10.03.2003 - 00:45
Elî Qazî: Îro roja kar û yekîtiya netewî ye!
Wêne: S.H. Berko
|
BONN (amude.com) - Doh li bajarê Bonnê
li Elmaniyayê kurê Qazî Mihemed ê nemir,
Elî Qazî derbarî gefên dewleta Tirkiyê bo dagîrkirina Kurdistanê
daxuyaniyek derxist. Em wê li vêderê diweşînin:
Daxuyaniya kesayetiya kurd Elî Qazî derbarî gefên dewleta Tirkiyê:
Bo netewa kurd li hemû cîhanê,
bo hemû partî û serokên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê:
Bi sedan sal ku netewa kurd bi can û malê xwe ji bo azadî û bidestxistina mafên xwe yên siyasî û civakî li ser hemû axa Kurdistana mezin xebat û şerê ji bo parastina xwe ya millî berdewan dike. Dagîrkerên Kurdistanê hertim bi awayekî dûr ji mentiqa mirovanetiyê hebûna netewa kurd înkar kirine û naxwazin bi awayekî demokratî û birayane pirsgirêka kurd bête çareser kirin. Bêguman mafê Kurdan ê rewa û sirûştiye ku mîna hemû gelên cîhanê xwediyê dewleteke serbixwe û azad bin.
Gelo ma di vê sedsala ku bi serdema komûnîkasyon, internet û satalaytê hatiye bi nav kirin û di bin siya berfireha ragihandinê de cîhan weke gundekî biçûk lê hatiye, ti dewlet û milet dikarin hebûna gelê kurd înkar biken! Ma ronahiya tava rojê tê veşartin?
Di roja îro de, ji her kesê ku bêje xwe "Ez mirov im", bi awayekî şeri´î û millî herame ku li hemberî van gefên dewleta şovînista Tirkiyê bêdeng û bêhelwest raweste.
Bira û xuşkên hêja:
Di roja îro de, ji her demê girîngtir û pêwîsttir e ku rêsxistin û partiyên Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê di navbera xwe de hevgirtinekê pêk bînin. Hevgirtineke wisa ku cîhanê bêtir bi doza Kurd û Kurdistanê de bihesînin.
Gelî xuşk û birayên kurdistanî:
Bila careke din dîroka Kurdan dubare nebe û hêzên dagîrker Kurdan nekin qurbanê protokolên aborî û siyasî. Ger em şiyar bin û hebûna xwe ya di qada kar û xebatê de bidin xuya kirin, kes nikare bi qedera me bilîze û tîcaretê bi axa welatê me bike.
Îro li Başûrê Kurdistanê, Kurd bi awayekî azad û di bin ala herdu partiyan - KDP û YNKê - de ü bi hevkariya rêxistin û partiyên din ên kurdistanî di etmosfêrekî azad û aştiyane de bi hevre dijîn. Komara Tirkiyê ku nêzî 80 salan e hebûna hemû Kurdên Bakurê Kurdistanê (25 milyon) înkar dike, vê carê zêde gaviyan jî dike û li dijî desthilatdariya Kurdên Başûrê Kurdistanê çi ji destê wan tê, pêk tînin. Li dijî vê helwesta nemirovane, ez bi erkekî dîrokî dizanim ku hemû partiyên Kurdistanê li dijî komara Tirkiyê di navbera xwe de yekîtiyek siyasî pêk bînin. Îro roja kar û yekîtiya netewî ye. Em bi hevgirtina xwe dikarin dersên dîrokî hînî generalên Tirkiyê bidin û başurê Kurdistanê ji wan re bikin gola xwînê ku ew tê de bifetisin. Karekî wiha dê mizgîniyek xweş û dîrokî be ji bo azadiya hemû Kurdistana mezin re.
Werin em tev mîna bira û di bin siya ala pîroz û sêrenga Kurdistanê de axa welatê xwe ya rizgarkirî biparêzîn.
Silav û rêzên taybetî ji hemû Kurdên bi xîret û şeref re.
Elî Qazî (Kurê Reş)
|
|