www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

30.12.2003 - 00:38
Li Swêdê şeva Malpera Amûdê pêk hat

STOCKHOLM (amude.com) – Roja 19ê vê mehê, li paytexta Swêd Stockholmê şeva Malpera Amûdê pêk hat. Dora 100 kurdên ji bajarên Uppsala û Stockholmê li ser awaz û stranên hunermendan Lorîn, Xalid Sofî, Stêr Bîlal û Hesen Mele dîlan kirin. Malpera Amûdê çend dîmenên vê şevê li vê derê pêşkêş dike. [Wêne]


26.12.2003 - 16:46
Armanc bû armanca polîsên Kanadayê

STOCKHOLM (amude.com) – Berî çend rojan, li bajarê Kanadayê li Montrealê, hunermendê kurd Armanc (Murat Ala, 43 sal) bi tawanbarkirina komkirina pereyan ji bo Kongreya-Gel (berê PKK/KADEK) hat girtin. Polîsên kanadî ew bi kefaleta 26500 dolaran serbest berda. Armanc beriya saetekê hat Swêdê. [Bixwîne]


15.12.2003 - 19:51
Li Swêdê pêşangeha pirtûkên kurdî bû pêşangeha jidûrketin û xapandinê

STOCKHOLM (amude.com) – Doh li paytexta Swêdê Stockholm 7emîn pêşangeha pirtûkên kurdî ya durojane bi dawî hat. Ji bilî 7 weşanxaneyan û çend dostên wan, kesên ku beşdarî vê pêşangehê bûn li ser tiliyên du destan dihatin jimartin. Di çalakiya ji bo bibîranîna Cegerxwîn de, ku doh derbarî pêşangeha pirtûkan li dar ket, kurdan careke din xebata xwe ya amator û bê pilan eşkere kirin. [Bixwîne]

09.12.2003 - 23:14
Rêxistinên Elmanya yên partiyên kurdî li Sûryayê careke din belengaziya xwe eşkere kirin

BERLÎN (amude.com) - Greva birçîbûnê ya ku dê sibe bi beşdarbûna rêxistinên 4 partiyên kurdî li Sûryayê dest pê kiriba, pêk nayê. Partiyan ji bîr kiribûn ku kesên berpirsyar ên belediya Berlînê agahdar bikin û tenê erêkirina pêkanînê ji polîstan wergirtibûn, ku ev jî tenê dikarin erêkirina di warê ewlekariyê de bidin. Partiyan dixwestin li pêşiya perlemana Elmanyayê 3 rojan bikevin birçîbûnê û bi vê yekê siyaseta Sûryayê li dij kurdan protesto bikin. Kesên ku ji seranserî Elmanyayê ji bo ketina greva birçîbûnê hatibûn Berlînê, bo vê "serkeftinê" "sipasiya" partiyên xwe kirin û dîsa vegeriyan malên xwe.

09.12.2003 - 22:56
Mesut Tek bû 'serokê' PSKê

BERLÎN (amude.com) - Di kongreya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ya 7emîn de, Kemal Burkay dev ji sekretêriya partiyê berda û piştî 29 salan serokatî nema cih di birêvebiriya PSKê de digire. Mesut Tek, ku li Elmanyayê dijî, ji bo sekretêriya hate hilbijartin.

07.12.2003 - 19:31
Li Hewlêrê Şukur Mistefa hate bi bîr anîn

HEWLÊR (amude.com) - Li jêr sîwana serokê Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraq Mesûd Barzuanî û bi beşdarbûna wî, Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî roja 4ê vê mehê li Hewlêrê ahengeke bibîranîn û rêzgirtinê ji bo rewşenbîrê kurd Şukur Mistefa li dar xist. Hejmareke mezin ji rewşenbîr û siyasetvanên kurd ji seranserî Kurdistanê beşdarî ahengê bûn. Herweha jin û malbata rehmetî jî amade bûn. >> [Bixwîne]

