www.amude.com
www.amude.com - navenda çanda kurdî
|destpêk| nûçe| muzîk| huner| bajar| wêje| ziman| epirtûk| nerîn| torevanî| belgexane| proje|
|emaila te| deng| lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| têkilî| erebî|

30.04.2003 - 11:55

Kenek biçûk roniyê dide rojê

THAILAND (welt.de/amude.com) - Her sal di zindanên Thailandayê de pêşbirka ken li dar dikeve. Motoya pêşbirka îsal "Kenek biçûk roniyê dide rojê" e. Rêvebirên zindanên thailandî vê pêşbirkî wek programekî li dijî strêsê di zindanên tije de saz dikin.
30.04.2003 - 00:25

Di salvegeriya rojnamegeriya kurdî de problemên rojnamegeriya kurdî

Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) - Piştî derketina rojnameya Kurdistan ku di 22.04.1898an de ji aliyê Midhet Mîqdad Bedirxan ve hate derxistin esreke mezin derbas bû. Em di vê 22'ê mehê, di vê salvegera 'Kurdistan' de dixwazin çend tiştan bibêjin li ser rojnamegeriya kurdî ya îro.

Gotarê bixwîne
29.04.2003 - 21:10

Zimanê kurdî di Koçka Qamişlo de

DORTMUND (amude.com) - Birêvebirên Koçka Qamişlo di Paltalkê de ragihandin ku ji îna 9ê gulanê û pê ve, her roja înê, demjimêr 21.00, mamoste Subhî Ehmed dê dersên zimanê kurdî bide mêvanên koçkê.
Roja şemiya 10ê gulanê, mamoste Subhî Ehmed dê li ser giringî û pêwîstiya ziman biaxife.

Koçka qamişlo
29.04.2003 - 19:07

Mehmûd Ezîz li Bad Salzuflen jî dibe mêvan

BAD SALZUFLEN (amude.com) - Mala Çanda Kurdî li bajarê elmanî Bad Salzuflen roja 10.05.2003an, demjimêr 16.00, şahiyeke hunerî li gel hunermend Mehmûd Ezîz Şakir amade dike. Ev şev dê bi alîkariya hunermendan Seyfo û Xelîl li dar keve.
Cih: Bad Salzuflen, Mehrzweckhalle, Hauptstrasse 10
29.04.2003 - 17:20

Pêşangeha pirtûkên kurdî li Elmaniyayê

KÖLN (amude.com) - Bi însiyatîva Yekîtiya Komeleyên Kurdistan (KOMKAR), îsal ji 06-08ê meha hezîranê pêşengehek bo pirtûkên kurdî li bajarê Kölnê li Elmaniyayê amade dibe. Ev pêşengeh îsal ji bo bîranîna sedsaliya Cegerxwîn saz dibe.

Nûçeyê bixwîne
28.04.2003 - 23:45

Malpera hunermendê kurd Mîrê Hêkan

AACHEN (amude.com) - Nîgarkêşê kurd "Mîrê Hêkan" (Cemal Ebdo) di malpereke taybetî de xwe û hunera xwe pêşkêş dike. Malper bi zimanê elmanî ye.
Hunermend "Mîrê Hêkan" sala 1961ê li gundekî bajarê Dirbêsiyê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye û ji sala 1981ê li bajarê Aachen li Elmaniyayê dijî. Navê wî bûye "Mîrê Hêkan" ji ber hêk di hemî tabloyên wî de roleke balkêş dilîzin.

www.mirhek.com
27.04.2003 - 13:10

Behmen Qûbadî: Kurdistan dayîka min e

Rêbiwar Pîremerd - STENBOL (Rojev.com) - Derêhênerê kurd Behmen Qûbadî ku me ew cara yekem bi fîlmê wî yê bi navê "Zamanê Hespên Sermest" nas kir îcar bi fîlmê xwe yê bi navê "Awaza Dayîka Niştiman" li Stenbolê ye.

Gotarê bixwîne
27.04.2003 - 13:02

شاعيرى رِاثةرِين: كوَنىَ رِةش

HELSÎNKÎ (amude.com) - Nivîskar û lêkolînerê kurd Xisro Pîrbal gotarek li ser helbestvan û nivîskar Konê Reş nivîsandiye û tê de helbestek wî ji zimanê erebî wergerandiye bo kurdiyê. Gotar bi tîpên erebî hatiye nivîsandin.

