www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

30.09.2003 - 18:19
Programa Kongireya KOMKAR a 18ê li Elmanyayê

BOTTROP (amude.com) - Vê şemiyê, kongireya 18ê ya KOMKAR-Elmanya li bajarê Bottrop li dar dikeve. KOMKAR programa kongireyê îro diyar kir. >> Bixwîne

30.09.2003 - 11:18
Pêşangeha 'Xabûr' a Zubêr Yûsif li Elmanyayê

WUPPERTAL (amude.com) - Hunermendê kurd Zubêr Yûsif dê ji 06-27.10an tablo û peykerên xwe di pêşangehekê bi navê 'Xabûr' de li pirtûkxaneya Barmen a bajarê elmanî Wuppertal pêşkêş ke. >> Bixwîne

29.09.2003 - 21:21
Li Vienayê çampyona fotbola roboteran li dar dikeve

VIENA (dpa/amude.com) - Bêtirî 100 tîm ji 21 welatan hatine paytexta Nemsayê Viena, da ku beşdarî çampyona fotbola roboteran a cîhanê bibin, a ku îro dest pê kir. Zanîngeha Teknîkê (TU) li Viena vê çalakiyê amade dike. >> Bixwîne

29.09.2003 - 20:46
Pêşangeheke pirtûk û kasêtên kurdî-farisî li Kopenhagenê

KOPENHAGEN (amude.com) - Pirtûkfiroşa Erzan li Swêdê dê di rojên 4-7.10an li paytexta Danmarkê Kopenhagen pêşangeheke pirtûk, kasêt û CDeyên muzîkê yên kurdî û farisî li dar xîne. Pêşangeh dê di wan rojan de ji 11 ta 7ê êvarî vekirî be. >> Bixwîne

29.09.2003 - 20:22
Ji ber kuştina keça xwe, bavekî kurd dê jiyana xwe di zindanên ingilîzî de derbas bike

LONDON (kurdishmedia.com/amude.com) - Piştî ku Ebdela Yûnis di 12.10.2002ê de keça xwe Heşu ya 16e-salî kuştibû, ew doh ji aliyê dadgehekê li Londonê hate tawanbar kirn û dê tevaya jiyana xwe di zindanê de derbas bike. Yûnis 48 salî ye û Kurdekî Başûrê Kurdistanê ye. >> Bixwîne

29.09.2003 - 20:06
Bavê nivîskar Mişel Temo mir

QAMIŞLO (amude.com) - Çarşema bûrî, Hecî Nihayetê Temo Axa, bavê nivîskar Mişel Temo, koça dawîn kir. Temo di sala 1922ê de li gundê Til Êlûnê nêzîkî bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûbû. Ew li gundê Cenaze hate veşartin. >> Bixwîne

29.09.2003 - 17:27
Li London jî xwepêşandaneke Kurdan

LONDON (amude.com) - Rêxistinên Brîtanyayê yên Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurdî li Sûryayê û Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê dê bi hevkariya partî û rêxistinên kurdistanî li Brîtanya xwepêşandanekê li pêşiya baylozxaneya Îtalyayê li Londonê li dar xînin. Xwepêşandan ji 11.00 ta 14.00 didome. >> Bixwîne

29.09.2003 - 14:08
Li Japonê pîrtirîn mêr li cîhanê mir

TOKYO (dpa/amude.com) - Yukichi Chuganji, pîrtirîn mêr li cîhanê, doh li mala xwe li Japonê mir. Temenê wî bûbû 114 sal. Malbata wî ragihand, ku rewşa wî ya tendurustî baş bû û wî ta dawî jî 3 caran di rojê de xwarin dixwar. Kêfa wî pir ji şêraniyê re dihat û wî pir karamêl bi diranên xwe (!) dixwar. >> Bixwîne

29.09.2003 - 12:23
'Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê protestoyeke bêdeng dixwaze'

DORTMUND (amude.com) - Partiyên kurdî li Sûryayê ta niha li ser şêweyê çalakiya protestoyê di 05.10an de li Şamê li hev nekirine. Berpirsê rêxistina Belcîkayê ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê Zîwer Umer ragihand, ku Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê xwepêşandaneke protestoyê ya bêdeng, bêyî hildana dirûşman û bi hejmarake ji kesan, ku ne bêtirî 150î bin, dixwaze. Lê partiyên din vê yekê napejirînin. >> Bixwîne

27.09.2003 - 17:50
Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî kî bû?