06.12.2003 - 06:37
'Sobarto' û romannivîsiya Helîm Yûsiv

ROUEN (ÊVAR BAŞ) - Nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan, ku li zanîngeha Rouen li Frensayê xebateke lêkolînî ya doktorayê derbarî romana kurdî dike, bi şêweyekî berfireh li ser romana nivîskar Helîm Yûsiv 'Sobarto' rawestyaye û wê di 'ÊVAR BAŞ' de pêşkêş dike. >> [Bixwîne]

06.12.2003 - 06:05
Hed

Rezoyê Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) - Di serboriyeke civakî de, zarokek ji jineke navser re çêdibe. Pêşî ev zarok pilitik dibe, diçe nav heval û hogiran. Lê, weke zarokan jî jê re digot: "Sexela pîrê bû, qor û laxer bû, bi nûz-nûz bû, jar û belengaz bû." Belê, bê ev zarok çendî li malê delalî bû, wilo jî sist û pist bû, lê ew çendî doza delalîbûna xwe li heval û hogiran dikir. >> [Bixwîne]

06.12.2003 - 04:55
Di Perlemana Swêdî de civînek ser pirsa kurdî li Sûryayê pêk hat

STOCKHOLM (amude.com) - Doh li Stockholmê, Partiya Gel a Swêdî 'Folkpartiet' di perlemana Swêdî de civînek ji bo pirsa kurdî li Sûryayê pêk anî. Endamê Perlemana Swêdî Eric Ullenhag û herweha endama Perlemana Ewropayê Cecilia Malmström li ser rewşa kurdan li Sûryayê rawestiyan û ji hukûmeta Swêdê doza rolekê di çareserkirina pirsa kurdî de li Sûryayê kirin. >> [Bixwîne]

06.12.2003 - 04:46
Em ji kurdên Berlînê (Elmanyayê) re çi dikin?

Şêrwan Ebdulmecîd - BERLÎN (amude.com) - Na na, şaş nebe, ez nabêjim ku Kurdistan li Berlîne jî heye. Lê belê hejmara kurdên Berlînê qasî hejmara bajarekî mezin ê Kurdistanê ye (texminî: 60.000-70.000). >> [Bixwîne]

05.12.2003 - 18:16
Grûpên helbijardeyên Sûrya û Iraqê ji bo çampyona cîhanî ya gokê diyar bûn

FRANKFURT (amude.com) - Li bajarê Frankfurt li Elmanyayê, grûpên helbijardeyên Sûrya û Iraqê ji bo çampyona cîhanî ya gokê diyar bûn. Helbijardeya Sûryayê dê li dij Kîrgîsiya, Taçakistan û Behên bilîze. Helbijardeyên Felestîn, Taiwan û Usbekistan dê di grûpekê de li gel Iraqê bilîzin. Helbijardeyên ku bi ser kevin dê bikaribin gaveke ber bi beşdarbûna çampyona cîhanî ya gokê di sala 2006ê de li Elmanyayê bavêjin.

04.12.2003 - 12:35
Du sal û nîv zindan ji bo berpirsiyarekî PKK li Elmanyayê

HAMBURG (HA/amude.com) - Çar salan piştî êrîşa 23 alîgerên PKK li ser navenda Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD) li bajarê Hamburgê, Dadgeha Bilind li Hamburgê berpirsiyarê PKK ê berê Elî Z. (48) ji bo plankirina wê êrîşê tawanbar kir û biryara du sal û nîv zindan ji bo wî da. Di şirovekirina biryarê de, dadmendê berpirsiyar got ku çendîn mirov daxwazên kurdan fêm bike jî, lê her kes divê bizanibe ku li Elmanyayê tawankarî nayên qebûl kirin. >> [Bixwîne]

03.12.2003 - 01:11
Li Swêdê 7emîn pêşangeha pirtûkên kurdî û bîranîna sedsaliya Cegerxwîn li dar dikevin

STOCKHOLM (amude.com) - Weşanxaneyên kurdî li Swêdê dê di rojên 13-14e yên vê mehê de, li Stockholmê 7emîn pêşangeha pirtûkên kurdî pêk werînin. Herweha di yekşema 14ê mehê de, dê bîranîna sedsaliya Cegerxwîn ji aliyê rêxistin û dezgehên kurdî li Swêdê ve li dar keve. >> [Bixwîne]

02.12.2003 - 22:05
Ala Kurdistanê bû sedema nehatina yana Hewlêrê ya gokê bo Qamişloyê?!

