
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

30.04.2004 - 13:25
Berpirsê kurd
Pîr Rustem - EFRÎN (amude.com) - Gotineke ewropiyan li ser me heye û Jonathan Randall jî ewê gotinê di
pirtûka xwe ya li ser navê "Miletek di perçebûnê de" diçesipîne, dema ku ew dinivîse:
"Tiştên ku kurd di şer û cengan de bi dest dixînin, di
rûniştinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der."
[Bixwîne]
|
|
30.04.2004 - 09:24
Li Zanîngeha Bochumê şevek bo
filmê kurdî
BOCHUM (amude.com) - Îroj, derhênerê kurd
Mano Xelîl dê bibe mêvanê Zanîngeha
Bochumê û li wê derê filmê xwe
"Xewnên Rengîn" pêşkêş ke. Herweha
ew dê li ser xebata xwe biaxive. Xelîl di 1964an de
li Qamişloyê ji dayik bûye û niha li Swêsrayê
dijî. Filmê wî
"Xewnên Rengîn" di 2003an de hate çêkirin.
Programa îşev li Kultur-Café di avahiya
Zanîngeha Bochum^de li dar dikeve. Destpêk
demjimêr 20.00 e.
|
|
 |
 
>> Kurdan li pêşiya Parlamana Elmanyayê protesto kir
|
30.04.2004 - 08:55
Kurdên Berlînê çalakiyeke
protestoyê li pêşiya Parlamana Elmanî li dar xist
BERLÎN (amude.com) - Çarşema borî, di
Parlamana Elmanyayê de pirs li ser rewşa kurdan li Suryayê
ji hikumeta elmanî ve hatin kirin. Li pêşiya paralamanê,
28 kurdên Berlînê bi şêweyekî taybetî
rewşa kurdan li başûrê-rojavayî Kurdistanê
û herweha êrîşên ji aliyê rêjîma
Suryayê ve li dijî kurdan protesto kirin. Kurdan li pêşiya
parlamanê porê xwe kurkirin û xwestin bi vê yekê
xemgîniya xwe ji bo şehîdên kurd eşkere bikin.
Ev çalakî ji aliyê Komelgeha Kurdên ji Suryayê li
Berlîn/Brandenburg û partiyên kurdî
ve hatibû amadekirin. Çalakvanan doseyeke berfireh li ser
bûyerên dawî li başûrê-rojavayî Kurdistanê
radestî partiyên elman di parlamanê de kir.
[Wêneyên çalakiyê]
|
|
 |
25.04.2004 - 15:03
Êrîþên li ser malên Kurdên Suriyê
AMÛDÊ (amude.com) - Piþtî bûyerên Qamiþlo, desthilata Sûriyê bihin alavên bi cure cur rabû ji
ber berxwedana gelê kurd li hemberî zor û sitem kariya ko hêzên parastina
Sûryê li beramberê kurdan li bajarê Qamislo rabûn di destpêkê
[Bixwîne]
|
|
 |
25.04.2004 - 02:11
Wezîrê Parastinê yê Suryayê bi kurdan re rûnişt
ŞAM (amude.com) - Do, wezîrê parastinê
yê Suryayê Mistefa Atlas li Şamê bi herçar partiyên Hevbendiya
Demoqrat a Kurdî li Suryayê re rûnişt û li
wan guhdar kir. Serokê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a
Kurdî li Suryayê Ismaîl Umer (Emo) ragihand koçka
"12ê Adarê Serhildana Qamişlo" ya paltalkê,
ku ew, Hemîdê Hecî Derwîş (Pêşverû),
Nesridîn Ibrahîm (Alparty) û Mihemed Musa (Çep)
li gel Atlas rûniştîn û doza serbestberdana
girtiyên kurd û herweha vegera xwendekarên kurd
bo zanîngehên wan kir. Herweha wî ragihand, ku
Atlas dê daxwazên kurdan ragihîne serokê Suryayê
Beşar el-Esed. Hêjayî gotinê ye, ku
Atlas xwestibû bi taybetî partiyên Hevbendiyê bibîne
û ne tikesî din. Ev yek bû sedema nerazîbûnekê
ji aliyê partiyên kurdî yên din ve.
|
|
 |
25.04.2004 - 12:00
Programeke taybetî li ser bakurê Kurdistanê
di radyoya Aştî de
STOCKHOLM (amude.com) - Radyoya Aştî û R. irêbar bi
hevkariya Radyo Xak dê îroj êvarî,
demjimêr 21:00 - 23:00, bernameyek taybet li ser rewşa
bakurê Kurdistana û berendametiya Tirkiyê bernameyeke taybetî di
gel çend nûnerên rêxistinên siyasî û şehrezayên siyasî li dar xîne.
