www.amude.com
www.amude.com - navenda çanda kurdî
|destpêk| nûçe| muzîk| huner| bajar| wêje| ziman| epirtûk| nerîn| torevanî| belgexane| proje|
|emaila te| deng| lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| têkilî| erebî|

23.05.2003 - 22:03

Pijîşkên kurd li Elmaniyayê 25saliya xwe cejn dikin

GÖTTINGEN (amude.com) - Sibe li bajarê Göttingen, Komeleya Pijîşkên Kurd li Elmaniyayê kongireya xwe ya salane li dar dixin. Di vê kongireyê de, ew dê hem li axaftinên zanistî derbarî pijişkiyê guhdar bikin, û hem jî li ser xebata komeleya xwe di 25 salên borî de biaxifin. Di dawiya şevê de, ew dê li gel mêvanên xwe li muzîka hunermend Şivan Perwer guhdar bikin û bi hevre 25saliya komeleyê cejn û pîroz bikin.
23.05.2003 - 17:14

Li ser Kurdên Sûriyeyê semînarek di paltalkê de

AMESTERDAM (amude.com) - Sibe, di Koçka "Kurdistan - Êra Dengê Kurdistan" a paltalk de, semînarekê li gel Kawa Reşîd, endamê rêxistina Holendayê ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê, li dar dikeve. Mijara semînarê "Rojavayî Kurdistanê û guhertinên teze" ye. Semînar demjimêr 20.30 dest pê dike.
22.05.2003 - 11:23

Dadgeha Sûriyeyê siyasetmedarên kurd tawanbar kirin


Merwan Osman - Hesen Salih
ŞAM (amude.com) - Siyasetmedarên kurd ên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê, Merwan Osman û Hesen Saleh, ên ku di dawiya sala borî de li Şamê ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatibûn girtin, ji aliyê dadgeha ewlekarî ya Sûriyeyê ve hatin tawanbar kirin, wiha parêzgerê wan Enwer Bunî ragihand AFP. Ger ev yek bête tesbît kirin, ew dê jiyana xwe di zindanê de derbas bikin. Dadgehê ew sûcdar derxistin ku wan xwestiye "beşekî ji Sûriyeyê bi welatekî din ve girê bide", wiha Bunî di daxuyaniya xwe de nivîsandiye. Hêjayî gotinê ye, ku dadgehê nedihişt ku parêzger herdu girtiyan bibînin û bi wan re biaxifin.
19.05.2003 - 22:15

Pirtûka "Helbestine mîjoke" derket

DORTMUND (amude.com) - Piştî "Hetav ne Leylan" û "Zindana Biçûk", malpera Amûdê pirtûkeke din a helbestvanê kurd Ezîz Xemcivîn diweşîne. Navê pirtûka nû "Helbestine mîjoke" ye û ji 62 rûpelan pêk tê.
Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk tenê di malpera Amûdê de peyda dibin û hîn nehatine çap kirin.

Pirtûkê bixwîne
18.05.2003 - 01:36

Komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan damezirandine û beşdarî wan bûne

Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî î ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribûn û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribûn.

Lêkolînê bixwîne
16.05.2003 - 01:46


Diya Felek
"Diya Felek" li Hisiçayê kete zindanê

QAMIŞLO (amude.com) - Çarşema borî, xanima hunermendê rehmetî Mihemed Şêxo ya berê, Fatma Meleka (Diya Felek), li Hisiçayê rojekê kete zindanê dema ku xwest rûniştina xwe ya li Sûriyeyê dirêj bike. Ew niha di nexweşxaneya Qamişloyê de dimîne û divê şemiyê dîsa biçe Hisiçayê cem polîsan.

Nûçeyê bixwîne
16.05.2003 - 00:51

An hînî xwendin û nîvisandina zimanê xwe bibin, an mebêjn em Kurd in!

Bêwar Ibrahîm - QAMIŞLO (amude.com) - Dema girên hêviyan bi nehişgehî li hemberî goristanên windabûnê diherifin, dema hawar ji ber lewitandina mirovan di gerdena mirovantiyê de difetise, dema sîngên keç û dayikan dibin yarîgeh ji lîzevanên bêbextiyê re, dama reş dibe erênî û sipî dibe neyênî.. li ber weha bûyer jiyan seranser li ser lingekî radiweste û bi gezan dire rûpelên dîroka derewîn, sextet û windayî da ku ji xweseriya xwe careke din têgihişt bibe û encamên dîroka rast li ser sînga xwe careke din bibîne..

