30.11.2002
"PERWAN" û "XWENDEVANA NÛ" - du kovarên nû
di malpera Amûdê de
Piştî "El-HÎWAR", "MEWASIM" û "HAJLANME", malpera
Amûdê du kovarên dî hembêz dike û
derfetê dide wan ku bigihên xwendevanê kurd li seranserî cîhanê.
Malpera Amûdê rûpelên xwe bi "PERWAN", kovara Komela
Ciwanên Kurd li Sûriyê, û "XWENDEVANA NÛ",
kovarek çandî û wêjeyî, rengîn dike û
xebata xwe bo çand û wêjeya kurdî berdewam dike.
Herdu kovarên kurdî li Sûriyê têne weşandin û belav kirin.
|
27.11.2002
Bavê helbestvanê kurd Ferhadê Içmo
koça dawîn kir
QAMIŞLO (amude.com) -
Do, roja 26-11-2002an, demjimêr 8ê êvarê, Ebdulbaqiyê Içmo, bavê
helbestvan Ferhadê Içmo, li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê.
|
25.11.2002
Li Şamê
şevbuhêrkên çanda kurdî geş dibin…
ŞAM (amude.com) -
Li bajarê Şamê, paytexta komara Sûriyê, gelek şevbuhêrkên çanda kurdî têne
lidarxistin.
Roja îna 22ê vê mehê, helbestvanê kurd Rewan Bedirxan bi helkefina weşandina
dîwana wî ya nû, komeke ji helbestên xwe yên dîwanî di şevbuhêrkekê de xwendin. Piştre sohbetek li ser rewşa helbesta kurdî li Sûriyê di navbera beşdaran de geriya.
|
23.11.2002
Ebdûla Peşêw bo yekem car bêyî alaya Kurditanê
helbestên xwe dixwîne
DUHOK (amude.com) - Ji bizavên Yekîtiya
Nivîskarên Kurd / Duhok, li şeva roja 21.11.2002an de û
li hola Xanî li serokatiya Zanîngeha Duhokê
rûniştineka çandî bo helbestvanê kurdperwer EBDULA
PEŞÊW li ser ezmûna wî ya helbestî hate lidarxistin.
|
21.11.2002
"Şer nêzîk dibe û dengê
Kurdan li Sûriyê tê guhdar kirin"
BOSTON (amude.com) -
Rojnameya emêrîkî
"The Christian Science Monitor" a ku li Boston tê weşandin,
di hejmara xwe ye dawî de (20.11.2002)
raporeke taybetî li ser Kurdên Başûrê
Rojavayê Kurdistanê weşand.
Rojnamevan Nicholas Blanford di rapora xwe de rewşa Kurdan li wî perçeyê
Kurdistanê bo xwendevanên emêrîkî eşkere dike, û
hêviyên wan bi guhertinên nêzîk li Iraqê tîne ziman.
|
18.11.2002
Hevdîtina nivîskarên kurd û alman
DRESDEN/ALMANYA (amude.com) -
Ji 22-24.11.2002an, li bajarê Dresden/Almanya
nivîskarên alman û yên kurd ji her çar perçeyên Kurdistan
hevdîtineke wêjeyî pêk tînin. Mijara hevdîtinê
"hilanîna bend û astengiyan di navbera gelan de, û
hevnasîn û pêkanîna aştiyê" ye.
|
17.11.2002
Rêya Düsseldorf û Qamişloyê serê salê vedibe
DÛSSELDORF (amude.com) -
Ji serê salê û pê ve, "AIR TIGRIS" dest
pê dike ko rêya balafiran di navbera Qamişlo û
Düsseldorfê li Elmanyayê veke.
Balafir dê her yekşem ji Düsseldorfê
biçe Qamişloyê li Rojavayê Kurdistanê.
|
17.11.2002
Zana Farqînî: Li ser zimanê helbesta kurdî
Nivîsa nivîskar ZANA FARQÎNÎ "Li ser zimanê helbesta kurdî"
ya ku malpera Amûdê di beşê ziman de weşandibû,
di hejmara rojnameya
PEYMAN - EDEB
Û HUNER a nû de (13.11.2002) bi tîpên erebî
hatiye weşandin.
|
16.11.2002
Mehrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê
H E L W E S T N A M E
Ji deh salan û vir ve, her sal mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê li dar dikeve.
Ev çalakî, li seranserî herêmên kurdan, dikarîbû di demeke kurt de bibe çalakiya
rewşenbîrî ya herî serekî.
|
16.11.2002
"BIDE DÛ DILÊ XWE" - Pirtûka Susanna Tamaro bi kurdî derket
STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê û ji weşanxaneya DOZê,
romana binavûdeng a nivîskara îtalî Susanna Tamaro
"BIDE DÛ DILÊ XWE" bi zimanê kurdî derket.
