www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela amûdankê rûpela destpêkê

Em ji bo kêfê nehatine van deran

Samî Berbang

Sîrwan Hecî Berko werziþkar, rojnameger û siyasetmedar e. Ew hakemê goga lingan e, her wisa jî berpirsê baskê ciwanan ê Partiya Sosyal Demokrat 'SPD'ya Almanyayê ye. Berko damezirînerê Kurdistan AG'yê ye jî. Sîrwan Hecî Berko ev demeke dirêj e ku berpirsê malpera Amûdê ye.

Me li ser rewþa werziþ û jiyana kurdan li derveyî welat û li ser rewþa siyaseta Ewropa ya li hemberî kurdan bi Sîrwan Hecî Berko re hevpeyvînek pêk anî...


Her wekî ji navê malperê jî xuya dibe tu ji baþûrê rojavayê Kurdistanê yî, van demên dawîn rewþenbîrên kurd ên ji vî parçeyê Kurdistanê di nava xebata xwe birêxistinkirinê de ne, li ser vê yekê tu dikarî çi bibêjî?

Damezirandina yekîtiya di nav me kurdan de gelekî girîng û pêwîst e. Ji ber vê yekê ez gava nivîskarên rojavayê Kurdistanê li Almanya gelekî baþ dibînim.

Hêviya min ji vê yekîtiyê ew e ku bikaribe xebata xwe bi cidiyet û serbestî bike. Jê tê xwestin ku, ne wekî gelekên din, hema tenê navek li ser rûpelê be û piþtî demekê di nav tirabêlka demê de winda bibe.

Di nêrîna min de ya herî girîng ew e ku ev yekitî ne tenê alîkariya nivîskaran bike di çapkirina berheman de, lê belê giraniyeke baþ bide rastnivîsê. Xebata lezgîn jî ne dermanê birînan e..

Berî çend rojan yekemîn hejmar ji kovara yekitiyê bi navê PÊL derket. Mixabin ev hejmar tijî þaþitiyên zimên bû. Berhemek tunebû bêyî ku bi kêmanî çend þaþitî tê de hebin.

Miletê me di dîroka xwe de gelek caran hatiye û hîn jî tê xapandin. Em ji xapandinê têr bûne. Lê hêviya me di vê yekîtiyê de mezin e û destpêk her tim zehmet e. Barê wan jî giran e, bar û doxên wan, karînên wan jî ne alîkar in.

Tu wekî kurdekî di nava partiyeke alman de jî xebatê dikî, gelo tu helwesta Partiya Sosyal Demokrat a Alman li hemberî kêþeya kurdî çawa dibînî?

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û partiyên din ên Almanyayê ji bo parastina mafên mirovan dixebitin, hinek kêm, hinek jî zêde. Helwesta SPD bo me kurdan mixabin gelekî qels e, bi taybetî ji sala 1998'an ve, dema ku bû hikûmeta Almanyayê.

Ev partiya ku ez endamê wê me dijî bindestkirina gelan e û qebûl nake ku tu milet 'û di nav wan de yê kurd' jiyaneke di bin zilm û zorê de, bê maf û demokrasî derbas bike. Ew baþ dizane rewþa miletê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çawa ye. Ji aliyekî ve bi kêfxweþî agahdarî rewþa kurdan li baþûrê Kurdistanê û tecrûbeya wan a demokrasiyê dibe û piþtgirtiya wan dike bo Iraqeke demokratîk bêyî dîktator Sedam Huseyîn. Ji aliyekî din ve her tim ji Tirkiyeyê re dide xuyakirin ku þertê endamtiya wê di Yekîtiya Ewropayê de çaresekirina pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê ye. Rewþa Rojhilata Navîn û piþtgirtiya Almanyayê ji ësraîlê re sedema bêdengiya wê ye der barê rewþa kurdan de li Sûriye û ëranê.

Her wiha di van salên dawî de miletê alman bêtir xwe mijûlî siyaseta xwe ya hundir dike. Rewþa wan a sosyal xerab e û hejmara bêkaran gelekî bilind e.

Wekî din hêjayî gotinê ye ku dûrketina almanan ji kurdan ne sûcê wan bi tenê ye, para mezin ji vê dûrketinê sûcê kurdan e. Pêwîst e ku em baweriya wan di xwe de dîsa xurt bikin da ku em bikaribin piþta xwe bi wan xurt bikin.

Bi vê pirsê ve girêdayî tu biryara ku navê 'PKK' xiste nav lîsteya rêxistinên terorîst çawa dinirxînî?

Miletê kurd miletekî bindest e û tu car ne terorîst e. Ev dem ne dema lîsteya terorîstan e. Ji Yekitiya Ewropayê tê xwestin ku xwe baþtir agahdar bike li ser rewþa miletê kurd û çareyekê bo vê zilm û zoriyê bibîne, ya ku ev milet ji sedê salan ve dibîne. Ev dem dema azadiya gelan e û parastina mafên mirovan e.

Bi qasî ku em dizanin li aliyekî tu berpirsiya malpereke kurdî dikî, li aliyekî di nav partiyeke alman de yî, li aliyê din jî tu hakemiya futbolê dikî, meþandina ev qas kar bi hev re gelo ne dijwar e?

