
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

30.01.2004 - 15:15
Kurdek di nav girtiyên Israîlê de bû
TAYBET
DORTMUND (amude.com) - Yek ji girtiyên ku doh ji Israîlê
hatin Elmanyayê, kurdekî başûrê-rojavayî
Kurdistanê ye. Ji ber tirsa zindankirinê û kuştinê li
Libnanê û Sûryayê, wî û sê girtiyên din
(2 erebên sûrî û yekî libnanî) doh
nexwestin li gel girtiyên din biçin Libnanê û ji elmanan xwestin
ku wan li Elmanyayê bihêlin. Herçaran
îro li bajarê Dortmundê li Elmanyayê doza mafê
penaberiyê kirin.
|
|
29.01.2004 - 15:04
Veyrusên nû êrîşî compûteran dikin
DORTMUND (amude.com) - Bi destpêka vê hefteyê,
2 veyrusên nû bi navên "MyDoom" û "MyDoom.B" di rêya emailan re belav
dibin. Kesê ku van agahdariyan bixwîne, dê ti derfetê
nede "MyDoom" û "MyDoom.B" ku cihê xwe di compûtera wî de bigirin:
[Bixwîne]
|
|
29.01.2004 - 00:01
Li Swêdê çalakiyeke bibîranînê
ji bo Hemreş Reşo pêk tê
STOCKHOLM (amude.com) - Ji bo bibîranîna serokê xwe yê berê
Hemreş Reşo û hemû şehîdên partiya xwe, Partiya Demokrat
a Kurdistan-Bakur dê roja 07.20an li Stockholmê merasimeke
gotarxwendinê li dar xîne. Hemreş Reşo di 27ê meha çileya
pêşîn a 2002an de li Elmanyayê çû ser dilovanîya xwe.
[Bixwîne]
|
|
28.01.2004 - 20:42
"Tenê serokê Elmanya dikare kujerên kurdan serbest berde!"
BERLÎN/PARÎS (amude.com) - Hans-Joachim Ehrig, parêzerê
malbatên siyasetvanê kurd Dr. Sadîq Şerefkendî û
hevalên wî yê berê, ragihand Malpera Amûdê,
ku Elmanya nikare bi hêsanî kujerên kurdan serbest berde. Ji bo
vê yekê, weha Ehring, divê serokê Elmanyayê girtiyan efu
bike û ev yek jî bi prosêsekê ve girêdayî ye.
[Bixwîne]
|
|
28.01.2004 - 16:54
Li Elmanyayê xwepêşandanek
ji bo piştgiriya başûrê Kurdistanê pêk tê
KÖLN (amude.com) - Ji bo piştgiriya biryarên
Perlemana Kurdistanê "Federalîzm li ser bingehên siyasî,
cografî, netewî û dilxwazî", hêzên kurdistanî
ji çend welatên Ewropayê dê roja 07.02.2004an
li bajarê Köln li Elmanyayê xwepêşandaneke
aştyane li dar xînin. Hunermendên kurd Şivan Perwer,
Fatê û Evîna Welat dê bi muzîka xwe beşdarî vê
çalakiya piştgiriyê ji bo başûrê Kurdistanê
bibin.
>> 07.02.2004, demjimêr: 12.00 - Köln - Ebertplatz <<
|
|
28.01.2004 - 15:21
Dr. Cemal Nebez li ser rewşa Kurdistanê diaxive
MÜNCHEN (amude.com) - Li ser daxwaza Komela Kulturê Kurdî li bajarê
elmanî München, rewşenbîrê kurd Dr. Cemal Nebez dê roja
31ê vê mehê li Münchenê
semînarekê li ser rewşa Kurdistanê û bi taybetî ya başûrê
Kurdistanê pêk bîne. Semînar li
Eine-Welt-Haus, Schwanthalerstr. 80, 80336 München, pêk tê û
demjimêr 15.00 dest pê dike.
|
|
28.01.2004 - 14:45
Aliyê navê te
ELMANYA/BIELEFELD (ÊVAR BAŞ) - Li Stenbolê,
nêzîk pirtûkeke helbestan a helbestvan Hoşeng Broka
li jêr navê "Derengî bajêr, weha diniqutim nimêja navê te"
tê weşandin. ÊVAR BAŞ helbesteke dirêj
ji vê pirtûkê di nav rûpelên xwe de
weşandiye.