DORTMUND (amude.com) - Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî (Seîd) yek ji kesayetiyên herî şareza yên Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew di roja 21ê berfanbara sala 1937ê de li malbateke niştimanperwer, li gundê Erexeya Bokanê ji dayik dibe. Di temenê zarokatiyê de, bavê wî dimire û serperestiya wî dikeve ser milê birayê wî yê mezin mamoste Hejar. >> Bixwîne

27.09.2003 - 13:48
Kujerên Kurdan dê bibin berdêlî di bazarvaniya di navbera Israîl û Hîzbullah de??

DORTMUND (amude.com) - Kujerên siyasetvanê kurd Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî, Homayun Erdelan û Nurî Dêhkurdî, yên ku di 17.09.1992ê de, di xwaringeha bi navê Mykonos de li bajarê Berlînê hatin kuştin, dê serbest bêne berdan, wiha rojnameya israîlî Haaretz ragihand. Kujerên îranî û libnanî dê bibin berdêlî di bazarvaniya guhertina girtiyan di navbera Israîl û Hîzbullah (Partiya Xwedê) de. >> Bixwîne

27.09.2003 - 00:55
Can Bapîr li ser 'Laşê Siyasî' axift

Mislim Kobanî - KOBANÎ (amude.com) - Pêncşema bûrî, helbestvan Can Bapîr şevbûhêrkeke bi navê 'Laşê Siyasî' li bajarê Kobanî li dar xist. Bi amadebûna hejmarek ji siyasetvan û rewşenbîrên bajêr, Bapîr li ser gotara xwe axifit berî ku gotara xwe ji guhdaran re bixwîne. Li dawiyê, beşdaran têbînî û rexneyên xwe li ser gotarê dan û şevbûhêrka xwe pê dewlemend kirin.

27.09.2003 - 01:46
Kurdên Binxetê li Belcîka û Nemsa çalakiyên protestoyê amade dikin

BRÛKSEL/VIENA (amude.com) - Bi helkefta 30î-saliya projeya 'Kembera Erebî' û 41-saliya projeya 'Serjimartina Awarte' li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, Kurdên li Belcîka û Nemsa du çalakiyên protestoyê amade dikin. >> Bixwîne

27.09.2003 - 01:40
Kongireya KOMKAR a 18an li dar dikeve

BOTTROP (amude.com) - Yekîtiya Komeleyên Kurdistan (KOMKAR) li Elmanyayê dê di şemiya 04.10an de kongreya xwe ya 18an li bajarê Bottropê li dar xînin. >> Bixwîne

27.09.2003 - 01:29
Li Londonê semînarek piştgiriya gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê amade dibe

LONDON (amude.com) - Komeleya Kurdistana Rojava (Western Kurdistan Association) li Londonê dê roja 12.10an, demjimêr 15:00, semînarekê li jêr sernivîsa 'Ji bo piştgiriya gelê kurd li Rojavayî Kurdistanê (Kurdên Sûryayê)' li dar xîne. >> Bixwîne

27.09.2003 - 01:08
'Zevî' semînarek pêk anî

DIRBÊSIYÊ (amude.com) - Derbarî çalakiyên ji bo sedsaliya Cegerxwîn, govara Zevî bi amadekirina rewşenbîrên kurd li bajarê Dirbêsiyê semînarek ramyarî li dar xist. Nivîskar 'Loloxan' li ser "Sewdanên ramyarî yên kurdî di karanîna tektîk û istratîciyetê de' axift. >> Bixwîne

