www.amude.com
www.amude.com - navenda çanda kurdî
|destpêk| nûçe| muzîk| huner| bajar| wêje| ziman| epirtûk| nerîn| torevanî| belgexane| proje|
|emaila te| deng| lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| têkilî| erebî|

30.12.2002 - 23:20

Serxweşî bo Hemreş Reşo li Stockholmê

STOCKHOLM (amude.com) - Komîteya Hevkariyê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê dê roja 05.01.2003an, demjimêr: 14.00e, li Stockholmê, Tensta Träff, serxweşiyekê bo serokê rehmetî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur, Hemreş ReŞo, li dar xînin.
30.12.2002 - 01:19

HEMREŞ REŞO: "Bes in zêdegaviyên netewî û xapandina gel bi avakirina Kurdistaneke serbixwe."

HELEB (amude.com) - Berî koça siyasetmedar û welatperwerê kurd HEMREŞ REŞO ya dawîn bi demeke kurt, rojnamevan Ibrahîm Ibrahîm hevpeyvînek bi serokê PDK-Bakur re li "Çiyayê Kurmênc" li Kurdistana Sûriyê çêkiribû. Ev hevpeyvîn cara yekemîn li vêderê tê weşandin.
Fermo hevpeyvînê bixwîne
29.12.2002 - 18:19

Kurdên "Binxetê" di bernameyeke taybetî de
BRÛKSEL (amude.com) - Di bernameyeke taybetî de, kenala Medya TV dê roja îna 03.01.2003an, demjimêr 20.00, piştî nûçeyên tirkî, guftûgoyeke berfireh li ser pirsgirêka kurd li Başûrê Rojavayî Kurdistanê biweşîne. Bername dê li ser rewşa siyasî, çandî, aborî û civakî be li gel guftûgoya li ser rêyên çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê û li Kurdistanê.
Nûçeyê bixwîne
29.12.2002 - 17:59

"NEWROZ" û "DENG" banga azadiya girtiyên kurd dikin

ŞAM (amude.com) - Di bangekê de ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, kovarên kurdî "NEWROZ" û "DENG" girtina herdu siyasetmedarên kurd, Hesen Salih û Merwan Osman, şermezar dikin û ji "banga hemî hêzên kurd, netewa Sûriyê û komîteyên mafên mirovan dikin ku piştgiriya van girtiyan û doza berdana wan bikin".
Nûçeyê bixwîne
28.12.2002 - 02:36

Hemreşê Reşo dê li Kurdistanê bê veşartin

DUISBURG (amude.com) - Li gor agahiyên ji malbata Hemreşê Reşo yê ku do li Almaniyayê çû rehmetê, ew dê roja duşemê canê Hemreş bibin gundê jidayikbûna wî Kaxta, nêzîkî bajarê Semsûrê (Adiyaman), û li wêderê di nav axa Kurdistanê de veşêrin.
Hêjayî gotinê ye ku serxweşiya malbata Hemreş dê îro û sibe li bajarê Mülheim (Ruhr) li Almaniyayê be. Piştî van rojan dê li kuderê be, hîn ne diyar e.
Navnîşan: Aktienstrasse 23a, 45468 Mülheim (Ruhr)
telefon: +49 170-5273158 (Beyrem), +49 171-2141771 (Rojhilat Amedî), +49 160-4407933 (Fikret)
27.12.2002 - 21:48

Hemreş Reşo ji yên pêşî bû ku di rêya tora kurdî de xebat li Ewropa kir

HANNOVER (amude.com) - Di daxuyaniyekê de ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan -Rojava- li Elmaniya" xemgîniya xwe li ser mirina serokê "PDK-Bakur" Hemreş Reşo yê ku îro li Almaniyayê koça dawîn kir, diyar dike.
Di daxuyaniyê de, yekîtiya nivîskaran serxweşiyê ji hemî nivîskarên kurd û ji malbata Hemreş re dixwaze û dibêje ku rehtemî "di dilê me de ye, milk û mîratê Kurd û Kurdistan e".
Daxuyaniya "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan -Rojava- li Elmaniya"
27.12.2002 - 19:50

Hemreş Reşo çû ser dilovaniya Xwedê

BERLÎN (amude.com) - Îro di nexweşxaneya bajarê Duisburgê li Almaniyayê, demjimêr 5ê sibehê, serokê "Partiya Demokrata Kurdistan - Bakur" Hemreş Reşo dawîn kir. Hemreş ji zûde bi nexweşiya pîs û xedar penceşêrê ketibû.
Rehmetî jinekê û 5 zarokan bi dû xwe hişt.

