
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

 |
 |
 |
31.08.2003 - 00:47
'Radyo Azadî' xebata xwe rawestand
DORTMUND (amude.com) - Doh li Swêsrayê, berpirsê 'Radyo Azadî'
Bulîcan ragihand, ku ji ber pirsgirêkin aborî ew mecbûr
bû ku weşana radyoyê rawestîne, û xebata yekemîn radyoya
kurdî ya internêtê, ku 6 salan muzîka kurdî
digihand guhdaran li seranserî cîhanê,
bi dawî bîne.
>> Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
30.08.2003 - 17:35
Hevpeyvîneke bi nivîskar Cankurd re
li ser rewşa Kurdên Sûryayê
DORTMUND (amude.com) - Yekşema borî,
Radyo Aştî li Stockholmê hevpeyvîneke li
gel nivîskar Cankurd kir û tê de pirsên
li ser rewşa Kurdan li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê kirin.
>> Guhdar ke
|
|
 |
 |
 |
 |
29.08.2003 - 18:08
Ji bo zarokan pirtûkek nû
DORTMUND (amude.com) - Li Swêdê pirtûka
"ABC - Kitêba min" ji aliyê nivîskar Laleş Qaso
derket. Pirtûk ji bo zarokên 7-8 salî bi şêweyeke
pêdagojîk hatiye amade kirin. Çend mamosteyên zimanê kurdî
ew xwendine û bi têbiniyên xwe forma pirtûkê ya
dawî danîne. Pirtûk bi wêneyên rengîn
hatiye xemilandin û ji bo fêrkirina zimanê kurdî
berhemeke giring e.
>> Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
29.08.2003 - 11:27
Festîvala stranên kurdî di malpera
Amûdê de berdewam dike
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê guhdarên muzîka
kurdî tenê nahêle. Li lîsteya stranan a dirêj
ew niha stranin dî yên hunermendan Zibêr Salih û
Luqman Cemîl zêde dike. Festîvala stranên kurdî
didome..
>> Li stranan guhdar ke
|
|
 |
 |
 |
 |
27.08.2003 - 23:34
Fetah Tîmar: Divê em ciwanên kurd ji bo
xebata dîplomatîk perwerde bikin û wan ji siya partiyan rizgar bikin
BOTTROP (amude.com) - Serokê KOMKAR li Elmanyayê
Fetah Tîmar di hevpeyvînekê de bi MALPERA AMÛDÊ
re behsa xebata rêxistina xwe û girêdana wê
ya bi PSKê re dike. Herweha ew radigihîne ku
ji ber tirsa hin rêxistinên Kurdistanî,
xebata hevbeş pêk nayê, û bangî partiyên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê dike, ku rê li ber endamên
xwe ji bo piştgiriya projeya televizyonê negre.
>> Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
27.08.2003 - 13:16
Ji projeyên malpera Amûdê:
malpera hunermend Ronîcan Hiso
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê
xebata xwe ji bo piştgiriya muzîka kurdî berdewam dike.
Guhdarên dengbêjê kurd Ronîcan Hiso
dikarin wî niha di malpera wî ya taybetî de
bêtir nas bikin. Herweha ew dikarin li stranên wî
yên nû guhdar bikin.
>> www.ronican.com
|
|
 |
 |
 |
 |
24.08.2003 - 12:34
Dildarê Mîdî di navbera "Ken û Girî" de
QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê dîwana helbestvan Dildarê Mîdî ya
duwemîn bi navê "Ken û Girî" derket. "Ken û Girî" ji 33 helbestan û 108 rûpelan
pêk tê. Piştî "Kevana Reş", ku di sala 1998an de hatibû weşandin,
ev dîwana Mîdî ya duduyan e.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
22.08.2003 - 22:34
Zankoyeke taybetî li Qamişloyê vedibe
QAMIŞLO (amude.com) - Berî du rojan,
serokê Komara Sûryayê Beşar El-Essed biryareke
erêkirinê ji bo vekirina zankoyeke taybetî li bajarê
Qamişlo derxist. Navê zankoyê dê bibe
"Zankoya El-Mamun" û bi destpêka sala xwendinê ya
2004an dest bi xebatê bike. Herweha di planê de ye,
ku nêzîk zankoyeke din a emêrîkî li Qamişloyê
vebe.
