www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

29.02.2004 - 22:59
Çixarekişandin bûhatir dibe

DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê, ji sibe û pê ve çixare dê bûha bibin. Ta niha pakêteke bi 19e çixareyan bi 3,40 Euro dihate firotin. Lê ji sibe û pê ve, nirxê pakêteke wiha dê bibe 3,60 Euro. Herweha nirxê pakêta ku ji automatê tê kirîn, dê bibe 4.00 Euro.

29.02.2004 - 21:10
Osman Ocalan dev ji partiya xwe berdaye yan na?

STENBOL/DORTMUND (dîha/amude.com) - Serokê Kongra-Gel Zubeyir Aydar ragihand, ku Osman Ocalan, Nîzamettîn Taş, Kanî Yilmaz û 100 kesên din dev ji Kongra-Gel bernedane. Aydar got, ku "çend kes ji bo ku li derveyî endametiyê tevgeriyane", dê biçin pêşiya lijneya dîsîplînê. Lê wî diyar nekir bê ev kes kî ne û wan çi kiriye. Malpera "nasname.com" berî çend rojan ragihand, ku Osman Ocalan û çend kesên din dev ji Kongra-Gel berdane. [Bixwîne]

26.02.2004 - 09:59
Çîrok: Jinebî

Enwer Karahan - STOCKHOLM (ÊVAR BAŞ) - Keçê, min ji we re digot, we ji min bawer nedikir! De we jî îşev bi çavên serê xwe dîtin bê wî çawa li min dinerî. Dev ji van hawena berde, çi ye? Îcar ez derewan dikim? Keçê, bi Qur'ana Elî û Mihemedî hûn jî dizanin, lê hûn rastiyê nabêjin! Ma ez ji çavên xwe bawer bikim, ya ez ji gotinên we bawer bikim… Ma we nedît bê wî çawa li min temaşe dikir? [Bixwîne]

28.02.2004 - 02:04
PENa Kurd: "Tevaya gelê kurd berî şoreşa PKKê mirî bû"

AMED (amude.com) - Endama Komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî ragihand, ku bi şoreşa PKKê, ya ku berî 30 salan dest pê kir, gelê kurd ji dayik bû. Wê di hevpeyvîneke de bi heftenameya "Azadiya Welat" re got, ku berî PKKê ti şoreşê bandoreke weke ya PKKê nekir. Berwarî di 07ê vê mehê de ji aliyê PENa Kurd ve ji bo beşdarbûna di civîna damezirandina şaxê bakurê Kurdistanê yê PENa kurd de hatibû şandin Amedê. Di komîteya PENa Kurd de, Berwarî berpirsiyara komîsiyona jinan e. [Bixwîne]

26.02.2004 - 23:59
"Tîma Kurdistan" a gokê hate damezirandin

LONDON (amude.com) - Li paytexta Ingiltirayê Londonê, tîmeke gokê bi navê "Kurdistan" ji aliyê Komeleya Rojavayî Kurdistanê ve hate damezirandin. Li ser sînga her leystikvananekî nexşeyeke Kurdistanê bi rengên alaya Kurdistanê xemilandî hatiye danîn. "Tîma Kurdistanê" ji bo hemî kurdistaniyan vekirî ye. Ji bo têkiliyê: wka@knc.org.uk.

26.02.2004 - 09:59
Filmek kurdî di televizyona elmanî de

DORTMUND (amude.com) - Kanala televizyonê ya elmanî "3Sat" dê roja 07.03.2004an, demjimêr 21.15, filmekî dokumentar ê derhênerê kurd Yusuf Yesilöz pêşkêş ke. Navê film "Hunger gegen Wände" (birçîbûna li dij dîwaran) e û 52 deqeyan dirêj dike. Zimanên wî tirkî, kurdî û elmanî ne, lê bi jêrenotên elmanî. Ev yekemîn car e, ku ev film di televizyonê de tê pêşkêş kirin. [Bixwîne]

25.02.2004 - 22:15
Qamişloyê pêşwaziya rêwiyên xwe kir

QAMIŞLO (amude.com) - Îroj piştî nîvro, li Qamişloyê bi deh hezaran ji kurdan bi dîlan, stran û bangkirina dirûşman pêşwaziya siyasetvanên kurd Hesen Salih û Merwan Osman kirin. Salih û Osman - piştî bêtirî 14e mehan di zindanên rêjîma Sûryayê de - doh serbest hatin berdan. [Bixwîne] [Li wêneyan temaşe ke]