Program dê bi rêka Paltakê li odeya "Êra Dengê Kurdistan" bi awayekî zindî
belav dibe. Mêvanên bernameyê ev in:
Nûnerê KNK Mehmud Colak, serokê Federasyonê li Swedê Keya Îzol,
sendîqevan Ehmed Karamus, lêkoliner Osman Aytar û endama Parlamana
Ewropayê Feleknas Uca.
[www.radioasti.com]
|
|
 |
24.04.2004 - 10:42
HEYAMA NÛ (I)
PARÎS (ÊVAR BAŞ) - Di nivîsareke
li jêr navê "Heyama nû,
an jî dema kesên ku êgir bera bênderan didin,
an jî serê têgihiştineke edebî ya nû" de, romannivîs Ibrahîm Seydo
Aydogan li ser rewşa berhem, nivîskar û weşangerên kurdî radiweste.
Aydogan
eşkere dike, ku divê êdî mirov bêtirs tiliyên xwe bixe
nav birînan. Ew
pêwîstiya hebûna "heyameke nû" dibîne, da ku rewşenbîriya
kurdî û pê re jî civaka kurdî bi pêş ve biçe.
[Bixwîne]
|
|
23.04.2004 - 13:40
Di Paltalkê de semînarek
li ser rojnamevaniya kurdî
PARÎS (amude.com) - Koçka "12ê Adarê
Serhildana Qamişlo" ya Paltalkê dê sibe (24ê mehê) semînarekê
ligel lêkolîner Kawa Arnasî Isko li ser
106 saliya rojnamevaniya kurdî li dar xîne. Semînar
dê demjimêr 21.30 dest pê bike.
|
|
22.04.2004 - 13:38
Ciwanekî kurd ji ber işkenecekirinê
nema dikare biaxive
QAMIŞLO (amude.com) - Piştî işkencekirineke
berdewam ji aliyê rêjîma Suryayê ve, ciwanekî kurd bi navê
Hisên Ebdê Hisên do hate şandin bo nexweşxaneya
"banka xwînê" li Qamişloyê. Hisên ne dikare xwe bilivîne
û ne jî zimanê xwe bilevîne û biaxive. Hate
ragihandin, ku ew rastî işkencekirineke
elektrîkê ya dijwar hatibû. Hisên ji taxa
Qudur Bek a Qamişloyê ye. Li aliyekî din, navên
sê kurdên din hatin diyarkirin, ên ku ji 13ê adarê
ve winda bûbûn. Ew li cem ewlekariya leşkerî hatine
girtin. Navên wan ev in: Mihemed Silêman Tahir, Ilwan Tahir
û Nuredîn Hesko.
|
|
22.04.2004 - 13:31
Li Kobanî 6 şagirtinên kurd hatin girtin
KOBANÎ (amude.com) - Piştî girtina bi sedan ji
kurdên Kobanî, hêzên ewlekariyê yên rêjîma
Suryayê vê dawiyê 6 şagirtinên dibistanên bajêr
girt. Navên wan ev in:
Beyan Husên kurê Nezmî, Ebdilselam Şêxo kurê Eta,
Mihemed Mihemed, Qasim Ebidela, Şiyar Hemo kurê Mehmûd û
Welat Elî.
|
|
22.04.2004 - 13:30
Kebul dixwaze ku bajarê Amûdê gemarî bimîne
AMÛDÊ (amude.com) - Parêzgerê herêma
Hisiçayê Selîm Kebul ferman da şaredariya bajarê Amûdê,
ku ji roja îro û pê ve êdî bes kolanên
bajêr paqij bike. Bi vê yekê dê nexweşiyên
ji ber gemarê çêbibin û bajar bikeve ser
rêya xerabiyê. Hêjayî gotinê ye,
ku kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
Kebul berpirsyarê bûyerên dawî li
bajarên xwe dibînin û doza tawanbariya wî li
pêşiya dadgehekê dikin.
|
|
21.04.2004 - 20:42
Filmê serkevtina kurdan li Berlînê
BERLÎN (amude.com) - Do li Berlînê,
dora 200 kurdan konferanseke ji bo wezîra Suryayê
Dr. Buseyna Şaban têkbir. Komelgeha Kurdên
ji Suryayê li Berlîn/Brandenburg ev çalakî amade
kiribû û kurtefilmek li ser bûyerên
wê gihand Malpera Amûdê. Di vî filmî
de, mirov dibîne bê çawa kurdan nehişt ku
Şaban gotina xwe bibêje û piştre ji salonê
bireve.