Hêjayî gotinê ye, ku pereyên xwendinê ji bo salekê
di zankoya nû de dê dora 160.000 lêrayên sûrî bin.
|
|
 |
 |
 |
 |
22.08.2003 - 22:24
Li Qamişloyê çalakiyeke din ji bo sedsaliya
Cegerxwîn
QAMIŞLO (amude.com) - Doh, komek ji rewşenbîr
û nivîskarên kurd şeveke taybetî derbarî çalakiyên
ji bo sedsaliya Cegerxwîn li qiraxa bajarê Qamişlo
li dar xistin. Helbestvanan Ibrahîm El-Yûsif û Dildar Aştî
bi berfirehî li ser rola Seydayê Cegerxwîn rawestiyan
û helbestên wî xwendin. Herweha di dawiya şevê de,
kesên beşdar helwestên Cegerxwîn li hemberî
rêjîmên dîktator anîn ziman û
biryara berdewamkirina pêkanîna şevên
wiha standin.
|
|
 |
 |
 |
 |
21.08.2003 - 19:17
Bileztirîn kurmê compûteran niha
belav dibe
DORTMUND (amude.com) - Kurmê bi navê "Sobig"
dest bi êrîşeke li dij compûteran kiriye. Ev kurm
xwe pir bilez di rêya emailan re belav dike û
xerabiyan bi compûteran dike. Kesê ku bixwaze
compûtera xwe ji vî kurmî
biparêze, dikare vê programê daxîne
compûtera xwe û li kurm bigere û wî ji compûterê bavêje:
Programa li dij Sobig
|
|
 |
 |
 |
 |
21.08.2003 - 05:23
Malpera Amûdê dengbêjên kurd
tîne mala te: Li nûtirîn stranên
Koma Orkêş guhdar ke
DORTMUND (amude.com) - Berî hefteyekê,
Koma Orkêş ji Amûdê CDeya xwe ya 3an belav kir.
Malpera Amûdê vê CDeyê berî her kesî
di internêtê de ji bo mêvanên xwe diweşîne.
Me ji we re 5 stran ji nûtirîn stranên Koma Orkêş
helbijartin û wan li vê derê pêşkêş
dikin.
Fermo li Sefqan, Dijwar Naso û Şeyda guhdar ke >>
|
|
 |
 |
 |
 |
20.08.2003 - 23:32
Celal Talebanî li Australya ye
Şahînê Soreklî - SYDNEY (amude.com) - Celal Talebanî,
sekretêrê YNK, îroj demjimêr 7.30 ji Tokyo gihîşt balefirgeha Navneyeweyî
ya Sydney. Dora 200 endamên civata kurdî li wir bi dilşadî pêşewazî
li wî û endamên şandeya bi wî re kirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
20.08.2003 - 21:00 (21.08.2003 - 00:48)
Komîteya Xelata Cegerxwîn doza binavkirina kolan û
dibistan û cihine din li Qamişloyê li ser navê Cegerxwîn dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, Komîteya Xelata Cegerxwîn
di nameyekê de ji bo bajêrvanê Qamişloyê de doz kirin, ku
kolanekê, dibistanekê û cihekî din li bajêr li ser navê
Seydayê Cegerxwîn bi nav bibe. Herweha komîteyê doza pêkanîna
peykerekî Cegerxwîn li Qamişloyê kir.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
19.08.2003 - 12:40
Kurdan Taha Yasîn Remedan girtin
HEWLÊR (afp/amude.com) - Berpirsekî bilind
ê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Hewlêrê
ragihand, ku hêzên YNKê li Mûsilê cigirê serokê
Iraqê yê berê Taha Yasîn Remedan girtin û ew
teslîmî hêzên emêrîkî kirin. Leşkerên
emêrîkî Remedan di helîkopterekê de birin
balafirgeha Bexdayê.