[Bixwîne]
|
|
28.01.2004 - 14:28
Bew
Rezoyê Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) - Silogana herî cihgirtî li ba rûsan di cenga cîhanî ya duyemîn de:
"Poduha - Mamb zabem!" bû. Ango "Niştîman - Dê gazî dike!"
Belê, dayika dayikan niştîman e, welat e, ax, av û ba ye. Ew xaka rengîn
û asmanê şîn e. Erê, dema dê dike gazî, fîxan dike û banga xwe dighîne zarokên xwe
(niştecihan).
[Bixwîne]
|
|
27.01.2004 - 17:08
Şivan Perwer dê li Australyayê konsêrtan pêk bîne
SYDNEY (amude.com) - Li ser daxwaza kurdên Australya û
yên New Zealandayê, hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer
dê li 4 bajaran australî 4 konsêrtan pêk bîne. Bi van konsêrtan
kurdên wê derê dixwazin bidawîhatina rêjîma
dîktator Sedam Hisên pîroz û cejn bikin.
[Bixwîne]
|
|
27.01.2004 - 16:10
Pêşangeha "Azadiya rengan" a Reşad Yûsiv li Elmanyayê pêk tê
DORTMUND (amude.com) - Li jêr sernivîsa "Azadiya rengan",
dezgeha kulturê ya bajarê
Sulzbach li Elmanyayê dê pêşangeheke ji bo tabloyên hunermendê kurd
Reşad Yûsiv pêk bîne. Ji bilî serokê şaredariya Sulzbachê
Hans-Werner Zimmer, dê hin kesayetî û hunernasên elman
beşdarî vekirina pêşangehê bibin. Pêşangeh
13.02an vedibe û 04.03.04an bi dawî tê. Yûsiv
di 1969an de li Efrînê li başûrê-rojavayî
Kurdistanê ji dayik bû û ji dawiya sala 1997an ve
li Elmanyayê dijî.
[Bixwîne]
|
|
 |
27.01.2004 - 10:15
Serokkomarê Gurcistanê behsa kurdan dike
Dr. Zorab Aloian - ELMANYA/BREMEN (amude.com) - Yekşemba borî, Mîxayîl
Saakaşvîlî bi awêrdeke fermî li paytexta Gurcistanê Tiblîsê
bû serokkomarê Gurcistanê. Bi dehan hezaran temaşevan
li ber Parlamenta Gurcistanê civiyabûn û di gel wan mêvanên payebilind mîna
wezîrên karên derve yê Emêrîkayê Colin Powell û yê Rûsyayê Îgor Îvanov jî
li wir amade bûn. Mîxayîl Saakaşvîlî sond xwar û piştre axavtinek
li ser rewşa dewleta xwe pêşkêş kir û tê de behsa kurdên
Gurcistamê jî kir.
[Bixwîne]
|
|
 |
26.01.2004 - 14:40
Elmanya xwîna kurdan erzan difroşe
TEL AVÎV/BERLÎN (dpa/amude.com) - Hikûmeta Elmanyayê amade ye, ku hersê kujerên
siyasetvanê kurd Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî,
Homayun Erdelan û Nurî Dêhkurdî, yên ku di 17.09.1992an de di
xwaringeha 'Mykonos' de li bajarê Berlînê hatin kuştin, serbest
berde, weha rojnameya israîlî Haaretz îro ragihand.
Kujerên îranî û libnanî
dê bibin berdêlî di bazarvaniya guhertina girtiyan de ya di navbera
Israîl û Hîzbullahê de.
[Bixwîne]
|
|
24.01.2004 - 00:54
Jiyan û biserhata endamên
malbata serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî (I)
Kakşar Oremar - DÜSSELDORF (amude.com) - 58 sal berî niha, bajarê şêrperwer Mihabad li rojhilatê Kurdistanê
şahidê bûyereke giring bû, ku di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî ye.
