
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

 |
 |
 |
30.06.2003 - 13:18
Navenda PENa Kurd doza serbestkirina zimanê kurdî li Sûryayê dike
BREMEN (amude.com) - Di daxuyaniyekê de ji bo PENên cîhanê,
Komîteya Wergerandin û Parastina Zimên a Navenda PENa Kurd
li Elmaniyayê piştgiriya xwepêşandana zarokên kurd li Şamê û daxwazên wan ji bo serbestkirina
perwerdekirina bi zimanê kurdî li Sûryayê dike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
28.06.2003 - 23:53
Ciwanekî kurd li Sûryayê ji ber kurdbûnê nehat xelat kirin
SHB - DORTMUND (amude.com) - Fayiq El-Yûsif ciwanekî kurd e ji Qamişloyê.
Carcaran nivîsên wî bi zimanê erebî di kovar û rojnameyan de
têne weşandin. Hunera nivîsandinê ji bavê xwe yê
helbestvan û nivîskarê navdar Ibrahîm El-Yûsif fêr
bûye. Fayiq li paytexa Sûryayê Şamê beşdarî
pêşbirkeke ciwanan bû û bi ser ket. Ew ê yekê derket.
Lê ji ber kurdbûna wî, ew nehate xelat kirin û yekî Ereb
xelata wî wergirt.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
28.06.2003 - 22:53
Rewşenbîrên kurd li Sûryayê piştgiriya daxwazên zarokên kurd
dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Ji "Rewşenbîrên kurd li Sûryayê"
bangek ji malpera Amûdê re hate şandin, ku tê de
piştgiriya daxwazên zarokên kurd dikin û azadiya girtiyên
xwepêşandana zarokan li Şamê dixwazin. Em nivîsa bangê
li vê derê diweşînin:
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
28.06.2003 - 14:01
Li Qamişloyê zarokên Kurdan Roja Zarokan a Cîhanî
cejn kirin
QAMIŞLO (amude.com) - Li bajarê Qamişloyê, di du êvaran de,
cejna Roja Zarokan a Cîhanî hate cejn kirin. Tevlî astengî û
tunebûna derfetên demokrasî, çend komên folklorî yên kurdî di rojên
24 û 25.06.2003an de di bin şert û mercên dijwar de du aheng ji
zarokên Kurdan re li dar xistin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
27.06.2003 - 23:23
Çalakiyên Kurdên Binxetê yên
protestoyê berdewam dikin
STOCKHOLM (amude.com) - Berpirsê rêxistina Ewropayê ya
Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (PYDKS) Ehmed
Çeto ragihand, ku Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûryayê biryara
çalakiyeke protestoyê standiye, ku dê di demeke nêzîk de
li pêşiya wezareta karûbarên hundir li Şamê
pêk were.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
27.06.2003 - 19:49
Rêxistina Mafên Mirov li Sûryayê doza parastina
mafê xwepêşandanan dike
ŞAM (amude.com) - Rêxistina Mafên
Mirov li Sûryayê
ji rêjîma Sûryayê doza parastina
mafê xwepêşandanan li Sûryayê weke nîşana
protestoyê kir.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
27.06.2003 - 09:40
Kampanyaya Amnesty International ji bo azadiya girtiyên kurd li Sûryayê
LONDON (amude.com) - Doh li Londonê, rêxistina "Amnesty International"
dest bi kampanyayekê ji bo azadiya girtiyên kurd, ên ku berî du rojan
derbarî xwepêşandana zarokên kurd li Şamê ji aliyê
hêzên sûrî ve hatibûn binçav kirin, kir.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
27.06.2003 - 09:15
Kurtehevpeyvîn bi Şêx Dawid re
WAŞINGTON (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi beşê kurdî
yê êzga Dengê Emerîka re, endamê komîteya rêzanî ya PYDKS Şêx Dawid
"Bavê Mesûd" bi kurtî li ser meşa zarokên kurd li
Şamê axift.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
26.06.2003 - 20:12
Çend wêne ji meşa zarokên kurd
li Şamê
DORTMUND (amude.com) - Doh li Şamê, meşek
zarokên kurd derbarî Roja Zarok a Cîhanî pêk hat.