[Li film temaşe bike]
|
|
21.04.2004 - 10:22
Hevpeyvînek Radyoya Aştî li
gel berpirsê Malpera Amûdê
STOCKHOLM (amude.com) - Do, radyoya Aştî ya kurdî li
paytexa Swêdê Stockholm li ser rewşa
başûrê-rojavayî
Kurdistanê û herweha çalakiyên kurdan li Elmanyayê
hevpeyvînek li gel berpirsê
Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko pêk
anî.
[Li hevpeyvînê guhdar bike]
[www.radioasti.com]
|
|
 |
|
20.04.2004 - 20:16
Kurdên Berlînê şampanyaya
wezîra Suryayê Dr. Buseyna Şaban vexwar û hişt
ku ew bireve
BERLÎN (amude.com) - Li Berlînê,
dora 200 kurd beşdarî konferanseke wezîra Suryayê
Dr. Buseyna Şaban bûn û bi dirûşm
û parolên xwe hiştin ku Şaban ji tirsa re bireve.
Kurdan kasêta kamereya televizyona surî
ji karmendê televizyonê stand. Herweha wan şampanyaya
ku ji bo wezîrê hatibû amadekirin, vexwar
û bi vî rengî "pêşwaziyeke" baş
ji wezîrê re kir. Ev çalakî ji aliyê
Komelgeha Kurdên ji Suryayê li Berlîn/Brandenburg
hate amadekirin. Komelgehê ragihand Malpera Amûdê,
ku "wezîra surî dikare hertim bi xêr" biçe Berlînê
û ew dê bi "xabata ji bi pêşwaziyeke hêja"
rabe. Ji bilî kurdan, dora 50 dostên rêjîma
Suryayê beşdarî konferansê bûbûn.
Li gorî agahiyên komelgeha Berlînê, kurdan
dikarîbû hertiştî li gorî daxwazên xwe
bikin, ji ber wan hertiş xist bin kontrola xwe. Lê ti
xerabî nehatin kirin.
|
|
 |
20.04.2004 - 11:09
Li Berlînê dê perdeya li
ser tabloyeke bibîranîna şehîdên kurd bête rakirin
BERLÎN (amude.com) - Îroj li Berlîna paytext,
dê perde li ser tabloya bibîranîna herçar
şehîdên kurd endamên Partiya Demoqrat
a Kurdistanê (Îran), Dr. Sadiq Şerefkendî
Fetah Ebdulî, Homayun Erdelan û Nurî Dehkurdî,
yên ku di 17.09.1992an de di xwaringeha Mykonos de ji aliyê
ajanên rêjîma Îranê ve hatin kuştin,
bête rakirin. Hikumeta Îranê çend caran hewil da,
ku nehêle ev yek pêk were, lê elmanan li wan guhdarî
nekir. Li ser tabloyê hatiye nivîsandin, ku ew 4 kurd
ji aliyê desthilatdarên Îranê yên
wê demê ve hatibûn kuştin. Perdeya li ser
tabloyê dê demjimêr 17.00e li taxa Berlînê
Charlottenburg-Wilmersdorf bi beşdarbûna bi sedan
ji kurdan bête rakirin.
[Bixwîne]
|
|
 |
20.04.2004 - 14:12
Li Elmanyayê yekemîn
firoşgeha internêtê ya kurdî ji bo
tirimbêlan vebû
STUTTGART (amude.com) - Yekemîn
firoşgeha internêtê ya kurdî
ji bo bazarganiya tirimbêl û tiştine
din li Elmanyayê dest bi xebata xwe kir. Malpera
"Noicon Center" bi zimanên kurdî, erebî, farisî,
elmanî û ingilîzî derfetê dide
herkesî ku di rêya wê re tiştên
xwe ji bo firotinê pêşkêş
bike.