27.09.2003 - 00:55
Li ser Kurdzaniya li Yekîtiya Sovyetê ya berê semînarek

BRÛKSEL (amude.com) - Bîroya Kurdî ya Peywendî û Agahdariyê li paytexta Belcîkayê Brûksel dê roja 05.10an semînarekê li gel Wezîrê Eşo pêk bîne. Mijara semînarê dê 'Kurdzanî li Yekîtiya Sovyetê ya berê' be. >> Bixwîne

27.09.2003 - 00:46
Li Brûkselê muzîka kurdî tê pêşkêş kirin

BRÛKSEL (amude.com) - Bi hinceta nûkirina Eywana "De Witte Zolder" a bedew a Navenda Çandî ya Flamanî "De markten" û di çarçewa bernameyeke dewlemend a komên cihê de, hunermedê kurd Semî Elî û Koma Muzîk û Stranan a Bîroya Kurdî li Brûkselê dê beşdar bibin û hunera kurdî pêşkêş bikin. >> Bixwîne

26.09.2003 - 18:42
Tirk 'Cejna Zimanê Tirkî' pîroz dikin, lê rewşa zimanê kurdî!

Davut Ozalp - STENBOL (dîha/amude.com) - 26'ê rezberê roja 'Cejna Zimên' li Tirkiyeyê bi merasîmên cur bi cur tê pîroz kirin. Şahiyên 'Cejna Zimên' li Qesra Dolmabahçeyê bi beşdariya Serokomar Ahmed Necdet Sezer dest pê kir. Li aliyê din nivîskar û rewşenbîrên kurd bi boneya roja 'Cejna Zimanê Tirkî' bal kişandin ser rewşa zimanê kurdî. >> Bixwîne

26.09.2003 - 18:24
Projeyên Sûryayê li dij Kurdan di semînarekê de
BOTTROP (amude.com) - Bi boneya 30î-saliya projeya 'Kembera Erebî' û 41-saliya projeya 'Serjimartina Awarte', rêxistina Başûrê Elmanya ya Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûryayê roja 28.09.2003an, demjimêr 13:00, semînarekê li bajarê elmanî Bottrop li dar xîne. biaxife. >> Bixwîne

26.09.2003 - 18:07
Li Elmanyayê sê konferens li ser Peymana Lozanê

DORTMUND (amude.com) - Di 80ê-saliya 'Peymana Lozanê' de, Yekîtiya Komeleyên Kurdistan (KOMKAR) li Elmanyayê sê konferensan li sê bajarên elmanî li dar dixîne. Profêsorê kurd Dr. Şakiroyê Xido dê di her sê konferensan de li jêr sernivîsa 'Ji Lozanê ta Yekîtiya Ewropa Pirsa Kurdî' biaxife. >> Bixwîne

25.09.2003 - 08:27
Kurdên Binxetê li Holenda siyaseta Sûryayê li dij Kurdan bi ahengekê protesto dikin

ARNHEM (amude.com) - Ji bo piştgiriya girtiyên di zindanên Sûryayê de û li dijî projeya "Serhejmara Awarte", Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda roja 03.10.2003ê ahengeke muzîkê li dar dixîne. >> Bixwîne

23.09.2003 - 16:00
Bakirhan û Demîr serbest hatin berdan

ENQERE (amude.com/dîha) - Serokê Giştî yê DEHAP Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Azad Ahmet Turan Demîr, ên ku bi daxwaza girtinê ji aliyê dozgerê DGM'a Enqerê hatibûn derxistin pêşberî Dadgerê DGM'a Enqerê, îro ji hêla dadger ve serbest hatin berdan.

