www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

30.03.2003 - 12:55

Elî Qazî: Ji ezmûnên Başûrê Kurdistanê sûdê werbigrin

Wêne: S.H. Berko
BONN (amude.com) - Li bajarê Bonnê li Elmaniyayê kurê Qazî Mihemed ê nemir, Elî Qazî bo salroja şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed daxuyaniyek derxist. Em wê li vêderê diweşînin:

Mesaja Elî Qazî ji bo salroja şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên doza Kurdistanê

Gelê bi şeref ê Kurdistanê!

Di roja 31.03.1947an de, Pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Ebulqasim Sedrî Qazî û pismamê wî Mihemed Husênxanî Seyfî Qazî li qada Çiwar Çira li bajarê Mihabadê bi destê dagîrkerên Îranî hatin îdam kirin. Herwiha piştî vê kiryara hovane 21 kesên din ji birêveber û xebatkarên Komara Kurdistan li deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi destê mêrkûjên rejîma Pehlewî hatin şehîd kirin.

Çaxê Pêşewa Qazî Mihemed di roja 22.01.1946an de Komara Kurdistan ragehand, sond xwar ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo doza Kurd û Kurdistanê wefadar bimîne. Ew di çaxekî da ku ji aliyê dadgehek leşkerî ve bi wê hindê dihat tawanbar kirin, ku xwestiye Kurdistanê ji Îranê cuda bike û dewleteke kurdî ya serbixwe damezrîne. Pêşewa bi bilindtirîn radeya mêranî û azayetiyê ve li ser bîr û baweriyên xwe rawestiya û li gor gotina parêzerê wî, ku ew bi xwe jî ji aliyê leşekrê Îranê ve bi darê zorê ji Pêşewara re mîna parêzer hilbijartibûn, digot:
" Mehkeme nebû ku Qazî muhakime dikir, belkî Qazî Mihemed bû ku dadgeh, muhakime dikir."
Pêşewa di kêliyên herî dawî yên jiyana xwe da got: "Hûn Mihemedekî dikûjin, lê piştî min bi hizaran-hizar Mihemedên din durist dibin û dê li ser mafê rewayê gelê kurd xebatê biken."
Gotina Pêşewa ya dawiyê dûrişma "Bijî Kurd û Kurdistan" bû.

Ez di vê rojê da, silavên xwe li canê paqij ê hemû wan xwişk û birayên xwe dikim ku canê xwe fîdayê gel û azadiya niştimana me kirin. Em di çaxekî de roja şehîdbûna Pêşewa û hemû şehîdên din yên doza Kurdistanê bi bîr tînin ku pêvajoyek bênimûne ji bo gelê Kurd pêk hatiye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, piştî ku hêzên sereke û hemû hizbên niştimanî hev û din girtine û gelê me di vî perçeyê Kurdistanê de nêzîke ku mizgînîya azadiyê bide hemû netewa kurd.

Li Bakurê Kurdistanê jî gelê me şiyar bûye û ji bo gihiştina bi mafê xwe yê diyarkirina qedera siyasî di xebatek bêrawestan de berdewam e. Ez di vê roja girîng û dîrokî de, ji hemû partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dawa dikim ku ji azmûnên Başûrê Kurdistanê dersê bistînin û destê xwe bêxin nava destê hev ji bo bi destxistina xweziyên gelê kurd ên dêrîn ku azadiya hemû Kurdistanê ye.

Em şahidê vê rastiyê ne ku xwişik û birayên me li Bakurê Kurdistanê bi sed hizaran kes di pîrozkirina cejina Newrozê de de li dora hev dicivin û li ser wê hindê de ku ew di bin zext û zordariyeke gelek giran û zêde ya dagîrkerên tirk de ne jî, nêzî du milyon kesan dengê xwe dan HADEPê û 46 şaredar li herêmên Bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin. Di warê siyasî de, ev xalek girîng û serkeftinek mezin bû.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelê me bi serokayetiya Hizbî Dêmokratî Kurdistan (HDK) li ser xebata xwe ya azadîxwaziyê berdewam e. Rijîma xwînxwara Komara Îslamî keç û xortên xebatker yên HDK û Komelê bi berdewamî îdam dike, lê gelê me jî li hemberî van zordariyên rijîma serkûtkera Îranê serê xwe natewîne. Em şahidê vê rastiyê ne ku gelê kurd kariye bi zor û zehmeta xwe di hinek warên çandî û rewşenbîrî da pêş bikeve û nûnerên Kurdan ên hilbijartî di parlimanê de gelek bi şiyarî li ser hinek daxwazên gelê kurd ên rewa disekinin.

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî gelê me hişyarbûna xwe ya siyasî-civakî ji bo doza Kurdistanê berfirehtir kiriye û ez di wê baweriyê de me ku ger hizbên kurdî di vî perçeyê Kurdistanê de hevgirtinekê di navbera xwe de pêk bînin û xebatê biken, dikarin ji vê dema ku niha têdene, bêtir û zêdetir ji bo parastina mafên gelê me bi xêr û bêr bin.

Bi wê hîviyê ku gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bigehin xweziya xwe ya dêrîn ku ji bo vê armancê heya niha bi sedhizaran şehîd dane.

Silav li canê paqij ê hemû şehîdên doza Kurdistanê.
Bijî Kurd û Kurdistan.

Elî Qazî (Kurî Reş)
28.03.003 Almaniya
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]