|
|
 |
 |
 |
 |
18.08.2003 - 00:44
Li Hisiçayê xaniyên Kurdan hatin xera kirin
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li bajarê sûrî
Hisiça (taxa Kelasê), beldozerên bajêrvaniyê
bi alîkariya polîsan dest bi xerakirina hin xaniyên Kurdên feqîr û
belengaz kirin. Bajêrvaniyê ragihand, ku ew xanî bi şêweyeke
sexte hatine ava kirin. Lê jin û zarok bi avêtina keviran
karîbûn bera polîsa bidin.
Hêjayî gotinê ye, ku li gor zagonên Sûryayê
nabe ku ti xanî bête xera kirin berî ku yekî din
ji bo xwediyê wî peyda bibe.
|
|
 |
 |
 |
 |
17.08.2003 - 11:20
Ez bo we amade me
Hêlîn Remê - QAMIŞLO (amude.com) - Her tevgerek azadîxwaz qonaxên wê yên taybetî hene, di wan de lêvegerê dike,
şaşî û kêmasiyên xwe dide ber pîvanê. Ev xwerexnekirin di
rewşên suriştî de dibin, ne dibin sîbera dijmin û dagîrkeran de.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
17.08.2003 - 02:52
  Nîhad El-Turk û Ebdilkerîm Mejdel Bêk |
Du hunermendên kurd xelatin mezin
li Sûryayê wergirtin
DORTMUND (amude.com) - Di derbarî Festîvala
Hezkirinê ya mezin û navdar li bajarê sûrî Lazqiyê de, du hunermendên
kurd ên nîgarkêşiyê herdu xelatên pêşî wergirtin, wiha malpera "Exbar El-Şerq"
ragihand. Hunermend Nîhad El-Turk (Efrîn 1971) xelata yekem,
ku hêja ye 100.000 lêrayên sûrî (dora 2000 Euro), stand. Xelata
duyem (75.000 lêrayên sûrî) çû ji
hunermend Ebdilkerîm Mejdel Bêk (Hisiça 1973) re.
|
|
 |
 |
 |
 |
17.08.2003 - 01:48
Çar hunermendên kurd tabloyên xwe
li bajarên sûrî pêşkêş dikin
HELEB (amude.com) - Çar hunermendên kurd ên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
bi hevre 2 pêşangehine hevbeş li du bajarên
sûrî li dar dixin. Pêşangeha yekemîn a
hunermendan Xidir Ebdilkerîm, Sara Şêxê,
Luqman Ehmed û Cîhan Ebdilrehman hefteya borî
li bajarê Misyaf li dar ket. Di vê hefteyê de,
ew dê tabloyên xwe li bajarê Beşnîn
pêşkêş kin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
16.08.2003 - 23:59
Ewlekariya sûrî Kurdek di bin işkenceyê de kuşt
HELEB (amude.com) - Berî 6 rojan (10.08.2003),
Kurdek bi navê Xelîl Mihemed Şerîf Mistefa (1970)
ji bajarê Kobanî ji aliyê hêzên ewlekariya leşkerî
li Helebê piştî işkenceyeke berdewam hate kuştin. Mistefa
berî roja mirinê bi du rojan li Kobanî ji ber sedemin
sîvîl hatibû girtin.