23.09.2003 - 15:00
Îşev filmê Ghobadî di televizyona swêdî de tê pêşkêş kirin

DORTMUND (amude.com) - Filmê derhênerê kurd Bahman Ghobadî "Demek bo hespên serxweş" îşev di televizyona swêdî (SVT2) de, demjimêr 22:30, tê pêşkêş kirin. >> Agahiyên bi swêdî

22.09.2003 - 22:04
Serokê DEHAP'ê Tuncer Bakirhan hate binçav kirin

ENQERE/DORTMUND (amude.com/rojev) - Dozgeriya DGM'ya Enqerê bi hiceta ku beşdarî "11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî", ya ku 13ê vê mehê li bajarê elmanî Gelsenkirchen pêk hat, Serokê DEHAP'ê Tuncer Bakirhan, Serokê Ozgur Partiyê Ahmet Turan Demîr, hunermend Halûk Levent, Mûsa Eroglu, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Mustafa Avcî jî di nav de derbarê 15 kesan biryara girtinê da. Demîr û Levend duh hatin binçav kirin û Bakirhan jî îro hate binçav kirin. >> Bixwîne

21.09.2003 - 11:28
'Xewn û Fermêsk' derket

STOCKHOLM (amude.com) - Li Swdê CDeyeke nû ya stranbêjê kurd Şevger derket. Navê vê berhemê "Xewn û Fermêsk" e û ji 10 stranan pêk tê.

20.09.2003 - 14:55
Endamên Perlemana Ewropayê doza mafên Kurdan li Sûryayê dikin

BERLÎN (amude.com) - Berî du hefteyan, Komeleya Kurdên ji Sûryayê li Berlîn-Brandenburg, Yekîtiya Pijîşkên Kurd li Elmanyayê û Civata Kurdî Ya Demoqrat li Berlîn-Brandenburg dest bi inîtsyatîvekê ji bo çaresekirina doza kurdî li Sûryayê kirin. Armanca inîtsyatîvê ew e, ku Perlemana Ewropayê xwe mijûlî vê pirsgirêkê bike û wê çareser bike. >> Bixwîne

19.09.2003 - 00:11
Kurdên Binxetê li Elmanyayê xwepêşandanekê amade dikin

DORTMUND (amude.com) - Bi helkefta 41-saliya projeya 'Serhijmara Awarte' li bajarên Kurdan ên di parêzgeha Hisiçayê li Başûrê-Rojavayî Kurdistan≖ de, rêxistinên Elmanyayê yên partiyên kurdî li Sûryayê xwepêşandanekê ji bo roja 06.10.2003 li pêşiya baylozxaneya Sûryayê li Berlîna paytext amade dikin. Ew dixwazin li dij siyaseta rêjîma sûrî ya li dij Kurdan protesto bikin. >> Bixwîne

18.09.2003 - 23:55
Mîrê Êzîdiyan Tehsîn Beg birîndar bû

Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Mîrê êzidiyan mîr Tehsîn Seîd Beg doh êvarî li ser rêya Elqoşê tuşî teqeyekê bû û ne diyar e ka kesên ku dixwestin wî bikujin, kî ne. Mîr Tehsîn Seîd Beg ji devera Şêxanê ber bi gundê Biyanê yê nêzîkî Elqoşê ve diçû. Elqoş 40 km li bakurê Mûsilê ye. >> Bixwîne

18.09.2003 - 23:34
Li Kobanî semînereke siyasî pêk hat

Mislim Kobanî - KOBANÎ (amude.com) - Berî du rojan, Sekretêrê Giştî yê partiya Pêşverû Ya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê semînerek li bajarê Kobanî li dar xist. Bi amadebûna hejmareke mezin ji siyasetvan û rewşenbîrên bajêr, Sekretêrî bi gelemperî li ser rewഗa Rojhilata Navîn a teze û bûyerên dawî axift. Piştre guftûgoyek pêk hat.

