www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

29.10.2003 - 20:52
Hejmara 'Tîroj' a 4an derket

STENBOL (amude.com) - Berî çend rojan, Li Stenbolê hêjmara 4an a kovara dumehî ya çandî û hunerî 'Tîroj' derket. Di vê hêjmara 'Tîroj'ê de, gelek nivîskarên kurd bi nivîsên xwe yên li ser çand û hunera kurdî di nava rûpelên kovarê de cihên xwe girtine. 'Tîroj' berhemên bi kurdî û tirkî diweşîne. [Bixwîne]

29.10.2003 - 19:13
KADEK partiyeke nû li Sûryayê damzirand

DORTMUND (amude.com) - Li Sûryayê partiyeke nû ya kurdî hate damezirandin. Berî çend rojan, 'Partiya Yekîtiya Demokratîk' damezirandina xwe îlan kir. Armanca wê ya sereke ew e, ku "li hemberî desthilatdarên Kurdistanê têkoşîna azadiya gelê kurd bimeşîne û di tekoşîna demokrasiyê ya Rojhilata Navîn de roleke çalak bilîze". Bi vê yekê, KADEK beşek din ji biryara kongireya xwe ya 8an, ku li perçeyên Kurdistanê yên din partiyên taybetî damezirîne, pêk anî. [Bixwîne]

29.10.2003 - 14:26
'Guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdên Sûriyê şansek e?' - Civînek li Elmanyayê

BONN (amude.com) - Komeleya 'NAVEND ji bo Lêkolînên Kurdî' dê roja 08.11.2003ê li bajarê Bonnê li Elmanyayê civînekê bi navê 'Guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdên Sûriyê şansek e?' li dar xîne. Komek ji lêkolîner, siyasetvan û kesayetiyên kurd û elman dê beşdarî vê civînê bibin. [Bixwîne]

29.10.2003 - 13:36
Pirtûka 'Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003)' derket

STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê û ji nav wesanên NÛDEM, pirtûka 'Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003)' derket. Amadekarê Pirtûkê nivîskar Firat Cewerî ye. Ev pirtûk yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya hemû deman, hemû perçeyên Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû alfabeyên ku zimanê kurdî pê tê nivîsandin e. Nêzîkî 100 nivîskarên ji her çar perçeyên Kurdistanê di vê antolojiyê de cih girtine. Pirtûk ji du cildan pêk tê û herdu bi hevre 1072 rûpel in. [Bixwîne]

29.10.2003 - 13:32
KADEK jî bû xwedî malpereke taybetî

DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê, malpereke nû ya partiya KADEK vebû. Di vê malperê de, agahiyên derbarî KADEK bi zimanên kurdî, elmanî, ingilîzî û tirkî peyda dibin. [www.kadek-kurdistan.org]

27.10.2003 - 22:51
Texteke bibîranînê ji bo goriyên 'Mykonos' ên kurd

BERLÎN (amude.com) - Endamên Partiya Kesk a Elmanî di perlemana taxa Wîlmersdorf de li Berlînê dixwazin ji bo siyasetvanên kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê, yên ku di 17.09.1992ê de di xwaringeha bi navê Mykonos de li bajarê Berlînê ji aliyê hin terorîstên îranî û libnanî hatin kuştin, texteke bibîranînê di xaniyê 'Haus Prager Straße 2 a' de daleqînin, wiha rojnameya elmanî 'Berlîner Zeitung' di hejmara xwe ya îro de ragihand. Grûpa kulturê ya perleman dê li ser vê daxwazê guftûgo bike. [Bixwîne]

26.10.2003 - 21:48
Li Stenbolê rewşenbîrên tirk û biyanî hînî 'kurdî' bûn

STENBOL (amude.com) - 'Birimizin Derdi hepimizin Derdi' (Derdê yekî ji me, derdê me hemûyan e) beşek ji berdewamiya organîzasyona 'Dijber ligel hev in', ku ji hêla nivîskarê îslamîst Ebdulrehman Dîlîpak û Ateîst Şanar Yurdatapan ve tê bi rê ve birin. [Bixwîne]

26.10.2003 - 20:55
Jan Dost: "Pîvanên tenduristiya wêjeya miletekî xwendevanên wî ne!"

