www.amude.com
www.amude.com - navenda çanda kurdî
|destpêk| nûçe| muzîk| huner| bajar| wêje| ziman| epirtûk| nerîn| torevanî| belgexane| proje|
|emaila te| deng| lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| têkilî| erebî|

28.02.2003 - 16:45

Piştî şewitandina ala Tirkiyê di xwepêşandana xwendekaran de - YNK berpirsê xwendekaran girt

SILÊMANÎ (amude.com) - Di xwepêşndaneke xwendekarên kurd çarşemba borî li Silêmaniyê dijî tehdîdên Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê de, xwendekaran ala Tirkiyê şewitandin û ya Kurdistanê bilind kirin.
Doh berpirsek ji amadekerên xwepêşandanê, Ebu-Bekir Hesen ji aliyê polîsên Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Silêmaniyê hate girtin, wiha Kurdishmedia.com dibêje. Ta niha kesek nizane ew di çi rewşê de ye. Organîsasyona xwepêşandanê YNK dike berpirsiyar eger tiştek bi Hesen hat.
28.02.2003 - 11:20

"Keskê dawî di cenazeya Xwedê de" - Pirtûka nû a helbestên Hoşeng Broka

STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên Pêrî li Stenbolê pirtûka helbestvanê kurd Hoşeng Broka "Keskê dawî di cenazeya Xwedê de" derket. Pirtûk ji helbesteke dirêj pêk tê ku di çar beşan de xwe li ser 144 rûpelan pêşkêş dike û bi tablo û motîvên hunermend Reşîd Hesso hatiye xemilandin.

Nûçeyê bixwîne
28.02.2003 - 02:30

Kurd li Elmaniyayê xwepêşandanekê li dar dixin

KÖLN (amude.com) - Çar rêxistinên kurd roja şemiya 01ê Adarê, demjimêr 14.00-16.00, li pêşiya DOMa bajarê Kölnê li Elmaniyayê xwepêşandanekê li hemberî planên Tirkiyê yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê amade dikin. Amadekar: KOMEL e.V., KOMKAR e.V., HEVALTI e.V., Civata Kurd e.V.

Nûçeyê bixwîne
27.02.2003 - 22:15

Hevbendî û Eniya Demoqrat ên Kurd li Sûriyê:
Li hemberî tehdîdên Tirkiyê yên dagîrkirina Kurdistanê rawestin


QAMiŞLO (amude.com) - Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê û Eniya Demoqrata Kurd li Sûriyê îro di daxuyaniyekê de ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, nerazîbûna xwe li hemberî tehdîd û daxwazên Tirkiyê yên dagîrkirina Kurdistanê diyar kirin. Hevbendî ji 5 partiyên kurdî li gel çend kesayetiyên kurdî yên serbixwe pêk tê û Eniya Kurdî ji çar partiyan.

Nûçeyê bixwîne
27.02.2003 - 18:39

Parêzgerê Dihokê bi nûnerên dezgehên ragihandinê li parêzgeha Dihokê re rûnişt

DIHOK (amude.com) - Îro li parêzgeha Dihokê, parêzgerê bajêr Neçîrvan Ehmed kombûnek digel nûnerên dezgehên ragihandinê li parêzgeha Dihokê pêk anî. Di vê kombûnê de, Ehmed îşaret da serûberê herêmê û nûtirîn pêşhatan. Herweha wî behsa nexse û pilanên kargêriya parêzgehê kir ên ku bo kawedanên tengaviyê de di biyavên cuda cuda de.

Nûçeyê bixwîne
27.02.2003 - 01:15

Li Holendayê xwepêşandanek dijî Tirkiyê

DEN HAG (amude.com) - Sibe, roja îna 28.02.2003an, caliya kurdî û ya iraqî li bajarê Den Hagê (Lahay) xwepêşandanekê li dijî derbasbûna leşkerên Tirkiyê di Başûrê Kurdistanê de. Xwepêşandan ji stasyona tirênê ya bajêr dest pê dike.
26.02.2003 - 23:32

Tankên leşkerê Tirkiyê neşên azadiya mirovan li welatê me têk biden

DIHOK (amude.com) - Îro li hola Xanî li serokatiya zanîngeha Dihokê tayên Dihokê yên Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Sendîka Hunermendên Kurdistanê, Zanîngeha Dihok endam û mamosteyên xwe komvekirn û li dor wî bûyerên ku herêm îro derbas dike, peyvîn.