[www.noicon-center.com]
|
|
20.04.2004 - 00:10
Hevpeyvîn ligel Dr. Ebdulbasit Seyda
li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê
STOCKHOLM (amude.com) - Li ser rewşa başûrê-rojavayî Kurdistanê
û herweha derbarî çalakiyên kurdan li
derveyî welat, radyoya Aştî ya li
Stockholmê di programa xwe ya berî du rojan de
hevpeyvînek li gel lêkolînerê kurd
Dr. Ebdulbasit Seyda pêk anî. Hêjayî
gotinê ye, ku radyoya Aştî bi şêweyekî
berfireh û berdewam bi xebata ragihandina bûyerên li başûrê-rojavayî Kurdistanê
û herweha çalakiyên kurdên Binxetê
radibe.
[Guhdar bike]
[www.radioasti.com]
|
|
 |
19.04.2004 - 12:55

Mihemed Bengo
|
Li Amûdê gelek kurd hatin girtin
hate nûkirin
AMÛDÊ (amude.com) - Hêzên ewlekariya leşkerî
yên surî îroj li bajarê Amûdê bêtirî
10 kesan girt. Hin ji girtiyan zarok û ciwan in. Herweha helbestvan
Mihemed Bengo (Bavê Tosîn) hate girtin. Hin navên girtiyan,
ên ku gihan Malpera Amûdê, ev in: Remedanê Xano,
Umar Eyşo, Serdar Silêman, Ekrem Xanî Sorî, Şêxmus
Hisênê Îdê, Ronak Gunreş, Nayif Ebuliz, Ebdo
Silêman Şingalî û Mihemed Ibrahîm (gundê
Sinceqê). Hêjayî gotinê ye, ku li bajarên kurdî
dest bi baraneke xurt kiriye. Kurd ji mêj ve li hêviya baranê bûn.
Lê girtinên ku pêk tên, bû sedema
ku kurd bi baranê zêde kêf nekin.
|
|
 |
18.04.2004 - 15:02
Kurdan "gurzek gul" ji rêjîma
Suryayê re şand û hişt ku "Hefteya Surî" têk
biçe
DRESDEN (amude.com) - Rêjîma Suryayê pêkanîna
"Hefteya Surî" li bajarê Dresden li Elmanyayê rawestand.
Ev çalakî dê îroj dest pê kiriba û
6 rojan berdewam kiriba. Bi xebata xwe ya protestoyê û herweha
agahdarkirina siyasetvan û dezgehên elmanî, yên
ku dê beşdarî çalakiyên baasiyan bibana,
li ser binpêkirina mafên kurdan li Suryayê û herweha
rewşa kurdan a teze li başûrê-rojavayî
Kurdistanê, elmanan beşdarbûna xwe kişand
û rêjîma Suryayê mecbur kir, ku çalakiyên
xwe pêk neyne. Hejmareke mezin ji kesayetî, siyasetvan û
dezgehên rêjîma Suryayê dê beşdarî
"Hefteya Surî" bûbûna. Rêjîmê dora
150.000 Euro ji bo amadekirina van çalakiyan xerc kiribû.
Di vê deqeyê de, dora 500 kurd li bajarê Dresden li
dijî rêjîma Suryayê protesto dikin. Ji
ber ku nûçeya
têkçûna "Hefteya Surî" ji do de belav bûbû,
bi sedan kurd li malên xwe man û pêwîstiya çûna
Dresden nema dît. Raporeke berfireh nêzîk
di Malpera Amûdê de.
|
|
 |
 
>> Kurdan wezîra surî Dr. Buseyna Şaban û rêjîma Suryayê protesto kir
|
17.04.2004 - 16:06
Dr. Buseyna Şaban hat, dît û têkçû
HAGEN (amude.com) - Dora 100 kurdên Binxetê îroj
li bajarê Hagen li Elmanyayê wezîra Suryayê ya hemwelatiyên li derveyî welat
Dr. Buseyna Şaban û rêjîma Suryayê proteso
kir. Komîteyek ji nûnerên partiyên kurdî
karîbû dora 15 deqeyan bala Şaban bikşînin
ser pirsa kurdî li Suryayê û herweha daxwazên xwe ragihînin
wê. Dr. Buseyna Şaban ragihand Malpera Amûdê,
ku "destên hin cihine biyanî li pişt
bûyerên dawî yên li başûrê-rojavayî
Kurdistanê ne. Herweha wê got, ku "ji bilî çend
kurdên ku bi karê xerabiyê rabûbûn, ti kurd di girtîgehên
Suryayê de tune ne û ti kes ne tê işkencekirin û ne jî kuştin."