Bo têkiliyê: +49 171-2141771 (Rojhilat Amedî), +49 160-4407933 (Fikret)

HEMREŞ REŞO Û HAWARA WÎ YA SALÊN 1960-1975
27.12.2002 - 00:53

Serokwezîrê Kurdistanê bi gel re diaxife

HEWLÊR (amude.com) - Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dê roja 28.12.2002an, demjimêr: 19.00, bibe mêvanê "Koçka Kurdistanê" di programa Paltalkê de û bi Kurdan re li ser rewşa Herêma Kurdistanê biaxife.
"Koçka Kurdistanê" odeyeke axaftinê ye di programa Paltalkê de. Ev koçk ji aliyê endamên "Partî Demokratî Kurdistan-Iraq" tê birêve birin.
Fermo PALTALK daxîne compûtera xwe
25.12.2002 - 20:27

Şemsedînê Mistefa, pêşmergeyê dawî ji şervanên mala Eliyê Ûnis, koça dawîn kir

QAMIŞLO (amude.com) - Do, roja 24-12-2002an, demjimêr 11ê êvarî, li bajarê Qamişloyê Şemsedînê Mistefayê Eliyê Ûnis çû ber dilovaniya Xwedê. Îro bi beşdarbûna cemawerekî mezin ew di goristana "Qidûrbeg" de hat veşartin.
Nûçeyê bixwîne
25.12.2002 - 01:17

Hesen Salih û Merwan Osman di zindana "Adra" de ne

STOCKHOLM (amude.com) - Nûnerê rêxistina Ewropayê ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê" ragihand Malpera Amûdê ku herdu girtiyên kurd li Sûriyê, Hesen Salih (60 salî) û Merwan Osman (40 salî), niha di zindana "ADRA" li Şama paytext de ne. Ta niha tikesî nikarîbû bi wan re têkeve têkiliyê.
Nûçeyê bixwîne
24.12.2002 - 03:32

Sala 2003an - sala Seydayê Cegerxwîn

QAMIŞLO (amude.com) - "Hevdîtina Çandeyî" li parêzgeha Cezîrê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê biryar stend ku sala 2003an bibe sala Seydayê Cegerxwîn. Di sala 2003an de sed sal li ser jidayikbûna Seydayê Cegerxwîn re derbas dibe.
Nûçeyê bixwîne
23.12.2002 - 01:22

Ahenga Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî li Qamişloyê pêk hat

Di roja 19-12-2002an de, li mala Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamişlo û bi amedebûna keça wî xanim Sûad û zavayê wî avokat Osmanê Osman, "Xelata Seydayê Cegerxwîn a yekemîn" di ahengekê de hate dayîn - piştî 18 salan ji koçkirin û sed salî ji dayikbûna wî. Helbestvan Seydayê Keleş yekmemîn xelata Cegerxwîn wergirt.
Rapora Konê Reş bixwîne
22.12.2002 - 21:56

"Rewşenbîrên Kurdistanê gelekî zîrektir û berhemdartir in ji rewşenbîrên derveyî Kurdistanê"

Di hevpeyvîneke bo kovara "Peyman - Edeb û Huner" (hejmar 116, 18.12.2002 /tîpên erebî) ya ku li Başûrê Kurdistanê tê weşandin, helbestvan Tengezarê Marînî dibêje ku rewşenbîrên Kurdistanê gelekî ji rewşenbîrên derveyî Kurdistanê zîrektir û berhemdartir in.
Fermo hevpeyvînê bixwîne (pdf)
21.12.2002 - 01:27

"Yekîtiya Niviskarên Kurd/Duhok" du semînar li dar xistin
DUHOK (amude.com) - Ji çalakiyên "Yekîtiya Niviskarên Kurd/Duhok" û bi hevkariya Navenda Şawişka, roja 15.12.2002an li hola Mihemed Arifê Cizîrî li Duhokê, simînarek ji bo Nermîn Qeredaxî hate lidarxistin.
Nûçeyê bixwîne
20.12.2002 - 01:23

"Mewceton min behrî ehzanî" û "Jan û jiyan" -
du behemên nû li Şamê çap bûne.


