîrên kurd doza serbestberdana
du nivîskarên kurd dikin
STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, "Inîsyatîva
12ê Adarê" ya rewşenbîrên kurd ji rêjîma
Suryayê doza serbestberdana nivîskarê kurd Ebdulselam
Darî û helbestvanê kurd Mihemed Bengo (Bavê Tosîn)
dike. Herweha ew desthilata Suryayê wek "berpirsa kiryarên
nemirovane li dijî gelê kurd" destnîşan dike
banga hemî sazî û dezgehên mafê mirovan dike, ku "bi lezgînî dest pê bikin
û êrîşên rêjîma Suryayê rawestînin û
mafê mirovan biparêzin." Malpera Amûdê daxuyaniya
"Inîsyatîva
12ê Adarê" diweşîne:
[Bixwîne]
|
|
 |
10.05.2004 - 18:57
Emerîka dê sibe Suryayê ceza bike?
WAŞINGTON (reuters/amude.com) - Hin parlamenterên
emerîkî ragihandin, ku serokê Dewletên
Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) George W. Bush
dê di hundirê vê hefteyê de biryara zagonên cezakirina
Suryayê bide. DYA Suryayê tawanbarî piştgiriya
terorîzma cîhanî dike. Li gorî van zagonan, Suryayê
dê di warê aborî de bête cezakirin. Balafirên surî
dê nikaribin biçin Emerîkayê û herweha
peywendiyên aborî bi hikumeta surî re dê
bêne birîn û bazarvaniya di navbera herdu welatan
de dê were rawestandin. Ev zagon dikarin sibe ji aliyê serokatiya
Emerîkayê ve bêne derxistin.
|
|
 |
10.05.2004 - 16:11
Li Elmanyayê berpirsekî
PKKê hate girtin
DÜSSELDORF (ap/amude.com) - Polîsên elman
îroj ragihandin, ku wan di 02ê vê mehê de
li bajarê Düsseldorf berpirsekî PKKê bi navê
Hesen A. (33 salî) girt. Li gorî agahiyên polîsan,
siyasetvanê kurd ji sala 2001ê ve berpirsê çalakiyên PKKê
yên di herêmên Dortmund, Essen und Duisburg de bû.
Di hezêrana sala borî de, ew bi berpirsyariya herêma
Bakur rabû. Hasan A. ji ber "endametî û berpirsyariya
di rêxistineke krîmînêl" de hate girtin
û dozek li dijî wî hate vekirin.
PKKê û herweha Kongra Gel li
Elmanyayê qedexe ne û endametiya di van rêxistinan de
jî qedexe ye.
|
|
10.05.2004 - 12:51
Li Emerîkayê konsertên Ciwan Haco û Xêro Ebas
WAŞINGTON (amude.com) - Ji bo piştgiriya kurdên
başûrê-rojavayî Kurdistanê, kurdên li
bakurê Emerîkayê dê çend konsêrtan ji bo
hunermendan Ciwan Haco û Xêro Ebas li dar xînin.
Ev konsêrt aji aliyê Şêrkoh Ebbas ve têne
organîzekirin. Malpera Amûdê programa konsertên
piştgiriyê diweşîne:
[Bixwîne]
|
|
10.05.2004 - 12:37
Heft penaberên kurd ji mirinê filitîn
ROSTOCK (oz/amude.com) - Li bajarê Rostock
li Elmanyayê, do 7 kurdên bakurê
Kurdistanê ji mirinê filitîn. Qaçaxçiyê wan
ew di kamyonekê de veşartibûn. Berî ku kamyon
bikeve gemiyekê ji bo çûna Swêdê,
şufêrê kamyonê deng ji hundirê kamyonê
bihîstin û polîs agahdar kir. Polîsan dît,
ku 7 mêr di kamyonê de veşartî ne. Rewşa wan pir dijwar
bû û tenê bi alîkariyê karîbûn ji kamyonê
dakevin. Eger ew nehatibana rizgarkirin, ew dê di gemiyê de
miribana.