|
|
 |
 |
 |
 |
15.08.2003 - 14:32
Salihê Kevirbirî: Ezê ji îro û pê ve jî sûcdariya
xwe berdewam bikim
STENBOL (amude.com) - Pirtûka rojnameger û nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî
ya bi navê ‘Bir Çigligin Yuzyili: Karapetê Xaço’ piştî berhevkirin û
qedexebûna 16 mehan ‘azad’ ma.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
14.08.2003 - 21:36
Koma Orkêş CDeyeke nû derxist
AMÛDÊ (amude.com) - Grûpa "Koma Orkêş"
li Amûdê, ya ku ji hunermendan Şeyda, Dijwar Naso û Sefqan pêk tê,
CDeya xwe ya 3an derxist. Ev CD li bajarê Helebê
ji aliyê weşanxaneya Farah tê belav kirin. 12 stranên evînî
û netewî cihê xwe tê de digrin.
Malpera Amûdê dê nêzîk çend stranan ji
vê CDeyê biweşîne.
|
|
 |
 |
 |
 |
14.08.2003 - 13:11
Li Kobanî xwendekarên kurd hatin
xelat kirin
Mislim Kobanî - KOBANÎ (amude.com) - Berî du rojan,
Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Sûryayê
di şeveke taybetî de, xwendekarên kurd ên di xwendina
xwe de serketî (polên 9-12) xelat kirin. Di vê şeva,
ku bi muzîk û dîlanan hate xemilandin,
bi berfirehî li ser pêwîstî û giringiya
xwendinê hate axaftin.
|
|
 |
 |
 |
 |
11.08.2003 - 11:20
Rûsek ji ezman bi dergîsiya xwe
ya li ser erdê re zewicî
WAŞINGTON/DORTMUND (dpa/amude.com) - Kosmonautê
(ezmanger) rûsî Juri Malentschenko (41) doh ji Stasyona Ezman a
Navnetewî ISS bi hevala xwe Ekaterina Dmitriyev (26), a ku li Houston (Teksas)
li ser erdê bû, re zewicî. Malentschenko di rêya
vîdyoyek zindî de
erêkirina xwe ji bo zewacê da.
Hêjayî gotinê ye, ku di dîrokê de
ev cara yekemîn bû, ku zewacek ji ezman pêk tê.
|
|
 |
 |
 |
 |
10.08.2003 - 23:35
32 sal ji xebata Yekîtiya Nivîskarên Kurd -
Dihok di pirtûkekê de
DIHOK (amude.com) - Bi helkeftina 32 saliya damezirandina xwe, ku
di roja 12.08.2003an de pêk tê, Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistan - Dihok pirtûkek bi navê "Karwanê Reşenbîrî
yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Dihok / 1991-2003"
derxist. Pirtûk ji 132 rûpelan pêk tê.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
10.08.2003 - 21:09
Berfirehbûna Bingehê Laliş ji bo guhertinên nû
Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Di berdewamiya xizmet û pêşvebirina
çand û astê pênasîna Êzîdiyan, Bingehê Laliş ê rewşnebîrî û komelayetî
li Dihokê du liqên din li Herêma Kurdistanê vekirin, yek li devera Şingal û
ya din li Be´şiq û Bahazanê.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
08.08.2003 - 23:06
Balyozxaneya serokatiya Yekîtiya Ewropayê pêşwaziya
Kurdên Binxetê kir - Xwepêşandana Kurdan bi ser ket
S.H. Berko - BERLÎN (amude.com) - Îro li paytexta Elmanyayê Berlîn,
balyozxaneya Îtalyayê pêşwaziya komîteyeke ji Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê kir û daxwaznameyeke
wan bi dest xist. Berî wê bêtirî 600 Kurdên Binxetê
xwepêşandaneke aştyane li dar xistin,
û bi dirûşm û parolên xwe rêjîma Sûryayê
û siyaseta wê li hemberî Kurdan protesto kirin.
