www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

30.11.2003 - 02:27
Beşê duyem ji hevpeyvîna radyoya SBS li gel Sîrwanê Hecî Berko

SYDNEY (amude.com) - Beşê kurdî di radyoya australî SBS de, doh beşê duyem ji hevpeyvîna li gel Sîrwanê Hecî Berko weşand. Di vî beşê dawî ji hevpeyvînê de, Hecî Berko bersiva pirsên derbarî PKK û pirsa serokatiya gelê kurd dide. Herweha ew li ser pirsa piştgiriya ewropiyan ji ramana serxwebûna Kurdistanê re radiweste. >> [Li beşê duyem guhdar ke]

29.11.2003 - 02:25
Gulistan Perwer: "Strangotin ji bo min îbadet e!"

Salihê Kevirbirî - STOCKHOLM (ÊVAR BAŞ) - Gulistan Perwer yek ji xweşavazên stranbêjiya kurdewar û hesteberz e û bernameçêkera televizyona MEDYA'yê ye. Pêşkêşvana bernameya 'Baxçê Gulan' e, ku ev bername bûye zaroka duyem a wê û 'delalê ber dilê' hezkiriyên televizyonê. >> [Bixwîne]

28.11.2003 - 20:51
Hesenê Mihemedê Xelo çû ser dilovaniya xwe

QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, welatparêzê kurd Hesenê Xelo, biraziyê serokê eşîra Mêrsînan Evdî Axayê Xelo, koça dawîn kir. Xelo di sala 1910ê de li gundê Topiz nêzîkî bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûbû. >> [Bixwîne]

28.11.2003 - 20:35
'Rizgarî Online' jî piştgiriya Malpera Amûdê dike

DORTMUND (amude.com) - Portala 'Rizgarî Online' jî piştgiriya Malpera Amûdê dike û di beşê xwe yê kurdî de bangî mêvanên xwe dike, ku alîkariya Malpera Amûdê bikin, da ku bikaribe xebata xwe berdewam dike. >> [www.rizgari.org]

28.11.2003 - 14:52
Nivîskarê çîk Jiri Grusa bû serokê PENê

MEKSÎKO (dpa/amude.com) - Nivîskarê çîk Jiri Grusa (65) serokê PENa navnetewî yê nû ye. Ew dikeve şûna serokê berê yê meksîkî Homero Aridjis, ê ku 6 salan serokatî PENê bû. Kongreya PENê li Meksîk îro bi dawî tê. >> [Bixwîne]

28.11.2003 - 14:17
Malpera Gelawêj piştgiriya Malpera Amûdê dike

BERLÎN (amude.com) - Piştî ku Malpera Amûdê agahdariyek li ser rewşa xwe ya aborî weşand û tê de diyar kir, ku ger ta dawiya salê rewş baştir nebe, ew dê xebata xwe rawestîne, malpera Gelawêj.com, ku xwediyê wê nivîskar Receb Maraşlî ye, bangek ji bo alîkariya Malpera Amûdê di rûpela xwe ya pêşî de weşand. >> [www.gelawej.com]

28.11.2003 - 01:52
YNKe partiyên kurdî li Sûryayê rexne dike

ŞAM (amude.com) - Berî du rojan, Malpera Amûdê nûçeyek derbarî girtina nivîsgeha Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Şamê ji aliyê hukûmeta Sûryayê ve weşand. Berpirsê ragihandinê yê nivîsgeha YNKê li Şamê Selah Berwarî îro nameyek ji berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko re şand û tê de diyar dike, ku nivîsgeh nehatiye girtin û nûçeya girtina wê derew e. Herweha Berwarî ji ber sedemine nediyar partiyên kurdî li Sûryayê rexne dike. >> [Bixwîne]

27.11.2003 - 21:20
'Mezopotamya TV' weşana xwe zêde dike

BRÛKSEL (amude.com) - Kenala kurdî ya ezmanî 'Mezopotamya TV' dê ji 01.12.2003ê û pê ve demjimêrên weşana xwe zêde bike. 'Mezopotamya TV' dê ji bilî weşana xwe ya berî nîro, her êvar 3 demjimêran programên bi zimanê kurdî pêşkêş bike. >> [Bixwîne]

27.11.2003 - 13:58
Taha Xelîl: "Romana kurdî tune ye!"

