 |
 |
07.02.2004 - 00:45
Bigrî

Bavê Tosin
|
AMÛDÊ (amude.com) - Piştî êrîşên terorîstyane
li dijî kurdan li Hewlêrê, helbestvanê kurd Bavê Tosin
ji Amûdê helbestek li ser Hewlêrê nivîsand. Em wê li vê derê
diweşînin.
Bigrî
Hewlêrê bigrî
Bigrî bi giyanê min re
Hewlêrê bigrî
Bigrî bi dilê min re
Xakî goristanê îro
Lêmiştî xwîn e
Ezmanî goristanê îro
Lêmiştî qêrîn e
Xwîna şehîdan e
Qêrîna dilê Kurdistan e
Hewlêrê bigrî
Bi çavên min
Bi çavên Amûda xemgîn
Bigrî
Kevirên kuçeyên me
şiyar ke
Gazîke goristanan
şehîdên sînemeya Amûdê
şehîdên Helebça
Bêje wan
Bila rabin
Bila derkevin
Pêşwaziya lawên Hewlêr
Hewlêrê bigrî
Bigrî îro
Destine qirêjî
Dirêjbûne bejna bedew
Bi xinizî
Bi gunehkarî
Dirêjbûne bejnên
Pêximberên aştiyê
De bigrî Hewlêrê
Bigrî
AMÛDÊ, 03.02.2004
|
 |
 |