[Bixwîne]
|
|
10.05.2004 - 12:13
Evîn mêran jintir û jinan mêrtir dike
DORTMUND (amude.com) - Jin û mêr ne wek hev in. Tenê
eger ew evîndar bin, nêzîkî hevdu dibin û
mêr jintir dibin û jin mêrtir. Zanyara îtalî
Donatella Marazzîtî û hevakarên wê
li Zanîngeha Pîsa di lêkolînên xwe
de eşkere kir, ku li cem mêrên evîndar hormonên
cinsî testosteron bi şêweyekî mezin
dadikevin, lê li cem hevalên wan ên jin bilind
dibin.
[Bixwîne]
|
|
10.05.2004 - 01:36

Ehmed Dag
|
Xwendekarên Zanîngeha Berlînê piştgiriya
xwendekarên kurd li Suryayê dikin
BERLÎN (amude.com) - Parlamana xwendekarên Zanîngeha
Berlînê ya Azad bi yekdengî avêtina xwendekarên kurd ji
zanîngehên Suryayê şermezar û protesto
kir û ji hikumeta Elmanyayê doza xebata li dijî
êrîşên li dijî xwendekarên kurd li Suryayê kir.
Herweha parlamanê piştgiriya xwe ji bo hevkarên
xwe yên kurd eşkere kir.
Xwendekar û çalakvanê kurd Ehmed Dag
bi vê inîsyatîvê rabûbû û
grûpên di parlamanê de agahdarî rewşa
xwendekarên kurd kiribû.
[Bixwîne]
|
|
 |
09.05.2004 - 16:54
Li Berlînê rojên kultura kurdî û
pêşangeha pirtûkan
BERLÎN (amude.com) - Ji 14e ta 16ê vê mehê,
li paytexta Elmanyayê Berlîn dê yekemîn "Rojên
Kultura Kurdî" li dar kevin. Di van rojan de, dê pêşangeheke
pirtûkan pêk were. Herweha dê
çend semînarên ji bo nivîskarên kurd li
dar kevin û film, şano, wêne, dîlan û stranên
kurdî bêne pêşkêşkirin. Ev çalakî
ji aliyê komeleya "Kurdistan Kultur- und Hilfsverein e.V" ve têne
amadekirin.
[Bixwîne]
|
|
09.05.2004 - 16:14
Roj tv dest bi weşana zindî ya di internêtê
de kir
DORTMUND (amude.com) - Kanala televizyonê ya kurdî "Roj
Tv" dest bi weşana zindî ya di internêtê de kir.
Ji niha û pê ve, mirov dê bikaribe di rêya
malpera www.roj.tv re bi şêweyekî zindî
li programên Roj Tv temaşe bike. Herweha mirov dikare
di rûpela pêşî ya
Malpera Amûdê de qi quncika "tv & radyo" de
li Roj Tv û kanalên din ên kurdî temaşe
bike û li hin radyoyên kurdî guhdar bike.
|
|
08.05.2004 - 10:23
Xwediyê vîrusa "Sasser" hate girtin
HANNOVER (dpa/amude.com) - Şagirtek elman ê
18e salî îroj li bajarê Rotenburg li Elmanyayê
ji bo programkirina vîrusa
"Sasser" û belavkirina wî di internêtê de
hate girtin. Vîrusa "Sasser" berî çend rojan
di rêya internêtê re kete bi milyonan ji
computeran û bû sedema serêşeke mezin ji
bikarhênerên normal û herweha fîmeyên
mezin li cîhanê re.
[Wilo "Sasser" ji computeran tê avêtin]
|
|
07.05.2004 - 20:02
Rojnamegerên ereb ji Sendîqaya Rojnamegerên Kurdîstanê aciz in
BRÛKSEL (dîha/amude.com) - Yekîtiya Rojnamegerên Ereb
da xuyakirin, ku ew naxwaze ku Sendîqaya Rojnamegerên Kurdîstanê beşdarî Kongreya
Federasyona Rojnamegerên Cîhanê bibe. Yekîtiyê ewlekariya Iraqê wekî sedema vê yekê
nîşan da. Sendîqaya Rojnamegerên Kurdîstanê bangî rojnamegerên ereb kir,
ku nebe berdevka welatên ereb û bitenê guhê xwe
bide xebata xwe ya di warê rojnamegeriyê de.