60 sal berî niha, rewşa cîhanê bi giştî û ya Kurdistanê bi
taybetî gelek paşdemayî bû.
[Bixwîne]
|
|
20.01.2004 - 19:33
Tirkiyê stranbêjên kurd ji xwe re weke dêkor bi kar tîne
Miço Kendeş - GENÈVE (amude.com) - Gava ku berpirsiyara min a hunerî (manager) telefona min kir û got "Tu dixwazî
li Tirkiyê bistrê?", ez bîstekî mijûl mam û gelek tişt di serê min re derbas bûn…
Festîvaleke navneteweyî ya mûzîka miletan (traditional music) her
salekê li bajarekî cîhanê bi navê (STRICTLY MONDIAL) li dar dikeve.
Îsal, 2004an, ew li Stenbolê bi cih dibe.
[Bixwîne]
|
|
20.01.2004 - 17:54
Tifik
Rezoyê Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) - Kalekî sermest di pêkenînokeke serwext de, li ber roniyê
li tiştekî digere. Mirovek lê radiweste, dipirse: "Mamo, tu li çi digerî?" Dibêje:
"Taximê min ji devê min ketiye, ez lê digerim!"
[Bixwîne]
|
|
19.01.2004 - 23:32
Konsêrta Ciwan Haco nîvco bi dawî
bû
Rêbiwar Pîremêrd - STENBOL (amude.com) - Doh li Stenbolê,
konsêrteke hunermend Ciwan Haco bi beşdariya 20 hezar kesan li
Stadyoma Abdi Îpekçî pêk hat. Ji ber nebûna cih, gelek kesan nakarîn bikevin hundir.
Coşa konsêrtê bû sedema ecqeyê û konsêrt di
nîviyê de bi dawî bû. Alîgerên KONGRA-GEL konsêrt
kirin çalakiyeke siyasî û di navebera stranan de
dirûşmên piştgiriyê ji bo Abdullah Ocalan
anîn zimên.
[Bixwîne]
|
|
19.01.2004 - 22:16
Cîhad û Ceblê bê gol wekhev derketin
QAMIŞLO (amude.com) - Leystika ku îro li Qamişloyê di navbera
yanya Cîhad û ya Ceblê de pêk hat, wekhev bi dawî bû. Ne Cîhad û ne jî
Ceblê karîbûn serkeftinê bi dest ve bixin. Bi vê yekê, xaleyên Cîhad
dibin 3ê û ew her ya dawî di rêza yanayên zamdora goka li Sûryayê de dimîne.
[Bixwîne]
|
|
17.01.2004 - 01:29
Têkçunênên yanya Cîhad berdewam dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li bajarê sûrî Lazqiyê,
tîma Cîhad a gokê têkçunên xwe berdewam kir.
Cîhad di leystika li gel tîma Tişrîn de nikarîbû
ti golan bîne, lê di xuleya siyê ji dema windayî de,
Tişrîn golê serkeftinê li ser Cîhad derbas kir. Ev leystik
a pêşî bû, ku Cîhad li gel rahênerê xwe
yê nû Musa Şemas pêk anî.
[Bixwîne]
|
|
17.01.2004 - 00:18
Ferhadê Içmo di nav hezkirina zarokan û bersivên Cegerxwîn de
QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, du berhemên nû yên helbestvan Ferhadê
Içmo hatin belavkirin. Yek ji wan dîwana Içmo
ya 6an a bi navê 'Landik 2' e. Berhema din ji kasêtekê pêk tê,
ku helbestvan Içmo bi dengê xwe pêşberî dengê seydayê Cegerxwîn
rawestiyaye û bersiva çend helbestên wî dide. Ferhadê
Içmo di sala 1960an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bû
û ta niha 6 pirtûkên wî yên helbestê derketine.
[Bixwîne]
|
|
 |
16.01.2004 - 23:17
Ji polîtikayê revîna Ciwan Haco xwekuştina wî ye
Rêbiwar Pîremêrd - STENBOL (amude.com) - Navê Ciwan Haco piştî salên nodî li bakûrê Kurdistanê hêdî hêdî belav bû.