25.02.2004 - 11:55
Hejmarên dawî yên "Xwendevana Nû" derketin

DORTMUND (amude.com) - Berî demekê, li Sûryayê cotehejmarek ji kovara "Xwendevana Nû" derket. Bi vê hejmarê "Xwendevana Nû" xatir ji xwendevanên xwe dixwaze. Malpera Amûdê berhemên vê hejmarê jî diweşîne. [Bixwîne]

24.02.2004 - 23:30
Hesen Salih û Merwan Osman ji zindanê derketin

ŞAM (amude.com) - Siyasetvanên kurd Hesen Salih û Merwan Osman Îroj demjimêr 11.00 ji zindana Edra li Şamê serbest hatin berdan. Merwan Osman ragihand koçka "Qamişlo Bajarê Evînê" ya Paltalkê, ku ew û hevalê xwe dê xebata xwe berdewam bikin. Ew dê îşev berê xwe bidin Qamişloyê û sibe danê nîvro ji aliyê gelê kurd ve bêne pêşwazîkirin. Osman bi navê xwe û hevalê xwe Salih sipasiya hemû kesan kir, ên ku piştgiriya wan kirin.

24.02.2004 - 16:45
Pirtûkeke Hoşeng Broka ya helbestê ya nû derket

STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên Pêrî li Stenbolê, çaremîn pirtûka helbestê ya helbestvan Hoşeng Broka bi navê "Derengî bajêr weha diniqutim nimêja navê te" derket. Ev pirtûk ji 8 beşan û 120 rûpelan pêk tê. Broka ji başûrê-rojavayî Kurdistanê ye û ji sala 1994an ve li Elmanyayê dijî. [Bixwîne]

24.02.2004 - 16:35
Cihgirê serokê Hak-Parê dê di Paltalkê de biaxife

STOCKHOLM (amude.com) - Cihgirê serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Reşît Delî dê pêncşema bê di koçka "Evîna Welat" a Paltalkê de semînarekê li ser karên partiya xwe bide. Semînar dê demjimêr 21.00 dest pê bike.

24.02.2004 - 14:57
PDK-Bakur dê Hemreş Reşo bi bîr bîne

DORTMUND (amude.com) - Ji bo bibîranîna serokê xwe yê berê Hemreş Reşo û hemû şehîdên partiya xwe, Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur dê roja 28ê vê mehê li bajarê Mülheim-Ruhr li Elmanyayê civîneke bibîranînê li dar xîne. Civîn dê li Christlicher Verein Junger Menschen, Teinerstrasse 3-5, 45468 Mülheim-Ruhr, li dar keve û demjimêr 16.00 dest pê bike.

23.02.2004 - 23:04
Ez serbixwe me

Şêrwan Ebdulmecîd - BERLÎN (amude.com) - Gotinek gelek xweş û balkêş tê ber guhê mirov. Serbixwe tê wateya ku mirov fikrê aliyekî neparêze yan jî ne endamê alîyekî, rêxistin an jî organîzasyonekê be. [Bixwîne]

23.02.2004 - 10:32
"Kurd sînoran datînin"

ARNHEM (amude.com) - Karîkaturîstê kurd Înayat Dîko bi karîkaturên xwe yên siyasî û civakî hatiye naskirin. Bi Malpera Amûdê re ew li ser tecrubeya xwe diaxife û çawa ew dixwaze sînorên sor derbas ke, lê kurd ne hertim vê yekê dihêlin û dipejirînin. [Bixwîne]

22.02.2004 - 22:13
"Roj tv" dest bi weşana xwe kir

KOPENHAGEN (amude.com) - Kanala televizyonê ya kurdî ya nû "Roj tv" dest bi weşana xwe kir. Ew niha weşana têst dike. "Roj tv" li ser van frekvensan tê dîtin: Hotbird 6 (13 E), 11585 V, 27500. "Roj tv" weşana xwe ji Danmarkê pêk tîne.