Ev roman ji aliyê nivîskar Zinarê Xamo ve hatiye wergerandin.
|
13.11.2002
Duyemîn festîvala filmên kurdî li Londonê
LONDON - Ji 15 ta 28ê vê mehê, duyemîn
Festîvala Filmên Kurdî li Londonê li dar dikeve.
|
13.11.2002
Parlemana Kurdistanê biryara helbijartinên giştî berî tîrmeha 2003an da
HEWLÊR - Parlemana Kurdistanê di civîna xwe ya do de biryar da
ku komîteyekê ava bike da ew komîte herî dereng berî tîrmeha
2003an hilbijartinên giştî organîze bike û amade bike.
|
13.11.2002
Nameyek sipasiyê ji nivîskar û rojnamevanê kurd
Ibrahîm El-Yûsif
QAMIŞLO (amude.com) -
Nivîskar û rojnamevanê kurd Ibrahîm El-Yûsif
di nameyekê de ku ji Malpera Amûdê re şand,
sipasiya hemû kesan dike yên ko piştî
koçkirina bavê wî, Melle Ebdulwehabê Şêx Ibrahîm,
serxweşiya wî kirin.
|
13.11.2002
SALVEGERA 42mîn A ŞEWATA SÎNEMEYA AMÛDÊ
Îro berî 42 salan, roja 13-11-1960î, sînemeya
bajarê Amûdê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê
şewitî, û pê re bêtirî 280 zarokên kurd ên
vî bajarî.
|
12.11.2002
Hunermendên kurd di pêşangehek hunerî de
li Şamê
Şam (amude.com) -
Bi beşdarbûna 5 hunermendên kurd,
"Navenda Çanda Firansî" li Şama paytext
pêşangehek hunerî li dar dixe.
|
12.11.2002
Peyamnerê Kurdistan TV, Ehmed Arif çû ber dilovaniya Xwedê
Duhok (amude.com) -
Li spêdehiya roja 10.11.2002an û bi egerê
lêkdana tirombêlê, peyamnêr Kurdistan Tv yê Duhokê Ehamed Arif çû ber
dilovaniya Xwedê.
|
12.11.2002
"ALFABE"ya M. Emîn Bozarslan
ji nû ve hate çapkirin
Heleb (amude.com) -
Ji weşanên rojnameya (NEWROZ)ê -(4)- "ALFABE"ya Mihemed Emîn
Bozarslan ji nû ve hate çapkirin û belavkirin.
|
12.11.2002
Kovar û rojnameyên kurdî li Sûriyê yekbûna
parlemana Kurdistanê pîroz dikin
Heleb (amude.com) -
Di nameyekê de bo endamên parlemana Kurdistanê,
15 kovar û rojnameyên kurdî li Sûriyê
yekbûna herdu parlemanên li Başûrê Kurdistanê
pîroz kirin.
|
09.11.2002
Radyo SBS: Hevpeyvîn li gel Dilbixwîn Dara û Sîrwanê Hecî Berko
SYDNEY (amude.com) - Di programa xwe ya îro de, Şahînê Bekirê Soreklî
ji beşê kurdî ya
radyoya SBS a australî, hevpeyvîneke li gel Dilbixwîn Dara,
berpirsê AVESTA,
û Sîrwanê Hecî Berko, berpirsê Malpera AMÛDÊ,
pêk anî. Di konferenseke telefonî de, hersî li ser rojnamegeriya kurdî û
rola malperên internêtê bo ziman û çanda
kurdî rawestiyan.
|
09.11.2002
Keçeke kurd li Fînlandiyayê bi kuştinê têt tehdît kirin
HELSÎNKÎ (KK) - Gef û hereşe û tehdîdên li keç û jinên kurd
didomin. Niha keçek kurd li Fînlandayê ji malbata xwe reviye ji ber
ku dêbavên wê mêrek jê re peyda kiriye, lê keçik naxwaze pê re bizewice.
|
09.11.2002
Qamişlo rewşenbîrên kurd hembêz dike
QAMIŞLO (amude.com) -
Yekemîn car e ku birek ji rewşenbîr û nivîskarên Duhok û Hewlêrê
bi rewşenbîrên Qamişlo re kom dibin.
|
09.11.2002
NAMA EVÎNÊ - Kasêta hunermend Mehmûd Ezîz Şakir a nû
HELEB/Sûriyê (amude.com) -
Li bajarê Helebê kasêteke nû ya hunermendê kurd
Mehmûd Ezîz Şakir bi navê "NAMA EVÎNÊ" derket.
|
08.11.2002
Festîvala Hejarê Mukriyanî li Hewlêrê
HEWLÊR (amude.com) -
Li Hewlêrê, û ji 3-5ê vê mehê, Wezareta Rewşenbîrî ya hikumeta
herêma Kurdistanê festîvaleke rewşenbîrî bo helbestvan, wergêr
û xemxwarê peyva kurdî, nemir Hejarê Mukriyanî, pêk anî.
|
08.11.2002
Kurdistana Iraqê: deh sal ji mafê çarenûsî û
perspektîvên paşeroja -
Konrefanseke cîhanî
Odense/Danmark (amude.com) -
Beşê xwendinên Rojhilata Navîn li Zanîngeha
Başûrê Danmarkê
(University of Southern Denmark's Middle East Studies) di rojên
30.11-01.12 konferanseke cîhanî pêk tîne. Babeta
konferansê dê "Kurdistana Iraqê: deh sal ji mafê çarenûsî û
perspektîvên paşeroja" be.
|
08.11.2002
Dergûşa Nasnameyê - pirtûka dersê ya nû ji bo polên 8-9 û lîseyê
STOCKHOLM (Dibistana Kurdî) -
Skolverketê (Dayreya karûbarên dibistanan) bi navê ”Dergûşa Nasnameyê"
pirtûkeke kurdî ya dersê weşand.
|
06.11.2002
Bavê helbastvan û rojnemevan Ibrahim El-Yûsif çû ser dilovaniya Xwedê
QAMIŞLO (amude.com) - Di roja sêşeşma borî de, demjimêr
yekê nîvro, Mele Ebdulwehabê Şêx Ibrahîmê Girêsiwê li bajarê
Qamişlo çû ser dilovaniya Xwedê.
|
|
|