Malpera PYKS çend wêne ji meşê weşandine, û
em jî wan li vê derê diweşînin. Li ser vê wêneyê
dixuye çiqas polîs û hêzên taybetî
ji bo "bixêrhatina" zarokên kurd amade bûbûn.
Wêne
|
|
 |
 |
 |
 |
26.06.2003 - 09:32
Partiyên kurd piştgiriya daxwazên
zarokên kurd dikin
ŞAM (amude.com) - Partiyên kurd, ên ku xwepêşandana
zarokên kurdi li Şamê organîse kiribûn, di daxuyaniyekê
de piştgiriya daxwazên zarokan dikin û ji UNICEF dixwaze, ku xwedî
li wan daxwazan derkeve. Herweha ew ji rêjîma Sûryayê dixwazin, ku
girtiyan bi lez berde.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
26.06.2003 - 02:05
Nesrîn Berwarî li Berlînê li ser
paşeroja Başûrê Kurdistanê
diaxife
BERLÎN (amude.com) - Xanima wezîr a avedankirina Herêma
Kurdistanê Nesrîn Berwarî dê di 03.07.2003an,
demjimêr 18.00-19.30, li paytexta Elmaniyayê Berlîn
li ser paşeroja Başûrê Kurdistanê biaxife.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
25.06.2003 - 23:25
Piştgiriya zarokên kurd bi helbestekê
QAMIŞLO (amude.com) - Helbestvan û nivîskarê kurd
Konê Reş bi helbestekê piştgiriya xebata zarokên
kurd di Roja Cîhanî ya Zarokan de dike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
25.06.2003 - 16:28 (14:50)
Hêzên Sûryayê xwepêşandana zarokên kurd
bi lêdan û girtinan hembêz kirin
ŞAM/HANNOVER (Radyo Flora/amude.com) - Li Şamê, hêzên sûrî ketin
rêya xwepêşandana zarokên kurd û ew bi lêdan û
tehdîdan bi dawî anî. Zarok negihan avahiya UNECEF û ti kesî
rapora wan ji dest wan negirt. Heft kes hatin bin çav kirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
24.06.2003 - 22:25
Rêjîma Sûryayê ji zarokên Kurdan ditirse û Kurdan
dîsa li hev nekirin
ŞAM (amude.com) - Piştî belavkirina nûçeya
xwepêşandana zarokên Kurdan sibe li Şama paytext, rêjîma
Sûryayê hewl dide, ku rê li pêşiya wan bigre,
da ku nikaribin xwe bighînin berpirsên UNICEFê û
rapora xwe bi dest wan xînin. Li aliyekî din, partiyên kurdî
vê carê jî li hev nekirin û dengê xwe kirin du deng.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
24.06.2003 - 01:15
Zarokên kurd sibe li Şamê li pêşiya avahiya UNICEF
protestoyê dikin
QAMIŞLO/STOCKHOLM (amude.com) - Sibe, di roja zarok a cîhanî de, zarokên
Kurdên Binxetê dê ligel dê û bavên xwe li pêşiya
avahiya UNICEF li Şama paytext xwepêşandaneke aştiyane li dar xînin.
Xwepêşandan demjimêr 11.00 dest pê dike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
23.06.2003 - 22:08
Stranbêj Dilo Can di beşê muzîkê de
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê straneke
din li beşê xwe yê muzîkê zêde kir.
Stranbêjê kurd Dilo Can ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
bi strana "Bêrîvan" beşdarî malperê dibe.
Guhdar ke
|
|
 |
 |
 |
 |
23.06.2003 - 17:10
"Kezîzer"a Kemal Necim bixwîne
DORTMUND (amude.com) - Pirtûka helbestvanê kurd
Kemal Necim, a bi navê "Kezîzer", niha ji bo xwendevanê kurd
di malpera Amûdê de hate weşandin.