Gotarê bixwîne
15.05.2003 - 23:45

Helbestvan Ehmedê Huseynî di malpereke taybetî de

STOCKHOLM (amude.com) – Îro li Stockholmê malpera helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî vebû. Di malperê de, berhemên Huseynî yên bi zimanên kurdî, erebî, swêdî, elmanî û tirkî cih girtine.

Malpera Ehmedê Huseynî
15.05.2003 - 19:30

Pirsgirêka alfabeyê û pêşniyazek

Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) – Pirsgirêka alfabeyê di nav Kurdan de hê didome. Her gelek tenê alfabeyek bi kar tîne, lê Kurd niha çend alfabeyan bi hev re bi kar tînin. Ev yek ji bo me rojnamegeran jî kareke zehmet e, û ji ber vê yekê em nikarin xwe bigihînin hemû Kurdan, Kurdên ku li her perçeyê rûdinin.

Gotarê bixwîne
15.05.2003 - 19:15

Ibrahim Seydo Aydogan li ser romanê dipeyive

STOCKHOLM (amude.com) – Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê roja yekşema 18ê vê mehê, demjimêr 14:00, semînareke li gel nivîskar Ibrahim Seydo Aydogan organîze dike. Aydogan dê li ser romanê biaxife. Semînar di Kitêbxaneya Kurdî, Slupskjulsvägen 26, Skeppsholmen, li dar dikeve.
14.05.2003 - 15:40

Romana Dewrêşê Evdî çap bû

AMED (amude.com) – Li Bakurê Kurdistanê, romana Dewrêşê Evdî ya nivîskar Eyup Kiran çap bû û gihîşt ber destê xwendevanan.
Helbestvanê kurd Receb Dildar wiha li ser vê romanê nivîsandiye:

Nûçeyê bixwîne
13.05.2003 - 23:16

Silavek bo helbestvan Royarê Amedî

DORTMUND (amude.com) – Di rojên 17-18ê vê mehê de, çalakiyek e taybetî li jêr sernavê "Silavek bo helbestvan Royarê Amedî" di Koçka Qamişlo de bo helbestvanê girtî Royarê Amedî amade dibe. Şev demjimêr 22.00 dest pê dike.
Amadekarên vê şevê "hemî helbestvanên kurd ji boyî gurkirina xetîreya vê silavê û riswakirina dîwarên qalind û şevistana dirinde ya zindana Royarî" vexwendî li darxistina vê çalakiyê dikin.
Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Royarê Amedî dawiya sala borî li Sûriyê li gel hevalekî xwe hate girtin û hîn di zindanê de ye.
12.05.2003 - 10:15


Ferhad Elî
(wêne: amude.com)
Pirsgirêk li ser mirina xwendevanê kurd li Êrîvanê

ÊRÎVAN (amude.com) - Xwendevanê kurd ê ku meha borî li Êrîvanê mir, navê wî Ferhad Elî ye û û li bajarê Amûdê ji dayik bibû.
Li gor agahiyên ku ji Êrîvanê gihan amude.com, rehmetî du salan di beşê bijişkiyê de li zanîngeha Êrîvanê dixwend. Agahiyên ji Êrîvanê diyar kirin ku ew ji aliyê hin kesên nediyar ve hate kuştin. Lê li derdora malbata wî tê gotin ku ew di koncaleke 7 mitro de werbû û piştî 2 rojan mir.
Mirina Ferhad bû sedemê tevliheviyek mezin di nav xwendevanên zanîngehê de.
12.05.2003 - 09:40

Ebdî Ne'san Qadir hat bibîranîn

KOBANÎ (amude.com) - Doh li gundê Elbelûrê nêzîkî bajarê Kobanî, Ebdî Ne'san Qadir ji aliyê hejmarek mezin ji gelê herêma Kobanî hate bibîranîn. Di vê bîranînê de, gotin ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li ser gora Ebdî Ne'san Qadir hatin kirin.
Ebdî Ne'san Qadir di 11.05.1985an de li bajarê Kobanî hatibû kuştin û ji wê rojê de her sal di 11ê mehê de tê bibîranîn.
09.05.2003 - 14:29

Dr. Cemal Nebez: Kurd divê serxwebûnê bixwazin, ne federalîzmê!