Nûçeyê bixwîne
26.02.2003 - 23:30

Konferensa oposîsiyona Iraqê li Kurdistanê

DORTMUND (amude.com) - Îro li Selahidîn li Başûrê Kurdistanê civîna oposîsiyona Iraqê li dar ket. Kesê ku ev civîn li ser Kurdistan TV temaşe nekir, dikare di malpera KDP de li axaftinên nûnerên oposîsiyona Iraqê û ya nûnerê serokê Emêrîkayê Zalmay Khalilzad temaşe bike.

Fermo here malpera KDP
26.02.2003 - 17:50

Di rapirseka Malpera Amûdê de ..
98.3% Ji xelkê Kurdistanê dijî hatina leşkerê tirk in


DIHOK (amude.com) - Di rapirsekê de ku Malprea Amûdê li Herêma Kurdistanê kir û du hezar (2000) kes tê de beşdar bûn, xuya bû ku rêjeya 98.3% ji van kesan dijî hatina leşkerê tirk in bo Kurdistanê beramber 1.7% kesên ku bi hatina leşkerê tirk razîn e.

Nûçeyê bixwîne
26.02.2003 - 10:30

Qotabiyên Dihokê berhviya xwe diyar dikin bo berhingariya leşkerê tirkî

DIHOK (amude.com) - Îro li hola Mihemed Arifê Cizrî li Dihokê simînarek vekirî taybetî bo qotabiyên deverê li gel berpirsê liqê 1ê yê P.D.K Mihemd Mela Qadir li dor seruberê ku dever îro tê de diburît hate pêkanîn.

Nûçeyê bixwîne
26.02.2003 - 00:05

Komela Ehmedê Xanî li Holendayê semînarekê li dar dixe

HOLENDA (amude.com) - Komela Ehmedê Xanî li Holendayê roja 09.03.2003an, demjimêr 14.00, li bajarê Delft, Koorinmarkt 48, semînarekê li gel Subhî Ehmed, Dilyarê Dêrkî û Henîf Yûsif li dar dixe.
Bo têkiliyan: tel: 06-18845871
25.02.2003 - 19:35

Hunermend Seîd Yûsif dixwaze bibe endamê perlemana Sûriyê

QAMIŞLO (amude.com) - Hunermendê kurd Seîd Yûsif ê ku bi stran û awazên xwe yên xweş cihekî taybetî di dilên Kurdan de li seranserî cîhanê girt, dixwaze bibe endamê perlemana Sûriyê. Ew bi parola "Min hertim dengê xwe dida te, tu niha dengê xwe didî min?" dikeve kampaniyaya helbijartinên perleman ên ku roja 2ê Adarê li dar dikevin. Navê wî di lîsteya B de ye ya parêzgeha Hisiça.
25.02.2003 - 10:50

Li Kurdistanê gel xwe bo şer berhev dike

DIHOK (amude.com) - Piştî wan axaftinên ji aliyê Tirkan ve hatin gotin, li Herêma Kurdistanê xelkên deverê xwe bo şer û berhingariya leşkerê tirkî amade dikin.

Nûçeyê bixwîne
25.02.2003 - 10:25

Mihemed Uzun: dahênerê romanê û xulqênerê zimanê kurdî

OSLO (evarbash.com) - Nivîskarê kurd Nîzar Agrî rexneya xwe derbarî Mihemed Uzun û berhemên wî berdewam dike. ÊVAR BAŞ îro beşê 2an a rexneya Agrî weşand.

Rexneyê bixwîne
24.02.2003 - 18:15

Li Londonê civîna komîteya parastina gelê kurd li dar dikeve

LONDON (amude.com) - Sibe li Londonê, demjimêr 18-20, civîna komîteya parastina gelê kurd li dar dikeve. Ev komîte hate damezirandin bo piştgiriya Kurdistanê derbarî bûyerên ku niha li Iraqê pêk tên. Herkes li seranserî cîhanê dikare beşdarî xebatê bibe. Di vê civînê de, kesên beşdar dê daxuyaniyekê binivîsînin û belav bikin. Ev daxuyanî dûra dibe bingeha kampaniyayên vê komîteyê.
Nûçeyê bixwîne
24.02.2003 - 17:20