AMED (DÎHA/ÊVAR BAŞ) - Di destpêka vê mehê de, nivîskarê kurd Taha Xelîl ji Qamişloyê beşdarî Konferansa Rojhilata Navîn û Pirçandiye û Rojên Wêjeyê li Amedê bûbû. Li ser rewşa çanda kurdî û pirsgirêkine din, Ajanseya Dilcle ya nûçeyan hevpeyvînek li gel Xelîl kir. >> [Bixwîne]

26.11.2003 - 17:01
Sûryayê ji dostê xwe Talebanî aciz bûye û bîroya partiya wî li Şamê girt

ŞAM (amude.com) - Hukûmeta Sûryayê bîroya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK), a ku serokê encûmena iraqî yê vê mehê Celal Talebanî sekretêrê wê yê giştî ye, li Şamê girt, wiha malpera erebî elaph.com îro di nûçeyeke xwe de radigihîne. Bi vê yekê, Sûrya nerazîbûna ji xwe rexneyên Talebanî yên hefteya borî li dij wê eşkere dike. >> [Bixwîne]

26.11.2003 - 00:26
Hukûmeta Urdun pirtûkên Selîm Berekat şewitandin

URDUN/EMAN (amude.com) - "Dezgeha Weşanan" li Urdun 300 pirtûkên helbestvan û romannivîsê kurd Selîm Berekat ji pirtûkxaneyan derxistin û ew şewitandin, wiha malpera elaph.com ragihand. Pirtûka ku hate şewitandin, romana Berekat a nû "Dilşad" e, ya ku berî demekê li Beyrûtê hatibû weşandin. >> [Bixwîne]

25.11.2003 - 10:50
Dîmenek ji Amûdê

AMÛDÊ (amude.com) - Îro roja pêşî ji cejna remezanê ye. Wek her car, îro jî gelê bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê berî derketina rokê berê xwe da goristana bajêr, da ku serdana gorên meriv û dostên xwe bike. Ev wêne îro li Amûdê hatiye kişandin.

25.11.2003 - 00:48
Kurdên Binxetê li Elmanya dê bikevin greveke birçîbûnê

DORTMUND (amude.com) - Çend rêxistinên Elmanyayê yên partiyên kurdî li Sûryayê dê di 10.12.2003ê de, roja mafê mirovan a naventewî, li Berlînê dest bi çalakiyên protestoyê li dij rêjîma sûrî bikin. Bêtirî 30 kurd dê 3 rojan li pêşiya perlemana elmanî bikevin greva birçîbûnê. Di şemiya 13ê mehê de, dê li pêşiya avahiya Wezareta Derve xwepêşandanek li dar keve. >> [Bixwîne]

24.11.2003 - 17:24
"'Kewê Canê' dê di hinek dilan de bibe yarek"

AMED (ÊVAR BAŞ) - Ji nav weşanên Gun û rezepirtûkên Hîvron, li Stenbolê yekemîn pirtûka helbestvan Receb Dildar derket. Pirtûk bi navê 'Kewê Canê' ye û ji 78 rûpelan pêk tê. 35 helbest û her weha çend wêneyên wênesaz Fewzî Bîlge cih di pirtûkê de girtine. Receb Dildar di sala 1958ê de li Amedê ji dayik bûye û li wê derê dijî. >> [Bixwîne]

24.11.2003 - 14:38
Li Meksîko kongreya PENê bi beşdarbûna kurdan dest pê kir

MEKSÎKO (dpa/amude.com) - Bi bangiwaziyekê ji bo parastina peyva azad, doh êvarî li Meksîko kongreya PEN a navnetewî dest pê kir. Ev kongreya 69emîn a yekîtiya nivîskaran, ku di 1921ê de hate damezirandin, ta înê li jêr dirûşma "Pirbûna kulturî û azadiya nerînê" didomîne. Hêvî Berwarî û Bêrîvan Dosky ji aliyê Navenda PENa Kurd ve beşdarî vê kongreyê bûne. >> [Bixwîne]

23.11.2003 - 21:07
Civîna xwendekarên kurd ên ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê li Elmanya

BONN (amude.com) - Komek ji xwendekarên kurd ên ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û li xwendegehên Elmanyayê dixwînin, dê roja 20.12.2003ê li bajarê Bonn li hev bicivin û li ser şêweyê xebateke hevbeş guftûgo bikin. Civîn vekirî ye û hemî xwendekarên kurd ên ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û li xwendegehên Elmanyayê dixwîn, vexwendî vê civînê ne. >> [Bixwîne]

23.11.2003 - 02:19
"Berbang Qedexe ye"

DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê pirtûka helbestvanê kurd Arşevê Oskan "Berbang Qedexe ye" ji bo xwendevanên xwe amade kiriye û ew di beşê epirtûkan de weşandiye. Bi vê pirtûkê, hejmara pirtûkên dîjîtal di Malpera Amûdê de digihê 33 pirtûkan. >> [Bixwîne]

23.11.2003 - 01:04
Li Şamê dîroka Kurdaxê bû babeteke şevbuhêrkên kurdî

Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Îna borî, li Şamê şevbuhêrka pêncem ji şevbuhêrkên kurdî hate li dar xistin. Babeta vê şevbuhêrkê bi sernavê "Kurdax di neynika dîrokê de" bû û ji aliyê helbestvan û lêkolîner Merwan Beraket hate pêşkêş kirin. >> [Bixwîne]

22.11.2003 - 15:10
Hevpeyvîn li gel Sîrwanê Hecî Berko

SYDNEY (amude.com) - Beşê kurdî yê radyoya SBS li Australiyayê, îro hevpeyvînek bi berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko re pêk anî. Mijarên vê hevpeyvînê vegerandina penaberên kurd ên li Elmanyayê bo Iraqê, wêneyê kurdan di çapemeniya elmanî de û herweha pirsa helwesta ewropiyan bo serxwebûna Kurdistanê bûn. Hevpeyvîn ji du beşan pêk tê. Beşê duyem dê hefteya bê bête pêşkêş kirin. >> [Li beşê duyem guhdar ke]

22.11.2003 - 01:43
"Wêneyê kurdan di medyaya elmanî de gelekî baştir bûye!"