STENBOL (dîha/êvar baş) - Berî çend rojan, nivîskar Jan Dost beşdarî Festîvala Êlihê (Batmanê) li Bakurê Kurdistanê bûbû. Berî ku ew biçe Êlîhê (Batman), Ajanseya Dicle ew li Stenbolê dît û bi wî re li ser pirs û pirsgirêkên wejeya kurdî, bi taybetî jî li ser girîngiya rexnegiriya wêjeyê, hevpeyvînek pêk anî. [Bixwîne]

26.10.2003 - 19:47
Li Elmanyayê konferanseke ser Cegerxwîn

WUPPERTAL (amude.com) - Derbarî çalakiyên ji bo sedsaliya Cegerxwîn, Yekîtiya Komelên Kurdistan (KOMKAR) li Elmanyayê dê di 06.12ê de li bajarê Wuppertal konferansekê li dar xîne. Eskerê Boyîk, Dr. Husên Hebeş û Heyder Ûmer dê li ser cegerxwîn û xebata wî biaxifin. [Bixwîne]

26.10.2003 - 16:41
Li Firensayê endamekî KOMKAR hate birîndar kirin

DORTMUND (amude.com) - Di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî, Komîteya Derve ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) ragihand, ku di roja 18ê vê mehê de, li Parîsê çend endamên KADEK êrîşî endamekî rêxistina Firensayê ya KOMKAR bi navê M. Kurt kirin û ew dan ber lêdanê û birîndar kiribûn. Kurt xwesteka endamên KADEK ne pejirandibû û pere ji bo alîkariya KADEK ne dabûn wan. >> Bixwîne

26.10.2003 - 12:45
Lêborîn ji bo agahiyên kêm û nameyek ji Şêrko Bêkes

ŞAM (amude.com) - Berî çend rojan, me nûçeya çalakiya bibîranîna dehsaliya koçkirina Osman Sebrî li Şamê weşand. Peymanêrê me Rustem Hemze ji Şamê nameyek şandiye û tê de çend agahiyan li wê nûçeyê zêde dike. >> Bixwîne

25.10.2003 - 07:15
Helbestvan Yûsivê Berazî xelata yazdemîn Festîvala Helbesta Kurdî li Sûryayê wergirt

QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, yazdemîn Festîvala Helbesta Kurdî li Sûryayê pêk hat. Helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbûhar) xelata îsal wergirt. Bêtirî 55 helbestvan ji seranserî Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û Sûryayê beşdarî festîvalê bûn. >> Bixwîne

24.10.2003 - 12:42
Li Hannoverê ahengek ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd li Sûryayê

HANNOVER (amude.com) - Sibe li bajarê Hannover li Elmanyayê, dê ahengeke muzîkê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd ên di zindanên Sûryayê de li dar keve. Komek ji hunermendên kurd dê bi awaz û gotinên xwe vê şevê bixemilînin. Aheng demjimêr 15.30 dest pê dike. >> Bixwîne

23.10.2003 - 14:21
Bangewaziyeke hunermend Seîd Gabarî bo hunermend û rewşenbîrên kurd

DORTMUND (amude.com) - Di bangewaziyekê de, hunermend Seîd Gabarî berê xwe dide hunermend û rewşenbîrên kurd û ji wan dixwaze, ku li huner û muzîka kurdî xwedî derkevin. Helbestvan Sebrî Silêvanî bangewaziya Gabarî ji zimanê erebî wergerandiye kurdiyê. [Bixwîne]

23.10.2003 - 11:07
Hejmara 'Pênûs' a 15an derket

DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê hejmara 15an a kovara 'Pênûs' derket. Di vê hejmarê de, 18 berhemên siyasî û çandeyî yên bi zimanên kurdî û erebî cih girtine. 'Pênûs' kovara rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê ye û her sê mehan carekê derdikeve. [www.efrin.net/penus]

23.10.2003 - 10:24
Li Qamişloyê çalakiyên ji bo Cegerxwîn didomin

QAMIŞLO (amude.com) - Bi helkeftina derbasbûna 19e salan di ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re û der barî çalakiyên ji bo sedsaliya wî, Komîteyên 'Sala Cegerxwîn' û 'Vejandina Zimanê Kurdî' doh êvarî li Qamişloyê ahengek berfireh bi beşdarbûna cemawerekî mezin li dor gora Cegerxwîn di mala wî de li dar xistin. [Bixwîne]

22.10.2003 - 20:56
Li Stockholmê semînarek li gel Dr. Ebdilbasit Seyda

STOCKHOLM (amude.com) - Roja şemiya 25ê vê mehê, lêkolînerê kurd Dr. Ebdilbasit Seyda dê di semînareke 'Kitêbxaneya Kurdî' de li paytexta swêdî Stockholm li ser pirtûka xwe 'Pirsa Kurdî li Sûryayê' biaxife. [Bixwîne]

22.10.2003 - 19:38

Konê Reş
(wêne: E. Çelebî)
Rexnegirên helbestê nîn in

Emîne Çelebî - AMED (amude.com) - Helbestvan û nivîskarê kurd ê ji Başûrê Biçûk Konê Reş, ku heya niha ji dehan zêdetir pirtûkên wî yên li ser helbest, wêje, dîrok û zarokên Kurdan hatine weşandin, demek berê ji bo şeva Sedsaliya Cegerxwîn hate Amedê. [Bixwîne]