Ewil, tenê ciwanan ew guhdarî dikir. Bi taybetî jî ciwanên xwendekar. Kasetên wî li Tirkiyeyê
tune bûn, lê di bin destan de bi awayekî dihatin peydakirin û kopîkirin.
Piştî ku kaseta wî ya bi navê "Sî û sê gule" li Tirkiyeyê bi awayekî zagonî derkete piyaseyê,
êdî hêdî hêdî ew di nava gel de jî hate naskirin. Dûre kasetên wî yên bi navê "Dûrî", "Bilûra min",
"Destana Egîdekî" û yên din yek bi yek li Tirkiyeyê hatin derxistin...
Ji xwe bi vebûna MED TV re êdî me reng û rûyên wî jî dîtin
û konserên wî jî temaşe kirin..
[Bixwîne]
|
|
 |
14.01.2004 - 17:54
Bêtirî 86% ji kurdên Başûr
federalîzma bêyî Kerkukê napejirînin
DIHOK (amude.com) - Di rapirsekê de li başûrê
Kurdistanê, 86,71% ji kurdan federalîzma bê Kerkukê
napejirînin. 7,64% ji kesên ku pirs ji wan hate kirin, erêkirina xwe
dan sîstemeke federal bo kurdan bêyî hebûna Kerkukê
tê de, û 5,65% ji wan nerîna xwe eşkere nekirin. Rapirs
ji aliyê Navenda Fikrî ve hate kirin.
[Bixwîne]
|
|
14.01.2004 - 16:58
Kurk
Rezoyê Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) - Şivanê berxên gundê me sîpe bû. Kurkekî kevnar li xwe dipêça û di destpêka
buharan de berx li nav dexlan qar dikirin. Me zarokan jî virnîkên xwe dibirin nav
berxên şivên, û li wir dest bi daneheva çavçêlek û penîrokan dikir; carcaran jî
li şinêrekan digeriyan. Lê me xwe ji daneheva sûrimê jî bêpar nedihişt.
Bi ser ku sûrim rengek ji sîrên kovî (xweristî) ye. Lê ji sûrimê jî babetek bi navê
bacê hebû.
[Bixwîne]
|
|
14.01.2004 - 12:41
Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
Şahînê Bekirê Soreklî - SYDNEY (amude.com) - Ez vê nameyê ji we rewşenbîrên ereb re dinivîsînim, ku xwediyên wjdaneke li ser
hîmê mentiqê û edelatê ne, bo rewşenbîrên xwe wek beşekî ji civata
mezin a mirovan, ku bi demê re dihêt guhertin dihesibînin, bo ewên ku piştgiriya
mafên bingehîn ên hemî mirovên cîhanê dikin, paşrehên wan ên neteweyî û olî çi dibin jî.
[Bixwîne]
|
|
13.01.2004 - 16:12
Di Paltalkê de semînarek li ser mafên mirovan
li Sûryayê
QAMIŞLO (amude.com) - Mihemed Emîn Mihemed, endamê Rêxistina Parastina
Azadiyê û Demoqratiyê û Mafên Mirovan
li Sûryayê, dê roja şemiya bê ji bajarê Qamişlo
beşdarî semînareke 'Koçka Qamişlo
Bajarê Evînê' ya Paltalkê bibe û li ser mafên mirovan li
Sûryayê biaxive. Semînar demjimêr 21.00 dest pê dike
û 01.00 bi dawî tê.
|
|
12.01.2004 - 02:28
Richard Perle: Armanca me guhertina siyaseta Sûryayê ye!
WAŞINGTON (afp/amude.com) - Richard Perle, yek ji şêwirdarên
wezîrê Emerîka yê parastinê Donald Rumsfeld, doh li
Waşingtonê ragihand, ku problêmên mezin têkiliyên
di navbera Emerîka û Sûryayê de nexweş dikin. Herweha
wî eşkere kir, ku Emerîka dixwaze siyaseta sûriyan biguherîne.
Emerîka Sûryayê tawanbar dike, ku ew rê ji terorîstan re vedike,
ku biçin Iraqê û bi karê xerabiyê rabin. Herweha ew
piştrast dike, ku çekên kîmyawî
li gel Sûryayê hene û ew wan çêdike.