18.09.2003 - 23:26
Paşbendên Xewnên Binefşi

Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Li jêr çavdêriya parêzgerê Dihokê, Sendîka Hunermendên Kurdistanê/Dihok pêşangeheke şêwekarî ji bo hunermend Guhdar Selahedîn li bin navê 'Paşbendên Xewnên Binefşi' li hola Şehîd Selman vekir. >> Bixwîne

18.09.2003 - 23:22
Li Dihokê filmê 'Jiyan' hate pêşkêş kirin

Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Li jêr cavdêrî û birêvebirina Yekîtiya Nivîserên Kurd/Dihok, îro li Htêla Jiyan filmê 'Jiyan', ê derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, hete pêşkêş kirin. >> Bixwîne

18.09.2003 - 21:15
Michael Chyet: Kurd bi qîmeta zimanê kurdî nizanin!

DORTMUND (amude.com) - Michael L. Chyet zimanzanekî zimanê kurdî ye. Ew 46 salî ye û bêtirî 30 zimanan xwendine. Berî demekê, ferhengek Chyet a 'Kurmancî-Ingilîzî' li Emerîkayê derket. Li ser zimanê kurdî û pirsgirêkên wî, MALPERA AMÛDÊ hevpeyvînek bi Chyet re kir. >> Bixwîne

16.09.2003 - 23:38
Kujerê Anna Lindh hate girtin!?

DORTMUND (amude.com) - Li gor agahiyên polîsên swêdî, mêrê ku tê tawanbar kirin, ku wezîra derve ya Swêdê ya berê Anna Lindh kuştiye, hate girtin. Polîsan ew mêrik (35 salî) li xwaringehekê li Stockholmê girtin.

16.09.2003 - 14:53
Mesûd Barzanî: Em leşkerên welatên cîran li Iraqê naxwazin!

DORTMUND (amude.com) - Rojnameyên elmanî 'Frankfurter Rundschau' û 'WAZ' îro hevpeyvîneke rojnamevana elman Andrea Nüsse bi serokê PDK-Iraq Mesûd Barzanî (57) re weşandin. MALPERA AMÛDÊ ew wergerand zimanê kurdî. >> Bixwîne

15.09.2003 - 21:20
Colin Powell serdana Helepçeya şehîd kir

DORTMUND (amude.com) - Wezîrê derve yê Emerîkayê Colin Powell îro serdana Helepçeyê kir. Li wê derê, Powell beşdarî vekirina avahiya bîranînê bû û ew vekir. Rojnamevan Karwan Enwer ji Başûrê Kurdistanê çend wêneyên serdana Powell kişandin û ew ji me re şandin. >> Wêne

15.09.2003 - 13:07
Li stranên hunermend melek guhdar kin

DORTMUND (amude.com) - Melek stranbêjekî kurd e ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê. Ew li Elmanyayê dijî. Me ji we re du stranên wî bijartin û ew di beşê muzîkê de weşandin. >> Guhdarkirina stranan

14.09.2003 - 20:30
Swêd kerta sor da EURO

DORTMUND (amude.com) - Li gor agahiyên medyaya swêdî, wiha dixuye ku piraniya miletê Swêdê di dengdana îro de dengê xwe nedan EURO. Bi vê yekê, Swêd cih di yekîtiya pereyên ewropî de nagre û Kron ji Swêdiyan re dimîne.

14.09.2003 - 20:11
Di şexsê hunermend Kazo de çend gazin: Helwesta hunerî ne ev e!