Sîrwan Hecî Berko - BOCHUM (amude.com) - Rojnamevanê elman Heiner Bremer xwedî programeke nûçeyan di kenala RTL de ye, ku 5 rojan di hefteyê de nîvê şevê tê pêşkêş kirin. Ew yek ji navdartirîn rojnamevanên Elmanyayê ye. Bi Malpera Amûdê re, Bremer li ser wêneyê kurdan di medyaya elmanî de û sedemên guhertina vî wêneyî ber bi başbûnê ve axift. >> [Bixwîne]

21.11.2003 - 13:24
"Tirkiyê şaşitiyeke mezin dike!"

Sîrwan Hecî Berko - BOCHUM (amude.com) - Martin Schulz (Martîn Şults) berpirsê grûpa endamên Partiya Sosyal Demoqrat a Elmanya (SPD) di Perlemana Ewropayê de ye. Herweha ew dê di hilbijartinên ji bo Perlemana Ewropayê, ku dê di 16.11.2004ê de pêk werin, serkêşiya partiya xwe bike.
Di konferensa giştî ya SPD de, ku ji 17-19ê vê mehê li bajarê Bochum pêk hat, min bi Schulz re ev hevpeyvîn pêk anî: >> [Bixwîne]


20.11.2003 - 04:08
Hêviyên ji guhertinên li Sûrî û cihê pirsa kurd di nav de

Dr. Ebdulbasit Seyda - UPPSALA (amude.com) - Mirovê ku li rewşa Sûrî bi detalyl û pirsgirêkên wê binêre, wê bighê nerîneke, ku di dema werê de wê hinek guhertin û tiştên nû bibîne, guhertinên ku bikaribin wê ji vê rewşa wê xelas bikin. >> [Bixwîne]

20.11.2003 - 01:44
Tevgera "azadîxwaz" a kurd li Sûriyê û pêşwazîkirina guhertinên navnetewî

Tariq Hemo - ELMANYA/AHELN (amude.com) - Li ber destê min niha çend nûçe hene: 1- Peyva serokê DYA Georg Buş, a ku wî di roja pêncşema borî de (06.11.2003) di ahengek taybet de sebaret bi şerê cîhanî li dijî terora navnetewî gotbû: >> [Bixwîne]

19.11.2003 - 13:10
Helbestvan Selwa Gulî dê li Hannoverê helbestên xwe bixwîne

HANNOVER (amude.com) - Li jêr duruşma "Jin û Penaberî", helbestvana kurd Selwa Gulî dê roja 25ê vê mehê li bajarê elmanî Hannover şeveke helbestxwendinê pêk bîne. Gulî ji Dihokê ye û li bajarê Götteborg li Swêdê dijî. >> [Bixwîne]

19.11.2003 - 13:10
Çalakvanê mafên mirovan Dr. Heysem Menaa semînarekê li Hannover pêk tîne

HANNOVER (amude.com) - Li jêr duruşma "Sûrya û Demoqratî îro", berdevkê fermî yê Komîteya Erebî bo Parastina Mafên Mirovan Dr. Heysem Menaa dê roja 29.11.03ê semînarekê li bajarê Hannoverê li Elmanyayê pêk bîne. Semînar ji aliyê Kurdên li Hannoverê ve tê amade kirin. >> [Bixwîne]

18.11.2003 - 16:35
"Em ê li ser vegera penaberên kurd bo Iraqê bixebitin"

Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re, cihgirê serokê grûpa SPD di Perlemana Elmanyayê de Gernot Erler ragihand, ku ger rewşa Iraqê baştir bibe, Elmanya dê li ser vegera penaberên kurd ên ji Başûrê Kurdistanê bo Iraqê bixebitin. Erler got ku li gorî zagonên Elmanyayê, hemî penaber dikarin bêne şandin welatê wan, ger rewşa siyasî li wî welatî wiha bête guhertin, ku ti sedem ji hebûna wan a li Elmanyayê re nemîne.
Hevpeyvîn nêzîk tê weşandin.