Cemawêr û hêzên Kurdistanê dijî hatina Tirkiyê bo Kurdistanê ne - daxuyaniya 23 partiyên Kurdistan û Iraqê

DIHOK (amude.com) - Piştî gotinên berpirsyarên tirk derbareyî daxwaz û peşnyarên wan di guftûgoyên wan de digel Emêrîkayê ji bo hinartina leşkerên Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê, rêxistinên Kurdistanêyên siyasî û cewamêran nerazîbûna xwe diyar kirin û gotin ku ew qebûl nakin ku leşkerên tirk bêne nav axa Kurdistanê û ewên berhingariya wan bikin.
Nûçeyê bixwîne
24.02.2003 - 14:01

Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê li Efrîn û Kobanê beşdarî helbijartinan dibe

HELEB (amude.com) - Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê li herêmên Kobanê û Efrînê bi sê endaman beşdarî helbijartinên perlemana Sûriyê dibe. Hevbendî dixwaze van kesan derbasî perlemanê bike: Nûrî Brîmo (endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê), Ehmed Qasim (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê) û Mislim Şêx Hesen (Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê).
24.02.2003 - 12:30

Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê jî beşdarî helbijartinên perlemana Sûriyê nabe

QAMIŞLO (amude.com) - Piştî Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê û Eniya Demoqrata Kurd li Sûriyê biryara nebeşdarbûna helbijartinên perleman li parêzgeha hisiça stendin, do Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew beşdarî helbijartinên perlemana Sûriyê nabe, ne li parêzgeha Hisiça û ne li dever in dî, û banga gelê kurd li Kurdistanê û Sûriyê dike ku ew jî beşdar nebin.
23.02.2003 - 23:55

Kurd beşdarî helbijartinên perlemana Sûriyê nabin

QAMIŞLO (amude.com) - Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê û Eniya Demoqrata Kurd li Sûriyê li Qamişloyê îro piştî civîna xwe hevbeş biryar dan ku ew li parêzgeha Hisiçayê beşdarî helbijartinên perlemana Sûriyê yên ku roja 2ê Adarê pêk tên, nabin. Sedema vê yekê ew e ku rêcîma Sûriyê li parêzgeha Hisiça tenê 4 cih dane kesên serbixwe ku bibin endamê perleman.
23.02.2003 - 10:35

Kovara SIBA rûpelên xwe di internêtê de vedike

DORTMUND (amude.com) - Kovara SIBA kovareke serbixwe ye ya xwendekarên kurd li zanîngeha Helebê li Sûriyê û bi zimanê kurdî û erebî berhemên xwendekaran diweşîne.
SIBA niha ne tenê dikare li Sûriyê bê xwendin, SIBA niha di rêya internêtê de xwe digihîne xwendevanê kurd li seranserî cîhanê.

Malpera SIBA
21.02.2003 - 21:12

Hevpeyivîn bi serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê (YEKÎTÎ) Ismaîl Emo re

DORTMUND (amude.com) - Di malpera Tîrêj.com (www.tirej.com) de hevpeyvînek bi serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê (YEKÎTÎ) Ismaîl Emo re hatiye weşandin.

Fermo hevpeyvînê bixwîne
21.02.2003 - 20:55

Qado Şêrîn xelate pêşbirka Zevî ya kurteçîroka kurdî li Qamişloyê wergirt

QAMIŞLO (amude.com) - Li bajarê Qamişloyê, nivîskarê kurd Qado Şêrîn hate helbijartin bo wergirtina xelata kovara Zevî ya kurteçîroka kurdî. Çîroka Qado Şêrîn a bi navê "Kirîna serokan" di pêşbirkê de hate xelat kirin. Neh çîrok beşdarî pêşbirkê bibûn.

Nûçeyê bixwîne
21.02.2003 - 13:40

Li Duhokê filmên kurdî hatin pêşkêş kirin

DIHOK (amude.com) - Ji berhemên nivîsgeha Dihokê ya Kurdistan TV, roja 18.2.2003an bi berhevbûna hejmareke mezin ji hunemend û hunerdostan du filmên kurdî yên dokumenter, yek bi nav ê (DAR AV) û yê din bi navê (QEREÇ), li hola mûzexaneya Dihokê ya folklorî hatin pêşkêş kirin.