BIELEFELD (amude.com) - Sêşema borî, di semînarekê de ku ji aliyê rêxistina xwendevanan li zanîngeha Bielefeld a elmanî ve hatibû amade kirin, zaniyarê kurd Dr. Cemal Nebez dîrok û rewşa Iraqê berî û piştî şer şirove kir û got ku Kurd dîsa ji tecrûbeya xwe fêr nebûne û ku ew divê bizanibin ku tiştek bi serê xwe nayê.

Nûçeyê bixwîne
03.05.2003 - 21:25

Di 60 saliya weşana "Roja Nû" de

Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Bi hatina 3yê heyva gulanê, sala îsal 2003, 60 sal di ser derçûna rojnameya kurdî "Roja Nû" re derbas dibin. Roja Nû rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû, xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan-Beyrût bû.

Gotarê bixwîne
03.05.2003 - 12:03

Gotin gotinê dikşîne!

Ehmed Heso - OSNABRÜCK (amude.com) - Li ser kursiya xwe ya bilind rûniştî, li dora wî berdestî û xizmetkar, li himber wî televîzyon vêketî, di destê wî de jî "rêmotkontrol" ji qenalekê dibir ser yeka din, nûçey tev jî gav bi gav li pey bûyerên şerê Emerîka dijî Sedam in. Ew bi xwe jî neçar dima ku li wan temaşe bike.

Gotarê bixwîne
03.05.2003 - 11:36

Kurdistan pîrozkirina sedsaliya helbestvan Goran amade dike

HEWLÊR (amude.com) - Weşanxaneya Aras li Hewlêrê dixwaze salek din (2004) bi alîkariya Wezareta Çandê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê sedsaliya jidayikbûna helbestvanê kurd Ebdela Goran pîroz bike. Li gor agahiyên rojnameya Xebat, weşanxaneya Aras û malbata Goran li ser vê yekê lihev kirin. Herweha weşanxaneya Aras dê hemû helbestên Goran bi awayekî xweşik û hêja di dîwanekê de çap bike.
02.05.2003 - 17:13

Gotinên El-Sehaf dibin CDeyek muzîkê

LONDON (dpa/web.de/sun/amude.com) - Di hejmara xwe ya îro de, rojnameya ingilîzî "SUN" ragihand ku niha CDeyek muzîkê bi axaftinên wezîrê Iraqê yê ragihandinê yê berê Mihemed Seîd El-Sehaf ên ku wî di civînên xwe yên rojnamevanî di şerê Iraqê de digotin, amade dibe.
Gotinên El-Sehaf dê bi awazên strana "19" ya Paul Hardcastle ya ku di salên 80ê de li dijî şer hatibû amade kirin, bêne tomar kirin.
01.05.2003 - 18:45

Weşan in nû ji Navenda Havîbûn a weşan û lêkolînên kurdî li Berlînê

BERLÎN (amude.com) - Li paytexta Elmaniyayê Berlîn, çend berhem in nû ji nav weşanên "Navenda Havîbûn a weşan û lêkolînên kurdî" derketin. Herweha cotehejmara kovara Havîbûn (12 & 13) a ku bi zimanê kurdî (tîpên erebî) tê weşandin, derket.

Nûçeyê bixwîne
01.05.2003 - 14:10

Hunermend Mehmûd Ezîz îşev di Koçka Qamişlo de ye

DORTMUND (amude.com) - Dengbêjê kurd Mehmûd Ezîz Şakir îşev (01.05.2003) dibe mêvanê Koçka Qamişlo di Paltalkê de. Ew dê ji mêvanan re stranên xwe yên kevn û nû pêşkêşke û bi wan re têkeve guftûgoyê.
Program demjimêr 20.00 dest pê dike.
01.05.2003 - 10:19

Li Bîngolê zemîn hejiya

BÎNGOL (amude.com) - Vê sibehê zû, demjimêr 3.27, zemîn li bajarî Bîngolê dest bi hejandinekê kir. Li gor agahiyên ajanseyên nûçeyan, ta niha bêtirî 100 kesî derbasrî vê hejnadinê hatin kuştin.

Berdewam bike (Erşîva meha 04/2003)
navê-te@amude.com
Nav (Login)
Şifre (Password)
Nûhatî?
Xwe qeyd bike!
ÊVAR BAŞ & NIVÎS
ÊVAR BAŞ
NIVÎS
Rûpela destpêkê
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê bike rûpela xwe ya destpêkê!
Bookmark
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê derbasî lîsteya "favorîtên" xwe!

 ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]