 |
 |
11.10.2003 - 23:05
Osman Sebrî - Têkoşer û xemxurekî
ziman û gelê kurd
Berken bereh - Amed
berkenbereh@amude.com

Osman Sebrî
|
Di jiyana her neteweyê de, hinek kes hene ku heta nefesa xwe ya dawî
bo serfirazî, çand û zimanê xwe têkoşîne û ber xwe dane. Bi saya
van kesan, wan netewan karîne her tim li ser lingan bimînin û hember zordarî
û sitemkariya, ku li ser wan tête meşandin, xwe ragirin. Di nav neteweya
me de jî, yek ji van kesan gorbûhişt Osman Sebrî ye.
Osman Sebrî di sala 05.01.1905ê de li navçeya Narinceyê, ku niha girêdayî Kolika Semsûrê ye, hate dinê. Bavê wî Sebrî axayê eşîra Mirdêsiyan bû, ku ji gelek gundan pêk dihat. Di dehsaliya wî de, bavê wî çû ser dilovaniya xwe. Piştî bavê wî, mamê wî Şukrî hemû berpirsiyariya wî hilda ser milê xwe. Ewî Osman Sebrî da xwendin. Piştî ku Osman Sebrî mekteba Ruştiyeyê qedand, ji ber bê derfetiyan ne karî zêdetir bixwîne.
Di Serhildana Şêx Seîd de, ewî û her du mam û eşîra xwe alîkariya tevgerê kirin. Mixabin, piştî têkçûna Şêx Seîd û hevalên wî, her du mamên Osman Sebrî, Şukrî û Nurî, têne darizandin û paşê jî li Diyarbekrê dardadikin. Osman Sebrî jî hate girtin û şandin zindana Denizliyê û sê salan li vê zindanê ma. Piştî berdana wî, vegeriya welêt, lê di demeke kin de cardin hate girtin û li Meletiyê hate darizandin. Li vira, keysa revê dibîne û berê xwe dide Binxetê.
Piştî ku derbasî başûrê welêt bû, ew kete nav livbaziyeke siyasî de û bû endamê Xoybûnê û qederê du salan di nav vê rêxistinê de kar û xebat kir. Di Serhildana Agirî de, bo piştgiriyê (li ser biryara rêxistinê) vegeriya bakûrê welêt (di hindava Berzan re) û avêt ser qereqolekê û ew tev teslîm girt û çekên wan ji wan stand. Lê ji ber ku hevalên wî vegeriyan, ew jî mecbûr ma ku dîsa vegere Binxetê. Dema vegeriya, Frensiyan ew surgunê (tenê Osman Sebrî/B. B.) Madageşqarê kirin û demekê li wir hiştin. Di sala 1957ê de, Osman Sebrî di gel hin welatparêzên kurd di xebata damezirandina "Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê" de beşdariyê dike û wekî sekreterê partiyê tê helbijartin. Osman Sebrî roja 11. 01. 1993ê jiyana xwe ji dest da. Ew li gundê Berkevirê, ku nêzikî bajarê Tirbesipiyê ye, hate veşartin.
Osman Sebrî heta çû ser dilovaniya xwe, ji ber xebatên xwe yên siyasî duwazdeh caran hate girtin. Lê heta nefesa dawî jî dev ji karê xwe yê siyasî berneda û bo rizgarî û desthilatdariya gelê xwe têkoşa. Di wesayeta xwe de jî welatparêziya xwe dide der: "Heger ez mirim û min Kurdistan ne dît, li ser laşê min gurzên gulan dameynin", dibêje.
Dema Osman Sebrî rastî Mîr Celadet Bedirxan hat, têkiliyeke xurt di navbera wan de çê bû û xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî jê hîn bû. Di pêşengiya Mîr Celadet Bedirxan di 15.05.1932an de, bi navê 'Hawar' kovareke kurdî hate weşandin û ji hejmara duduyan û pê ve Osman Sebrî bû nivîskarek vê kovarê û hevalên wê 'Ronahî' û 'Roja Nû'. Bi berdewamî li ser ziman, folklor, pexşan û helbesta kurdî xebata xwe domand û elfebaye kurdî ya bi tîpên latînî amade kir.
Di vê navberê de, li Şamê nadiyek vedike û li vê derê keç û xortên Kurdan hînî zimanê kurdî yê bi tîpên latînî dike. Lê mixabin, ji ber sedemên navxweyî ev nadiye di demek nêz de tê girtin. Dîsa jî nemir Osman Sebrî di mala xwe de bi dehan zarokan hînî zimanê kurdî dike û bê navber vî karî didomîne.
Di sala 1954ê de, Sebrî elfabeya kurdî ya latînî weşand û hin pirtûkên mîna 'Bahoz', 'Derdên Min' û 'Çar Leheng' nivîsandin. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.
Di helbestên xwe de, tevî teşe û şêwaza klasîk deriyê helbesta nûjen jî vekir. Em dikarin bibêjin ku ji alî şêwaz û teşeya nûjeniyê ve, Osman Sebrî di gel Qedrîcan pêşengên vê cure helbestê ne. Piraniya helbestên xwe yên bi şêwaza klasîk bi heft û heştbangî nivîsandin, carina bi duybetî jî helbestên xwe ristine. Gellek fabil jî nivîsandin. Lê her çi qas teşe klasîk be jî, naverok nûjen e:
"Jiyîn xweş e bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran çi bikim
Hemû min tê bi derdan"
Gorbûhişt mirovek gelek hişyar, zana, dûrbîn, hunermend û welatparêz bû. Tim û tim dixwest ku Kurd hemû nakokiyên xwe ji holê rakin û itîfaqa xwe çê bikin, da bigihîjin meqsed û mirada xwe. Dermanê vî karî jî pêşniyar dikir, ku pir bixwînin:
"Derba li me tu zanî
Rim nîne giş nezanî
Xopan kirin kurdanî
Ev tiral û nezanan."