Nûçeyê bixwîne
21.02.2003 - 09:35

Berpirsê Malpera Amûdê îro li ser malperên kurdî diaxife

DORTMUND (amude.com) - Li ser daxwaziya birêvebiriya "Koçka Qamişlo" di Paltalkê de, berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko îro, demjimêr 21.00, di "Koçka Qamişlo" de li ser malperên kurdî û rola wan bi giştî û ya Malpera Amûdê bi taybetî dipeyive.

Fermo bixwîne çawa tu dikarî derbasî Koçka Qamişlo bibî
20.02.2003 - 11:25

Kurdên Swêdê xwepêşandanekê li dar dixin

STOCKHOLM (amude.com) - Vê şemiyê, 22.02.2003, Kurdên Swêdê li Stockholmê xwepêşandanekê bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê li dar dixin û bangî hemî Kurdan dikin ku beşdar bibin û dengê xwe li dijî dijminên Kurdan bilind bikin. Hunermendê kurd Şivan Perwer bi mûzîka xwe beşdarî xwepêşandanê dibe.
Cih: Sergelstorg / Stockholm, kombûn: 14.00
20.02.2003 - 11:22

Kasêta hunermend Bawercan derket

BIELEFELD (amude.com) - Hunermendê kurd Bawercan li Elmaniyayê kasêta xwe ya yekem derxist. Kasêt ji 10 stran in evînî û netewî pêk tê. Bi derxistina kasêta xwe, Bawercan malpereke taybetî bo xwe vekir û tê de xwe û muzîka xwe pêşkêş dike. Mêvanê malperê dikare li stranên Bawercan guhdarî bike.

Malpera hunermend Bawercan
19.02.2003 - 12:55

5000 leşkerên oposîsyona iraqî li Îranê derbasî Kurdistanê bûn

KURDISTAN (amude.com) - 5000 leşkerên grûpeke oposîsyona iraqî ku li Îranê dimînin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, weha "Financial Times" dibêje. Serokê vê grûpê Ayatollah Mohammed Baqir El-Hakîm e û ji sala 1980ê li Tehranê dimîne û xebata xwe ji wêderê dimeşîne. Hikûmeta Emêrîkayê ditirse ku rewş pir tevlihev bibe û karê wan li Iraqê zortir bibe. Tê gotin ku ev grûp ji aliyê Îranê ve tê bikaranîn.

Nûçe bi ingilîzî (Financial Times)
19.02.2003 - 12:42

Nîzar Agrî: Gunehkarî û ceza

OSLO (evarbash.com) - Berî çend rojan nivîskarê kurd Mustefa Reşîd rexneyek li ser nivîseke Nîzar Agrî bo ÊVAR BAŞê nivîsandibû.
ÊVAR BAŞê îro bersiva Agrî li ser vê rexneyê weşand.

Fermo gotarê bixwîne
17.02.2003 - 10:55

Li Danmarkê sedsaliya Mistefayê Berzanî tê cejn kirin

KOPENHAGEN (amude.com) - Di 14ê Adarê de, 100 sal li ser jidayikbûna Mele Mistefayê Berzanî yê nemir derbas dibin. Kurdên li Danmarkê di 28.02.2003an de, demjimêr 18.00, 100 saliya Berzanî bi şahiyeke mezin cejn dikin. Derbasbûna şahiyê bê pere ye.

Nûçeyê bixwîne
17.02.2003 - 10:17

ALIAS - Programek ji bo kesên ku li Kurdistanê derbasî internêtê dibin

DORTMUND (amude.com) - Li her çar perçeyên Kurdistanê gelek malperên internêtê hene ku hikumetên dagîrker wan qedexe dikin û nahêlin ku milet bikaribe derbasî wan malperan bibe.
Lê niha programek ingilîzî derketiye ku hemû malperên internêtê vedike û derfetê dide ku mêvanê internêtê bikaribe ji xwe re di internêtê de bê sansur û girêdan bigere.

Fermo ji xwe re programa ALIAS daxîne compûtera xwe
16.02.2003 - 21:15

Ekremê Haco Axa koça dawîn kir

QAMIŞLO (amude.com) - Vê sibehê, li bajarê Tirbesipiyê li Başurê Rojavayî Kurdistanê Ekremê Haco, kurê Haco Axayê Hevêrkî, koça dawîn kir û bi beşdarbûna cemawerekî mezin di goristana li gundê Dugirê li rex bav û birayê xwe hat veşartin.