ŞAM (amude.com) - Di dema dawî de, du dîwanên helbestan li Samê çap bûne: "Mewceton min behrî ehzanî" (Pêlelek ji deriya kovanên min) sernavê dîwana helbestvana kurd Diya Ciwan e. Ev dîwan ji aliyê wegêrê kurd Şêx Tewfîqê Huseynî hatiye wergerandin bo zimanê erebî, û li çapxaneya Yazecî li Samê çap bûye. Dîwan ji 29 perçeyên helbestî pêk tê.
Nûçeyê bixwîne
20.12.2002 - 00:51

Herêmên Efrîn û Kobanê di bin berfê de mane

HELEB (amude.com) - Do, piştî baraneke pir xurt bi ser herêma Efrîn û Kobanyê de, berfek xweş barî û serma rojên dawî şikand. Berfê rê girtin, bi taybetî derdora Reco rêyên di nav gundan de hatin girtin.
Nûçeyê bixwîne
18.12.2002 - 11:32

Ji weşanên Malpera Amûdê du pirtûkên nû

Malpera Amûdê du pirtûkên nû di forma dîcîtal de pêşkêşî xwendevanê kurd dike:
Dîwana helbestan a helbestvan Xêrî Bozan "Hêlameve" û "Rewşa xwendinê li kampa Mêrdînê" (berhevkirina Xêrhat Abid û Guhdar Ebdulezîz).
Rûpela pirtûkan
17.12.2002 - 23:43

Helbestvana kurd Diya Ciwan şevbuhêrkek helbestê li navenda çanda rûsî li Şamê li dar xist

ŞAM (amude.com) - Doh, 16ê vê mehê, helbestvana kurd Diya Ciwan di gel helbestvanê felestînî Ewed Se'ûd Ewed şevbuhêrkek helbestê li "navenda çanda rûsî" li Şamê li dar xist. Diya Ciwan komek ji helbestên xwe yên wergerandî bi zimanê erebî xwendin.
Nûçeyê bixwîne
16.12.2002 - 23:35

Serokê Sûriyê hewceya şerê Iraqê nabîne

LONDON (dpa-AFX/amude.com) - Serokê Sûriyê Beşar El-Essad bawer dike ku pirsa Iraqê dê bi aşîtiyê çareser bibe. "Ta niha hikumeta Iraqê gelekî alîkar e", Essad duşemê piştî civîna bi serokwezîrê brîtanî Tony Blair li Londonê got.
Nûçeyê bixwîne
16.12.2002 - 23:12

Nîgarkêşa kurd Cîhan Ibrahîm di bernameya "Derya rengan" de

BONN (amude.com) - Di hevpeyvîneke bi bernameya "Derya rengan" re di Medya TV de, nîgarkêşa kurd Cîhan Ibrahîm li ser hunera kurdî bi giştî û ya xwe bi taybetî axift. Hevpeyvîna pê re dê sibe, sêşema 17.12an, demjimêr 10.30, bê weşandin.
Nûçeyê bixwîne
16.12.2002 - 20:53

Endamên komîteya Yekîtî ya siyasî li Sûriyê hatin girtin

ŞAM (amude.com) - Li gor agahiyên rêxistina derve ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê", Merwan Osman û Hesen Salih - du endamên komîteya siyasî ya partiyê - li Şama paytext ji aliyê polîsên Sûriyê ve hatin girtin.
Nûçeyê bixwîne
16.12.2002 - 00:41

Kerîm Biyanî bû mêvanê "Hevdîtina Sêşemê ya Çandî" li Qamişloyê

QAMIŞLO (amude.com) - Şemiya borî li bajarê Qamişloyê, nivîskarê kurd Kerîm Biyanî bibû mêvanê "Hevdîtina Sêşemê ya Çandî". Biyanî li ser rê bû ber bi Başûrê Kurdistanê ve.
Nûçeyê bixwîne
15.12.2002 - 23:16