Bo giringiya ziman jî: "Ger tu bixwazî welatparêziya yekî nas bikî, lê mêzeke çiqas bendewarê zimanê xwe ye"..
"Hawarê xweş ava kir
Dilê kurdan pê şa kir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir"
Osman Sebrî di warê helbestê de pir serkeftî bû, rê û rêbazên vegotineke manîdar û serkeftî baş dizanî, di helbestên xwe de îstîare, şibandin, danberhevkirin û şayesandin bi hostatî bi kar dianî:
"Me pesna wê ne qesd e.
Nîne şirînzimanî.
Ew rewşa şeng û oflaz ,
Çavmat dihêle Xanî.
Heke Feqî bidîta
Dê dest li ber bihesta
Melê bi sed kul û derd
Wê lêva xwe bigesta.
Ew jî ji bo me pir dît
Felekê kir, neyarî
Rahişt milê me avêt
Nav girava Sent-Marî"
Osman Sebrî di tevahiya jiyana xwe de, mîna Cegerxwîn xwest ku gelê xwe hişyar bike, êş û jana gelê xwe anî ziman, riya rizgarî û jiyanek bi rûmet û bextewar şanî wan da. Ne tenê zilm û zora mêtingehkaran, her wisa neheqî û necamêriya axa, beg û şêxan jî anî ziman û bo gundî, reben, belengaz û jarên welatê xwe têkoşa. Di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê "Apo" de, poetîka xwe wiha dest nîşan dike: "Helbest û çîrok tenê bi rê û rêbazên hişyarbûn û berxwedanê dikare pêşengiya gelê xwe bike û wan bo têkoşînê rake ser piyan."
Osman Sebrî her çiqas li Binxetê be jî, ewî her tim têkiliya xwe bi welatparêz û têkoşerên kurd ên Bakur re daniye. Dema li Stenbolê nemir Edîp Karahan bi navê Dicle-Firat rojnameyekê der dixe (1962), Osman Sebrî vê helbestê ji wan re verê dike:
"Min hêvî heye Dîcle-Firat barê me rake
Di warê ziman li rojhelat xelkê me şa ke
Zimanê me yê paşde mayî çîçkî bide pêş,
Va ye bo wî sipasên xwe ez dikim pêşkêş."
Çend dîtinên di derheqê Osman Sebrî de
Qanadê Kurdo: "Piştî Cegerxwîn, lûtkeya herî bilind Osman Sebrî ye."
Beşîr Botanî: "Bavê min nasnavê xwe yê siyasî jê girt."
Dilawerê Zengî: "Di sala 1982ê de, û piştî ku ez hatim bajarê Şamê, naskirina min bi xebatkarê mezin û mamosteyê wêjeya kurdî Osman Sebrî (Apo) re, çê bû. Osman Sebrî berê pênûsa min ber bi nivîsandina serbest (pexşane) vekir û ez hînî giramêra kurmancî kirim. Bi rastî hêjayî gotinê ye, ku mala nemir O. Sebrî mîna dibistana zimanê kurdî bû. Em gelek xortên nûhatî lê diciviyan û me hînî zimên dikir. Ji wê rojê de, bi giranî min berê xwe da nivîsandina serbest.
Şêrîn Perwer: Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûridîn Zaza, Apo Osman Sebrî, Sebrî Botanî , Seydayê Cegerxwîn û Sînator Ziyad Şerefxan, ev hemî kes şûna xwe di jiyana min de hiştin, wan ilhama min geş kirin.
Konê Reş: Bi saya 'Hawarê' (1932) û xuşka wê 'Ronahiyê' (1942) û xuşkên wan 'Stêr' û 'Roja Nû', nivîskar û helbestvanên bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hişyar…hwd. Hem jî bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin.
Qedrîcan: 'Hawar hebe, gazî li dû ye', ev çîrok diyarî nemir Osman Sebrî kiriye.
Berhemên wî:
1. Dîwana Helbestan"Apo", Hemreş Reşo sala 1979ê li Ewropa çap kir
2. Dîwana helbestan "Bahoz" û çend nivîsên din
3. Pirtûka Lêkolînê, li ser ziman û rêzimana kurdî
4. Elfabeya kurdî, ya ku ji alî Mîr Celadet Bedirxan ve hatibû sazandin û pejirandin
5-Çar Leheng, Şanoyî
Çavkanî:
1. Antolojiya Helbestvanên kurd, Pelesor yyayinlari Stenbol 1992
2. Jînenîgariya min, Cegerxwîn - weşanên APEC Stockholm 1995
3. Rojnamegeriya Kurdî, Malmîsanij, Mahmûd Lewendî- Öz-Ge yayinlari-Ankara 1992
4. Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyn Sagniç- WeşanênEnstitûya Kurdî, Stenbol 2002
5.Kovara Nivîs a internêtî, hejmar 15
6. Kovara Tîrêj a internêtî
7. Kovara Dîcle ya internêtî
8. Azadiya Welat, hejmar 234
9. Evrensel Gazetesi,15.10.2002
10. Newroz - kovara internêtî, hejmar 46
Ev nivîsar di kovara Vesta de hatibû weşandin.
|
 |
 |