Salvegera 42mîn a şewata sînemeya Amûdê
13-11-2002
Sîrwan Hecî Berko
Îro berî 42 salan, roja 13-11-1960î, sînemeya bajarê Amûdê li Başûrê
Rojavayê Kurdistanê şewitî, û pê re bêtirî 280 zarokên kurd ên vî bajarî.
Ji bilî pirtûka nemir M. Ehmedê Namî "agirê sînema amûdê", ta roja
îro hîn ti berhem li ser vê bobelatê nehatine çap kirin. Herwiha ti
lêkolîn pêk nehatine.
Ji ber vê yekê min pêwîst dît ko hemû
berhemên ko li ser sînemeya Amûdê ya şewitî hatine nivîsandin, bidim
hev û biweşînim. Min têkilî bi gelekan re kir û min ji wan xwest ko
berhemên li ser vê bobelatê hatine nivîsandin, ji min re bişînin,
da ko bikaribim wan biweşînim.
Mixabin kêm berhem gihan min.
Sedema vê yekê jî ew e ko ta niha kêm berhem hatine nivîsandin. Ji
xwe ev kêmasiya mezin di nav me Kurdan de ne nû ye û xwedî dîrokek kevn e.
Ji ber vê yekê jî em baş dîroka xwe nas nakin.
Di paşerojek
nêzîk de, ezê hewl bidim ko hemû berhemên li ser sînemeya Amûdê peyda dibin,
bidim hev û di pirtûkekê de biweşînim.
Li vêderê ez careke
din bangî hemû kesan dikim ên ko an berhemên li ser şewata sînema
Amûdê li cem wan peyda dibin, an jî daxwaza wan û nivîsandinê heye,
têkiliyê bi min re bikin û wan berheman ji min re bişînin,
da ko bikaribin projeya xwe bi awayekî hêja û serketî pêk bînim.
Sala borî, cara yekemîn bû ko doseya şewata sînemeya
Amûdê di malperê de hate weşandin. Ew jî bêyî alîkariya
nivîskarên beşdar ên ko di demek kurt de berhemên xwe
nivîsandin û ji malperê re rêkirin, bi vî rengê ne dihat amade
kirin.
Ji wan re û ji Dr. Ebdilbasit Seyda re yê ko ji malperê
re erşîva xwe vekir û çend wêneyên sînemeyê bo rengînkirina vê
doseyê ji min re şandin, û herwiha di peydakirina berheman
de alîkarîk mezin bû, gelek sipas!
Ji malpera amûdê
hate girtin
---------------------------------------------------------
http://www.yenidenozgurgundem.com/news.asp?id=38874
---------------------------------------------------------
|
|