Ahenga Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî li Qamişloyê tê dayîn
QAMIŞLO -
Helbestvan Ibrahîm El-Yûsif, çavdêrê
"Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî", ragihand ku
ahenga xelatkirina helbestvan Seydayê Keleş
dê roja 17.12.2002an, demjimêr 8ê êvarî,
bi beşdarbûna xanim Sû´ad Cegerxwîn, keça
Seydayê Cegerxwîn, û jimareke mezin ji rewşenbîr
û rojnamevanên kurd, ereb û aşûrî
li mala Cegerxwîn li bajarê Qamişlo li dar keve.
Programa ahengê dê ji gotina "Hevdîtina Çandeyî", helbestên çend
helbestvanan û gotina komîteya xelatê pêk bê.
Ji bilî helbestvan Ibrahîm El-Yûsif
sê rewşenbîrên dî di komîteya xelatê de ne:
Konê Reş, Rezoyê Osê û Hefîz Ebdilrehman.
Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Seydayê Keleş ji
aliyê
komîteya xelatê bo wergirtina yekemîn
"Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî" hate helbijartin.
Çavkanî: www.amude.com
13.12.2002
--------------------
www.diclehaber.com
--------------------
|
|