22.02.2004 - 15:11

Hesen Salih û Merwan Osman
Hesen Salih û Merwan Osman dê serbest bêne berdan

ŞAM (amude.com) - Girtiyên kurd Hesen Salih û Merwan Osman dê serbest bêne berdan. Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind berî nîvro biryar da, ku ew herdu bo 3 salan di zindanê de bimînin. Lê piştre ev biryar hate guhertin û ew ji bo 1,2 sal zindan hatin dadgehkirin. Ji ber ku ev bêtirî 1,2 salan e, ku herdu berpirsiyarên Partiya Yekîtî Ya Kurd li Sûryayê di zindanê de ne, ew dê yekser serbest bêne berdan. Salih û Osman bi hiceta ku wan xwestiye "beşekî ji Sûryayê bi welatekî biyanî ve girêbidin", hatin tawanbarkirin. [Bixwîne]

22.02.2004 - 13:15
Malpera Amûdê bû milyonêr

Îroj, hejmara mêvanên Malpera Amûdê sînorê milyonekî derbas kir. Ji 26.09.2000î û ta roja îro, bêtirî 1.000.000 mêvan Malpera Amûdê vekirine. Ev baweriya mezin di xebata vê malperê de, hêzeke mezin dide wê û dê bibe sedema pêşketin û xwe xwenûkirina wê ya berdewam. Malpera Amûdê sipasiya hemî mêvanên xwe ji bo vê baweriya di wê de dike. [ ]


22.02.2004 - 10:48
Lehiyê bajarê Amûdê dagîr kiriye

Gulîzar - AMÛDÊ (amude.com) - Li bajarê Amûdê li başûrê-rojavayî Kurdistanê doh bi şev dest bi baraneke xurt kir. Vê sibehê berf jî bi xurtî dibare. Çemê Amûdê bajar kiriye du perçe û ti kes nikare ji aiyekî biçe aliyê din. Dikanên nêzîkî çem di nav avê de mane û ger lehî berdewam ke, dê têk biçin. Wêneyê jorîn eşkere dike, bê çawa çemê Amûdê tije ava baranê bûye.

20.02.2004 - 19:07
Leyla Zana dê di zindanê de bimîne

ENQERE (sf/dîha/amude.com) - Siyasetvana kurd Leyla Zana (42) dê di zindanên Tirkiyeyê de bimîne. Dadgeheke li Enqereyê îroj biryar da, ku Zana û 3 hevalên wê berî dema xwe serbest neyên berdan. Endamê Perlemana Ewropayê Joost Lagendijk ji Holendayê li dadgehê amade bû û piştî biryara dadgehê got, ku divê berpirsê dadgehê biryarê bide, bê ew dixwaze bibe endamekî Tirkiyeya nû yan a kevn. [Bixwîne]

20.02.2004 - 01:25
Şivan Perwer êrîşî Malpera Amûdê dike

DORTMUND (amude.com) - Hunermendê kurd Şivan Perwer di hevpeyvînekê de li gel kovara "Avesta" êrîşî Malpera Amûdê û xebatkarên wê dike. Li gorî wî xebatkarên malperê "xwe avêtine koşeyan û xwe veşartine û bi pereyên sosyalê dijîn û siyaseteke ne hêja û polîtîkaya paparazî dimeşînin". Ev êrîş reaksyona Şivanî li ser nûçeya Malpera Amûdê derbarî hevpeyvîna wî li gel kovara tirkî "Aktüel" bû. [Bixwîne]

19.02.2004 - 21:35

Şivan Perwer
"Ez tucarî naçim Tirkiyeya nedemoqrat"

Sîrwan Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Vê êvarê, hunermend Şivan Perwer ji Australyayê telefonî min kir û nerazîbûna xwe derbarî nûçeya li ser hevpeyvîna wî li gel kovara tirkî "Aktüel" eşkere kir. Ew pir aciz bûbû, çimkî bi dehan telefon jê re hatibûn kirin û ew agahdar kiribûn. Herweha ji min re hate gotin, ku radyoyekê li Sydney nûçea Malpera Amûdê bi kar aniye û êrîşeke dijwar li dijî Şivan pêk aniye. Ji bo zelalkirina meseleyê min ev pirs ji hunermend Şivan Perwer kirin: [Bixwîne]

18.02.2004 - 20:01
Şivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroşe?