Bixwîne an
li wêneyan temaşe bike
|
|
 |
 |
 |
 |
07.08.2003 - 18:58
Ji xebatên bajêrvanê
Amûdê yê nû: Pûtek sîwankirî yê
Hafiz El-Essed
Aras Ebdo - QAMIŞLO (amude.com) - Berî çend hefteyan,
Ferhan Yûsiv bû bajêrvanê Amûdê. Yek ji xebatên
Yûsiv ji bo bajarê Amûdê pêkanîna pûtekî
bû yê serokê Sûryayê yê berê dîktator
Hafiz El-Essed li pêşiya avahiya bajêrvaniya Amûdê. Da ku
ev pût ji germahiya rokê û ava baranê bête parastin,
Yûsiv hişt, ku sîwanek (şemsî) ji serokê mirî re
bête amade kirin.
Hêjayî gotinê ye, ku Yûsiv kurd e û endamê
partiya rêjîmê El-Bees e.
|
|
 |
 |
 |
 |
07.08.2003 - 18:48
Sibe semînarek siyasî li Qamişloyê li dar dikeve
QAMIŞLO (amude.com) - Partiya Pêşverû ya Kurdî
li Sûryayê dê sibe semînareke siyasî li Qamişloyê
li dar xîne. Komek ji siyasetmedarên kurd, ereb û aşûrî
dê beşdarî vê semînarê bibin. Mijara semînarê
pirsa kurdî li Sûryayê ye.
|
|
 |
 |
 |
 |
07.08.2003 - 16:45
Kurdan balyozxaneya Îtalyayê li Berlînê
agahdarî xwepêşandana xwe nekirine
DORTMUND (amude.com) - balyozxaneya Îtalyayê li Berlîn
ragihand malpera Amûdê, ku hayê wê ji xwepêşandana
Kurdên Binxetê sibe li Berlînê tune ye. Herweha ew ne agahdar e,
ku komîteyeke ji Kurdan dê biçe cem wê û dokumentekê bi daxwazên
xwe bi dest nûnerên balyozxaneyê xin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
07.08.2003 - 12:48
Agahiyên dawî yên xwepêşandana Kurdan sibe li
Berlînê - Daxuyaniya amadekaran bi kurdî û elmanî
DORTMUND (amude.com) - Sibe li Berlînê, rêxistinên Ewropayê yên
tevgera kurdî li Sûryayê dê xwepêşandaneke aştyane
li dar xînin. Ew dê berê xwe bidin balyozxaneya Îtalyayê
li Berlînê û dokumentekê bi daxwazên xwe ji Yekîtiya
Ewropayê bo çareseriyekê ji pirsa kurdî li Sûryayê
bi dest berpirsên balyozxaneyê xin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
07.08.2003 - 11:41
Wêneyên girtiyên kurd ên xwepêşandana Kurdan li Şamê
DORTMUND (amude.com) - Di 25.06.2003an de, xwepêşandaneke
zarokan li Şamê li dar ketibû. Di vê xwepêşandanê de,
7 Kurd hatin girtin û ta niha hîn di zindanên rêjîma Sûryayê de ne.
Malpera Amûdê wêneyên wan tevan diweşîne.
Li wêneyan temaşe bike
|
|
 |
 |
 |
 |
06.08.2003 - 01:22
Rojnamevanê kurd Titalê Efo Dewrêşyan koça dawîn kir
DORTMUND (amude.com/lalish.com) - Berî sê rojan, di 03.08an de,
rojnamevanê kurd Titalê Efo Dewrêşyan koça dawîn kir.
Dewrêşyan 62 sal kirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
05.08.2003 - 16:38
Bernameya "Çar çira"
ya Medya TV pirsa kurdî li Sûryayê guftûgo dike
BRÛKSEL (amude.com) - Bernameya
"Çar çira" ya Medya TV pêncşema 07ê vê
mehê bernameyeke taybetî li ser pirsa kurdî
li Sûryayê pêk tîne. Bername dê dora demjimêr 20.00
dest pê bike û ji aliyê Hesen Qazî ve
were pêşkêş kirin.
|
|
 |
 |
 |
 |
05.08.2003 - 01:23
Seîd Elçî kî bû?