[Bixwîne]
|
|
 |
11.01.2004 - 22:39
Dadgeha ewlekariya dewletê li Şamê: "Girtiyên kurd
xwestin beşekî ji Sûryayê bi dewleteke biyanî ve girê bidin!"
ŞAM (amude.com) - Îro li dadgeha ewlekariya dewletê li Şamê,
dadgehkirina 7 girtiyên kurd dest pê kir. Dadgehê girtiyan tawanbariya
endametiya rêxistineke îlegal û herweha
perçekirina beşekî ji Sûryayê û girêdana wî bi dewleteke biyanî ve
kir. Girtiyan ev yek inkar kirin. 11 parêzerên kurd û ereb ji bo parastina
girtiyan ketibûn dadgehê. Ji derve, dora 500 kurd û ereb bi
dirûşman doza azadiyê ji bo girtiyan dikirin. Dadgehkirina
girtiyan 3 demjimêran dirêj kir û di 22.02.2004an de berdewam
dike.
[Bixwîne]
|
|
 |
11.01.2004 - 14:16
Li Londonê dê civînek ji bo kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
li dar keve
LONDON (amude.com) - Di 23ê vê mehê de, li Londonê
dê ji aliyê Kongreya Niştiman a Kurdistan
(KNK) ve civîneke giştî ji bo hemî partî, rêxistin
û kesayetiyên ji başûrê-rojavayî Kurdistanê
li dar keve. Di civînê de, dê li ser rewşa cîhanê
ya nî û bidestxistina mafên kurdan li başûrê-rojavayî Kurdistanê
û Sûryayê bête guftûgokirin.
[Bixwîne]
|
|
11.01.2004 - 11:54
40,3 % ji mêvanên el-Cezîrê dengê xwe dan hebûna dewleteke kurdî
DORTMUND (amude.com) - Di dengdana malpera kanala televizyonê
El-Cezîrê de, 40,3 % hebûna dewleteke kurdî
pejirandin û 50,7 % li dijî dewleteke kurdî bûn.
Ji bo vê dengdanê 77512 deng hatin jimartin.
Li gorî hejmara kurd û ereban, encama vê dengdanê ji bo
kurdan tiştekî erênî ye.
|
|
11.01.2004 - 02:44
Cîhad bi sê golan têk çû
Dilêş - QAMIŞLO (amude.com) - Berî du rojan, yana Cîhad li
ser axa xwe li bajarê Qamişlo û di nav cemawerên xwe de tûşî têkçûneka
mezin a din hat, vê carê li ser destê yana el-Mecid a ku ji Sama paytext bûbû mêvan.
Cîhad bi sê golan têk çû, bêyî ku bikaribe golekî jî bavêje.
[Bixwîne]
|
|
11.01.2004 - 02:22
Li Qamişloyê 99 saliya Osman Sebrî hate bibîranîn
Bavê Sozdar - QAMIŞLO (amude.com) - Di 05.01.2004an de, Partiya Yekîti ya Kurd li Sûryayê
li Qamişloyê çalakiyek ji bo 99 saliya Osman Sebrî li dar xist. Komek ji
rewşenbîr, hunermend û komên folklorê kurdî beşdarî
vê çalakiyê bûn û xebat û jiyana
Osman Sebrî bi bîr anîn.
[Bixwîne]
|
|
10.01.2004 - 01:12
Radyoya Navneteweyî ya Swêdê weşanên bi zimanê kurdî
dirêjtir kir
STOCKHOLM (amude.com) - Bi destpêka sala 2004an ve, weşanên
beşê kurdî yê radyoya Swêdê ya navneteweyî (Zayele)
nîv seetê dirêjtir bû. Bi vê yekê, radyoya
Zayele dê 4 caran di hefteyê de programên bi zimanê kurdî
biweşîne.
[Bixwîne]
|
|
09.01.2004 - 14:53
Li Enqereyê kongreya partiya Hak-Par pêk hat
ENQERE (dîha/amude.com) - Di roja 04ê vê mehê de, li Enqereyê
yekemîn kongreya Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) li dar ket. Serokê
partiyê Ebdulmelik Firat dîsa ji bo serokatiya Hak-Parê hate helbijartin.
Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) berî salûnîvekê hatibû
damezirandin.
[Bixwîne]
|
|
09.01.2004 - 13:49
Tajî
Rezoyê Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) - Seyda M. E. Palo -xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike- poêmeke
ji deh hezar (10.000) malik bi navê "Civîna nemiran" hûna bû.
Zîlana poêmê wisa bû: Palo dimre û li wê dunyayê M. E. Xanî dibîne.
Palo dixwaze di riya Xanî re navdarên kurd û kurdewariyê binase.
[Bixwîne]
|
|
08.01.2004 - 23:51
Li Amedê nêzîk Enstîtûya Zimanê Kurdî vedibe
AMED (dîha/amude.com) - Li Amedê dê nêzîk Enstîtûya Zimanê Kurdî vebe.
Ji bo enstîtûyê li bajaroka Huzurevleriyê avahiyek hate çêkirin.
Di nav avahiya enstîtûyê de hem dibistana zimanê kurdî û hem jî enstîtûya
kurdî heye. Herweha enstîtû xwedî saloneke konferansê û pirtûkxaneyekê
ye. Enstîtû dê di meha rêbandanê de bête vekirin.
[Bixwîne]
|
|
08.01.2004 - 23:11
Girtiyên kurd li Sûryayê dê bê parêzer bêne dadgehkirin!?
ŞAM/DORTMUND (amude.com) - Yekşema bê, roja 11ê vê mehê,
dê li dadgeha ewlekariya dewletê li Şamê dadgehkirina 8
girtiyên kurd dest pê bike. Li gel ku bêtirî
127 parêzerên ereb û kurd xwe ji bo paraztina
girtiyan qeyd kirine, lê rêjîma sûrî ta niha
jî nepejirandiye ku ti kes wan biparêze. Hemû girtî
ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandana zarokên kurd di 25.06.2003an
de hatin girtin û ji wê rojê ve bi şêweyekî xurt têne
işkencekirin.
[Bixwîne]
|
|
08.01.2004 - 16:33
Kurdên Binxetê li Elmanyayê dê îsal bi tenê Newrozê cejn bikin
DORTMUND (amude.com) - Rêxistinên Elmanyayê yên partiyên kurdî
li Sûryayê yên li herêma Nord-Rhein Westfalen dê îsal bi tenê
şahiya cejna Newrozê li dar xînin. Ahenga Newrozê dê roja
20.03an
li bajarê Herne pêk were. Di salên dawî de, ji bilî
PKK/KADEK hemî partiyên kurdî li Elmanyayê bi hevre
Newroz cejn dikirin.
|
|
08.01.2004 - 15:30
Helbestvan Merwan Elî dê li Mexribê helbestên xwe bixwîne
ELMANYA/ESSEN (amude.com) - Li ser daxwaza komeleya dostên helbestê li bajarê
Egadîr li Mexribê, helbestvanê kurd Merwan Elî dê roja
10ê vê mehê ji Elmanyayê biçe Mexribê û li
wê derê beşdarî semînarekê bibe û ji
berhema xwe ya neçapkirî "Ava doh" helbestên xwe bixwîne. Herweha ew dê li ser
tecrubeya xwe ya nivîsandina bi zimanê erebî û bandora
zimanê kurdî li ser nivîsandinên xwe biaxife.
[Bixwîne]
|
|
08.01.2004 - 14:06
Li Amûdê "hevîrtirşê erdê" bariya
AMÛDÊ (amude.com) - Li bajarê Amûdê li
başûrê-rojavayî Kurdistanê, vê beyaniyê
xelkê çavên xwe vekirin û dîtin
ku bajarê wan kirasekî sipî li xwe kiriye. Li
Amûdê "hevîrtirşê erdê" bariya, berf bariya.
Li wê derê, taybetî ji bo Malpera Amûdê
çend wêne hatin kişandin.