Gotarê bixwîne
25.04.2003 - 12:29

Malpera Hunermenda kurd Çopî

DORTMUND (amude.com) - Hunermenda kurd Çopî di malpereke taybetî de xwe û muzîka xwe pêşkêş dike. Çopî ji bajarê Kerkûkê ye û niha li Holenda dijî.

www.chopy.net
25.04.2003 - 11:20

Cemal Nebez li ser Iraqa piştî Sedam diaxife

BIELEFELD (amude.com) - Di roja 06.05.2003an de li bajarê Bielefeldê li Elmaniyayê, profesorê kurd Cemal Nebez dê di semînarekê de li ser rewşa Iraq piştî Sedam biaxife.

Cih: Universität Bielefeld, Hörsaal: 10
Dem: 06.05.2003, demjimêr: 18.00
25.04.2003 - 11:10

Kurdên Nerwicê ahengekê li dar dixin

OSLO (amude.com) - Kurdên Nerwicê ahengekê bo pîrozkirina Newrozê û serkeftina gelê kurd li Başûrê Kurdistanê amade dikin. Hunermend Şivan Perwer, Şêrîn Perwer, Qadir Ilyas û Şêrwan dê beşdarî ahengê bibin.

Cih: Folkethus -Oslo
Dem: 03.05.2003, demjimêr: 17.00
24.04.2003 - 19:45

Dehênerê kurd Behmen Qubadî li Stenbolê ye

STENBOL (amude.com) - Derhênerê kurd Behmen Qubadî ku fîlmê wî yê bi navê 'Strana Awaza Dayika Min' dê di çarçoweya 22yemîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de bê nîşandayîn, roja 24ê mehê çû Stenbolê.

Nûçeyê bixwîne
24.04.2003 - 12:42

Xwendevanek ji Qamişlo li Erministanê hate kuştin

ÊRÎVAN (amude.com) - Xwendevanek kurd ji Êrîvanê ragihand Malpera Amûdê ku berî du rojan li paytexta Ermenistanê Êrîvanê, xwendevanekî kurd ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê hate kuştin. Xwendevanê kuştî ji bajarê Qamişlo ye û li Ermenistanê dixwend.
Em nêzîk agahiyên berfirehtir diweşînin.
23.04.2003 - 13:20

Ahengek li gel Mehmûd Ezîz

DORTMUND (amude.com) - Li bajarê Dortmund li Elmaniyayê, roja îna 02.05an dê şevek ji bo û li gel hunermendê kurd Mehmûd Ezîz li dar keve.

Nûçeyê bixwîne
22.04.2003 - 10:20

Li Şamê pêşangeha hunermendê kurd Salih Nemir vebû

Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Li hola pêşangehan li navenda çandî ya Ebo-Rummanê li bajarê Şamê, pêşangeha hunermendê şêwekarî yê kurd Salih NIMIR di êvara 19ê vê mehê de û bi beşdariya hejmareke mezin ji rewşenbîr, hunermed, nivîser û hezkerên hunerê yên kurd û ereb li bajarê Şamê hate vekirin.

Nûçeyê bixwîne
22.04.2003 - 09:55

Helbestek ji bo 105 saliya rojnamegeriya kurdî

QAMIŞLO (amude.com) - Îro roja rojnamegeriya kurdî ye.
Di vê rojê de (22.04) 105 sal ser weşandina yekemîn rojnameya kurdî li paytexta Misirê Qahîreyê ji aliyê Miqdad Mîthad Bedirxan derbas dibin. Merwanê Gedo ji Qamişloyê ji bo vê roja pîroz helbestek nivîsandiye. Em wê li vêderê diweşînin.

Helbestê bixwîne
21.04.2003 - 22:35

Li Holendayê şevek muzîkê li gel Selah Osê û Hevraz Qamişlokî

HOLENDA (amude.com) - Komeleya Ahmedê Xanî û ya Tîrêj roja îna 25ê vê mehê li bajarê Delft a holendî, şevek muzîkê bo hunermendên kurd Selah Osê û Hevraz Qamişlokî amade dikin.
Cih: Cort v/d Lindenstr 1, Delft (( vanaf CS Delft, Busnr. 61, halte Lindenhof) - Demjimêr: 19:00
Têkilî: tel: 0618845871, 0610814309
21.04.2003 - 17:45

Stran in nû yên Xweşnav û Selah Osê

DORTMUND (amude.com) - Meha borî, CDeya hunermend Xweşnav a nû ya bi navê GAZIN li paytexta Swêdê Stockholm derket. Me ji mêvanên Malpera Amûdê re du stran ji vê CDeyê helbijartin û ew bo guhdarkirinê di beşê muzîkê de weşandin.
Herwiha me ji ji CDeya hunermend Selah Osê ya bi navê "Ay Dil" du stran bo mêvanên xwe helbijartin û bo guhdarkirinê amade kirin.