22.10.2003 - 16:54
Dengbêjê kurd Keremê Gerdenzerî bû xwedî malpereke taybetî

MOSKO (amude.com) - Li Moskoyê, malperek ji bo hunermendê kurd Keremê T. Gerdenzerî vebû. Di vê malperê de, agahiyên ser Gerdenzerî û muzîka wî peyda dibin. Herweha mirov dikare li komek ji stranên wî guhdar bike. Keremê T. Geredenzerî di 1952ê de li bajarê Tibîlîsê ji dayik bûye û niha li Moskoyê dijî. [www.gerdenzeri.com]

22.10.2003 - 11:25
Doza serxwebûnê û şerê çekdarî Kurd birin

Reşîd Battê - UPPSALA (amude.com) - Îro li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û zivîng wêran in. Bi milyonan Kurd li bajarên Tirkiyê li roavayê Anadolê di navbera man û nemanê de ne, bêyî ku bikaribin liberxwedanê bikin û di bin asîmîlasyona zimanê tirkî de dinalin. [Bixwîne]

22.08.2003 - 10:00
Li Helebê 2 siyasetvanên kurd tên pêşiya dadgeha leşkerî

HELEB (amude.com) - Îro li bajarê sûrî Helebê, dadgeh kirina siyasetvanên kurd Zerdeşt Mihemed û Reşîd Şeban û 12 kesên din li pêşiya dadgeha leşkerî dest pê dike. Dora 180 parêzer ji seranserî Sûryayê, ku di nav wan de gelek Kurd jî hene, dixwazin li dadgehê mafê van çalakvanan biparêzin. [Bixwîne]

21.10.2003 - 22:13
Silêmanî û Dihokê çalakiyên rewşenbîrî ji bo sedsaliya Cegerxwîn pêk tînin

SILÊMANÎ/DIHOK (amude.com) - Bi boneya sedemîn salvegera jidayikbûna helbestvan Cegerxwîn, li Silêmaniyê û Dihokê du çalakî têne amade kirin. Wezareta kulturê ya hikûmeta Kurdistanê li Silêmaniyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Dihok dê sibe û dusibe helbestvanên kurd ji seranserî Kurdistanê bigihînin hev û Cegerxwîn bi bîr bînin. [Bixwîne]

21.10.2003 - 20:26
Li Parîsê konsêrteke Miço Kendeş

PARÎS (amude.com) - Instîtûya Kurdî li Parîsê dê roja 13.11.2003ê li Parîsê konsêrtekê ji bo hunermendê kurd Miço Kendeş li gel grûpa wî li dar xîne. Kendeş Kurdê Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ye û niha li Swêsrayê dijî. [Bixwîne]

21.10.2003 - 19:52
Perlemanê Ewropî konferansek li ser paşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk anî

QAMIŞLO (amude.com) - Li ser daxwaza parlementerên sosyalîst di Perlemana Ewropayê de û Instîtûya Kurdî li Parîsê, pêncşema borî Perlemanê Ewropî li Brûkselê konfranseke taybetî li ser paşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê li dar xist. Komek ji Kurdan beşdarî vê konferensê bûbûn û di nav wan de nûnerê rêxistina Ewropayê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûryayê (El-Partî) Mihemed Seîd Alûcî. [Bixwîne]

20.10.2003 - 08:20
'Têmûrê Xelîl, ji xwe re li mala xwe rûne û me ji bîr bike!'

DORTMUND (amude.com) - Piştî ku me nivîsara rexneyê ya nivîskar Têmûrê Xelîl derbarî xebata Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê weşand, nivîsarek ji aliyê 'Dr. Miraz' ji me re hat. Ew Têmûrê Xelîl rexne dike û têbîniyên xwe derbarî nivîsara wî diyar dike. [Bixwîne]

20.10.2003 - 08:00
Malpereke nû

DORTMUND (amude.com) - Piştî ku malpera "Iraq 4 all" dengûbasên xwe bi zimanê erebî diweşandin, wê niha beşek ji bo nûçeyên kurdî vekir. Di vî beşî de, xebatkarên malperê nûçeyên bi tîpên latînî ji malperên kurdî werdigrin û di pencereya nû de diweşînin. [www.iraq4allnews.com/kurdish/]

18.10.2003 - 15:45

Pîr Rustem
Îslam û zordarî (I)

EFRÎN (amude.com) - Nivîskar Pîr Rûstem ji Efrînê lêkolîneke dirêj li ser îslamê û zordariyê nivîsandiye. Em vê lêkolînê di xelekan de li vê derê diweşînin û îro dest bi xeleka yekê dikin. [Bixwîne]

18.10.2003 - 14:50
Jimara gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê

Mihemed Hemo - SILÊMANÎ (amude.com) - Ji ber ku her çar perçeyên Kurdistanê dagîrkirî ne, ta niha, jimara gelê kurd di her çar perçeyên Kurdistanê de sed-sed ne diyar e. Loma gelê kurd nikare serhijmartina xwe pêk bîne. Gava dagîrker jî serhijmartina Kurdan pêk tîne, ew wê eşkere nakin û ger eşkere jî bikin, ew rastiyê nabêjin. Lê divê siyasetvan jimara gelê xwe bizanibe [Bixwîne]

18.10.2003 - 14:14
Çend têbînî û serastkirin derbarî nivîsên li ser Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê û xebata wan

STOCKHOLM (amude.com) - Nivîskar Têmûrê Xelîl nivîsarek ji me re şandiye û tê de rexneya hevpeyvîna Salihê Kevirbirî bi berpirsiyarê rojnameya 'Riya Teze' Emerîkê Serdar re (Êvar Baş, 09.10.2003) dike û herweha çend têbîniyên xwe derbarî vê hevpeyvînê û nivîsin din li ser Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê û xabat wan eşkere dike. >> Bixwîne

18.10.2003 - 12:41
Li Şamê jî dehsaliya koçkirina Osman Sebrî hate bi bîr anîn

Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Bi helkeftin borîna deh salan li ser koçkirina Apo Osman Sebrî û bi beşdarbûna hejmareke mezin (100 kes) ji siyasetvan, rewşenbîr û xelkên taxa Kurdan li bajarê Şamê, doh êvarî li mala Osman Sebrî li Şamê şevbuhêrkeke bibîranînê hate li dar xistin. >> Bixwîne

18.10.2003 - 12:32
Kurdên Binxetê li Holendayê sedsaliya Cegerxwîn vedijînin

ARNHEM (amude.com) - Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda dê şemiya 25.10an li bajarê holendî Arnhem çalakiyeke çandî û hunerî derbarî sedsaliya Cegerxwîn li dar xînin. Ehmedê Huseynî, Bavê Narîn, Hoşeng Broka, Henîf Yûsif, Dilyar Dêrik û hunermend Rûbar dê beşdarî vê çalakiyê bibin. >> Bixwîne

18.10.2003 - 03:18
Newafê Gedo mir

ŞAM (amude.com) - Doh êvarî, nivîskarê folklorê kurdî Newafê Gedo di nexweşxaneyekê de li Şamê ji ber jana penceşêrê koça dawîn kir. Gedo 67 sal kirin. Ew dê îro li gundê Gedo nêzîkî Qamişlo bê veşratin. >> Bixwîne

17.10.2003 - 14:54
Kurdên Hannoverê ahengekê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd li Sûryayê amade dikin

HANNOVER (amude.com) - Kurdên bajarê Hannover li Elmanyayê dê bi alîkariya 'Inîsiyatîva ji bo Navendeke Çandî ya Navneteweyî' û bi beşdarbûna komek ji hunermendên kurd şemiya 25.10an ahengeke muzîkê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd ên di zindanên Sûryayê de li dar xînin. >> Bixwîne

17.10.2003 - 14:45
Heftenameya XEWIN derket

DIHOK (amude.com) - Li Başûrê Kurdistanê kovareke internêtê ya nû bi navê "XEWIN" derket. Ev kovar heftane ye û berhemên çandî û wêjeyî bi tîpên latînî diweşîne. >> membres.lycos.fr/xewin/

16.10.2003 - 23:14
Semînarek li gel Novîn Hersan

STOCKHOLM (amude.com) - Siyasetvana kurd Novîn Hersan dê şemiya 18ê vê mehê ji Stockholmê beşdarî semînareke taybetî di Koçka Qamişlo Bajarê Evînê ya Paltalkê de bibe. Semînar demjimêr 21.00 dest pê dike.

16.10.2003 - 20:11
Li Tirkiyeyê yekemîn filmê porno bi zimanê kurdî derket

STENBOL (afp/amude.com) - Yekemîn filmê porno bi zimanê kurdî daket bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Filmê bi navê "Fantasiyên Kalo" daket bazaran û bêtir Kurdên li Bakurê Kurdistanê wî dikirin, wiha rojnameya tirkî "Hûrriyet" di hejmara xwe ya îro de ragihand. Ev film li ser rê ye, ku hemî rêkordan bişkîne. >> Bixwîne

14.10.2003 - 23:33
Rewşenbîr û kesayetiyên kurd li dij çûna leşkerên tirk ji bo Iraqê ne

STOCKHOLM (amude.com) - Komek ji rewşenbîr û kesayetiyên kurd îro di nameyeke vekirî de ji bo Mesûd Barzanî, Celal Talbanî û serokê Perlemana Kurdistanê Roj Nûrî Şawês piştgiriya xwe ji bo biryara Perlemana Kurdistanê derbarî çûna leşkerên tirk ji bo Iraqê diyar kirin û ji serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û ji serokatiya Britanîyayê dixwazin ku guh bidin miletê kurd û Tirkan neşînin Iraqê. >> Bixwîne

14.10.2003 - 19:16
Prof. Dr. Şakroyê Xido: "Bingeha dewleta kurdî hatiye çê kirin, lê dehfandina dîrokê xerabkirin e!"