Şaban eşkere kir, ku hemî wêne û vîdyoyên
ku hatine belavkirin, sexte û dûrî rastiyê ne.
Raporeke berfireh nêzîk
di Malpera Amûdê de.
|
|
 |
17.04.2004 - 09:10
Li Elmanyayê komcivînek bo
sazkirina "Hikumeta başûrê-rojavayî Kurdistanê
li derveyî welat"
DORTMUND (amude.com) - Bi inîsyatîva Kongireya
Niştimanî ya Kurdsistan, a ku serokê wê Cewad Mele ye,
dê yekşema 25ê vê mehê li bajarê Herne
li Elmanyayê komcivînek
vekirî bo sazkirina "Hikumeta başûrê-rojavayî
Kurdistanê li derveyî welat" li dar keve. Malpera Amûdê
daxuyaniya komîteya amdekar a bi zimanê erebî
wergirt û ew di beşê erebî de weşandiye.
[Bixwîne]
|
|
16.04.2004 - 08:42
Li Stockholmê komcivîneke vekirî ji bo piştgiriya
başûrê-rojavayî Kurdistanê
STOCKHOLM (amude.com) - Sibe, li paytexta Swêdê Stockholm komcivîneke
komcivîneke vekirî ji boyî kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê,
yên ku li şaredariya Stockholmê rûdinin, li dar dikeve. Di vê komcivînê
de, dê li ser şêweyên kar û riyên piştgiriya gelê kurd
li başûrê-rojavayî Kurdistanê bête guftûgokirin. Komcivîn
ji boyî kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê vekirî ye.
[Bixwîne]
|
|
16.04.2004 - 08:15
Kurdên Swêdê dê komkujiya
li Kurdistanê protesto bikin
STOCKHOLM (amude.com) - Bi helkefta 40 rojiya komkujiya
li başûrê-rojavayî Kurdistanê,
kurdên li Swêdê dê roja çarşema
21ê vê mehê li Stockholma paytext xwenîşandaneke
protestoyê li dar xînin. Çalakî li
"Sergels Torg" li dar dikeve û ji 16.30 ta 18.00 didomîne.
|
|
16.04.2004 - 08:05
Pirtûkeke nû li ser kurdan û dewleta Suryayê
PARÎS (amude.com) - Li Fransayê, pirtûkek bi zimanê erebî
bi navê "Kurd û damezirandina dewleta surî" ji aliyê
Xalid Welî Îsa ve derket. Naveroka vê pirtûkê, ya ku ji
220 rûpelan pêk tê, li ser dîroka
gelê kurd li Suryayê û damezirandina dewleta surî ye. Ev pirtûk
beşek ji lêkolîneke akadîmî ye, ya ku Îsa
li Zanîngeha Parîsê pêşkêş kiribû.
[Bixwîne]
|
|
16.04.2004 - 08:00
Li Hisiçayê keçeke kurd hate kuştin
Şiyar - QAMIŞLO (amude.com) - Ji ber ku keçeke kurd li
bajarê Hisiça li Suryayê zewaca bi wî re nepejirand, mêrekî
ereb do pêşî ew keç û piştre jî xwe jî
kuşt. Hewildanên mêrê ereb ji bo zewacê ji
zûde hebûn, lê keça kurd ew ji xwe re wekî mêr
nedipejirand.
|
|
 |
15.04.2004 - 17:31
Baasiyên Ewropayê ji ber kurdan ketine qelaqê
BERLÎN (amude.com) - Piştî belavkirina nûçeya
çalakiyên protestoyê ji aliyê kurdan ve
li dijî "Hefteya Surî"
li bajarê elmanî Dresden, baasiyên li Elmanya û herweha ji hin
welatên din ên Ewropayê ketine qelaqeke mezin û
ji tirsa têkçûna çalkiyên xwe hemî
hewldanên xwe ji bo rawestandina protestoyên kurdan dikin. Bi telefon
û di rêya kesine cuda re, amadekarên çalakiyan
bi dehan caran bi kurdan re axivîn û ji wan tika kir,
ku roja 18ê mehê bi ti çalakiyên protestoyê ranebin.