18.11.2003 - 15:14
"Wêneyê kurdan di medyaya elmanî de baştir bûye"

Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Rojnamevanê elman ê navdar Heiner Bremer (RTL Nachtjournal) di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re eşkere kir, ku wêneyê kurdan li Elmanyayê ji berî çend salan baştir bûye. Li gorî Bremer, sedema bingehîn bo vê yekê ew e, ku "kurd nema li kolanan otomobîlan disekînin û herweha ew nema xwe dişewitînin." Bremer berdewam kir û got, ku xebata PKK a radîkal a berî çend salan hişt ku elman û medyaya elmanî bi şêweyekê negatîv li kurdan binerin.
Hevpeyvîna li gel Bremer nêzîk belav dibe.


18.11.2003 - 10:55

Gerhard Schröder
Gerhard Schröder dimîne serokê SPD

Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Di hilbijartinên ku doh li konferensa Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya (SPD) pêk hatin de, musteşarê elmanî Gerhard Schröder careke din wekî serokê partiyê hate hilbijartin. Wî 80,83 % ji dengan stand.
Malpera Amûdê îro jî beşdarî konferensê bûye. Li gorî derfetan, em dê agahiyên nû yekser li vê derê biweşînin.


17.11.2003 - 16:22
"Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdên Iraqê nake!"

Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Martin Schulz, berpirsê endamên SPD di Perlemana Ewropayê de, di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re, ku berî 10 deqeyan di konferensa SPD de pêk hat, ragihand, ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriya serxwebûna Kurdên Iraqê nake. Herweha wî got, ku wî biryara 'Kurdên Bakur' ji bo parastina hebûna kurdî di hundirê sînorên Tirkiyeyê de bi kêfxweşî wergirit. Schulz berdewam kir û got, ku pirsa kurdî her tim di rojeva Perlemana Ewropayê de ye û Ewropa piştgiriya xebata kurdan ji bo mafê wan ên kulturî û etnîk dike.
Hevpeyvîna bi Martin Schulz re di demek nêzîk de tê belav kirin.


17.11.2003 - 14:59
Malpera Amûdê beşdarî konferensa partiya hukûmeta Elmanyayê bûye

Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Îro li bajarê elmanî Bochum, konferensa Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya (SPD) dest pê kir. Malpera Amûdê beşdarî vê konferansê bûye û çend hevpeyvîn bi siyasetvan û rojnamevanên elman derbarî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsa kurdî kir. Konferans sê rojan didomîne. Li gorî derfetan, Malpera Amûdê dê beşdariya xwe berdewam bike û nerînên siyasetvanên hikûmeta Elmanyayê û yên Perlemana Ewropayê ji bo xwendevanên kurd pêşkêş ke.

16.11.2003 - 22:18
Hevpeyvîn li gel rojnamevana kurd Lawên Mohatdî û komelnas Dr. Nezend Begîxanî

STOCKHOLM (amude.com) - Li Swêdê, rojnamevana kurd Lawên Mohatdî ya 24 salî xelata sala 2003ê ya rojnamevanî ji Yekitîya Kovarên Swêdê wergirt. Beşê Kurdî yê Radyoya Swêdê (Zayele) hevpeyvînek li gel Mohetdî pêk anî. Herweha radyoyê gotûbêjek li gel komelnas û vekolera pirsgirên jinan a kurd Dr. Nezend Begîxanî pêk aniye. >> [Guhdar ke] [Malpera Zayele]

16.11.2003 - 20:20
Bavê nivîskar Helîm Yûsiv çû ser dilovaniya xwe

AMÛDÊ (amude.com) - Îro li bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, bavê nivîskarê kurd Helîm Yûsiv çû ser dilovaniya xwe.

16.11.2003 - 20:03
Di derbarê Îraqê de: Heft mehan li dû dawîhatina karbidestiya Seddam

Şahîn B. Soreklî - SYDNEY (amude.com) - Bi encama zêdebûna kiryarên sabotacî li Îraqê, bi tayebetî li dû teqîna li Nasiriye ya bûyî egera mirina 27 kesan, 18 endamên hêzên îtalî jî di nav de, hukûmeta emerîkî dest pê kir hinek guhertinan bi cîh bike. >> [Bixwîne]

16.11.2003 - 04:00
Filmê kurdî 'Buhişteke sutaw' di televizyona swêdî de

STOCKHOLM (amude.com) - Roja sêşema 18ê vê mehê, demjimêr 22.30, kenala swêdî SVT 2 dê filmê kurdî 'Buhişteke sutaw' ê derhêner Ezîz E. Reşîd pêşkêş ke. >> [Agahiyên bi swêdî]

16.11.2003 - 02:14
Serokê gelê kurd tune ye!