Salihê Kevirbirî - STENBOL (amude.com) - Ev demek e ku min dixwest li ser hunermendekî kurd binivîsim. Hunermendekî wisa ku gelek caran bi mîsyona 'Evdalê Zeynikê' û 'Kawîs Axa' tevdigere û xwe yek ji şopînerên van navên pîroz dibîne: Dengbêj Kazo! >> Bixwîne

13.09.2003 - 23:01
Li Sûryayê du Kurd hatin kuştin

QAMIŞLO (amude.com) - Berî du rojan, Ebdilmecîd Şêxo, birayê hunermendên kurd Mihemed û Beha Şêxo, û li gel wî Kurdekî din ji gundê Girbawî, li Sûryayê hatin kuştin. kujerê wan Kurdeke nas ji Qamişloyê ye. Ew îro hate girtin. >> Bixwîne

13.09.2003 - 22:01
Wêneyê kujerê Anna Lindh hate weşandin

STOCKHOLM (amude.com) - Îro, rojnameyên swêdî wêneyên mêrekî weşandin, ku tê guman kirin ku ew kujerê Anna Lindh be. Ev wêne ji aliyê kamêreyeke marketa Nordîska ve, ya ku bûbû cihê êrîşa li dij Lindh, hatiye girtin. Tevlî ku rûyê mêrik ne xuya ye, lê dîsa jî polîsên swêdî bi weşana van wêneyan ji aliyê rojnameyan ve ne kêfxweş in. Ew ditirsin, ku bi vê yekê derfeta girtina kujer kêm bibe.

12.09.2003 - 15:59
Mirina Anna Lindh Swêd xemgîn kir

DORTMUND (amude.com) - Mirina Wezîra Swêdê ya derve Anna Lindh xemgîniyeke mezin xiste nav Swêdiyan. Miletê swêdî ji siyasetmedara xwe pir hez dikir. Ji ber vê yekê, ew hîn nikarin bawer bikin ku xanima Lindh hate kuştin. Me ji we re çend dîmenên xemgîniyê helbijartin. >> Pêşangeha wêneyan

11.09.2003 - 01:10
Yekemîn berhema dengbêj Hevraz Hesko derket

GÖTEBORG (amude.com) - Dengbêjê kurd Hevraz Hesko, ku bi navê Hevraz Qamişlokî hatiye nas kirin, yekemîn CDeya xwe derxist. Navê berhemê 'Tê Bîra min' e û ji 9 stranan pêk tê. Ji bilî 2 stranan, Hesko bixwe gotinên stranên xwe nivîsandine û tev awaz kirine. >> Bixwîne

12.09.2003 - 00:57
'Şoreşa Îlonê' di semînarekê de

ROTTERDAM (amude.com) - Siyasetmedarê kurd Selah Bedridîn dê yekşema 14ê vê mehê li bajarê holendî Rotterdam semînarekê li ser 'Şoreşa Îlonê' û rola wê ya dîrokî bide. >> Bixwîne

12.09.2003 - 15:42
Dosteka Kurdan Anna Lindh mir

STOCKHOLM (amude.com) - Wezîra derve ya Swêdê Anna Lindh şeveqa vê sibehê li nexweşxaneya Karolinskayê li Stockholma paytext mir. Lind doh ji aliyê kesekî nediyar bi kêran hatibû birîndar kirin. Piştî vê bûyerê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke taybetî ji Lindh re şand û tê de xemgîniya xwe û ya miletê Kurdistanê diyar kir.
Lindh gelek caran piştgiriya Kurdan kiriye û tim digot, ku 'ta problêma Kurdan çareser nebe Tirkiyê nabe endama Yekîtiya Ewropayê'.


11.09.2003 - 00:49
Semînarek di Paltalkê de li ser 'Ronakbirî û Siyaset'ê

STOCKHOLM (amude.com) - Nivîskarê kurd Laleş Qaso dê sibe di 'Koçka Dengên Azad' a Paltalkê de, semînarekê li ser 'Ronakbirî û Siyaset'ê bide. Semînar seet 21.30 dest pê dike.
Qaso ji Bakurê Kurdistanê ye û li Swêdê dijî. Di vê salê de, pirtûka wî 'Ronakbîr' hate çap kirin.