DORTMUND (amude.com) - Ji bo qorzîka "wêneya hefteyê"
di malperê de, me vê carê Seîd Elçî helbijartibû.
Gelek email ji me re hatin û pirsa Elçî ji me kirin. Me jî ji
kovara RASTÎ daxwaza nivîseke li ser Elçî kir. RASTÎ
daxwaza me bi cih anî û kurtenivîsek li ser jiyana Elçî
ji malperê re şand. Fermo vê nivîsê bixwînin:
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
04.08.2003 - 23:57
Kemal Burkay: Ez neçûme Tirkiyeyê û
li Stokholmê li mala xwe û li ser karê xwe me
DORTMUND (amude.com) - Îro li Elmanyayê, nivîskarê kurd
Fuat Akpinar nivîseke dirêj belav kir û tê de
îdia dike, ku sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Kemal Burkay
çûye Tirkiyeyê û li wê derê bêhnvedana (tatîla) xwe
derbas dike. Li ser vê yekê,
Burkay daxuyaniyek belav kir û ew jî ev e:
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
04.08.2003 - 13:33
Hunermend Zibêr Salih îşev di
Koçka Qamişloyê de ye
DORTMUND (amude.com) - Dengbêjê kurd
Zibêr Salih ji Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê îşev dibe mêvanê
Koçka Kurdan Qamişlo di Paltalkê de. Destpêka
şevê demjimêr 20.30 e.
Koçka Qamişlo
|
|
 |
 |
 |
 |
03.08.2003 - 20:24
Dr. Ebdilbasit Seyda di Koçka Qamişloyê de
semînarekê pêk tîne
DORTMUND (amude.com) - Koçka Qamişloyê
di Paltalkê de, dê şemiya 09ê vê mehê
semînarekê li gel lêkolînerê kurd
Dr. Ebdilbasit Seyda li dar xîne. Mijara semînarê dê
guhertinên dawî û xebata tevgera
kurdî li li Sûryayê be. Destpêka semînarê
demjimêr 21.00 e.
Koçka Qamişlo
|
|
 |
 |
 |
 |
03.08.2003 - 15:29
Li Berlînê civîneke çapemeniyê li ser guhertinên nû
li Sûryayê
BERLÎN (amude.com) - Komeleya Kurdên ji Sûryayê li Berlin-Brandenburg
û Komeleya Pijîşkên Kurd li Elmanyayê dê roja çarşema
06.08an civîneke çapemeniyê li Berlînê derbarî
rewşa Kurdên Binxetê û guhertinên
nû li Sûryayê li dar xînin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
03.08.2003 - 11:15
Bi awaza Elbîstan û Meletiyê ji çanda kurdî çend nimûne; "Taw Dilo"...
STENBOL (amude.com/DÎHA) -
Pirtûka bi navê "Bi devoka Elbistan-Akçadagê ji folklora kurdî çend nimûne" Taw Dilo"
ji Weşanxaneya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê derket.
Pirtûk ji gotinên pêşiyan, biwêj, dûrik, şîn, lorîk, lêanîn, daxwaz,
pesin, qinik, nav û nutik, ku di çanda Kurdan de cihekî girîng digirin, pêk tê...
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
01.08.2003 - 01:10
Merasîmeke gotarxwendinê û şeveke
muzîkî ya mezin li Stockholmê pêk tên
STOCKHOLM (amude.com) - Bi helkeftina
bîreweriya 57 saliya damezirandina PDKê, sedsaliya Berzanî
û rizgarkirina Iraqê, rêxistina Partiya
Demokrata Kurdistanê li Swêdê di vê mehê de
du çalakiyan amade dike.
Ew dê li aliyekî merasîmeke gotarxwendinê
pêk bîne, û li aliyê din şevek
muzîkê bi beşdarbûna hunermendin kurd
ên navdar li dar xîne.
Bixwîne
|
|
 |

| |