[Bixwîne]
|
|
07.05.2004 - 01:51
EVÎNA QAMIŞLOYÊ BI HÊRSÊ DI SER DEV RE DIÇE
DA KU LI TÊLÊN HEBÛNÊ XÎNE
Mîkaêl Ibrahîm - DORTMUND (ÊVAR BAŞ) - Dilê min bi te re ye, Qamişloyê.. û bi xuşkên te Amûdê, Serê
Kaniyê, Efrîn û.. re. Li beramber giyanên berz ên goriyên zikreşiya
şovînî ya nemirovane, giyanê min bi we re sirûda "ey Reqîb" dibêje..
Şehîdên me yên pîroz, ên ku di van rojan de li wê derê ketin, wek
ku hûn li beramber şehîdên xwe yên li Helepçeyê amade bûn..
[Bixwîne]
|
|
06.05.2004 - 23:56
Kurdên Hannoverê dê
şehîdên serhildana başûrê-rojavayî Kurdistanê
bi bîr bînin
HANNOVER (amude.com) - Roja şemiya 8ê vê mehê,
kurdên bajarê Hannover li Elmanyayê dê çalakiyekê
ji bo bibîranîna şehîdên serhildana
başûrê-rojavayî Kurdistanê li dar xînin. Ev çalakî
dê li qada Opernhaus, Georgstr., li dar keve û ji demjimêr
17e ta demjimêr 20.00 berdewam ke.
|
|
06.05.2004 - 22:47
Têkçûna rêxistinên bakurê Kurdistanê û pirsa yekîtiya hêzên welatparêz
Baran Hemze - BONN (amude.com) - Bersiva vî tiştê giring ne gelek hesan e. Divê gelek tişt bêne nirxandin
û mirov ji kêmasiyên rexistinên xwe nereve! Heger di vî warî de hêzên kurdistanî
li xwe "mikur" wrein, wê karê me gelek hesanîtir bibe.
Çi ye li xwe "mikur" hatin?
1. Qebulkirina têkçûna xwe
2. Zelalkirina sedemên têkçûnê.
[Bixwîne]
|
|
06.05.2004 - 22:35
Li Yunanistanê konsêrteke
piştgiriyê ji bo kurdên Binxetê
ATÎNA (amude.com) - Ji bo piştgiriya
kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
û protestokirina êrîşên li dijî
wan ji aliyê rêjîma Suryayê ve, hêzên sîyasî û neteweyî
li Yunanistanê dê bi beşdarbûna hunermendan Şivan Perwer
û Evîna Welat roja 9ê vê mehê
konsêrtekê li bajarê Atîna pêk werînin. Konsêrt
dê li şanoya "Teatro Petras" li devera Petrûpolis, demjimêr
6.30ê êvarî, li dar keve.
|
|
 |
06.05.2004 - 18:23
Bo kevnebaasiyên Felluce û el-Sadr çeplêdan
kevneperestî û dijminayetiya kurd û Kurdistanê ye!
Bayram Ayaz - KÖLN (amude.com) -
Ev nêzîkî mehek û nîv e, kevnebaasiyên hêla bajarê Felluce êrîşên xwe
li hemberî emerîkiyan zêde kirin.
Bêguman ev terorîstên Felluceyê ne tenê kevnebaasî ne, cure cure fanatîk
û xwefiroş jî di nav van hovan da henin. Herêma navçeyê Iraqê bûye wekî
cihê mezada insanên xwefiroş. Gelek rêxistinên olî-fanatîk û hin servîsên
nehênî, yên ku bi destê dewletên dorber hatine damezirandin, li vê sêqoziya hêla
Felluce û her wisa li Mosulê û li Kerkûkê li ser karê xwe ne û gelek çalak in.
[Bixwîne]
|
|
 |
06.05.2004 - 17:27

Lîlav Baker
|
Du helbestên keçeke kurd a 11e salî
OSLO (ÊVAR BAŞ) - Lîlav Baker keçeke 11e salî ji başûrê-rojavayî
Kurdistanê ye û li bajerê Oslo li Nerwicê dijî. Ew li dibistanê fêrî nivîsandina
zimanê kurdî bûye. Lîlav du helbest bi zimanê kurdî nivîsandine.