Xwepêşandaneke Kurdan li Londonê

LONDON (amude.com) - Di daxuyanikê de ku ji malpera Amûdê re hate şandin, komîteya rêxistina Ewropa ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê" bangî "hemû hêzên kurd û welatparêz û raya giştî ya navnetewî" dike ku sibe, duşema 16.12an, demjimêr 11ê beyanî, bi helkeftina seredana serokê Sûriyê Beşar El-Esed li pêşiya "Big Ben" û perlemana Ingiltirayê li Londona paytext xwepêşandanekê li dar bixin.
Nûçeyê bixwîne
14.12.2002 - 03:20

"KEZÎZER"a helbestvan Kemal Necim derket

BEYRÛT (amude.com) - Ji weşanxaneya Amerda li Beyrûtê pirtûka helbestvan Kemal Necim a bi navê "Kezîzer" derket. "Kezîzer" pirtûka Necim a yekemîn e.
Nûçeyê bixwîne
14.12.2002 - 01.30

ÊVAR BAŞ - pencereyek nû ji bo çand û wêjeya kurdî

Ji 01.01.2003an ve, pencereyeke nû û azad bo çand û wêjeya kurdî di malpera Amûdê de vedibe.
Fermo ÊVAR BAŞê binasin û beşdarî geşkirina vê pencereyê bibin.
www.evarbash.com
13.12.2002 - 22:12

"Bernama Kurdî" dema weşana xwe diguhere

KÖLN (amude.com) - "Bernama Kurdî", bernameyek di radyoya almanî de li herêma Nord-Rhein Westfalen li Rojavayî Almaniyayê, dema weşanê ji serê salê û pê ve diguhere. Dema weşana wê ya nû dê ji 04.01.2003an ve her şemî ji seet 19.00-19.30an be, û her yekşem ji seet 21.30-22.00an bê dubare kirin.
Nûçeyê bixwîne
13.12.2002 - 21:40

Helbestvan Tengezarê Marînî li Kurdistanê ye

DUHOK (amude.com) - Helbestvanê kurd Tengezarê Marînî, berpirsê "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Rojava", ev çend roj ku seredana Kurdistana azad dike.
Nûçeyê bixwîne
13.12.2002 - 19:03

Ahenga Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî li Qamişloyê tê dayîn

QAMIŞLO (amude.com) - Helbestvan Ibrahîm El-Yûsif, çavdêrê "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî", ragihand ku ahenga xelatkirina helbestvan Seydayê Keleş dê roja 17.12.2002an, demjimêr 8ê êvarî, bi beşdarbûna xanim Sû´ad Cegerxwîn, keça Seydayê Cegerxwîn, û jimareke mezin ji rewşenbîr û rojnamevanên kurd, ereb û aşûrî li mala Cegerxwîn li bajarê Qamişlo li dar keve.
Nûçeyê bixwîne
12.12.2002

Xizmên endamên Partiya YEKÎTÎ hatin binçav kirin

STOCKHOLM (amude.com) - Li gor daxuyaniyeke Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (Peyvdarê derveyî) çend xizmên endamên vê partiyê li Sûriyê hatin binçav kirin. Sedemê van binçavkirinan çalakiya protestoyê ye ya ku berî du rojan li pêşiya perlemana Sûriyê pêk hat.
Nûçeyê bixwîne
11.12.2002

Konsêrtek Nasirê Rezazî li Duhokê pêk hat

DUHOK (amude.com) - Hunermendê kurd Nasir Rezazî îro li Duhokê konsêrtek hunerî bi berhevbûna hejmareka zor ji cemawerî li hola Mihemed Arifê Cizîrî pêk anî.
Nûçeyê bixwîne
11.12.2002

GERA PÊNÛSÊ - pirtûka Salihê Kevirbirî ya nû

Stenbol (amude.com) - Piştî "Filîtê Quto" û "Karapetê Xaço", bi "GERA PÊNÛSÊ" (Civak-Portre-Gotar-Gotûbêj) pirtûka nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî ya siyemîn di demeke nêzîk de ji nav "Weşanên Pêrî" li Stenbolê derdikeve.
"GERA PÊNÛSÊ" ji 256 rûpelan pêk tê.