11.09.2003 - 00:33
Li Elmanyayê 11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî li dar dikeve

DORTMUND (amude.com) - Li jêr dûrişma "Ji bo Demokratkirina Rojhilata Navîn û Kurdistaneke azad", YEK-KOM dê şemiya 13ê vê mehê li bajarê elmanî Gelsenkirchen "11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî" li dar xîne. >> Bixwîne

10.09.2003 - 23:44
Siyasetmedarekî PKK/KADEK li Elmanyayê tê dadgeh kirin

DORTMUND/HAMBURG (amude.com/ap) - Ji ber endametiya di rêxistineke krîmînêl de û berpirsiyariya dagîrkirina navenda Partiya Sosyaldemoqrat (SPD) li bajarê Hamburgê li bakurê Elmanyayê berî çar salan, doh li Hamburgê dadgehkirina siyasetmedarê PKK/KADEK Elî Z. dest pê kir. >> Bixwîne

10.09.2003 - 20:39
Hevpeyvîn bi helbestvan Jana Seyda di 'Mîdya' de

DORTMUND (amude.com) - Di hejmara xwe ya nû de, rojnameya 'Mîdya' ya Yekîtî Neteweyî Demoqratî Kurdistan hevpeyvînek bi helbestvana kurd Jana Seyda re weşandiye. Hevpeyvîn bi tîpên erebî û zaravê soranî ye. Seyda di 1976an li Amûdê ji dayik bûye û ta niha pirtûkek wê bi navê "Şeva Dawî" li Istanbolê hatiye weşandin. >> Bixwîne (pdf)

10.09.2003 - 16:25
Duh 19'emîn salvegera mirina hunermendê kurd Yilmaz Guney bû

DORTMUND (amude.com) - Yilmaz Guney, li hemberî pirsgirêkên gelê xwe bi berpirsiyarî tevdigeriya û di sînemayê de jî li ser vê rastiyê rawestiya. Guney, li Parîsê li sîrgunê jiyana xwe ji dest da. Yilmaz Guney di sala 1937'an de li gundê Edeneyê Yenîce hate dinê. >> Bixwîne

06.09.2003 - 12:30
Medya û ragihandina kurdî û xewa şêrîn

Ezîz Xemcivîn - ABU DABÎ (amude.com) - Piştî taristana ragihandinê li ser miletê kurd, ku di salên berê de asîmanê Kurdistanê vegirtibû, û ji hêla din şerê dewletên dagîr li Kurdistanê gelek pênûs û TV û radyo yên cîhanî û derdorê Kurdistanê... >> Bixwîne

05.09.2003 - 17:40
Kampanyaya Amnesty International ji bo girtiyê kurd Xelîl Silêman

DORTMUND (amude.com) - Doh li Londonê, rêxistina "Amnesty International" dest bi kampanyayekê ji bo serbestberdana girtiyê kurd Xelîl Silêman, yê ku şemiya borî li bajarê Tel El-Deman ji aliyê hêzên sûrî ve hate girtin, kir. >> Bixwîne

04.09.2003 - 21:13
Yekemîn berhema dengbêj Omer Şan derket

BEYRÛT (amude.com) - Li Beyrûtê, yekemîn CDeya dengbêjî kurd Omer Şan derket. Navê berhemê "Ji bonî çi" ye û ji 8 stranên evînî pêk tê. Şan gotinên stranan bi xwe nivîsandine. Ew niha li ser albomeke din kar dike.

04.09.2003 - 15:12
Selah Bedridîn: Me di warê praktîk de nikarîbû tiştekî ji bo Kurdên Sûrî bikin û divê di nav partiyan de serhildan çêbibin û serok xwe bidin alî!