DORTMUND (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi kovara tirkî "Aktüel" re, Şivan Perwer dibêje, ku ew nexşeya Kurdistanê ne nas dike û ne jî dipejirîne (qebul dike). Piştî vê hevpeyvînê, nexşeya Kurdistanê, ya ku li ser rûpela pêşî ya malpera Şivan Perwer hatibû weşandin, ji nişka ve winda bû. [Bixwîne]

18.02.2004 - 02:33
Li Berlînê şehîdên Hewlêrê hatin bibîranîn

Şêrwan Ebdilmecîd - BERLÎN (amude.com) - Şemiya borî, civîneke bibîranînê ji bo şehîdên Hewlêrê li paytexta Elmanyayê Berlîn bi beşdarbûna nêzikî 100 kesan ji berpirsiyarên partiyên kurdistanî, kesayetiyên kurd û iraqî û komele û saziyên kurdî pêk hat. [Bixwîne]

18.02.2004 - 02:15
KNN TV festîvalek çandî li dar xist

ARNHEM (amude.com) - şemiya borî li bajarê Arnhem li Holendayê, yekemîn festîvala KNN TV a çandî pêk hat. Bêtirî 15 hunermendan beşdarî konsêrta muzîkê bûn. Herweha 3 nîgarkêşên kurd tabloyên xwe di pêşangehekê de pêşkêş kirin. Ev festîval bi boneya vekirina televizyona KNN TV a li ser internêtê hatibû amadekirin. Beşê yekem ji konsêrtê di malpera KNN TV de hatiye weşandin. [www.knntv.net]

17.02.2004 - 10:35
Celal Talabanî: el-Sîstanî piştgiriya kurdan dike

DORTMUND (amude.com) - Di hevpeyvînekê de li gel malpera elmanî "Spiegel.de", sekretêrê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talabanî dibêje, ku di 8 mehên din de dê hilbijartin li Iraqê pêk werin. Herweha ew eşkere dike, ku serokê şîî el-Sîstanî piştgiriya kurdan û daxwazên wan ji bo autonomiyê dike. Malpera Amûdê ev hevpeyvîna ku îro hatiye weşandin, wergerand zimanê kurdî. [Bixwîne]

16.02.2004 - 20:14
"Reporters Sans Frontièrs" doza serbestberdana Mesud Hamid dike

PARÎS (amude.com) - Di nameyekê de ji bo serokê Sûryayê Beşar el-Esed, rêxistina "Reporters Sans Frontièrs" (Raporvanên Bê Sînor) doza serbestberdana xwendekarê kurd ê rojnamevaniyê Mesud Hamid kir. Derbarî vê nameyê, "Reporters Sans Frontièrs" daxuyaniyek ji bo çapemeniyê weşand. Malpera Amûdê ev daxuyanî wergerand zimanê kurdî. [Bixwîne]

16.02.2004 - 16:53
Binxetê di bin berfê de maye

AMÛDÊ/QAMIŞLO (amude.com) - Li bajarên başûrê-rojavayî Kurdistanê îro berfeke xurt dibare. Li gorî agahiyên taybetî ji bajarên Amûdê û Qamişlo bo Malpera Amûdê, ji diwazdeh salan de berfeke wilo nebariye. Kolanên bajaran ji berfê hatine girtin û bahozeke xurt sermê dijwartir dike. Trafîk bi zorê pêk tê. Berfa li erdê bêtirî 20 cm´an bilind e.

16.02.2004 - 11:46
Dilê birêz Gul "bi xizm û cîranan" şewitî

Şahîn B. Soreklî - SYDNEY (amude.com) - Li dû kiryarên nemirovane yên li Hewlêrê bi sedan kes kujtinî û birîn kirinî, wezîrê Tirkiyeyê yê peywendiyên derve Abdullah Gul li Enqereyê gotibû, ew gelekî xemgîn e ku tiştekî weha di roja cejna musilmanan de hat "serê cîran û xizmên me." [Bixwîne]


15.02.2004 - 23:59
Kurdên li Nerwic piştgiriya federalîzmê kir

Ebdulbaqî Huseynî - OSLO (amude.com) - Doh li paytexta Nerwicê Oslo, dora 1000 kurdistanî ji bo piştgiriya başûrê Kurdistanê û şermezarkirina terorê xwepêşandanek pêk anîn.

15.02.2004 - 13:42
Kurdan doza azadkirina Ocalan kir

STRASSBOURG (afp/amude.com) - Doh li bajarê Strassbourg li Fransayê, xwepêşandaneke ji bo azadiya Ebdulla Ocalan pêk hat. Di peyaman de, girtina Ocalan, êrîşên li Hewlêre û girtina "Medya Tv"eyê hatin şermezarkirin. Polîsan ragihandin ku 15.000 kes beşdarî vê çalakiyê bûn. Lê ji aliyê amadekaran ve hate diyarkirin, ku hejmara xwepêşandanvanan 40.000 bû.