"Kezîzer" dawiya sala 2002an li Beyrûtê ji aliyê weşanxaneya
Amerda hatibû çap kirin. Ev pirtûka 29an e, ku malpera
Amûdê ta niha weşandiye. Hin pirtûkên din amade dibin
û nêzîk têne weşandin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
23.06.2003 - 15:25
Panorameya sed salane ji dîroka rojnamevaniya kurdî
Rênas Newrozî - BRÛKSEL (amude.com) - Ev sed û penç sal in, ku dîroka rojnamevaniya kurdî bê navber didome,
û em dikevin sala sedûpêncan. Ev çar sal in, ku me sed sal ji
dîroka rojnamevaniya xo jî hêşt. Serhildana rojnamevaniya
kurdî di roja 22ê Nîsana sala 1898an bi derxistina rojnameya Kurdistan
li Qahîreya paytexta Misir dest pê kiriye û heta roja îro jî didome.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
22.06.2003 - 01:06
Bîranînên Osman Sebrî di pirtûkekê de
DORTMUND (amude.com) - Berî demekê pirtûka
bîranînên "Apo" Osman Sebrî li Şamê bi zimanên
kurdî û erebî hatibû weşandin. Piştî ku
malpera Amûdê pirtûka bi zimanê erebî di beşê
xwe yê erebî de weşand, ew niha pirtûka bi kurdî jî
weke epirtûk pêşkêşî xwendevanê kurd dike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
21.06.2003 - 22:50
Şerê Kendavê yê Siyemîn (2/2)
Reşoyê Pîrê - HELEB (amude.com) -
Di şerê Engilo-Emerîkî de bi Iraqê re, pirsên jêrîn xwe davêjin holê:
1. Gelo rast daxwaza hêzên hevbend ji vî şerî rizgarkirina gelê Iraq û pêkanîna demoqrasiyê ye? An yekem ji bo parastina berjewendiyên xwe ye?
2. Ji mafê Emerîka ye, ku bêyî hebûna biryareke navnetewî rêjîmeke mîna rêjîma Sedêm
wergêre (teqleke)?
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
21.06.2003 - 22:50
Li Harbiyeyê Agirê Anatoliyê geş bû
Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) -
Di çarçoweya konserên li Harbiyeyê de, rojên 19 û 20ê mehê koma dîlanêê ya
Anadolu Atesî (Agirê Anatoliyê), ku derhênerê wê yê hunerê Mustafa Erdogan e,
derket pêşberî gel û lîstikên xwe yên gelên li Anatoliyê pêşkêş kirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
21.06.2003 - 17:50
Li Şamê muzîka kurdî bi ser ket
Zara Ehmed - ŞAM (amude.com) - Doh li Şamê, xwendekarê kurd Amer Mirad
li gel grûpa "Sûlav" û dengbêj Dîlber Ehmed xelata duyemîn
di pêşbirka stranên frankofonî de wergirt, a ku
ji aliyê Navenda Firensî a Çandî li Şamê hatibû li
dar xistin. Herweha grûpê xelateke taybetî ji bo balkêşiya
xebata wê wergirt.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
20.06.2003 - 21:16

Kurdistan AG
|
Li Zanîngeha Bochumê "Hefteya Kurdistanê" li dar dikeve
BOCHUM (amude.com) - Komeleya Kurdistan a Xebatê (Kurdistan AG) li zanîngeha
elmanî Ruhr-Uni Bochum dê bi alîkariya dêra filehên êvangîlîst
(ESG) di rojên 07-10.07.2003an de "Hefteya Kurdistan" li dar xînin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
20.06.2003 - 20:26
Hunermend Ronîcan di Koçka Qamişloyê de
DORTMUND (amude.com) - Hunermendê kurd Ronîcan Hiso
sibe, şemiya 21ê mehê, demjimêr 15.00, dibe mêvanê Koçka Qamişlo di Paltalkê de.
Ew dê li ser jiyana xwe ya hunerî biaxife û stranên xwe
pêşkêşî beşdaran bike.
Koçka Qamişlo
|
|
 |
 |
 |
 |
20.06.2003 - 18:11
Zanîna edebî
Lokman Polat - STOCKHOLM (amude.com) - Min ê sernavê nivîsa xwe "Zanîna Edebî û Xwendevan" daniyana.