Fermo li stranan guhdar ke
11.04.2003 - 16:05

Hunermend Alan Botan wefat kir

STOCKHOLM (amude.com) - Hunermendê Kurd Alan Botan (Şahîn Derwêş) îro ber bi seet 1ê piştî nîvê şevê li Stokholmê wefat kir. Alan dora 3 salan di komayê de bû.
Gorbihişt di sala 1959an de li bajarê Qamişlo hatibû dinyayê, ji malbatek welatparêz a navdar a Kurd tê. Mamê Şahîn, Kemal Ehmed ta wefata xwe berî 5 salan Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) bû.
Alan bi navê "Şîn û Şadî" CDyek derxistibû.
06.04.2003 - 10:30

Rewşenbîrên kurd ên Amûdê dengê xwe bi Şivan Perwer re bilind dikin

AMÛDÊ (amude.com) - Di nameyeke vekirî de ji bo hunermend Şivan Perwer, komek ji rewşenbîr û nivîskarên kurd ji bajarê Amûdê piştgiriya Şivan dikin û êrîşên li dijî wî şermezar kirin.

Nûçeyê bixwîne
04.04.2003 - 22:05

Kasêta dengbêjê Se´ed Ferso ya nû derket

QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê kasêta dengbêjê kurd Se´ed Ferso li jêr navê "Bîst û sê sal" derket. Piraniya stranên vê kasêtê ji awazên Ferso bi xwe ne û gotinên stranan ên çend helbestvanên kurd in.
03.04.2003 - 16:22

Frekvênsa Kurdistan TV hate guhertin

HEWLÊR (amude.com) - Îro frekvênsa Kurdistan TV hate guhertin. Kesê ku bixwaze li Kurdistan TV temaşe bike, divê frekvênsa nû bi kar bîne:
Hotbird 6, Frekvêns: 11.137 MHz, Polarity: Horizontal
03.04.2003 - 00:46

Emerîka û encamên şerê azadî

HELSÎNKÎ (amude.com) - Lêkolînerê kurd Xisro Pîrbal gotarek derbarî şerê li dijî Iraq ji me re şand. Nivîsa wî bi zaravê soranî û tîpên erebî ye.

Gotarê bixwîne (pdf)
03.04.2003 - 00:30

Xwendekarên Kurd Mesûd Yilmaz protesto kirin

BOCHUM (amude.com) - Berî du rojan, civînek bo çapemeniyê ji aliyê Zanîngeha Bochumê bo pêşkêşkirina profesorê wê yê mêvan Mesûd Yilmaz pêk hat. Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Bochumê bi belavok û pirsên xwe serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Yilmaz protesto kirin û ji zanîngehê xwestin ku wî nekin profesor.

Nûçeyê bixwîne
02.04.2003 - 23:17

Şevek helbestê bi helbestvan Ferhadê Içmo re

ŞAM (amude.com) - Roja 27ê meha borî, helbestvanê kurd Ferhadê Içmo ji Qamişloka evînê bibû mêvanê Kurdan li Şama paytext û di şevbûhêrkeke helbestê de ew bi xwe re birin cîhana helbestên xwe. Dora 40 kesî amade bibûn.

Nûçeyê bixwîne
01.04.2003 - 00:45

Antolojiya Helbesta Kurdî Li Sûryiyeyê

Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Di van rojên dawîn de, pirtûkek bi navê "Antolojiya Helbesta Kurdî Li Sûrya" di nav xwendevanan de hatiye belav kirin. Ev pirtûk ji amedekirina helbestvan û rexnevan Mihemed Şêxo ye.

Nûçeyê bixwîne

Berdewam bike (Erşîva meha 03/2003)
navê-te@amude.com
Nav (Login)
Şifre (Password)
Nûhatî?
Xwe qeyd bike!
ÊVAR BAŞ & NIVÎS
ÊVAR BAŞ
NIVÎS
Rûpela destpêkê
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê bike rûpela xwe ya destpêkê!
Bookmark
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê derbasî lîsteya "favorîtên" xwe!

 ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]