12.02.2004 - 16:11
Weşana "Medya Tv" hate rawestandin (hate nûkirin)

BRÛKSEL (amude.com) - Saziya Lîsansê ya Frensî (CSA) bi hiceta ku berdewamiya "Med Tv"eyê ye, lîsansa "Medya Tv"yê kişand û weşana televizyonê da rawestandin, weha xebatkarên "Med Tv"eyê ragihandin Malpera Amûdê. Ji demjimêr 13.30an de, li ser ekrana kanalê bi zimanên kurdî, tirkî û firensî hatiye nivîsandin, ku "ji ber biryara îdarî weşana Medya Tv hatiye rawestandin." Serê mehê kanaleke nû bi navê "Roj Tv" dest bi weşanê dike. "Mezopotamiya Tv" weşana xwe weke berê berdewam dike. [Bixwîne]

12.02.2004 - 12:20
"Kant giringtirîn feylesufê nûjeniyê ye"

DORTMUND (amude.com) - Îro berî 200 salan, feylesufê elmanî Immanuel Kant li bajarê rusî Kaliningrad koça dawîn kir. Ew di 22.04.1724an de li wî bajarî ji dayik jî bûbû.
Kant şoreşa felsefeyê bû û xwedî giringtirîn bandor li ser felsefeya Rojava bû. Ji ber ku nivîsarên wî pir dirêj û zehmet in, kêm kesan ew xwendine. Lê dîsa jî her kes wî nas dike û nivîsarên wî îroj jî xwedî giringiyeke mezin in.
Derbarî Kant û rola wî, televizyona elmanî "Deutsche Welle" hevpeyvînek li gel Wezîrê Elmanyayê yê Derve Joschka Fischer kiriye. [Bixwîne]

11.02.2003 - 22:42
Ala rengîn

Salih Cefer - DORTMUND (amude.com) - Her miletekî di cîhanê de xwe bi aleke taybet daye nasîn. Piraniya miletên cîhanê mafê xwe yê neteweyî bi dest xistine û ala xwe bi ser ezmanê welatê xwe de li dar xistine. Lê hîn hin netew ji wî mafê bêpar in û hesreta bilindkirina ala netewey di dilê wan de maye. [Bixwîne]

11.02.2004 - 19:44
Silêmaniyê serxwebûna Kurdistanê dixwaze

SILÊMANÎ (amude.com) - Bajarê Silêmaniyê xwe ji xwepêşandanekê bo serxwebûna Kurdistanê amade dike. Li gorî agahiyên PUKmedia, dê di roja 14ê vê mehê de xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina teror û terorîstan pêk were. Xwepêşandanvan dê doza yekbûna herdu hikumetên Kurdistanê bikin û herweha daxwaznameyekê ji bo serxwebûna Kurdistanê radestî hêzên hevpeyman bikin. [Bixwîne]

10.02.2004 - 20:37
Bangek ji bo bibîranîn û pîrozkirina sedsaliya Osman Sebrî

BERLÎN (amude.com) - Di bangekê de ji bo raya giştî, komek ji rewşenbîrên kurd li Berlînê dixwazin sala 2005an bikin sala Osman Sebrî û wî di vê salê de bi bîr bînin û pîroz bikin. Sala bê sedsal di ser jidayikbûna Osman Sebrî re derbas dibin. [Bixwîne]

08.02.2004 - 20:31
Bokserekî kurd bû çampiyonê Swêdê

ESKILSTUNA (amude.com) - Ciwanê kurd ê 18e salî Serdar Demircan îroj li bajarê Eskilstuna li Swêdê di kategoriya ciwanan ya boksê de û di giranbûna 64 kîloyan de bû çampiyonê Swêdê. Di leystika dawî de, wî karîbû zora bokserê swêdî Frederik Tynnhammar xîne û yekemîn xelat wergirt.

08.02.2004 - 03:31
Seîd Gabarî: KOMKAR îhaneta min kir!

DORTMUND (amude.com) - Hunermend Seîd Gabarî ragihand Malpera Amûdê, ku amadekarên xwepêşandana Kölnê nehiştin ku ew gotina bi navê Yekîtiya Hunermendên başûrê-rojavayî Kurdistanê pêşkêşî beşdaran ke. Di xwepêşandana li Kölnê de, mesajên gelek rêxistin û kesayetiyan hatin xwendin. Gabarî eşkere kir, ku ev yek ji bo yekîtiya hunermendan û wî bi xwe jî îhaneteke mezin e. [Bixwîne]