ÊVAR BAŞ herdu helbestên wê yên bi navên "Zimanê kurdî"
û "Bijî Kurdistan" diweşîne.
[Bixwîne]
|
|
06.05.2004 - 17:05
 Evdile Koçer
|
ROJÎZMA
Evdile Koçer - SÊRT (ÊVAR BAŞ) -
Em tê de simbêlê rastiya xwe badidin; emrê me bi rastiya me re spî bû, lê em hê jî berçem berçem têk diçin...
Melayê xwedêjêrazî, xutbeya têkçûna me dixwîne, lê guhê me ne lê ye! Hewlo hawar,
ka carekê dêna xwe bidinê, heyran; hema belkî di vê têkçûnê de jî xêrek hebe, heyran...
[Bixwîne]
|
|
 |
05.05.2004 - 20.00
Pêşangeha "Hêka Jiyanê"
ya Mîrê Hêkan di Malpera Amûdê de
DORTMUND (amude.com) - "Hêka Jiyanê" projeyeke hevbeş a hunermend
Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) û
Malpera Amûdê ye. Ev pêşangeh dê
salekê dirêj bike. Her heftî, dê tabloyeke
"Mîrê Hêkan" bi şêweyekî berfireh
bête pêşkêşkirin. Ji her tabloyekê
dê hejmareke mezin ji wêneyan ji gelek aliyan ve
bêne pêşkêşkirin. Pêşangeh îroj
dest pê kir û dê ta 05.05.2005an bidome. Navê tabloya
hefteya yekemîn "Mykonos" e û ew kuştina siysaetvanên kurd
ên PDK-Îran di 17.09.1992an de li xwaringeha Mykonos li Berlînê
ji aliyê terorîstên rêjîma Îranê ve
diyar dike.
[Derbasî pêşangehê bibe]
|
|
05.05.2004 - 16:27
Li Hamburgê semînarek li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê
HAMBURG (amude.com) - Platforma kurdên Hamburgê dê vê şemiya
8ê mehê semînarekê li ser rewşa başûrê-rojavayî
Kurdistanê li dar xînin. Rojnamevan Sîrwanê Hecî Berko dê
li gel siyasetvanan Dr. Ehmed Reşîd û Mistefa Dîlan li
ser bûyerên dawî yên li Binxetê biaxivin.
[Bixwîne]
|
|
04.05.2004 - 13:06
Wilo vîrusa "Sasser" ji computer tê avêtin
DORTMUND (amude.com) - Di van rojên dawî de, vîrusek
bi navê "Sasser" di rêya internêtê re derbasî
computeran dibe û dihêle ew computer bêne vemirandin. Vîrus
tenê dikeve wan computeran, ên ku sîstemên Windows XP û
Windows 2000 bi kar tînin û "firewall" (dîwarê agir) di wan de tuneye.
Malpera Amûdê rêyên avêtina vî vîrusî
ji computeran diweşîne:
[Bixwîne]
|
|
04.05.2004 - 12:12
Banga "Inîsyatîva 12ê Adarê" ji bo rewşenbîran
DORTMUND (amude.com) - Di bangekê de ji bo
rewşenbîr, dahêner û şêwekarên kurd ên li derveyî welêt,
"12ê Adarê, Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)" banga tevlêbûna
inîsyatîvê dike. Ew radigihîne, ku
ew ê "hewl bide ku hêzên rewşenbîran yeklaş
û yekdeng" bike û di van çend mehan de "kongreyekê ji boyî hemî çalakvanên peyv û hunerê"
li dar bixîne. Armanca vê inîsyatîvê ew e, ku
rêxistineke rewşenbîran saz bike. Malpera Amûdê
banga inîsyatîvê diweşîne:
[Bixwîne]
|
|
 |
02.05.2004 - 15:05

Beşar el-Esed
|
Beşar el-Esed: "Kurd beşek bingehîn ji dîroka
Suryayê ne"
DORTMUND (amude.com) - Serokê Suryayê Beşar el-Esed
ragihand, ku kurd beşek bingehîn ji dîroka Suryayê ne.