Lê, di rojnamegeriyê de sernavên nivîsan kin be û balkêş be,
hîn baştir e. Loma jî min sernaveke kin "Zanîna Edebî" nivîsî.
Lê, ez ê netenê behsa zanîna edebî bikim, herweha ez ê behsa zanîna
edebî û xwendevanan bikim.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
19.06.2003 - 20:13
Partiya Yekîtî salvegera tevgera kurdî cejn kir -
Partiyên din aciz bûn
HANNOVER (amude.com) - Şemiya borî, rêxistina Ewropayê ya
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê li bajarê elmanî Hannover
bi boneya bîranîna 46 saliya tevgera azadîxwaza gelê kurd li
Sûryayê û têperbûna 10 salan di ser damezirandina partiya xwe, ahengek li dar xist.
Lê hin partiyên kurdî
yên Binxetê nerazîbûna xwe li hemberî vê çalakiyê diyar kirin
û beşdarî şevê nebûn.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
19.06.2003 - 16:51
Zarokên kurd dixwazin li Şamê
dengê xwe bigihînin rêjîma sûrî û
partiyên kurdî hîn nizanin beşdar bibin an na
SHB - DORTMUND (amude.com) - Zarokên kurd ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
û Sûryayê, dê di roja
cîhanî ya zarokan de (25.06), li Şama paytext xwepêşandanekê
li dar xînin û tê de doza mafên xwe wek zarokên
kurd ji rêjîma Sûryayê bikin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
19.06.2003 - 15:52
Ronakbîrî û leşkeriya ku ronakbîrên me dikin
Laleş Qaso - STOCKHOLM (amude.com) - Piştî ku Mehmet Uzunê nivîskar ji Swêdê çû Tirkiyê
û ji Tirkan re leşkerî kir, gajopij li ronakbîrên me yên
Ewropayê ket û gelekan berê xwe dan Tirkiyê; dinyayek pere dan
Tirkan û bûn "mehmetçîk"! Yanî him bi deh hezaran pereyên ewrupî
dan Tirkên kurddijmin, û him jî leşkerî ji wê dewleta kurdkuj re kirin!
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
18.06.2003 - 14:23
Ka berê tevgera kurdî bi kû ve ye?
Mislim Kobanî - KOBANÎ (amude.com) Berî 46 salan, di 14-06-1957an de, li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û bi alîkariya
gelek mirovên kurdhez û xwedan hestê netewî, yekemîn rêxistin bi navê PARTIYA DEMOQRAT
A KURDISTAN LI SÛRYA hate damezirandin. Ev partî hate damezirandin, ji ber ku pêwîstiya
rêxistineke kurdî di wê demê de gelekî giring bû, ji bo ku çareyek ji doza gelê kurd re were
dîtin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
18.06.2003 - 13:31
Di sedsaliya Cegerxwîn de fêrkirina zimanê kurdî
QAMIŞLO (amude.com) - Kovara GULISTAN, a ku ji aliyê
Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûryayê
derdikeve, bangî gelê kurd dike, ku sedsaliya Cegerxwîn bikin
sala ji bo fêrkirina zimanê kurdî. Yek ji armancên kovarê
ew e, ku îsal 2000 kesan fêrî zimanê kurdî bikin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
17.06.2003 - 14:57
Piştgiriya helbestvan Royarê Amedî bi helbest û mûzîkê
BAD SALZUFLEN (amude.com) - Li bajarê elmanî Bad Salzuflen, roja 28ê
vê mehê şeveke piştgiriyê ji bo helbestvanê kurd
Royarê Amedî (Merwan Osman) û girtiyên nerînê
di zindanên Sûryayê
de li dar dikeve. Komek ji helbestvanên kurd dê helbestên
Royarê Amedî bi dengê xwe bixwînin. Herweha hunermend Ebas Ehmed
dê bi awaz û muzîka xwe beşdarî vî şevê bibe.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
17.06.2003 - 14:16
"Riya Gel" di malpera Amûdê de
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê xebata xwe ya
piştgiriyê ji bo kovarên kurdî berdewam dike. Piştî
hembêzkirina kovarên "El-Hîwar", "Mewasim", "Perwan",
"Xwendenana Nû", ew niha derfetê dide kovareke din ku xwe
di rêya wê re bigihîne xwendevanê kurd li seranserî
cîhanê. Ji niha û pê ve, kovara "Riya Gel", kovara navendî
ya Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê, cihê xwe di malperê
de digre. "Riya Gel" kovareke mehane ye û nivîsên bi zimanê erebî diweşîne.