08.02.2004 - 02:17
Kurdan kiraseke kurdistanî li Kölnê kirin

KÖLN (amude.com) - Dora 6000 kurdên ji çend welatên Ewropayê doh li bajarê Kölnê li Elmanyayê gihan hev û piştgiriya xwe ji bo başûrê Kurdistanê û biryarên Perlemana Kurdistanê "federalîzm li ser bingehên siyasî, cografî, netewî û dilxwazî" eşkere kirin. Herweha wan êrîşên li dijî kurdan ên li Hewlêrê şermezar kirin. Ji bilî Kongra-Gel, a ku bi şêweyekî fermî beşdar nebû, bêtirî 17 rêxistinên kurdistanî amade bûn. [Bixwîne] [Li wêneyan temaşe ke]

07.02.2004 - 02:20
Kurd dê îro li Kölnê yekdeng bin

KÖLN (amude.com) - Ji bo piştgiriya biryarên Perlemana Kurdistanê "Federalîzm li ser bingehên siyasî, cografî, netewî û dilxwazî", hêzên kurdistanî ji çend welatên Ewropayê dê îro li bajarê Köln li Elmanyayê xwepêşandaneke aştyane li dar xînin. Hunermendên kurd Şivan Perwer, Fatê,Evîna Welat û Elî Baran dê bi muzîka xwe beşdarî vê çalakiya piştgiriyê ji bo başûrê Kurdistanê bibin.

>> ÎRO, demjimêr: 12.00 - Köln - Ebertplatz <<

07.02.2004 - 00:45
Bigrî

AMÛDÊ (amude.com) - Piştî êrîşên terorîstyane li dijî kurdan li Hewlêrê, helbestvanê kurd Bavê Tosin ji Amûdê helbestek li ser Hewlêrê nivîsand. Em wê li vê derê diweşînin. [Bixwîne]

06.02.04 - 17:50
Çend pêşniyar ji bo PENa kurd

Îbrahîm Seydo Aydogan - ROUEN (amude.com) - PENa navneteweyî di sala 1921ê de hatiye damezirandin û di nav endamên pêşîn de Joseph Conrad, George Bernard Shaw û H.G. Wells xuya dibe. Wekî din mirov dikare behsa tevlêbûyina Anatole France, Paul Valery, Thomas Mann, Benedetto Croce û Karel Capek, ku di nava PENa navnetewî de xebatên mezin kirine. Di nav kesên ku serokatiyê wê kirine de, mirov dikare navên Alberto Moravia, Heinrich Böll, Arthur Miller, Pierre Emmanuel, Mario Vargas Llosa û György Konrád jî bihejmêre. [Bixwîne]

06.02.04 - 17:49
Şaxê PENa kurd dê li Amedê bête damezirandin

DORTMUND (amude.com) - Sibe li Amedê, dê civînek ji bo damezirandina şaxê bakurê Kurdistanê yê PENa kurd pêk were. Helbestvan Hêvî Berwarî dê ji aliyê komîteya birêvebir a PENa kurd ve beşdarî civînê bibe. Civîn dê demjimêr 10.00 li salona Tes-îş li Amedê dest pê bike.

06.02.04 - 12:43
Eniya duyem
Li Iraqê şerê navxweyî bi rê de ye


Michael Thumann - HAMBURG (Die Zeit/amude.com) - Di Iraqa nû de, zanyariyeke ku zû kevn dibe, dibêje: ger Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) bilez hêzê bidin iraqiyan, dê hertişt baştir bibe. Êrîşên terorîstyane yên dawiya hefteya borî vê zanyariyê piştrast dikin. Yekşemê dijwartirîn êrîşa li Iraqê ji dema derbasbûna emêrîkiyan pêk hat: di bajarê mezin Erbîl de, ku piranî kurd lê dijîn, xwekujeran kemberên xwe yên bombekirî di nivîsgehên partiyên kurdî KDP û PUK de teqandin. Teqînê siyasetvan û hemwelatiyên kurd kuştin. Ta sêşemê hejmara miriyan ta 70ê kesî bilind bû. [Bixwîne]


05.02.04 - 10:33
Terorîstên Hewlêrê islamîst bûn

BEXDA (ap/amude.com) - Di daxuyaniyekê de, grûpeke islamî bi navê Ceyş el-suna (hêza parêzerên suna) berpirsiyariya xwe ji bo êrîşên li Hewlêrê eşkere kir. Wê xwest bi vê yekê hevkariya kurdan li gel emêrîkiyan şermezar bike. Ceyş el-suna grûpeke islamî ya iraqî ye, ku di dema dawî de gelek êrîşên terorîstyane li Iraqê pêk anîne. [Bixwîne]

04.02.04 - 15:47
Terorîstê Hewlêrê erebê Yemen bû?