S.H.Berko - BOTTROP (amude.com) - Şemiya borî, serokê Navneda Lêkolînên Kurdî li Moskoyê Prof. Dr. Şakroyê Xido semînarek li ser dîroka kurdî ji destpêka sedsaliya borî ta roja îro pêk anî. Xido bi şêweyeke balkêş behsa derfetên ji bo çareserkirina pirsa kurdî di sedsala borî de kir û çawa ji ber gelek sedeman ev yek pêk ne hat. >> Bixwîne

14.10.2003 - 18:41
Li Uppsala serxweşî ji bo Hecî Ebdulah Seyda

UPPSALA (amude.com) - Roja yekşema 19ê vê mehê, li bajarê Uppsala li Swêdê dê serxweşiyek ji bo Hecî Ebdulah Seyda li dar dikeve. Navnîşan jî ev e: Lokala ABF, Liljefors torg. Serxweşî ji demjimêr 15.00 ta 19.00 pêk tê.

14.10.2003 - 18:10
Cewad Mele di kenalên erebî û kurdî de li ser pirsa kurdî diaxife

LONDON (amude.com) - Serokê Kongireyê Kurdî yê Neteweyî Cewad Mele sibe dibe mêvanê kenala ANN a erebî û li ser pirsa kurdî li Başûr û Başûrê-Rojavayî Kurdistanê diaxife. Bername demjimêr 17.00 dest pê dike. Dîsa sibe, ew beşdarî bernameyeke kenala kurdî Kurd Sat dibe. Ev bername demijimêr 20.30 dest pê dike.

14.10.2003 - 13:48
Hevpeyvîn li gel Xelîl Kerro li ser xwepêşandana Kurdan li Stockholmê û armancên wê

STOCKHOLM (amude.com) - Derbarî xwepêşandana Kurdan li Stockholmê, ya ku şemiya borî li dar ket, û rewşa Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, 'Radyoya Aştî' li Stockholmê hevpeyvînek li gel berpirsê rêxistina Ewropa ya Partiya Çep a Kurd li Sûryayê Xelîl Kerro kir. >> Li hevpeyvînê guhdar ke (25 deqe)

13.10.2003 - 15:39
'Min Kurdistan bi çavan ne dît, lê min bihîst' - Hecî Ebdulah Seyda koça dawîn kir

AMÛDÊ (amude.com) - Doh li bajarê Amûdê, demjimêr 18.15, dilê welatparêzê kurd Hecî Ebdulah Seyda sekinî. Seyda birayê mezin ê Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê Ismet Seyda bû. Ew doh di goristana Amûdê de hate veşartin. Gotinên Seyda yên dawî ev bûn: 'Min Kurdistan bi çavan ne dît, lê min bihîst'. >> Bixwîne

12.10.2003 - 18:51
Rojnamegerên Êlîhî Ciwan Haco xelat kirin

ÊLIH (dîha/amude.com) - Derbarî pêşbaziya nûçe û fotografan, a ku ji hêla Kemeleya Rojnameger û Weşangerên Êlihê (BGYC) ve hatibû li darxis tin, hunermend Ciwan Haco doh di mersîma xelatkirinê de "Xalata Rûmetê" ji aliyê BGYC wergirt. Haco ji bo pêkanîna konsêrekê çûye Êlihê. >> Bixwîne

12.10.2003 - 12:28
Michael Schumacher cara şeşê dibe çampyonê cîhanê di ajotina tirimbêlên Formula 1 de

SUZUKA (amude.com) - Li bajarê Suzuka li Japonê, Michael Schumacher (Şûmaxer) ê elmanî cara şeşê bû çampyonê cîhanê di ajotina tirimbêlên Formula 1 de. Şûfêrê Ferarî Schumacher Kimi Räikkönen ê fînlendî, yê ku tirimbêla Merceds dajot, li piş xwe hişt. Juan Pablo Montoya (BMW) bû sêyemîn yek.

12.10.2003 - 01:46
Duyemîn Xelata Osman Sebrî diçe ji Danielle Mitterrand re

QAMIŞLO (amude.com) - 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' biryar stand, ku duyemîn Xelata Osman Sebrî bide xanim Danielle Mitterrand, xanima serokê Firensayê yê berê François Mitterrand, wiha endamê komîteyê Dîlawer Zengî li Qamişloyê diyar kir. Yekemîn xelat di sala 1998ê de ji bo Îsmaîl Beşîkçî hate pêşkêş kirin. >> Bixwîne

12.10.2003 - 00:45
Li Qamişloyê dehsaliya koçkirina Osman Sebrî hate bi bîr anîn

Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Bi helkeftina derbasbûna deh salan di ser koçkirina Apo Osman Sebrî re, doh li Qamişloyê civîneke bîranînê ji aliyê 'Komîteya Xelata Cegerxwîn' û 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' li gel komek birek ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd hate li dar xistin. >> Bixwîne