"Riya Gel" bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
17.06.2003 - 01:20
"Desteyeke Helbestan" - e-pirtûkeke nû ya Cîhan Roj
DORTMUND (amude.com) - Helbestvanê kurd Cîhan Roj
berhemeke nû bi navê "Desteyeke Helbestan" amade kiriye. Ev berhem ji
10 helbestên ji tirkî wergerandî kurdiyê pêk tê. Malpera Amûdê
vê berhemê weke epirtûkekê diweşîne.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
16.06.2003 - 15:35
Axaftina Fuad Elîko di Koçka Qamişlo de
DORTMUND (amude.com) - Îna borî, endamê Komîteya Siyasî ya Partiya
Yekîtiya Kurd li Sûryayê Fuad Elîko di Koçka Qamişlo
ya Paltalkê de bi berfirehî li ser tevgera kurdî li Sûryayê
axift. Malpera yekiti.com axaftina wî bi deng tomar kiriye.
Guhdar ke
|
|
 |
 |
 |
 |
16.06.2003 - 10:33
Ehmedê Oskan koça dawîn kir
Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Ehmedê Oskan, bavê helebestvanê kurd Arşevê Oskan, doh piştî nexweşiyeke dirêj çû ber dilovaniya Xwedê. Temenê “Bavê Arşev” 65 salî bû.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
16.06.2003 - 00:12
Romana Selîm Berekat "Perîk" bi swêdî derket
STOCKHOLM (amude.com) - Ji weşanxaneya Tranan li Swêdê, romana
nivîskarê kurd Selîm Berekat "Perîk" bi zimanê swêdî derket.
Navê romanê bi swêdî "Fjädrarna" ye û ji aliyê
Tetz Rooke hatiye wergerandin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
15.06.2003 - 09:15
Kurdên Binxetê protestoyeke mezin li Şamê amade dikin TAYBET
QAMIŞLO (amude.com) - Endamekî
birêvebiriya Partiya Yekîtî
ya Kurd li Sûryayê ragihand malpera Amûdê, ku ew çalakiyeke protestoyê
ya mezin li Şama paytext amade dikin, û niha li hêviya bersiva beşdarbûn an
nebeşdarbûna partiyên kurdî yên din di vê çalakiyê de ne.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
14.06.2003 - 15:36
Yekemîn Festîvala Jinên Kurd li Elmaniyayê li dar dikeve
WUPPERTAL (amude.com) - KOMJIN, KOMKAR, IKV-Wuppertal û Hevaltî-Bottrop dê
di rojên 20-22ê vê mehê de bi hevre li bajarê elmanî
Wuppertal Yekemîn Festîvala Jinên Kurd li Elmaniyayê li dar xînin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
14.06.2003 - 02:08
Fuad Elîko: Doza kurdî li Sûryayê dozeke ewlekarî ye, ne siyasî ye
SHB - DORTMUND (amude.com) - Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya
Yekîtiya Kurd li Sûryayê Fuad Elîko doh di Koçka Qamişlo
ya Paltalkê de bi berfirehî li ser tevgera kurdî li Sûryayê
axift. Elîko bi telefonê beşdarî koçkê bû. Programa wî
dora sê seetan dewam kir. Bêtirî 100 kesan beşdarî programê
bûn. Malpera Amûdê gotinên Elîko bi kurtî diweşîne.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
13.06.2003 - 13:10
Novîn Hersan dîsa azad e
ŞAM (amude.com) - Doh li Şamê, xanim Novîn Hersan, a ku
berî du rojan li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê ji aliyê
hêzên sûrî ve hatibûn girtin, ji binçavkirinê
rizgar bû û vegeriya Kurdistanê.