Jiyana me kurdan ji roja roj ve jiyaneke zor û dijwar e. Me ev rewþ hilnebijartiye!

Wekî endamekî vî miletî ji min tê xwestin ku li xwe û li miletê xwe xwedî derkevim. Li welatên rojava û bi taybetî li Ewropayê derfetên xebatê gelek û baþ in. Ji me kurdan tê xwestin ku em pêþî xwe ji bîr nekin, li ziman, çand û folklora xwe miqate bin û têkiliyan bi miletê ewropî re ava bikin û wan xurt bikin. Ev tiþt jî ji ber xwe ve nayê. Gelekî girîng e ku em beþdarî jiyana wan bibin, bibin endamê komele, rêxistin û saziyên wan ên civakî, siyasî, çandî û werziþî (sportî). Bi vî awayî em nêzîkî wan dibin û wan nêzîkî xwe dikin.

Em nehatine van welatan ji bo xwejibîrkirin û kêfê. Kêf jî pêwîst e û bêyî wê jî nabe. Lê divê em ji hatina xwe ya van deran ne tenê fêdeyek þexsî werbigrin..

Kurdên li Ewropayê di sporê de çawan in? Mirov dikare çawa bi pêþ bixe? Têkildarî vê yekê termînolojiya sporê bi kurdî çiqas xurt û mirov çawa dikare xurtir bike?

Mixabin rewþa kurdan di warê sportê de gelekî qels e. Hejmara me li Ewropayê baþ mezin e. Lê ta roja îro hîn kurdekî jî xwe di cîhana sportê de isbat nekiriye. Stêrên me kurdan di nav stêrên sportê de tune ne. Ev jî sedema þaþitiyên me yên bêhejmar in. Sedema herî mezin ew e ku jiyana me kurdan jiyaneke amator e. Di hemû waran de em amator in û di cihê xwe de mane, di dema ku miletên din gavên mezin davêjin. Ez gotina ku rewþa me kurdan ji ya miletên din cuda ye qebûl nakim, ji ber ku em bi dehan salan li van welatan dijîn û hejmara me ne kêm e.

Em gelekî bi lez in û girêdana hemû tiþtan bi siyasetê ve li dijî mebesta xebatê ye. Her wiha hejmara kurdên ku di perwerdekirina zarokan de li xurtkirina behreyên wan miqate ne, kêm in. Gelekî girîng e ku dê û bav zû behreyên zarokên xwe nas bikin û wan bidin ser riya rast û alîkariya wan bikin da ku zarok fêdeyekê ji behreya xwe werbigire û xwe bi pêþ bixe.

Dikarim bêjim ku têkiliyên kurdan di sportê de kêm in, ango tune ne. Li ser pirsa lîteratûra sportê bi zimanê kurdî jî ez dikarim van tiþtan bibêjim. Haya min jê tune ku lîteratûra sportê bi zimanê kurdî hebe.

Sedema tunebûn an kêmbûna lîteratûra bi zimanê kurdî ew e ku mijara sportê cihê xwe di civaka me de negirtiye. Rast e ku kurd jî wekî hemû miletan kêfa me ji sportê re tê û em jî bi awayê xwe yê amator beþdarî sportê dibin û bi taybetî fûtbolê. Lê ta niha qet bo me nebûye mijareke zanistî ku em bi awayekî berfireh xwe mijûlî wê bikin û lîteratûrê der barê wê de biweþînin. Em xwe bêtir mijûlî mijarên çandeyî dikin. Her wiha saziyên kurdî tune ne, yên ku mijûlî sportê û lîteratûra wê dibin. Hetmen (teqez) li baþûrê Kurdistanê rewþ baþtir e, lê dîsa jî lîteratûra sportê wek a gelek mijarên din xwe ferz nekiriye li ser xwendevanên kurd. Xwendevanê kurd bêtir bi zimanên biyanî berhemên der barê sportê de dixwînin.

Hewldanên min bi xwe hene di wergera berhemên sportê de. Di demek nêzîk de ezê wan di beþek taybetî de di malpera Amûdê de biweþînim.

S.H.Berko kî ye?

Navê min Sîrwanê Hecî Berko ye. Ez xortekî 25 salî ji bajarê Amûdê li baþûrê rojavayê Kurdistanê me.

Ez di dawiya sala 1990'î de bi malbata xwe re hatim Almanyayê. Li vê derê min di sala 1998'an de lîse xelas kir û min li zankoyê dest bi xwendina

ënformationstechnik û Informatîkê kir.

Di destpêka sala 1998'an de bûm endamê pratiya sosyal demokrat a almanî (SPD) û ev serê sê salan e ku li herêmê berpirsê ciwanên partiyê me.

Wekî din ev heft sal in jî ku hakemê fûtbolê me.

Di dawiya sala 2001'ê de min bi hevalekî re komeleya xwendevanên kurd li zanîngeha Bochumê li Alamanya (Kurdistan AG) damezirand.

-------------------------------------------
http://www.welat.com/2002/332/hab19.html
-------------------------------------------
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]