SILÊMANÎ (PUKmedia/amude.com) - Piştî ku wêneyê terorîstekî komkujiya Hewlêrê hate belavkirin, şufêrekî taksiyê li bajarê Kerkukê ragihand asayîşan, ku wî ew terorîst di yekemîn roja cejnê de ji hotêla el-Zehra li Kerkukê biribû rawestgehekê li Hewlêrê. Asayîşên Kerkukê yekser berê xwe dan hotêla jorîn û li wê derê hemwelatiyek yemenî û li gel wî komek ji bombeyan girtin.

04.02.04 - 20:46
Tawanbarên xwînrêjiya Hewlêra paytext statukoperestên Rojhilata Naverast in!

Bayram Ayaz - KÖLN (amude.com) - Îro, sê rojiya şîna miletê kurd e.
Xelkê me şehîdên xwe, egîd û mêrxasên azadiya Kurdistanê, şehîdên Hewlêra paytext, bi gul û kulîlkan, yek bi yek rêwî dike bo xaka pîroz li Kurdistana azad. [Bixwîne]

04.02.04 - 12:47
Hejmara şehîdên Hewlêrê giha 109an (hate nûkirin)

HEWLÊR (amude.com) - Endamê Encumana Iraqê Mehmud Osman ragihand ajanseya AP, ku hejmara şehîdên komkujiya Hewlêrê giha 109an. Rojnameya Xebat a PDKê di hejmara xwe ya îro de navê 100 şehîdan weşandiye û em jî wan li vir diweşînin. [Bixwîne]

03.02.2004 - 23:02
Kî terorîstê Hewlêrê nas dike?

HEWLÊR (amude.com) - Li ser daxwaza asayîşa giştî ya Hewlêrê, îro kanala Kurdistan Tv wêneyê yek ji herdu terorîstên bobelata Hewlêrê belav kir û bangî xelkê kir, ku alîkariya asayîşê bike, da ku bikaribe wî terorîstî nas bike. Kesê ku vî mêrî nas dike, dikare têkiliyê bi asayîşa Hewlêrê re bike û agahdariyan ragihîne wê.

03.02.2004 - 17:30
Kurdistanê xatir ji şehîdên xwe xwest!

(çend dîmen ji veşartina şehîdên kurd li Silêmaniyê)




04.02.2004 - 12:10
Nameyek bo Hewlêr

ELMANYA/BILEFELD (amude.com) - Piştî êrîşên terorîstyane li dijî kurdan li Hewlêrê, helbestvana kurd Mizgîn Mehmud helbestek li ser Hewlêrê nivîsand. Em wê li vê derê diweşînin. [Bixwîne]

03.02.2004 - 14:27
Komkujiya li Hewlêrê hişt ku YNKe jî beşdarî xwepêşandana li Elmanyayê bibe

KÖLN (amude.com) - Rêxistina Elmanyayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê beşdarî xwepêşandana hêzên kurdistanî bibe, ya ku dê şemiya bê li bajarê Köln li Elmanyayê pêk were. Ji ber slogana xwepêşandanê "Kerkuk dilê Kurdistan e" YNKê pêşî nedixwest li gel kurdistaniyan piştgiriya başûrê Kurdistanê bike. [Bixwîne]

03.02.2004 - 14:03
Paul Wolfowitz: Damezirandina dewleteke kurdî dê bi ser nekev!

WAŞINGTON (amude.com) - Cihgirê Wezîrê Emerîka yê Parastinê Paul Wolfowitz piştrast kir, ku Emerîka ne li gel veqetandina kurdan ji Iraqê û damezirandina dewleteke kurdî ye. Herweha wî eşkere kir, ku Emerîka û Tirkiyeyê li hev kirine, ku endamên "PKK"ê ji bakurê Iraqê derxînin. Wolfowitz got, ku "PKK rêxistineke terorîst e û ew li pişt gelek êrîşên terorîstyane li Tirkiyeyê bû." [Bixwîne]