Mêvanên "Hefteya Surî" ên elman jî piştî bihîstina
rewşê, ragihandin ku ew dê bi partî
û dezgehên xwe re li ser beşdarbûna xwe yan nebeşdarbûna
xwe bişêwirin.
|
|
 |
15.04.2004 - 03:56
Çalakiyên rêjîma Suryayê
yên li Elmanyayê dê bêne protestokirin
BERLÎN (amude.com) - Li bajarê Dresden li Elmanyayê,
dê ji 18-24ê vê mehê "Hefteya Surî"
li dar keve. Komek ji siyasetvan û kesayetiyên rêjîma
Suryayê dê beşdarî vê çalakiyê bibin.
Çalakiyên vê hefteyê dê ji bo rêklam
û herweha piştgiriya siyaseta rêjîma surî werin
bikaranîn. Kurdên ji Elmanyayê û herweha ji hin welatên din
ên Ewropayê dê çalakiyên protestoyê
li dijî vê hefteyê li dar xînin. Ji bo roja 18ê mehê
xwepêşandanek tê amadekirin. "Hefteya Surî" dê li jêr sîwana
wezîra Suryayê ya hemwelatiyên li derve Dr. Buseyna Şaban
li dar keve.
[Bixwîne]
|
|
 |
15.04.2004 - 03:45
Bang ji Bo Kerkukê
Dr. Felat Dilgeş - STENBOL (amude.com) - Ji bo çend rojan be jî, cardin riya me bi Kurdistana başûr, bi axa azad û pîroz, ket.
Ji bo çend rojan be jî, me dîsa hewa welatê azad kişand nav dil û hinavên xwe,
di bihareke rengîn a kurdistanî de me azadî û serbestiyê bîhn kir.
Me berê xwe da bajarên Duhok, Hewlêr, Mûsil û Kerkukê û em cardin li kuçe û kolanên
dilê Kurdistanê, li Kerkuka baskşikestî geriyan.
[Bixwîne]
|
|
15.04.2004 - 03:40

Sebrî Xelo Sîtî
|
Helbestvanê gelêrî Sebriyê Xelo Sîtî
çû ser dilovaniya xwe
AMÛDÊ (amude.com) - Berî çend rojan,
helbestvanê gelêrî yê navdar Sebriyê Xelo Sîtî
li bajarê Amûdê çû ser dilovaniya xwe.
Xelo Sîtî helbestên xwe nedinivîsandin û
ew bi dev digotin. Ji ber vê yekê helbestên wî yên
nivîsandî tune ne. Bi koçkirina wî,
gelê kurd beşekî mezn ji dewlemendiya xwe ya gelêrî
winda dike. Ji ber bûyerên dawî yên li
başûrê-rojavayî Kurdistanê û Suryayê,
mirina Xelo Sîtî bêdeng derbas bû.
|
|
13.04.2004 - 02:11
Li Swêdê konferansek ji bo avakirina dezgehekê
ji bo rewşenbîrên Binxetê yên li derveyî welat
STOCKHOLM (amude.com) - Komek ji nivîskar, rojnameger û hunermendên şêwekar
ên başûrê-rojavayê Kurdistanê ji çend welatin ewropî
dê rojên 23, 24 û 25ê vê mehê li bajarê Sandviken li
Swêdê li hev bicivin û li ser hewildana
avakirina dezgeheke rewşenbîrî ya çalak û yekgirtî guftûgo bikin.
Malpera Amûdê li vê derê vexwendina komîteya amadekar
a vê civînê diweşîne:
[Bixwîne]
|
|
13.04.2004 - 01:49
Pirsa Kurdî li Suryayê di
Parlamana Swêdê de
STOCKHOLM (amude.com) - Bi inîsyatîva Partiya Gel a Swêdî
"Folkpartiyet", Parlamana Swêdî dê îroj
li ser pirsa kurdî li Suryayê guftûgo bike. Wezîra Derve ya Swêdê
Laila Freivalds dê bersiva pirsên endamên parlamanê
li ser rewşa kurdan li Suryayê bide. Ev mijar dê
demjimêr 14.00 dest pê bike.
|
|
10.04.2004 - 20:43
Birêvebirek Partiya Yekîtî di zindanê de ye
QAMIŞLO (amude.com) - Hêzên ewlekariya leşkerî
yên surî ji 1ê nîsanê ve
siyasetvanê birêvebir
ê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Suryayê
Mehmud Mihemed (Bavê Sabir) girtiye. Mehmud Mihemed li gel hin siyasetvanên
din ji 7ê adarê ta 1ê nîsanê serdana
başûrê Kurdistanê kiribû û beşdarî
çalakiyên bibîranîna şehîdên 1ê
şibatê bûbû. Dema ew vegeriya malê, dora 40 polîsan
êrîşî mala wî kir û ew girt.