Sîrwanê H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Doh li Başûrê Kurdistanê, partiyeke nû bi navê 'Kongreya Gelê Kurdistan' (KGK) damezirandina xwe eşkere kir. Ev partî kete şûna partiya KADEK, a ku di 26ê meha borî de bû beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê. >> [Bixwîne]

15.11.2003 - 20:31
Partiya Kongreya Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan wekî 'Serokê Gelê Kurd' hilbijart

DORTMUND (amude.com) - Partiya 'Kongreya Gelê Kurdistanê' (KGK), ku îro li Başûrê Kurdistanê hate îlan kirin, di danezana damezirandina xwe de da xuyanî kirin, ku ew dê mîna partiyeke siyasî ji bo berjewendiyên gelê kurd bixebite. Herweha wê piştrast kir, ku "hilweşandina sînorên dewletên ku kurd di nav de dijîn", ne ji armancên wê ye. Di kongireya xwe ya damezirandinê de, KGK Abdullah Ocalan wekî "Serokê Gelê Kurd" hilbijart. >> [Bixwîne]

15.11.2003 - 16:36
'Sîrwan, tu qiyametekê di dilopeka avê de radikî'

STOCKHOLM (amude.com) - Di nameyekê de ji bo berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko, Arif Zêrevan bersiva nivîsara 'Bazarvaniya Arif Zêrevan bi navê kurd û Kurdistan' dide. >> [Bixwîne]

15.11.2003 - 11:35
Zubeyir Aydar bû serokê rêxistina KADEK a nû û Emerîkî dibêjin ku 'PKK dimîne rêxistineke terorîst'

MUSIL (dîha/amude.com) - li gundekî Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, Zubeyir Aydar (42) di civîneke çapemeniyê de da xuyanî kirin, ku dê şûna KADEKê, ya ku di 26ê sermawêzê de xwe fesh kiribû, 'Kongreya Gelê Kurdistanê' were ava kirin. Li gorî agahiyan, dê Zubeyîr Aydar bibe serokê partiya nû. Li ser rola Ocelan di vê partiyê de hîn ti agahî diyar nebûne. Li aliyekî din, Emerîka ragihand ku "PKK çi navê li xwe jî ke, ew dimîne grûpeke terorîst."

14.11.2003 - 13:50
Hevpeyvîn bi deng û wêne li gel Mehdî Zana

NEW YORK (amude.com) - Dezgeha "Democracy Now" a emerîkî, doh hevpeyvînek li gel siyasetvanê kurd Mehdî Zana kir. Di destpêka hevpeyvînê de bi zimanê ingilîzî li ser Leyla Zana û rewşa kurdan li Bakurê Kurdistanê tê axaftin. Herweha filmê Leyla Zana tê nîşan dan, dema ku wê di perlemana Tirkiyeyê de sond xwar. Piştre Mehdî Zana bi zimanê kurdî bersivên pirsan dide. >> [Li hevpeyvînê temaşe û guhdar ke] (22 deqe)

14.11.2003 - 01:07
Keftar

Rezo Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) - Di civateke rewşenbîrî de (li xatirxwestina rewşenbîrên Binxetê, yên ku çûn Konferansa Edebiyeta Kurdî li Serxetê), gengeşeyeke kurt li ser Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê vebû. Endamekî komîteya birêvebirina festîvalê li ser bidawîanîna festîvalê axifî û got: "Me navên endamên komîta birêvebir û partyiyên piştgir jî....". >> [Bixwîne]

13.11.2003 - 16:51
"Em li Sûriyeyê nikarin bi rehetî bi zimanê kurdî biaxifin û pirtûkên me nayên çap kirin."

Omer Tur - STENBOL (dîha/amude.com) - Li Sûriyeyê, ji ber ku salê çûn 'Zagona Çapxaneyê' hatiye derxistin, pirtûkên bi zimanê kurdî nayên çap kirin. Nivîskarê kurd Pîr Rustem ragihand ku wî heta niha 4 pirtûkên bi kurdî nivîsandine. Lê ji ber ku li Sûriyeyê zimanê kurdî qedexe ye, pirtûkên xwe bi hejmareke hindik weþandiye. Ew naha li Efrînê pirtûkan dinivîsîne. Pîr Rustem pirtûkek bi navê "Zarokatiya awêneyê û tiþtên din" nivîsandiye û dixwaze wê li Tirkiyeyê çap bike û biweþîne. >> [Bixwîne]

13.11.2003 - 16:18
Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Şamê doza reforman kirin

ŞAM (amude.com) - Îro li Şamê, dora 150 xwendekarên kurd, ên ku li Zanîngeha Şamê dixwînin, li hev civiyan û bi çalakiyekê xwestin ku hikûmeta Sûryayê dawî li kirinên xwe yên dijî demokratîkê bîne, wiha Ajanseya Dicle a Kurdî li Stenbolê di nûçeyeke xwe de radigihîne. Xwendekarên kurd ji rêjîmê xwestin, ku reformên demokratîkbûyînê pêk bîne. >> [Bixwîne]

13.11.2003 - 16:09
Daxuyaniya Firat Cewerî

STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, nivîskar Firat Cewerî bersiva daxuyaniya nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan dide, ya ku berî çend rojan di Malpera Amûdê de hatibû weşandin. Em li vê derê daxuyaniya Cewerî wek ku ji me re hatiye, diweşînin: >> [Bixwîne]

