Çawa di Paltalkê de chat bikî?
PALTALK programeke belaş e ji bo chata axaftinê û nivîsandinê
ye.
Li wêderê tu dikarî bi zimanê xwe yê
şêrîn bi kurdên
ji gelek welatan re li ser
hemû tiştên ku dilê te dixwaze, biaxivî, li
mûzîkê guhdar bikî û gelek
tiştên dî bikî.
Çawa xwe qeyd bikî?
1. Programa Paltalk daxîne compûtera xwe:
Li vêderê bitikîne û programa Paltalk daxîne compûtera xwe:
http://download.paltalk.com/download/0.x/pal_install.exe
Piştî ku te Paltalk daxist compûtera xwe divê ku tu
wê instal bikî (du caran li ser nîşana programê bitikîne) da ku
cih di compûtera te de bigre û tu bikaribî wê
bi kar bînî. Piştre divê tu "Start paltalk Installation"
bitikîne û prpgram bi xwe cih di compûtera te de digre.
2. Xwe qeyd ke:
- Niha piştî ku te paltalk di compûtera xwe de
bi cih kir, pencereyek vedibe û ji te dixwaze ku tu xwe qeyd bikî:
- Piştî ku te "New User" tikand, divê ew niha
şîn bûbe û cihê "Password" tarî bûbe
û tu nikaribî tiştekî tê de binivîsînî.
Niha "Sign on" bitikîn.
- Piştî ku te "Sign On" tikand, rûpela
qeydkirinê vedibe. Di vê rûpelê de
pêwîst e ku tu van malikan dagirî:
- Nickname*: navekî ji xwe re helbijêr ku tu bixwazî
bibe navê te di paltalkê de (mînak: felek azad)
- First Name*: Navê te
- Last Name*: Paşnavê te
- Email*: emaila te (giring e ku tu emaila xwe ya rast binivîsîne, çimkî
kod ji te re têşandin a dê ji te bê xwestin ger tu cara pêşî
derbasî paltalkê bibî!)
- Password*: şifreyekê (password) ji xwe re helbijêr û binivîsîne
- Confirm Password*: Şifreya xwe careke din binivîsîne
- Password Hint*: Tiştê ku tu li vêderê dinivîsînî
paşê ji te tê pirs kirin dema tu şifreya xwe winda bikî
û nema bikaribî derbasî paltalk bibî. Lê hema tu çi bixwazî
binivîsîne. Ne gelekî giring e. Çêtir e
ku tu tîpên tevlihev binivîsînî da ku kes bi ser
venebe te çi nivîsandiye.
- Choose your secret question*: Tiştekî ji xwe re helbijêre
- Your secret answer*: Ji xwe re helbijêre tu
çi dixwazî binivîsîne. Çêtir e
ku tu tîpên tevlihev binivîsînî da ku kes bi ser
venebe te çi nivîsandiye.
- Country*: Welatê ku tu lê dijî
- Zip (US Only)*: Tenê ger tu li USA bî, divê tu
jimara bajarê xwe binivîsîne. Eger tu ne li USA dijî, tiştekî
nenivîsîne.
- Age*: Temenê xwe helbijêre
- gender*: Helbijêre tu nêr î (Male) an jî mê yî (Female)
Ew tiştên din hewce nake ku tu wan dagirî. Her sî
malikê berî "Submit" ji berê de hatine dagirtin.
Çêtir e ku tu wan vala bikî da ku rêklam
û tiştên vala ji te re
neyên û serêş ji te re çênebe.
Piştre "Submit" bitikîne û qeydkirinê bi dawî bîne.
Piştî ku te hemû tişt nivîsandin wek ku ji te
hate xwestin û te "Submit" tikand rûpele nû vedibe.
vê rûpelê bigre, ew ne giring e. Niha emailek ji te re tê şandin. Di wê emailê de
koda te ji te re tê şandin. Wekî me berî niha got, ew kod
ji te re gerek e bo derbasbûna Paltalkê ya pêşî.
- Emaila xwe veke û binere çi kod ji te re hatiye şandin. Ew
li jora emailê û li kêleka "Email Confirmation code". Kod
ji 4 jimaran pêk tê.
- Niha programa Paltalk veke
- Navê xwe yê ku te ji xwe re helbijartibû,
binivîsîne û di cihê "password" şifreya xwe
binivîsîne. "Sign ON" bitikîne.
- Niha pencereya kodê vedibe. Divê tu koda ku ji te re bi
emailê hatibû şandin, binivîsîne.
Çawa derbasî Koçka Qamişlo bibî?
- Piştî ku te nav û şifreya xwe nivîsand û
"Log On" tikand, ev pencere vedibe:
- Li ser "groups" bitikîne. Ev pencere vedibe.
- "Language/Nationality/Other" 2 caran bitikîne
- "Koçka Kurdan Qamişlo" 2 caran bitikîne û derbasî
koçkê bibe.
Çawa di koçkê de bipeyivî?
- "Ctrl" an jî "Strg" bitikîne û bipeyive.
|
|