Nûçeyê bixwîne
13.02.2003 - 23:45

Konefernsek cîhanî ekademî li ser "Kurdên Sûriyê" li Berlînê

BERLÎN (amude.com) - Civaka Berlînê bo pêşxistina Kurdolociyê û Navenda ewropî bo lêkolînên kurdî di rojên 22 û 23ê Adara 2003an de li Berlînê konferenseke cîhanî ekademî li ser Kurdên li Sûriyê li dar dixînin. Ev yekemîn konferens e ku ta niha bi vî awayê berfireh û zanistî li ser Kurdên Başurê Rojavayê Kurdistanê pêk tê.

Program bi kurdî (pdf) --- Program bi elmanî (pdf)
13.02.2003 - 12:25

Dr. Cemal Nebez li Kölnê li ser Kurdan diaxife

KÖLN (amude.com) - Ji bo rewşenbîrê kurd Dr. Cemal Nebez, Komeleya Kurdên li Derveyê Welat (KOMEL) roja 15.02.2003an, demjimêr 14.00, li bajarê Köln li Elmaniyayê semînarek li ser rewş û paşeroja Kurdan li Başurê Kurdistanê li dar dixe. Li gor agahiyên Avesta Dr. Nebez dê bi berfirehî li ser rewşa Kurdan piştî guhertina rêcîmê li Iraqê biaxife.
Nûçeyê bixwîne
12.02.2003 - 17:25

"ZÎMARÊN ÇIYAYÎ" ya Bedirxan Sindî hate weşandin

Malpera Amûdê xebata xwe ya weşana pirtûkan berdewam dike.
Vê carê ew derfetê dide xwendevanê kurd ku pirtûka helbestvanê kurd Dr. Bedirxan Sindî "ZÎMARÊN ÇIYAYÎ" bixwîne. Pirtûk ji 253 rûpelan pêk tê û bi tîpên erebî hatiye nivîsandin.
"ZÎMARÊN ÇIYAYÎ" bixwîne
12.02.2003 - 17:15

"ŞAGIRTÊN EVÎNÊ" - Dîwana Berken Bereh a diduan derket

STENBOL (amude.com) - Piştî "ÊŞ", dîwana helbestvanê kurd berken Bereh a diduyan bi navê "ŞAGIRTÊN EVÎNÊ" ji nav weşanên SÎ li Stenbolê derekt. Pirtûk dikare ji nivîskar li ser emaila wî bê xwestin: berkenbereh@amude.com
12.02.2003 - 12:57

'GERA PÊNÛSÊ' ya Salihê Kevirbirî derket

STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên SÎ li Stenbolê, pirtûka nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî 'GERA PÊNÛSÊ' derket. Pirtûk ji 280 rûpelan pêk tê û dikare ji nivîskar li ser emaila wî bê xwestin: salihkevirbiri@hotmail.com
12.02.2003 - 01:49

Li Hannoverê hevdîtina xwendekarên kurd

HANNOVER (amude.com) - Xwendekarên kurd li bajarê Hannoverê li Bakurê Elmaniyayê roja 13.02.2003an, demjimêr 18.00, di "Elch-Keller" de hevdîtina xwe ya duwemîn li dar dixînin. Bo hevdîtinê hemû xwendekarên kurd ên zanîngeh û dibistanên bilind ên Hannoverê vexwandîne.
Bo têkiliyê: kurdengruppe-hannover@web.de, an tel. 0173/6088370
11.02.2003 - 22:28

"Kurd - Goriyên Sedam û welatên cîhanê?

BOCHUM (amude.com) - Îro li zanîngeha Bochumê (Ruhr-Universität Bochum) li Elmaniyayê semînarek li ser Kurdan derbarî rêzek ji semînaran li ser şerê Iraqê pêk hat.
Profêsorê elman PD Dr. Hans Joachim Heintze ji zanîngeha Bochumê semînara xwe li jêr navê "Kurd - Goriyên Sedam û welatên cîhanê?" pêşkêş kir.
Em ji xwendevanên xwe re lêkolîna PD Dr. Hans Joachim Heintze bi zimanê elmanî diweşînin.
Lêkolînê bixwîne
10.02.2003 - 21:10

33 saliya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê hate pîroz kirin

DIHOK (amude.com) - Bi hilkefta borîna 33 sal di ser damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, tayê Dihokê yê yekîtiyê îro li baregayê yekîtiyê li Dihokê ev bûyer pîroz kir.