13.11.2003 - 05:02
Salvegera 43ê-yemîn a şewata sînemaya Amûdê

DORTMUND (amude.com) - Îro berî 43 salan, roja 13-11-1960î, sînemaya bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê şewitî, û pê re bêtirî 280 zarokên kurd ên vî bajarî şehîd ketin. Ji bo bîranîna vê bobelata mezin, me ji we re doseyeke taybetî amade kiriye. [Bixwîne]

12.11.2003 - 16:43
Name û bersiv derbarî rawestandina programa 'şevbihêrkên kîtabên kurdî' di Paltalkê de

HAMBURG/ROUEN (amude.com) - Doh, Husên Dûzen di nameyekê de, ku di rê emailê re belav kiribû, ragihand, ku ew êdî nema programa 'şevbihêrkên kîtabên kurdî' di Paltalkê de berdewam dike û sedemên vê yekê jî diyar kirin. Herweha wî êrîşî çend kesan kir, ku li gorî wî ew jî beşek ji sedemên rawestandina programê ne. Ibrahîm Seydo Aydogan bersiva vê nameyê daye û ew ji bo weşandinê ji me re şandiye. Em li vê derê herdu nameyan diweşînin. >> [Bixwîne]

11.11.2003 - 23:59
Bazarvaniya Arif Zêrevan bi navê kurd û Kurdistan

S.H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Li Ewropayê, ti welatî wekî Swêdê xwedî li kurdan û parastina çand û zimanê kurdî derneketiye.
Ji dema ku kurd çûne Swêdê û ta roja îro jî, hikûmet û dezgehên swêdî ji bo pêkanîna projeyên kurdan ên çandî, kulturî û civakî bi melyonên dollaran alîkarî dane wan. [Bixwîne]


11.11.2003 - 18:31
KADEK jî navê xwe guhert

STENBOL (dîha/amude.com) - Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê (KADEK), a ku di 4ê nîsana ya sala 2002ê de hatibû damezirandin, di 2-mîn kongreya xwe ya awarte de xwe fesh kir. [Bixwîne]

10.11.2003 - 13:30
Di Paltalkê de semînarek li ser şewata sînemaya Amûdê

DORTMUND (amude.com) - Di salvegera 43ê-yemîn ya şewata sînemaya Amûdê de, Koçka ' Qamişlo Bajarê Evînê' di Paltalkê de dê roja 13ê vê mehê semînarekê li ser şewata sînemaya Amûdê pêk bîne. Semînar dê demjimêr 21.30 dest pê bike.

09.11.2003 - 01:12
Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di konferansekê de bo guhertinan guftûgo kirin

BONN (amude.com) - Berî çend demjimêran, li bajarê Bonn li Elmanyayê konferansa NAVEND li ser pirsa kurdî li Sûryayê bi dawî hat. Bêtirî 150 siyasetvan, rewşenbîr û nûnerên partiyên kurdî li Sûryayê beşdarî konferansê bûn û bi hevre li ser guhertinên dawî li herêmê û rewşa Kurdan li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û Sûryayê guftûgo kirin. Raporek berfireh li gel çend nivîsarên hin kesên beşdar di demek nêzîk de têne weşandin.

08.11.2003 - 22:39
Hunermend Baran Kendeş çû ser dilovaniya xwe

KOBANÎ (amude.com) - Hunermendê kurd Baran Kendeş îro li bajarê xwe Kobanî li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe. Kendeş 34 sal kiribûn û ew birayê hunermend Miço Kendeş e, yê ku niha li Swêsrayê dimîne. >> [www.m-kendes.ch]

07.11.2003 - 15:57
Li Elmanyayê şevek hunerî di sedsaliya Cegerxwîn de

BREMEN (amude.com) - Derbarî çalakiyên ji bo sedsaliya Cegerxwîn, rêxistina Elmanyayê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûryayê (PDPKS) dê roja şemiya 22ê vê mehê li bajarê Bremenê şeveke hunerî li dar xîne. Komek ji hunermendên kurd dê bi awaz û dengên xwe beşdarî vê şevê bibin. [Bixwîne]

07.11.2003 - 02:44
Sibe li Bonnê konferansek ji bo Kurdên Binxetê li dar dikeve

BONN (amude.com) - Komeleya 'NAVEND ji bo Lêkolînên Kurdî' dê sibe, şemiya 08.11.2003ê, li bajarê Bonnê li Elmanyayê civînekê bi navê 'Guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdên Sûriyê şansek e?' li dar xîne. Komek ji lêkolîner, siyasetvan û kesayetiyên kurd û elman dê beşdarî vê civînê bibin. [Bixwîne]

07.11.2003 - 02:28
Serokê Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda Riyad Hemê: "Em ne alternatîv in ji Tevgera Kurdî re!"