Di hevpeyvînekê de li gel kanala televizyonê ya erebî
"el-Cezîrê", el-Esed eşkere kir, ku piştrast bûye, ku rola
ti hêzên biyanî li pişt bûyerên dawî yên
li başûrê-rojavayî Kurdistanê tune bû. Rêjîma
Suryayê tim digot, ku "destine biyanî li
pişt wan bûyeran in." Herweha el-Esed got, ku hikumeta Suryayê ji mêj ve li ser problêma
kurdên bê nasnameya surî radwisetin û ew dê wê
nêzîk çareser bikin. Ev yekemîn car e, ku serokekî surî
li
hebûna kurdan û rola wan a li Suryayê mikur tê. Destura Suryayê
tenê neteweya erebî dipejirîne. Di hevpeyvîneke xwe ya
dawî de bi rojnameya emerîkî "New York Times" re, el-Esed
ragihandibû, ku ew kurdan nas nake. Helwesta rêjîma Suryayê
piştî serhildana kurdan bi şêweyekî berbiçav hate guhertin.
Lê ti encam ji guhertina vê helwestê eşkere
nebûne. Hîn jî bi hezaran kurd di girtîgehan de
têne işkencekirin û bi dehan hatine kuştin.
|
|
 |
02.05.2004 - 04:15
Ji bo başûrê-rojavayî Kurdistanê
şevek piştgiriyê pêk hat
BOCHUM (amude.com) - Berî du demjimêran, li bajarê
Bochum li Elmanyayê şeveke muzîkê ji bo
piştgiriya başûrê-rojavayî Kurdistanê
bi dawî hat. Ev çalakî bi alîkariya hunermendan
Bangîn, Ebas Ehmed, Mehmud Ezîz Şakir, Şêro Betê,
Emîn Sebrî, Luqman Cemîl û Dilovan û bi
beşdarbûna 400 kesan li salona "Lorîn" pêk hat. Di
vê şevê de, hin ji dîmenên serhildana başûrê-rojavayî Kurdistanê
hatin pêşkêşkirin û herweha çend helbest hatin xwendin.
Li gel ku navê dengbêj Xêro Ebas di nav programa şevê de bû,
lê ew ji ber sedemine nediyar beşdar nebû. Ev yek
bû sedema acizbûn û herweha rexneyên ji aliyê hunermend û beşdaran
ve. Ev şev ji aliyê Rêber Ferho ve hate amadekirin.
|
|
 |
01.05.2004 - 17:58

Ibrahîm S. Aydogan
|
HEYAMA NÛ (II)
PARÎS (ÊVAR BAŞ) - Di beşê duyem û
dawî yê nivîsara xwe "Heyama nû, an jî dema kesên ku êgir bera bênderan didin,
an jî serê têgihiştineke edebî ya nû" de, nivîskar
Ibrahîm Seydo Aydogan bi berfirehî li ser pirtûka
helbestan a helbestvan Rênas Jiyan a bi navê "Mexzena
Xwînê" radwiste û tê de eşkere dike, ku
pêdiviya wêjeya kurdî bi "heyameke
nû" ya xwenûkirinê heye.
[Bixwîne]
|
|
 |
02.05.2004 - 03:37
Rewşenbîrên kurd ên ji Binxetê dixwazin rêxistinekê
saz bikin
DORTMUND (amude.com) - Di rojên 23, 24 û 25ê meha borî de,
komek rewşenbîrên kurd ji nivîskar, helbestvan,
rojnamevan, şêwekar û şanogeran ên ji başûrê-rojavayî Kurdistanê
li bajarê Sandvîkin li Swêdê komcivînek
pêk anîn û dest bi inîsyatîvekê
ji bo sazkirina rêxistineke rewşenbîrî kir. Navê
inîsyatîvê "12 Adarê - Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)"
ye. Di vê komcivînê de,
komîteyek ji 7 kesan hate hilbijartin. Ev komîte
dê di 6 mehên bê de kongreya sazkirina rêxistina rewşenbîran
amade bike û têkiliyan bi rewşenbîran li seranserî
cîhanê pêk werîne. Malpera Amûdê daxuyaniya
inîsyatîvê diweşîne:
[Bixwîne]
|
|

| |