|
|
 |
 |
 |
 |
13.06.2003 - 01:43
Kurdên Binxetê li Holendayê federasyonek saz kirin
UTRECHT (amude.com) - Li Holendayê, sê saziyên Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê (Kombenda Kawa
bo Çanda Kurdî - Hoelnda, Navenda Yekîtî ya Medyayê û
Komela Narîn bo Çanda Kurdî) federasyoneke bi navê
"Federasyona Rêxistinên Kurdên Sûrî li Holenda" damezirandin.
Armanca federasyonê "yekbûna hêz, gotin, helwest û xebata Kurdên Binxetê
di warê çandî û civakî de". Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
12.06.2003 - 12:37
Novîn Hersan li Qamişloyê hate binçav kirin
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li bajarê Qamişlo, xanim Novîn Hersan
ji aliyê esayîşên dewleta Sûryayê ve li ser sînorê sûrî-tirkî hate binçav
kirin. Ew ligel çend polîsan hate şandin bajarê Hisiça û ji wê derê ber bi
Şama paytext ve. Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
12.06.2003 - 11:52
Şerê kendavê yê siyemîn (1/2)
Reşoyê Pîrê - HELEB (amude.com) - Bêguman mirov di olên banî, zagonên navnetewî, bîr û baweriyên zanan de,
tiştê herî bûha û bi nirxtir e. Lewre şer, pevçûn,
kuştin, perçiqandina mafên mirov, gel, netew û olan cihê
şermezariya mirovatiyê ye.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
12.06.2003 - 01:35
Beşar El-Essed: Reform bi baweriyê tên, ne bi krîsan
SHB - DORTMUND (amude.com) - Rojnameya elmanî "DIE WELT" di 04.06.2003an de
çend beş ji hevpeyvîneke bi serokê Sûryayê
Beşar El-Essed re ku di rojnameya kwêtî "El-Enbaa" de hatibû
belav kirin, weşandibû. Me ji bo xwendevanê kurd
beşê ji vê hevpeyvînê yê derbarî reformên
li Sûryayê wergerand kurdiyê.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
10.06.2003 - 20:36
Guftûgo ligel Fuad Elîko di Koçka Qamişlo de
QAMIŞLO (amude.com) - Roja îna 13ê vê mehê, guftûgoyek
ligel Fuad Elîko, endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî ya kurd li Sûryayê,
di Koçka Qamişlo (Paltalk) de pêk tê. Elîko dê di rêya telefonê re
beşdarî bibe û li ser pirsa kurdî li Sûryayê biaxife.
Guftûgo demjimêr 21.00 dest pê dike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
10.06.2003 - 20:23
Li Kurdistanê kovara Nûbûn dest bi weşanê kire
Sebah Etrûşî - DIHOK (amude.com) - Li Dihokê kovareke nû bi nabê NÛBÛN
dê dest bi weşanê bike. Ew dikeve şûna kovara Dîcle ya
ku ji sala 1998an ta 2001ê derdiket.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
10.06.2003 - 20:03
Ridênî Meran Axa koça dawîn kir
QAMIŞLO (amude.com) - Îna borî (06.06.2003), Ridêniyê Salihê Meran Axa,
ê naskirî bi navê "Bavê Macid", li Qamişloyê koça dawîn kir.
Rehmetî 77 sal kirin û di goristana malbatê de li gundê Dêrûna Axê hate veşartin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
10.06.2003 - 18:29
Pirtûkeke çîrokên kurdî bi zimanê elmanî derket
DORTMUND (amude.com) - Li Elmaniyayê pirtûkeke çîrokên kurdî
bi zimanê elmanî ji bo zarokan li aliyê weşanxaneya
"Verlag für Kultur und Wissenschaft" derket. Nivîskar Mistefa Reşîd ev
pirtûk amade kiriye.
Bixwîne
|
|
 |
 |

| |