Nûçeyê bixwîne
10.02.2003 - 14:35

Tîma Cîhad a Qamişloyê vedigere dereca yekê

QAMIŞLO (amude.com) - Do li Şama paytext, serokê Yekîtiya Fotbolê ya Werzîşî li Sûriyê Faruq Bozo di civîna yekîtiyê de biryar da ku tîma Cîhad a ji bajarê Qamişlo dê vegere dereca fotbolê ya Sûriyê ya yekê. Bi vê biryarê Cîhad piştî salekê durbûn vedigere cihê xwe yê rast û pê re kêfxweşî dikeve dilê cemawerên wê piştî çar mehan ji qezaya terafîkê ya ku bû sedemê mirina lîskvan û stêrka Cîhad ê kurd Heysem Keço.
10.02.2003 - 11:05

Li Elmaniyayê Hemreş Reşo hate bibîranîn

BERGISCH GLADBACH (amude.com) - Doh li bajarê Bergisch Gladbach li Elmaniyayê ji bo serokê Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakur Hemreş Reşo civîneke bibîranînê li dar ket û tê de berpirsên partiyên siyasî yên kurd û kesayetiyên kurd û nas û dostên wî û Kurdên ji seranserî Elmaniyayê beşdar bûn.

Nûçeyê bixwîne
09.02.2003 - 22:46

Di Paltalkê de semînarek li ser Kurdên "Binxetê"

STOCKHOLM (amude.com) - Roja îna 14.02.2003an, demjimêr 21.00, semînarek di Koçka Qamişloyê de li ser rewşa Kurdên Başurê Rojavayî Kurdistanê bi giştî û helbijartinên perlemana Sûriyê bi taybetî pêk tê. Semînar dê ji aliyê nûnerê Ewropayê yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Dr. Sededîn Mele bê pêşkêş kirin.
08.02.2003 - 20:10

Salih û Osman diçin pêşiya dadgeha ewlekariya dewletê

ŞAM (amude.com) - Îro li Şamê, dadgeha leşkerî doza endamên komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih û Merwan Osman şand ji dadgeha ewlekariya dewletê (emin dewlê) re. Herdu siyasetmedarên kurd ji roja 15.12.2002an de girtîne û têne tewanbar kirin ku ew "endamên komeleyek neqanûnî ne".
08.02.2003 - 16:55

Ciwan Haco: "Hema bêjin muzîka Ciwan!"

Ciwan Haco piştî albûma xwe ya bi navê "Destana Egîdekî" ku di sala 1998'an derketibû, îcar jî bi berhema xwe ya bi navê "Derya" ji Ses Plakê derket pêşberî hezkiriyên xwe. Ciwan Haco bi her berhema xwe ya nû guhdar û hezkiriyên xwe şaşwaz dike. Di vê berhema ku bi tevahî ji stranên li ser evînê pêk tê de tarzeke nû ceribandiye û ji bo vê tarzê jî Ciwan Haco ji guhdarên xwe re dibêje, 'Hema bêjin muzîka Ciwan'. Li ser albûma "Derya" em pêre peyivîn.

Hevpeyvînê bixwîne
07.02.2003 - 12:10

Cemîl Oguz: Di nûçeyan de hin şaşî

STENBOL (amude.com) - Em her roj bi dehan, sedan nûçeyan çêdikin. Rojnameyên me yên rojane, hefteyî, malperên me yên rojane, demdemî û hwd. nûçeyan çêkidin û pêşkêşî Kurdan dikin. Lê di van nûçeyan de bi çi awayî şaşî têne kirin, divê çawa bin? Em îcarê dixwazin li ser çend xalên bi vî rengî bisekinin.