11.10.2003 - 23:05
Osman Sebrî - Têkoşer û xemxurekî ziman û gelê kurd

Berken Bereh - AMED (amude.com) - Di jiyana her neteweyê de, hinek kes hene ku heta nefesa xwe ya dawî bo serfirazî, çand û zimanê xwe têkoşîne û ber xwe dane. Bi saya van kesan, wan netewan karîne her tim li ser lingan bimînin û hember zordarî û sitemkariya, ku li ser wan tête meşandin, xwe ragirin. Di nav neteweya me de jî, yek ji van kesan gorbûhişt Osman Sebrî ye. >> Bixwîne

11.10.2003 - 20:45
Kurdên Swêdê derketin pêşiya balyozxaneya Sûryayê li Stockholm hate nû kirin

STOCKHOLM (amude.com) - Îro li paytexta Swêdê Stockholm, dora 700 Kurdên Swêdê li pêşiya balyozxaneya Sûryayê xwepêşandanek li dar xistin û rêjîma Sûryayê protesto kirin. Balyozxaneyê deriyên xwe girtibûn û pêşwaziya komîteya Kurdan ne kir. >> Bixwîne

10.10.2003 - 19:04
Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de (I)

QAMIŞLO (evarbash.com) - Derbarî çalakiyên ji bo sedsaliya Cegerxwîn, nivîskar Rezoyê Osê ji Qamişlo roja 27.09.2003ê beşdarî semînareke li bajarê Izmîrê bû û li wê derê lêkolîneke xwe li ser Cegerxwîn û berhemên wî xwend. Me ev lêkolîna dirêj kir du beş û em beşê yekê niha diweşînin. >> Bixwîne

10.10.2003 - 14:18
Xelata Nobel a Aştiyê çû ji jineke îranî re

OSLO (dpa/amude.com) - Xelata Nobel a Aştiyê îsal diçe ji parêzera mafê mirovan a îranî Şêrîn Ebadî re. Komîteya Nobel li Oslo Ebadî ji bo xebata wê ji bo parastina mafê jinê û zarokan li Îranê ji bo wergirtina xelatê helbijart. Ebadî 56-salî ye û û sala 1969 yekemîn jin bû ku li Îranê bû dadmend. Lê piştî serhildana 1979ê, ew hate mecbûr kirin ku dev ji wî karî berde. >> Bixwîne

10.10.2003 - 01:59
Panoramayek di deryaya lehengekî ji lehengên gelê kurd de: Têkoşer û torevan Osman Sebrî wek nimûne

Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.. >> Bixwîne

09.10.2003 - 22:43
Bi şîr şewitîn, pif dew kirin

Ebdilhelîm Mele Mihemed - SWÊSRA (amude.com) - Ê ku piştî damezirandina Israîl li bûyeran li Rojhilata Navîn binere, dê bibîne bê çiqas Partiya Baas şaşitî di mafê gelê ereb û kurd û têkeliyên wan ên dîrokî de kirine. >> Bixwîne

09.10.2003 - 22:14
Heskîf bi dengê kemana Dilşad Saîd sermest bû

ÊLIH (DÎHA/amude.com) - Yekemîn Mehrecana Çand û Hunerê ya Heskifê doh bi resepsiyonekê, bi beşdariya kemanjen Dilşad Saîd û hunermenda baleyê Zeynep Tanbay bi awayekî fermî dest pê kir. Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan di resepsiyonê de axaftinek kir û got ku dê hunermendê kurd ê navdar Ciwan Haco teqez beşdarî mehrecanê bibe. >> Bixwîne

09.10.2003 - 22:03
Yekbûna Mehrecana Helbesta Kurdî

Mislim Kobanî - KOBANÎ (amude.com) - Piştî demek nêzik, dê amadebûn ji roja Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûryayê were kirin û dibe ya îsal taybetiyeke xwe ya baş hebe, ji ber ku sed sal di ser bûyîna helbestvanê hêja Cegerxwîn re derbas dibin. >> Bixwîne

09.10.2003 - 17:23
Berpirsiyar û redaktorê rojnameya 'Riya Teze' Emerîkê Serdar: "Em derdê miletiyê vedibêjin, bira..!"