[Li wêneyan temaşe ke]
|
|
07.01.2004 - 21:01
Televizyoneke internêtî ji bo kurdên Binxetê
dest bi weşana xwe kir
DORTMUND (amude.com) - Yekemîn televizyona kurdî ya li ser internêtê
dest bi weşana xwe kir. Televizyona KNN TV a internêtî, ku ji Holendayê
ve weşana xwe dike, yekemîn programa xwe di malpera xwe de weşandiye.
KNN TV di malpera xwe de nivîsandiye, ku ew telvizioneke taybet û serbixwe ye
û dixwaze raya giştî agahdarî rewşa miletê kurd li
Kurdistanê bi giştî û li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
bi taybetî bike û bibe girêdanek di navbera kurdên li hundir
û derveyî Kurdistanê.
[Bixwîne]
|
|
 |
07.01.2004 - 21:40
101 kurd bangî yekdengiya kurdan ji bo paraztina mafê kurdî dikin
STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, 101 kurd ji seranserî
cîhanê helwesta xwe li dijî sîstema li ser bingehê wîlayetan
li Iraqê diyar dikin û piştgiriya biryara perlemana Kurdistanê
û daxuyaniya Mesûd Barzanî derbarî otonomiya kurdan li Başûrê
Kurdistanê dikin. Herweha ew bangî hemû kurdan li seranserî cîhanê
dikin, ku yekdengiya xwe ya ji bo paraztina maf û daxwazên xwe xurtir bikin.
[Bixwîne]
|
|
07.01.2004 - 18:45
Dawiya dîktatorekî jixwerazî
DORTMUND(amude.com) - Malpera emerîkî military.com
wêneyek Sedam Hisên weşandiye, dema ku ew ji aliyê
leşkerên emerêkî ve hate girtin. Hîn
nediyar e bê ev wêne rast e yan na. Ev wêne yekser
piştî girtina Sedam hatiye kişandin.
Military.com rêklamê ji leşkeriya Emerîkayê
re çêdike û her meh dora 2 milyon caran tê vekirin.
Têkiliyên wê bi leşkeriyê re jî gelekî
xurt in.
[Li wêneyê temaşe ke]
|
|
07.01.2004 - 12:13
Kujerê Anna Lindh li kiryara xwe mukir hat
STOCKHOLM (dpa/amude.com) - Kujerê wezîra Swêdê ya derve
ya berê Anna Lindh li kiryara xwe mukir hat, weha parêzerê
wî îro li Stockholmê ragihand. Mijailo Mijailovic (25) ê
ku bi eslê xwe ji Serbiyayê ye, di 10.09.2003an de
Lindh bi kêrê kuşt. Anna Lindh piştgireke miletê kurd û
doza wî bû.
|
|
07.01.2004 - 16:55
Li Dihokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê dest
bi çalakiyên xwe yên çandî kir
DIHOK (amude.com) – Bi semînareke li gel nivîskar Muhsin Osman,
rêxistina Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê
pêncşema borî dest bi çalakiyên xwe yên çandî
di sala nû de kir. Osman li ser têkstê û şêweyên
wê û herweha nerînên pisporên biyanî derbarî
têkstê rawestiya.
[Bixwîne]
|
|
06.01.2004 - 01:19
Hunermend Reşîd Sofî bû armanca êrîşeke
hêzên ewlekariya siyasî yên sûrî
KOBANÎ (amude.com) - Di ahengeke taybetî de di êvara sersala 2004an de,
hêzên ewlekariya siyasî yên sûrî li bajarê
Kobanî li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê êrîşî
hunermendê kurd Reşîdê Sofî kirin û nehiştin
ku ew stranên bi zimanê kurdî pêşkêş ke.
[Bixwîne]
|
|
05.01.2004 - 19:45
Sûrya ji damezirandina Kurdistaneke serbixwe li
Başûrê Kurdistanê bi tirs e
ENQERE (afp/diha/amude.com) - Di hevpeyvînekê ji bo televizyona
CNN-Turk de, serokê Suryayê Beşar el-Esed eşkere kir, ku
Sûrya li dijî perçekirina Iraqê û damezirandina
Kurdistaneke serbixwe li Başûrê Kurdistanê ye. El-Esed
ev gotin di êvara çûna xwe ya dîrokî
ji bo Tirkiyeyê de gotin.