Bo têkilîdanînê: Salihê Kevirbirî (e-mail: salihkevirbiri@hotmail.com)
Pêrî: Mesrutiyet Cad. Ankara Apt. No: 48/2 Galatasaray Beyoglu (0090 212 251 49 01)
10.12.2002

Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê protesto dikin

Şam (amude.com) - Di hevpeyvîneke telefonî de bi malpera Amûdê re, birêz Ebdulbaqî Yûsif, berpirsê giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, daxuyand ku îro ji demjimêr 11-12 dora 200 Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê li Şamê protesto kirin. Çalakiya protestoyê bê ti problêman derbas bû.

Nûçeyê bixwîne
10.12.2002

Roja cîhanî ya mafên mirovan

Îro berî 54 salan (10.12.1948), "Danezana gerdûnî ya mafên mirovî" ji aliyê Komeleya Neteweyên Yekgirtî (NY) hate biryar kirin.
Di bîranîna vê biryara giring de, malpera Amûdê careke din "Danezana gerdûnî ya mafên mirovî" bi zimanê kurdî (wergerandina: Dr. Kamiran Bêkes) diweşîne:
"Danezana gerdûnî ya mafên mirovî" (pdf)
10.12.2002

Di Pêncîûçar saliya belgeya mafê mirovan de

Ji dema maf û azadiyên mirovan ketine destê civakê û ji bo maf û kesîtiyên xwe biparêzin, jiyaneke bêtirs, azad û wekheviyê pêk bînin, xebat û têkoşîna xwe berdewam kirine. Di bin bandora xebat û têkoşîna mirovan de, guhartin û destkeftiyên curecur derketin holê. Ew ji maf û azadiyên bingehîn re bûne stûn.
Gotarê bixwîne
09.12.2002

"Komele û saziyên kurdî li Almaniyayê - cih, armanc û berhengarî" - Civînek zanistî li Almaniya

BONN (amude.com) - Navenda "NAVEND" bo lêkolînên kurdî li Almaniyayê, roja 14ê vê mehê, demjimêr 9.45-17.30, li bajarê Bonnê civîneke zanistî li dar dixîne. Babeta vê civînê "Komele û saziyên kurdî li Almaniyayê - cih, armanc û berhengarî" ye.
Nûçeyê bixwîne
09.12.2002

Evdê Gedo çû ser dilovaniya Xwedê

QAMIŞLO (amude.com) - Do, roja 08-12-2002an, demjimêr 8ê êvarî, li gundê Gedo, navbera Qamişlo û Hisiça, kalemêrî kurd (Evdê Gedo) çû ber dilovaniya Xwedê, û îro bi beşdarbûna cemawerekî mezin li gundê Gedo hate veşartin.
Evdê Gedo bavê siyasetmedarê kurd Salihê Gedo bû.
Nûçeyê bixwîne
04.12.2002

Di 24 saliya koçkirina Mîr Dr. Kamîran Elî Bedirxan de

Konê Reş - Qamişlo

Îro berî 24 salan, di roja 4-12-1978an de, mîrê doktor Kamîran Elî Bedirxan li Parîsê koça dawîn kir.
Bi koçkirina wî, stêrek geş û bi ronahî di asmanê welat de rijiya.
Gotarê bixwîne
04.12.2002

Helbestvan Ehmed Huseynî bi ziman û şêweyê xwe yê taybet rengekî nû da helbesta kurdî

Helbestvan Ehmed Huseynî bi ziman û şêweyê xwe yê taybet rengekî nû da helbesta kurdî. Wî bandoreke girîng li nifşa nû kir û ji bo helbestvanên ciwan bû mînakek berbiçav. Niha 'Dîwan'a Huseynî ji aliye Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Helbestvan Îrfan Amîda û Kawa Nemir li ser Huseynî nivîsî.
Gotarê bixwîne
02.12.2002

Yekemîn "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî" helbestvan Seydayê Keleş wergirt

QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, komîteya "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî" helbestvanê kurd SEYDAYÊ KELEŞ helbijart bo wergertina yekemîn xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî.
Nûçeyê bixwîne

Berdewam bike (Erşîva meha 11/2002)
navê-te@amude.com
Nav (Login)
Şifre (Password)
Nûhatî?
Xwe qeyd bike!
ÊVAR BAŞ & NIVÎS
ÊVAR BAŞ
NIVÎS
Rûpela destpêkê
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê bike rûpela xwe ya destpêkê!
Bookmark
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê derbasî lîsteya "favorîtên" xwe!

 ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]