|
|
 |
09.04.2004 - 21:14
Rêjîma Suryayê kurdan terore dike
AMÛDÊ (amude.com) - Li bajarê Amûdê, do û îroj
bi dehan ji kurdan hatin girtin. Leşkerên rêjîmê
bi şêweyekî hov êrîşî dikan û
malên kurdan kir û jin û mêrên kurd
girt û ew bi xwe re birin işkencegehan. Hêzên ewlekariyê
yên taybet bi hejmareke mezin ji tirimbêlan diçin cem kurdan û
bi çekên xwe û herweha qerebalix û devavêtina
xerab dixwazin kurdan bitirsînin û ji wan re eşkere bikin
bê kî xwedî hêz e. Rêjîm dixwaze
dîsa dîwarên tirsê bixe nav kurdan.
Malpera Amûdê li vê derê navên hin girtiyan
diweşîne.
[Bixwîne]
|
|
 |
07.04.2004 - 15:21
Li Amûdê girtina kurdan berdewam e
(hate nûkirin)
AMÛDÊ (amude.com) - Ji do de, hêzên ewlekariyê yên
surî li gel leşker û hêzên taybetî
dest bi girtina kurdan li bajarê Amûdê kirye. Ta niha bêtirî
200 kurd ji Amûdê û gundên wê hatine girtin. Berpirsek ji
Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê (el-Party) Wehîd Ehmed
piştî ku hate girtin, dîsa serbest hate berdan. Hin ji girtiyan
ji malbatekê ne. Li gorî agahiyên ku gihan
Malpera Amûdê, mêrek bi hêzên surî
re hatibû û wî kurdên
ku hatin girtin, eşkere dikir. Ti kes nizane bê ev mêr
kî ye. Du girtî hîn zarok in
û temenê wan 14e salî ye. Yekî din
60 salî ye. Li vê derê em navên hin girtiyên
Amûdê diweşînin:
[Bixwîne]
|
|
07.04.2004 - 14:56
Dengbêj Mihemedê Torî çû
ser dilovaniya xwe
DÊRIKÊ (amude.com) - Dengbêjê kurd
Mihemedê Torî (Bavê Sekvan) îroj li bajarê Dêrikî li
başûrê-rojavayî Kurdistanê
çû ser dilovaniya xwe. Jimara telefonan bo sersaxiyê:
756761 (Sekvan Torî) û 0049 1725849048 (Dr. Yasîn Dêrikî,
Elmanya).
|
|
06.04.2004 - 23:15
Bajarê Amûdê jî bû armanca girtinan
AMÛDÊ/DÊRIKÊ (amude.com) - Hêzên ewlekariyê yên surî
îroj li bajarên Amûdê û Dêrikê
bi dehan kurd girtin û ew zindankirin. Kurdên ku hatin girtin,
ji aliyê polîsan ve naskirî bûn û ew bi
zanebûn hatin girtin. Kesên ku hatin girtin, çavên wan
ji aliyê polîsan ve bi rîbanên reş hatin girtin. Ta
roja îroj hîn ti girtinên mezin nehatibûn kirin.
Gelê Amûdê gumanê dike, ku "bêdengiya berî
bahozê" êdî bi dawî hat û di wê baweriyê de
ne, ku êdî dora bajarê wan hat.
[Bixwîne]
|
|
 |
06.04.2004 - 19:36
Kurdên Holandayê dê biçin
pêşiya Parlamana Holandî
DEN HAAG (amude.com) - Yekîtiya Komeleyên Kurdên Sûriyê li Holanda
dê sibe xwepêşandanekê li pêşiya
Parlamana Holandayê li bajarê Den Haag li dar xîne. Komîteyek
ji yekîtiyê dê doseyeke ji berhem û belgeyên
êrîşên rêjîma Suryayê li dijê
kurdan radestî parlamanê de bike. Herweha ew dê doza
sazkirina pendeke nû di peymana hevkariyê ya ewropî-surî bike.