ÊRÎVAN (evarbash.com) - Rojnamevan Salihê Kevirbirî raporeke berfireh li ser rojnameya kurdî 'Riya Teze' amade kiriye û tê de hevpeyvîneke dirêj bi berpirsiyar û redaktorê 'Rojnameya Teze' Emerîkê Serdar re li ser dîrok û rewşa wê kiriye. >> Bixwîne

09.10.2003 - 14:30
Kurdên Swêdê dixwazin siyaseta Sûryayê riswa bikin

STOCKHOLM (amude.com) - Piştî ku li seranserî Ewropa çalakiyên protestoyê li dij rêjîma Sûryayê pêk hatin, Kurdên Swêdê jî dixwazin bigihên hev û bi hevre li dij siyaseta Sûryayê xwepêşandanekê pêk bînin. Çalakiya wan şemiya bê li dar dikeve. >> Bixwîne

09.10.2003 - 14:13
Kurdên Nerwicê piştgirî ji Perlemana Nerwicê xwestin

OSLO (amude.com) - Kurdên Nerwicê doh li Oslo çalakiyeke protestoyê li pêşiya Perlemana Nerwicê li dij rêjîma Sûryayê pêk anîn. Kurdan wêneyên girtiyan bilind kirin. Wan doza çareseriyekê ji bo pirsa kurdî li Sûryayê û herweha azadkirina girtiyên siyasî kirin. Komîteyeke ji Hevakriya Partiyên Kurdistanî li Nerwicê dokûmentek gihandin serokatiya perlemanê û tê de rolek Hikûmeta Nerwicê ya aktîv ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Sûryayê kir. >> Wêneyên çalakiyê

08.10.2003 - 20:44
Merze Rezazî: Gelê kurd pêş ketiye, lê partiyên me paşketî mane û xwedî li hunerê dernakevin

GELSENKÎRCHEN (amude.com) - Hunermenda kurd Merze Rezazî di hevpeyvînekê de bi MALPERA AMÛDÊ re rexneyan li medya û partiyên kurdî dike. Herweha ew radigihîne ku ew xwe ji bo çûn û jiyana li Kurdistanê amade dike. Wekî din, ew şirove dike, ku navê 'Merziye' erebî ye û ew 'Merze' çêtir dibîne. >> Bixwîne

08.10.2003 - 17:41
'Mezintirîn, girantirîn û bûhatirîn pirtûk a cîhanê bi 5000 Euro ye

FRANKFURT (dpa/amude.com) - Îro li Pêşangeha Frankfurt a Pirtûkan, pirtûka bi navê 'Modern Art - Revolution and Painting' hate pêşkêş kirin. Ev pirtûk 32 kîlo giran e, mitroyek dirêj e û bûhayê wê 5000 Euro ye. Weşanxaneya Artmedia-Edizione ya îtalî ragihand, ku ev pirtûka wê "mezintirîn, girantirîn û bûhatirîn pirtûk a cîhanê" ye. Li ser 544 rûpelan, 265 tabloyên sedsala 19e û 20an hatine çap kirin. Tabloyên Pablo Pîcasso, Vincent van Gogh û Andy Warhol jî di nav wan de ne.

08.10.2003 - 14:55
Ganî Mîrzo li Holenda konsêrek pêk anî

AMSTERDAM (amude.com) - Li ser daxwaza Wezareta Ispanyayê ya Turîstan, hunermendê kurd Ganî Mîrzo doh li bajarê Amsterdam li Holendayê konsêrek muzîkê pêk anî. Mîrzo Kurdê Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ye û li Ispanya dijî û wek hunermend kar dike. >> Bixwîne

07.10.2003 - 23:36
Malpera Amûdê piştgiriya Bingeha Laleş li Kurdistanê dike û kovara wê diweşîne

DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê xebata xwe ji bo piştgiriya çand û wêjeya kurdî berdewam dike.
Ji niha û pê ve, ew dê piştgiriya Bingeha Laleş ya Komelayetî û Çandî li Başûrê Kurdistanê bike û duheftenameya wê ya bi navê "Dengê Laleş" biweşîne û bi vê yekê derfetê bide wê ku xwe bigihîne xwendevanan li seranserî cîhanê.
"Dengê Laleş" ji 4 rûpelan pêk tê, 2 rûpelên bi zimanê kurdî û 2yên din bi erebî. Sernivîserê wê nivîskar Xeyrî Bozanî ye. >> Yekemîn hejmara "Dengê Laleş" bixwîne


07.10.2003 - 10:52
Îro Pêşangeha Frankfurt a Pirtûkan vedibe

FRANKFURT (dpa/amude.com) - Îro li bajarê elmanî Frankfurt, dê 55e-mîn Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurt vebe. 6700 weşanxane ji bêtirî 100 welatan xwe ji bo pêşangehê qeyd kirine û dê weşanên xwe li wê derê pêşkêş kin. >> Bixwîne

07.10.2003 - 10:33
Kurdên Nerwic û Swêdê jî dixwazin rêjîma Sûryayê rûreş bikin

OSLO/STOCKHOLM (amude.com) - Kurdên Nerwic û Swêdê jî dixwazin li Oslo û Stockholm çalakiyên protestoyê li dij hikûmeta Sûryayê pêk bînin. Sibe li Oslo û şemiyê li Stockholmê dê xwepêşandan li dar kevin. >> Bixwîne