QAMIŞLO (amude.com) - Berî çend rojan, rêveberiya yana Cîhad a werzişî li Qamişloyê bi şêweykî fermî ragihandibû, ku dê yariyeke gokê li bajarê Qamişlo di navbera yanayên Cîhad û ya Hewlêr ji Başûrê Kurdistanê de di roja îna 28.11.2003ê de çêbibê. Lê ji ber tirsa ku ala Kurdistanê li ser cilên yana Hewlêr bin, berpirsên Yekîtiya Werzîşê li Sûryayê pêkanîna vê yariyê nepejirandin. >> [Bixwîne]

02.12.2003 - 19:13
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran dest bi weşana rojnameyekê bi tîpên latînî kir

PARÎS (amude.com) - Li Parîsê, yekemîn hejmara rojnameya "Agirî" ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ve derket. "Agirî" rojnameyeke siyasî û çandî ye û berhemên bi zaravê kurmancî û tîpên latînî diweşîne. Hejmara yekê ji 20 rûpelan pêk tê. >> [www.kurdistanmedia.com]

02.12.2003 - 18:55
Pêşeroj an paşeroj?

STOCKHOLM (ÊVAR BAŞ) - Mijara 'pêşeroj an paşeroj' yek ji pirsgirêkên zimanê kurdî ye, ku hîn kurdan li ser wê li hev nekirine. Hin kes ji bo dema pêş peyva pêşerojê bi kar tînin û hin ên din jî peyva paşerojê. Zagrosê Hajo di nivîsareke xwe de li ser vê mijarê rawestiyaye û şirove dike çima ew peyva pêşeroj ji bo dema pêş rasttir dibîne. >> [Bixwîne]

02.12.2003 - 01:28
"Pirsa kurdî li Sûryayê bi yekîtiyê çareser dibe, ne bi lavlavê û dirûşman"

BONN (amude.com) - Di 08.11.2003ê de, li bajarê Bonnê li Elmanyayê konferensek ji aliyê Navend li ser pirsa kurdî li Sûryayê li dar ket. Siyasetvan û rojnamevanê kurd Dr. Ibrahîm Mehmûd nivîsarek li wê derê derbarî çareserkirina pirsa kurdî li Sûryayê xwend. Em nivîsara Mehmûd li vê derê diweşînin. >> [Bixwîne]

01.12.2003 - 23:54
Di Paltalkê de şebuhêrkek li gel rojnameger Salihê Kevirbirî

STENBOL (amude.com) - Roja 06ê vê mehê, demjimêr 21.00, 'Koçka Qamîşlo Bajarê Evînê' ya Paltalkê dê şebuhêrkekê li gel endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê rojnameger Salihê Kevirbirî li dar xîne. Kevirbirî dê li ser rojnamegeri û weşangeriya kurdî û herweha pirtûkên xwe biaxife.

01.12.2003 - 22:47
Kurd û Paltalk

BendîWelat - STOCKHOLM (amude.com) - Di civata kurdan a gundan de, gava ku dibû êvar, hemû gundî li cihekî diciviyan, ku bi ihtîmala herî xurt mala axayê gund yan jî mala muxtêr bû. Ev mal û ode dibûn cihê şevbuhêrkên gelek çîrok, stran, galgal û pêkenokên kurdan. Herweha piraniya problemên rojane û astengên li pêşiya gundiyan di van odeyan de çareser dibûn, bê ku dewlet û dezgehên wê yên fermî destê xwe bixin nav kar û îşe gundiyan. >> [Bixwîne]

Berdewam bike (Erşîva meha 11/2003)