03.02.2004 - 00:32
Kurdên Binxetê komkujiya li Hewlêrê şermezar dikin

QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, bêtirî 300 mirovên kurd xwepêşandaneke bêdeng a protestoyê li dijî êrîşên terorîstyane yên li dijî kurdan li Hewlêrê pêk anîn. Meşa protestoyê berê xwe da ber bi nivîsgehên PDKê û YNKê li Qamişloyê ve û nameyên serxweşiyê radestî berpirsyarên herdu partiyan kirin. Li aliyekî din, bêtirî 250 kesayetî, dezgeh û rêxistinên kurd ên başûrê-rojavayî Kurdistanê di daxuyaniyekê de komkujiyên li Hewlêrê şermezar kirin. Herweha partiyên kurdî li Sûryayê û rêxistinên wan ên derveyî welat û herweha çend malbatên kurd ji başûrê-rojavayî di birûskên ji bo serokatiya PDKê û ya YNKê de xemgîniya xwe ji bo wan êrîşan diyar kirin û ew şermezar kirin.

03.02.2004 - 00:30
Karwan

Rezoyê Osê - QAMIŞLO (amude.com) - Me karwanê yarmetiyê ji gelê Cezayir re ji bajarê Amûda rengîn bi rê kir. Dema karwanê me barê xwe vala kir, me li ser şehîdên sînemê lîland û me, ji welatperwerî, ala Cezayir li ser goristana zarokên peritî çikand. Me di guhên hev de got "Agir kete gova berxên ciwan!" û gov qeland. [Bixwîne]

03.02.2004 - 00:15
Ey Xwedan!

QAMIŞLO (amude.com) - Helbestvan û nivîskar Konê Reş ji bo şehîdên Hewlêrê helbestek nivîsandiye û tê de gazinên xwe li Xwedê dike. [Bixwîne]

02.02.2004 - 01:33
"De bigirî Hewlêr, bigirî!"

HANNOVER (amude.com) - Serokê rêxistina Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Mehdî Xoşnaw yek ji şehîdên êrîşên terorîstiyane yên li Hewlêrê ye. Helbestvan Tengezarê Marînî helbestek ji bo wî û hemî şehîdên komkujiya Hewlêrê nivîsandiye. [Bixwîne]


01.02.2004 - 13:15
Samî Ebdulrehman û Şewket Şêx Yezdîn di nav kuştiyên Hewlêrê de ne

HEWLÊR (KTV/elaph/amude.com) - Hejmara kuştiyên êrîşên xwekuj ên li dij navendên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê giha 100 kesan. Cihgirê serokê Kurdistanê Samî Ebdulrehman û kurê wî, serokê desteya wezîran Şewket Şêx Yezdîn, wezîrê çandiniyê Seed Ebdella, serokê Parêzgeha Hewlêrê Ekrem Mentiq, cihgirê wî Mehdî Xoşnaw û kurê wî, berpirsê polîsên Hewlêrê Nerîman Ebdilqadir, Mehmûd Halî, Ehmed Rojbiyanî, Xisro Şêra û Şaxewan Ebas (herdu YNKe) di nav kuştiyan de ne. Hate naskirin, ku jinekê bi bombayên lixwepêçandî xwe di nivîsgeha YNKê de teqand û di ya PDKê de mêrek bû, ku bi cilên îmamekê ketibû hundir. Wezîrê Iraqê yê Derve Hoşiyar Zîbarî ragihand ku rêxistinên el-Qaida û Ensar el-Islam li pişt van çalakiyên teroristiyane ne. Di beyanekê de, ku di KTV de hate xwendin, serokê PDKê Mesûd Barzanî got, ku ev ne cara pêşî ye ku kurd şehîdan didin û dê ne cara dawî be jî. Herweha wî piştrast kir, ku ew dê xebata xwe ji bo pêkanîna armancên xwe berdewam bikin.

01.02.2004 - 12:15
Li Hewlêrê terorîstan êrîşî kurdan kirin

HEWLÊR (ap/amude.com) - Îro li Hewlêrê du terorîstan êrîşî nivîsgeha Partiya Demoqrat a Kurdistanê û ya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê kirin û bobmeyên li gel xwe fecirandin. Herdu êrîş di eynî demê de pêk hatin. Dora 10 kurdan jiyana xwe ji dest dan û gelekên din birîndar bûn.

01.02.2004 - 03:20
Hunermendên kurd ahenga xwe pêk anîn

BOCHUM (amude.com) - Berî demjimêrekê ahenga hunermendên kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê bi beşdarbûna bêtir ji 20 hunermendan li bajarê Bochum li Elmanyayê bi dawî hat. Dora 1000 kes beşdarî şevê bûn. Raporek berfireh li gel komek ji wêneyan nêzîk amade dibin.

Berdewam bike (Erşîva meha 01/2004)