www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela amûdankê rûpela destpêkê

'Xelata Cegerxwîn' dan Seydayê Keleş

Li Qamişolyê Komîteya "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestê", xelata yekemîn da Seydayê Keleş. Li gor agahiyên helbestvan Ibrahîm El-Yûsif, daye malpera Amûdê, komîteya "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestê" yekemîn ji bo rola wî ya serkeftî û xizmeta wî ya ji bo çand, ziman û helbesta kurdî da Helbestvan Seydayê Keleş. Komîteya xelatê ya ku ji çend nivîskar û rewşenbîrên kurd ên li başûrê rojavayê Kurdistanê pêk tê, daxuyand ku eşkerekirina "Xelata Mewasim a afirandina helbestê" ji bo helbestvanên ciwan 26 sal berê heya roja Newroza sala 2003'yan wekî roja helbesta cîhanê hate ecibandin. Seydayê Keleş dê di rojên pêş me de di merasimeke ku li mala Cegerxwîn were lidarxistin de xelata xwe bigire. Komîteya helbestê dixwest ku wê xelatê di roja koçkirina Cegerxwîn de bê dayîn, lê ji ber hin kêmasiyên teknikî merasîm dereng ketiye.

07-13.12.2002 (hejmar 357)

---------------------------------------------------------
www.welat.com/2002/357/hab16.html
---------------------------------------------------------
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]