HOLENDA/WAGENÎNGEN (amude.com) - Berî çend mehan, çend komeleyên Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê xwe gihandin hev û platformek bi navê 'Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda' damezirandin. Di ahenga îlankirina platformê de, ya ku di 03.10.2003ê de pêk hat, min bi serokê platformê Riyad Hemê re ev kurtehevpeyvîn pêk anî: [Bixwîne]

07.11.2003 - 00:17
Stranbêj û helbestvan Xebat Şakir: "Di hunera kurdî de xal-xwarzîtî serdest e!"

OLDENBURG (ÊVAR BAŞ) - Li bajarê Oldenburg li Elmanyayê, rojnamevan Salihê Kevirbirî ji bo ÊVAR BAŞ hevpeyvînek li gel stranbêj û helbestvanê kurd Xebat Şakir pêk anî. Hozan Xebat li ser jiyana xwe ya hunerî diaxife, gazinan li kurdan dike û nerazîbûna xwe li hemberî helwesta wan a hunerî rave dike. [Bixwîne]

06.11.2003 - 16:34
"Ger xewn be, bila ne qede; ne xewn be, bila wiha bimîne"

AMED (dîha/amude.com) - Ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê 4 nivîskar û rewşenbîr beşdarî çalakiyên 'Rojên wêjeyê' li Amedê bûne. Lêkolîner û zimannas Deham Ebdilfetah ji Amûdê, çîroknivîs Pîr Rustem û helbestvan Salih Bozan ji Efrinê û helbestvan Fethullah Huseynî ji Dirbêsiyê ji Binxetê çûne Amedê. Peyamnêrên DÎHA li Amedê bi Deham Ebdilfetah û Pîr Rustem re hevdîtin pêk anîn û ji wan pirsa nerînên wan kirin: [Bixwîne]

06.11.2003 - 16:09
Dilê wêjeya kurdî li Amedê lê dide

Mizgîn Delal - AMED (amude.com) - "Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn û Pirçandiyê" di 4ê sermawêzê de bi resepsiyoneke ku li Demîr Otelê hate dayîn, dest pê kir. Resepsiyon ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo destpêka "Rojên Wêjeyê" û hevdîtin û hevnasîna mêvanên bernameyê hatibû li dar xistin. Mêvanên ku ji Îran, Iraq, Sûriyê û Swêdê hatibûn, bi Amediyan re li ser zimanê kurdî, wêje û nivîsê sohbet kirin. Nêzikî 150 siyasetvan, wêjenas, nivîskar, helbestvan û zimanzanên kurd beşdarî resepsiyonê bûn. [Bixwîne]

06.11.2003 - 02:42
Di Paltalkê de şevek li gel hunermend Zoro Yûsiv

DORTMUND (amude.com) - Roja yekşema 09.11an, hunermendê kurd Zoro Seîd Yûsiv dibe mêvanê Koçka 'Qamişlo Bajarê Evînê' di Paltalkê de. Ew dê stranên xwe bêje û li ser hunera xwe biaxife. Destpêka şevê demjimêr 21.00 e.

06.11.2003 - 01:29
Demoqrasî û "problêma kurdî" li Sûryayê

BERN (amude.com) - Xortekî kurd bi navê Selahedîn Bekir, ku li bajarê Bern li Swêsrayê dimîne, nivîseke bi elmanî li ser rewşa kurdan li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê nivîsandiye û ji me re bo weşandinê şandiye. Em daxwaza wî bi cih tînin û wê li vê derê diweşînin. [Bixwîne]

05.11.2003 - 19:32
Zarokên kurd û holendî dê çîçekan deynin ser "Gora Zarokên Amûdê"

HOLENDA/DELFT (amude.com) - Bi helkefta 43-saliya şewata sînemya Amûdê, Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda û Komeleya Ahemdê Xanî dê roja 9ê vê mehê çalakiyeke taybetî ya bibîranînê amade dikin. Piştî vê çalakiyê, zarokên kurd û holendî dê çîçekan deynin ser "Gora Zarokên Amûdê" di goristana malbata şah a holendî de. [Bixwîne]

04.11.2003 - 18:22
Dr. Burhan Yasîn: "PDK û YNK li miletê xwe guhdar nakin û dixwazin Iraqê vegerînin sîstema wê ya erebî ya berê!"

S. H. Berko - BONN (amude.com) - Şemiya borî, li bajarê Bonnê li Elmanyayê, konferensek ji aliyê NAVEND li ser pirsa referandum li Başûrê Kurdistanê pêk hat. Yek ji beşdarên vê konferansê Dr. Burhan Yasîn ji zanîngeha Lund a swêdî bû.
Li ser referandum û armancên wê min bi Dr. Burhan Yasîn re ev hevpeyvîn kir: [Bixwîne]


04.11.2003 - 15:53
'El-Partî' sekretêrê xwe yê berê Kemal Ehmed bi bîr anî

QAMIŞLO (amude.com) - Bi boneya borîna 7salan ser mirina sekretêrê giştî yê berê yê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (El-Partî) Kemal Ehmed, doh li Qamişloyê 'El-Partî' bi beşdarbûna cemawereke mezin ji heval û dostên şehîd û nûnerê Partiya Demoqrat a Kurdistana - Iraq û nûnerên hêzên niştîmanî yên kurdî, erebî û aşûrî civîneke bibîranînê li dar xist. [Bixwîne]

04.11.2003 - 14:21
Günter Verheugen: "Guhertinên li Tirkiyeyê tenê li ser qaxezê ne!"