Gotarê bixwîne
05.02.2003 - 14:05

Hunermendê kurd Selah Kîkî koça dawîn kir

HERNE (amude.com) - Îro li nexweşxaneya bajarê Herne li Elmaniyayê hunermendê kurd Selah Kîkî çû ser dilovaniya Xwedê.
Rehmetî berî du salan bi nexweşiya penceşêra pişikê ketibû ya ku bû sedema mirina wî.
Bo têkiliyan: +49 1723766376 (yûnis Behrem)
05.02.2003 - 11:59

Remzî Kerîm di Paltalkê de li ser zimanê kurdî diaxife

STOCKHOLM (amude.com) - Roja yekşema 09ê vê mehê, demjimêr 21.00, mamosteyê zimanê kurdî Remzî Kerîm dê bibe mêvanê Koçka Qamişloyê di Paltalk de û li ser dibistanên Swêdê û dersên zimanê kurdî bipeyive. Herwiha ewê li ser rewşa zimanê kurdî bi giştî biaxife.
04.02.2003 - 19:30

Li Şamê parêzerên girtiyên kurd rapora xwe pêşkêşî dadgehê kirin

ŞAM (amude.com) - Do li paytexta Sûriyê Şamê rûniştina 3an a dadgehkirina siyasetmedarên kurd Merwan Osman û Hesen Salih li pêşiya dadgeha leşkerî li Şamê pêk hat. Heyşt parêzerên kurd û ereb amade bûn û di rapora xwe ya ku ji heyşt rûpelan pêk dihat, bi berfirehî li ser siyaseta ku dijî Kurdan ji dema damezirandina komara Sûriyê ta niha pêk tê, rawestiyan.

Nûçeyê bixwîne
03.02.2003 - 21:57

Pêşengeha hunermend Ezîz Ehmed li Hisiçayê

HISIÇA (amude.com) - Sibe li bajarê Hisiçayê pêşengeha nîgarkêşê kurd Ezîz Ehmed li dar dikeve.
03.02.2003 - 19:46

Gengeşî li ser gotara Nîzar Agrî "Li ber baranê"

SAARBRÜCKEN (evarbash.com) - Nivîskar Mistefa Reşîd rexneyê li Nîzar Agrî û gotara wî dike ya ku roja 01.01.2003an di ÊVAR BAŞê de hatibû weşandin. Mijara herdu nivîsan rexne di civaka kurdî de ye.

Gotarê di ÊVAR BAŞÊ de bixwîne
03.02.2003 - 15:32

Kongireya salane ya Navenda PENa Kurd Li Berlînê li dar dikeve

BERLÎN (amude.com) - Li Berlîna paytext, roja 08.03.2003an, demjimêr 10.00-19-00, Navenda PENa Kurd dê kongireya xwe ya salane li dar xîne. Terry Carlbom, sekretêrê giştî yê PENa Navneteweyî (Swêd), Lucina Kathmann (Meksîko), yek ji cihgirên serokê giştî yê PENa Navneteweyî û hin nivîskarên elman dê di kongireya PENa Kurd de beşdar bin.

Nûçeyê bixwîne
03.02.2003 - 15:07

Li Qamişloyê semînarek li ser jinê

QAMIŞLO (amude.com) - Li Navneda Çandî li Qamişloyê, sibe, sêşema 04.02.2003an, demjimêr 17.00, lêkolînerê kurd Ibrahîm Mehmûd dê semînarekê li jêr navê (Nîvjin) pêşkêşke.

Nûçeyê bixwîne
02.02.2003 - 19:53

Baweriya bahaî û civaka Bahaiyan

STENBOL (evarbash.com) - Li gorî lêkolîneke 'Ansiklopediya Britanîca' yê, Ola Bahaî ku ji baweriyên olî û nîjadî, erkên etnîkî û însanên ji çînayetiyên aborî û cîvakî, bi afirandina "di nav pirengiyê de yekîtî" civakeke cîhanî pêk tîne, di pey Ola Xrîstiyaniyê (Îsewî) de dînê ku herî zêde li nav cîhanê belav dibe bixwe ye. Baweriya Bahaîtiyê di nav xwe de, behtirî 2100 komên etnikî û qebîle dihewîne. Berhemên ku li ser Bahaiyan û ola wan hatine nivîsîn, ji bo 800'î bêhtir lîsan û devokan hatine wergerandin.

Lêkolînê di ÊVAR BAŞÊ de bixwîne

Berdewam bike (Erşîva meha 01/2003)
navê-te@amude.com
Nav (Login)
Şifre (Password)
Nûhatî?
Xwe qeyd bike!
ÊVAR BAŞ & NIVÎS
ÊVAR BAŞ
NIVÎS
Rûpela destpêkê
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê bike rûpela xwe ya destpêkê!
Bookmark
Li vir bitikîn û Malpera Amûdê derbasî lîsteya "favorîtên" xwe!

 ------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]