Kurdên Holenda dixwazin ku bendeke ji bo
"demokrasiyê ji bo Suriyayê û herweha çareseriyek
demokrasî û dadperwerane ji bo doza kurdî li Suriyayê" di peymanê de
bête sazkirin. Xwepêşandan dê demjimêr 13.30
dest pê bike.
|
|
 |
05.04.2004 - 15:21
Ebdilbaqî Yusiv nehatiye binçavkirin
QAMIŞLO (amude.com) - Sekretêrê Partiya Yekîtî
ya Kurd li Suryayê Ebdilbaqî Yusiv azad e û
ji aliyê rêjîma surî ve nehatiye binçavkirin.
Malpera Qamişlo.com di nûçeyeke xwe ya di beşê erebî
de radigihîne, ku
Yusiv hatiye binçavkirin.
Ebdilbaqî Yusiv di rêya axaftineke telefonî de li gel
peyamnêrê Malpera Amûdê li Qamişloyê
eşkere kir, ku ti kesî ew binçav nekiriye.
|
|
04.04.2004 - 17:17
Nivîskar Mihemed Xanim
serbest hate berdan
QAMIŞLO (amude.com) - Doh bi şev, nivîskarê
ereb ê surî Mihemed Xanim ji zindana "Firaa Filstîn" a
li Şamê serbest hate berdan. Dostê kurdan Xanim
ji ber nivîs û helwesta xwe yên piştgir ji
bo gelê kurd di 23ê adara borî de ji aliyê
rêjîma surî ve hatibû binçavkirin.
Xanim di zindanê de bi şêweyekî nemirovane
dihat işkencekirin.
|
|
04.04.2004 - 12:44
Semînarek li gel Dr. Ebdilbasit Seyda di
paltalkê de
DORTMUND (amude.com) - Lêkolînerê kurd Dr. Ebdilbasit
Seyda dê îroj bibe mêvanê "Koçka Serhildana
Qamişlo" di paltalkê de û li ser bûyerên li
başûrê-rojavayî Kurdistanê biaxive.
Semînar dê demjimêr 21.00 dest pê dike.
|
|
02.04.2004 - 21:14
Li Amûdê ciwanek kurd hate girtin
AMÛDÊ (amude.com) - Ciwanê kurd ê bi navê Şêrgo Beşîr Yûnis (22) îroj
li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê hate girtin. Li gorî agahiyên peyamnêrê me,
hêzên ewlekariyê Şêrgo bi xwe re bir Qamişloyê. Sedemên girtina wî hîn
nediyar in. Hate ragihandin ku dibe ku ew ji ber bûyerên di Serhildanê de hatibe
girtin.
|
|
02.04.2004 - 19:18

Sîrwanê Hecî Berko
|
Hevpeyvînek Radyoya Aştî li
gel berpirsê Malpera Amûdê
STOCKHOLM (amude.com) - Îroj, radyoya Aştî ya kurdî li
paytexa Swêdê Stockholm li ser rewşa başûrê-rojavayî
Kurdistanê hevpeyvîneke dirêj li gel berpirsê
Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko pêk anî. Hêjayî
gotinê ye, ku radyoya Aştî bernameyên xwe zêde
kiriye û weşanên xwe di van rojan de dike:
yekşem, demjimêr 20-22 êvarê; sêşem, çarşem
û în, demjimêr 12:00-13:00 nîvro.
[Li hevpeyvînê guhdar bike]
[www.radioasti.com]
|
|
 |
02.04.2004 - 02:24
Kurdistaniyan kurdên Binxetê bitenê
şand Parlamana Ewropayê li Strasbourg
STRASBOURG (amude.com) - Çarşema borî, dora 1500
kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
xwepêşandaneke aştiyane ji bo protostokirina
êrîşên rêjîma Suryayê
li dijî kurdên Binxetê li bajarê fransî
Strasbourg pêk anîn. Xwepêşandan li pêşiya
avahiya Parlamana Ewropayê bi dawî bû. Komîteyek
ji partiyên kurdên Binxetê li gel çend
endamên parlamanê civiyan û ji wan re bûyerên li
Kurdistanê eşkere kir. Parlamenteran nerazîbûna
xwe ji bo êrîşên li dijî kurdan eşkere kir û
soza hewildana şandina komîteyekê ji parlamanê bo Kurdistanê da
nûnerên kurdan. Li gel ku xwepêşandan bi navê
partiyên kurdistanî hatibû amadekirin, lê ji beşên
din ên Kurdistanê ji bilî çend kesan, ti beşdarbûneke
berbiçav ji aliyê kurdistaniyan ve tunebû.
[Li wêneyan temaşe
bike]
|
|

| |