[Bixwîne]
|
|
05.01.2003 - 12:54
Ruud Gullit dê bibe rahênerê Feyenoord Rotterdam
ROTTERDAM (sid/amude.com) - Stêra holendî ya gokê ya berê
Ruud Gullit dê ji 01.07.2004an ve bibe rahênerê tîma
Feyenoord Rotterdam a holendî. Gullit niha rahênerê helbijardeya
holendî ya leystikvanên kêmî 19e salan e. Di leystikên
Euro 2004an de, ku dê ji 12.06-04.07an li Portugalê pêk werin, ew dê alîkariya rahênerê
helbijardeya Holendayê Dick Advocaat bike.
|
|
03.01.2003 - 17:06
'Helbestan' dest bi weşanê kir
STOCKHOLM (amude.com) - Bi destpêka sala 2004an, li Swêdê
kovareke internêtî ji bo helbestan bi navê 'Helbestan' dest
bi weşanê kir.
[http://members.chello.se/helbestvan]
|
|
03.01.2003 - 04:25
Hêzên kurd û ereb ji bo demoqrasiyê dengê xwe li Sûriyê bilind kirin
Salih Cefer - ARNHEM (amude.com) - Piştî bûyerên salên heştêyî ku li Sûriyê qewimîn, tevgera siyasî ya sûrî bi hemû
hêzên xwe (ji bilî partiyên eniya deshilatdar) kete ber êrîşeke pir dijwar ji aliyê
hêzên leşkerî û paristinên sûrî ve.
[Bixwîne]
|
|
03.01.2004 - 00:55
Yanaya Cîhad a werzîşî 2:2 li gel el-Yeqeze lîst
QAMIŞLO (amude.com) - Di gera şeşan ji zemdora sûrî ya gokê de,
doh li bajarê Dêr el-Zorê li Sûryayê yanaya Cîhad ya gokê leystika xwe ya di li gel yana
el-Yeqeze kir û tê de herdu bi du golan wekhev derketin. Qezzafî Ismet û Salihê Silêman
herdu golên Cîhad avêtin.
[Bixwîne]
|
|
02.01.2004 - 23:19
Çawa qaçaxçiyê kurd Macidê Birkî Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê ji kurdan "paqij" kir û xwe kir dijminê ewropiyan
Sîrwanê Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Macid Birkî (Macid Ehmed Mihemed, 29 salî) qaçaxçiyekî
mirovan e. Li gel grûpa xwe û bi alîkariya rêjîma Sûryayê, wî bi hezaran kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di rêya Libnanê re derxistin Ewropayê.
Bi alîkariya agahiyên polîsên elman, Birkî di 23.04.2003an de li Libnanê
hate girtin. Lê piştî 6 mehan, ew ji aliyê dadmendekî leşkerî
ve serbest hate berdan, li gel ku Birkî li tawanbariyên xwe mûkir hatibû.
[Bixwîne]
|
|
02.01.2004 - 20:29
3 koleksiyon ji 'Mexzena Xwînê' ya Rênas Jiyanî
DORTMUND (ÊVAR BAŞ) - Dîwana helbestvan Rênas Jiyanî ya duyem
bi navê 'Mexzena Xwînê' di nav weşanên 'Belki'yê de li Amedê derket.
ÊVAR BAŞ 3 koleksiyonan ji vî dîwanê diweşîne
û dê di demeke nêzîk de nirxandineke berfireh li
ser koleksiyonên Jiyanî biweşîne.
[Bixwîne]
|
|
02.01.2004 - 17:57
Li Stenbolê "Leyla Fîgaro" û "Duaya êvarê" derketin
STENBOL (amude.com) - berî demekê, du pirtûkên
nû ji weşanxaneya "MÎR" li Stenbolê derketin. Romana
Îbrahîm Seydo Aydoganî "Leyla Fîgaro"
û kurteçîrokên Enwer Karahanî
"Duaya êvarê" hatin weşandin. Ji bo herdu
nivîskaran ev pirtûkên wan ên duyemîn in
ku dikevin ber destê xwendevanê zimanê kurdî.
[Bixwîne]
|
|

| |