S. H. Berko - BERLÎN (amude.com) - Komîsarê Ewropa yê Berfirehkirinê Günter Verheugen di hevpeyvîneke de bi malpera elmanî 'Spiegel.de' re careke din piştrast kir, ku ger Tirkiyeyê hemû daxwazên Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk neyne, ew dê ji derveyê YE bimîne. Wî diyar kir, ku YE biryara hembêzkirina Tirkiyeyê wekî endam ji sala 1999ê ve standiye, lê bi şertê ku Tirkiyeyê lîsteya standartên ewropî pêk bîne. Ger ew şertên Ewropayê di praktîkê de pêk neyne, ew dê ji derveyî YE bimîne. [Bixwîne]

04.11.2003 - 03:40
Pirsgirêka Antolojiyên Edebiyatê

ROUEN (amude.com) - Berî çend rojan, pirtûka Firat Cewerî "Antolojiya çîrokên kurd" li Stenbolê hate çap kirin. Nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan di daxuyaniyekê de vê antlojiyê rexne dike, ji ber ku çîrokên hin nivîskaran hewandine, yên ku bi kurdî nanivîsînin. Hin nivîskarên din têbîniyên xwe derbarî vê yekê nivîsandine û beşdarî guftûgoyê bûne. [Bixwîne]

03.11.2003 - 03:29
Çîroka keça kurd Fadia û problêma zewaca bi zorê li Elmanyayê

S.H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê, her sal bi hezaran keç - û di nav wan de jî keçên kurd - bi zorê têne zewicandin. Siyasetvanên elman niha li ser zagonên li dij zewaca bi zorê guftûgoyê dikin û dixwazin ku keç bêtir bêne parastin. [Bixwîne]

03.11.2003 - 00:59
Duyemîn hejmara 'PÊL' derket

BERLÎN (amude.com) - Li Berlînê û ji nav weşanên 'Havîbûn', duyemîn hejmara kovara Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmanyayê 'PÊL' derket. Yekemîn hejmara 'PÊL'ê di gulana 2002ê de derketibû. [Bixwîne]

02.11.2003 - 20:53
Kurtejiyana siyasetvanê kurd Kemal Ehmed

QAMIŞLO (amude.com) - Berî heft salan, di roja 03.11.1996ê de, sekretêrê giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê (El-Partî) Kemal Ehmed di bûyereke trafîkê de çû ser dilovaniya xwe. Bi mirina Kemal Ehmed, Tevgera Kurdî li Sûryayê siyasetvanekî hêja winda kir. [Bixwîne]

01.11.2003 - 10:30
Li Şamê Melayê Cizîrî bi şevbuhêrkek wêjeyî hate vejandin

Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Berî du rojan, li Şamê şevbuhêrkek li ser helbestvanê mezin Meleyê Cizîrî hate li da rxistin. Semînar ji aliyê siyasetvan û rewşenbîr Cemal Mele Mehmûd hate pêşkêş kirin û Guman Hesen ew bi rê ve bir. [Bixwîne]

01.11.2003 - 04:10
Lîsteya Romanên Kurdî (Kurmancî)

ROUEN (Êvar Baş) - Nivîskarê kurd Îbarhîm Seydo Aydogan di zanîngeheke fransî de dektoraya xwe li ser romanên kurdî amade dike. Wî ji bo vê yekê, lîsteya romanên kurdî (kurmancî) amade kiriye. [Bixwîne]

01.11.2003 - 03:30
Rola Cegerxwîn di nav tevgera neteweyî de

Dr. Hesen Seyfedîn - QAMIŞLO (amude.com) - Bi rastî, Cegerxwîn ne tenê ristevan, çîrokvan û lêkolînereke gewre û hêja bû di nav miletê xwe de, lê belê di nav refên xebata neteweyî de têkoşer û xebatkarekî bê westan bû, weke wî ji hevalên xwe yên xebatê re gotiye 'Naxwazim di nav karwanê azadîxwazan de destvala bi rê kevim, ta ji min tê û ji min bê ez ê bi we re ji miletê xwe û hemî miletên bindest re bixebitim'. [Bixwîne]

01.11.2003 - 02:40
Xeman nexwin brano

Bubê Eser - STOCKHOLM (amude.com) - Hin brader henin, hîn jî ditirsin ku hêzên hevpeyman, ango Emerîka û Ingilîz, wê Kurdan bixapînin an jî wan di nava destên dijmin de bi tenê bihêlin. Loma ez dibêjim ku xema nexwin, brano. [Bixwîne]

Berdewam bike (Erşîva meha 10/2003)