DORTMUND (amude.com) - Berî demekê, siyasetmedarê kurd Selah Bedridîn ragihand, ku wî dev ji serokatiya Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê berdaye. Ev agahdarî ji bo Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê suprîzeke mezin bû, çimkî Bedridîn yek ji wan berpirsiyarên kurd e, yên ku bi dehê salan dev ji kursiyên serokatiya partiyên kurdî li Sûryayê bernedane û hîn jî bernadin. >> Bixwîne

04.09.2003 - 15:10
Du semînar di Koçka Qamişloyê de

DORTMUND (amude.com) - Di rojên în û şemiya bên de, du semînar di Koçka Qamişloyê ya Paltalkê de pêk tên.
Helbestvanê kurd Mihemed Hemo dê roja înê, demjimêr 20.00, bibe mêvanê koçkê. Û di roja şemiyê de, demjimêr 21.00, Sekretêrê Partiya Hevgirtina Kurd li Sûryayê Mistefa Cumaa dê li ser rewşa tevgera kurdî li Sûryayê biaxife.


03.09.2003 - 16:55
Raporek li ser malperên kurdî û rola wan ji bo edeb û hunera kurdî

DORTMUND (amude.com) - Di hejmara xwe ya vê hefteyê de, Heftenameya 'Edeb û Huner", a ku li gel heftenameya 'Evro' li Dihokê derdikeve, raporeke li ser rola malperên kurdî di xizmetkirina edeb û hunerê de weşandiye. Malpera Amûdê jî beşek ji vê raporê ye. >> Raporê bixwîne (pdf)

03.09.2003 - 11:49
KOMKAR rewşenbîr û hunermendên kurd xelat dike

DORTMUND (amude.com) - Bi boneya 10-saliya komkujiya Sêwazê, û derbarî sedsaliya Mele Mistefayê Barzanî û Cegerxwîn, KOMKAR dê roja 21.09.2003an li bajarê elmanî Wuppertal 5 rewşenbîr û hunermendên kurd di merasîmeke taybetî de xelat bike. >> Bixwîne

03.09.2003 - 00:33
Kongireyeke emerîkî li ser rêjîma Sûryayê

DORTMUND (amude.com) - Wezaretên Derve û Parastinê yên emerîkî dê dawiya vê mehê li Waşingtonê kongireyekê li ser "rastî û rewşa rêjîma Beşar El-Essed" pêk bînin, wiha malpera elaph.com îro ragihand. Kesayetiyên ji oposîsyona sûrî û libnanî û herweha berpirsiyarin bilind ên emêrîkî dê beşdarî vê kongireyê bibin. >> Bixwîne

01.09.2003 - 22:52
Hejmara 'El-Hîwar' a 40î derket

DORTMUND (amude.com) - Li Sûryayê hejmara kovara 'El-Hîwar' a 40î derket. 'El-Hîwar' kovareke serbixwe ye û armanca wê xurtkirina guftûgoya kurdî-erebî ye. Berhemên wê bi zimanê erebî ne. >> Hejmara nû bixwîne

01.09.2003 - 21:19
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê piştgiriya nivîskar û hunermendên kurd dike

Mihemed Hemo - SILÊMANÎ (amude.com) - Di 30.09.2002an de, Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê bi biryara 180 daxwaza piştgiriya nivîskar û hunermendan kir. Di roja 18.03.2003an de jî bi nivîsara Civata Wezîran 1473 ew biryar hate bi cih anîn. >> Bixwîne

01.09.2003 - 01:07
Dîsa Kurdek li Sûryayê hate girtin

DORTMUND (amude.com) - Di sibeha şemiya borî de, endeziyarê kurd Xelîl Mistefa Silêman (1958) li bajarê Tel El-Deman (herêma Çiyayê Sem´an/parêzgeha Helebê) ji aliyê hêzên ewlekariya hewayê ya sûrî ve hate girtin û şandin Şama paytext, wiha bîroya siyasî ya Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê di daxuyaniyekê de ragihand. Ti kes nizane ji bo çi Silêman hate girtin û ta kînga ew dê girtî bimîne. >> Bixwîne

Berdewam bike (Erşîva meha 08/2003)