06.10.2003 - 22:22
Kurdên Binxetê li Holenda rêjîma Sûryayê protesto kirin

DEN HAAG (amude.com) - Îro li bajarê holendî Den Haag, dora 100 Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê xwepêşandaneke ber bi Wezareta Derve ya Holendayê li dij siyaseta rêjîma sûrî pêk anîn. Piştre komîteyeke ji Kurdan bi berpirsê wezaretê yê Rojhilata Navîn Beelarts van Blokland re rûniştin û soz jê stand, ku ew dê li ser daxwazên Kurdan rawestin û wan bighînin Yekîtiya Ewropayê. >> Li wêneyan temaşe bike

06.10.2003 - 18:37
Eyşana Elî

Miço Kendeş - GENÈVE (evarbash.com) - Tê gotin ku Eyşana Elî dawiya jiyana xwe li bajarê Amûdê derbas kiribû (li ser bextê Amûdiyan).
Di stranên kurdî de, gelekan li ser çelengî û ciwanî û xweşikbûnê strandiye û gelek pesindarê spehiyê hene; yek ji wan Mihemed Arif Cizrawî ye. >> di ÊVAR BAŞ de bixwîne

06.10.2003 - 17:58
Şêrko Bêkes li Qamişloyê bû

Ehmed Heyder - QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, helbestvan Şêrko Bêkes hevdîtineke bi sernivîserên kovara 'Mewasim' re pêk anî, berî ku berê xwe bide Swêdê ji bo derbaskirina bêhnvedaneke dumehane li wê derê. Bêkes li ser rewşa çandî li Kurdistanê rawestiya. Hêjayî gotinê ye, ku Bêkes yekemîn Wezîrê Çandê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Silêmaniyê bû.

06.10.2003 - 16:29
Yaşar Kemal bû 80ê salî

DORTMUND (amude.com) - Nivîskarê kurd Yaşar Kemal îro dibe 80ê salî. Bi yekemîn romana xwe "Ince Memet", a ku di 1955ê de derket, Kemal kete rêza nivîskarên navdar de. Di sala 1997ê de, Yaşar Kemal Xelata Aştiyê ya Bazarganiya Pirtûkan li Elmanyayê wergirt.

06.10.2003 - 13:03
Hevendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê êrîşa Israîl a li ser xaka Sûryayê protesto dike

QAMIŞLO (amude.com) - Hevendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê, ku ji 5 partiyên kurdî pêk tê, di daxuyaniyekê de êrîşa balafirên Israîl ên leşkerî ya li ser xaka Sûryayê protesto û şermezar dike. >> Bixwîne

06.10.2003 - 12:50
Pîroz be Cejna Laleş

DORTMUND (amude.com) - Îro Cejna Laleş e, roja aştî û dilxweşiyê ye, roja serlêdana Şêx Adî û heca Êzîdiyan e. Di vê hefteyê de bawermendên êzîdî diçin serdana Laleşê dikin û dibin 'Hecî'.

06.10.2003 - 12:31
Dora 300 Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê li Berlînê rêjîma Sûryayê protesto dikin FLAŞ

BERLÎN (amude.com) - Ji seranserî Elmanyayê, dora 300 Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê li Berlînê kom bûne û li pêşiya balyozxaneya sûrî siyaseta rêjîma Sûryayê li hemberî Kurdan protesto dikin. balyozxane deriyên xwe girtine û naxwaze komîteya Kurdan û daxwaznameya wan pêşwazî bike. >> Daxuyaniya partiyên kurd

05.10.2003 - 12:32
Serokwezîrê Sûryayê pêşwaziya Kurdan kir û soza çareserkirina pirsgirêkên wan da FLAŞ

ŞAM (amude.com) - Serokwezîrê Sûryayê Mihemed Nacî El-eterî îro pêşwaziya komîteyeke ji Kurdan kir û soz da wan ku ew ê nêzîk li ser daxwaz û pirsgirêkên wan raweste. Herweha endamekî Perlemana Sûryayê bi navê Ebdulrehman Hemrûş hevdîtin bi Kurdan re pêk anî û soz da wan, ku ew dê bihêle ku di civîna perlemanê ya bê de daxwazên Kurdan bikevin rojeva perlemanê de. Dora 150 Kurdên Binxetê îro li pêşiya avahiya Serokatiya Wezîran li dij projeya 'Serjimartina Awarte' protesto kirin. Ev çalakî bi şêweyeke xweşik û bê ti problêm derbas bû. >> Bixwîne

05.10.2003 - 11:11
Israîl êrîşî kampeke Rêxistina Cîhad li Sûryayê kir

ŞAM (amude.com) - Hêzên leşkerî yên israîlî ragiandin, ku wan doh bi şev êrîşî kampeke Rêxistina Cîhad a Islamî li ser erdê Sûryay&e