|
Malpera Serhildana Qamişlo
|
 |
|
navête@amude.com
|
 |
|
|
Berxwedana Qamişloyê di televizyona
swêdî de
|
|
Çalakiyên protestoyê li cîhanê
|
|
Navên şehîd û birîndar û girtiyan
|

Gîvara Xelef Biro
|

Xesan Qadê Qincer (22, Hisiça)
|

Welîd Bedrî Şahîn
|

Idrîs Remedan (28 salî ji Qamişlo,
bavê çar zarokan |
|

|

Xwepêşandaneke kurdistanî
li Strasbourg (Fransa)
Li pêşiya Parlamana Ewropayê
31.03.2004, demjimêr 11.30
Amadekar: Partiyên Kurdistanî
|
 |
|
Roja 7an ji berxwedanê
18.03.2004
23:28 - Di hevpeyvînekê de li gel radyoya "Zayele",
serokwezîrê Swêdê Göran Persson pirsa rojnamevanên kurd
Cemal Batun û Nassir Sina derbarî helwesta Yekîtiya
Ewropayê li ser bûyerên li Sûryayê ragihand,
ku ji ber bûyerên li Medrîd û Kosovo Yekîtiya
Ewropayê ta niha nerîna xwe eşkere nekiriye. Persson
nerazîbûna xwe li hemberî bûyerên
li Sûryayê eşkere kir.
15:05 - Rojnameya Washington Times: "Divê piştgiriya Kurdên
Sûryayê bête kirin!" [Bixwîne]
12:28 - Rêjîma sûrî ragihand partiyên kurdî:
"Xewn e, ku em girtiyan serbest berdin!"
12:20 - Xisara ku li bajarê Hisiça çêbûye,
dora 800 milyon lêreyên sûrî dike
12:13 - Leşkerên sûrî fîşekên
qedexekirî bi kar tînin û birînan dijwartir
dikin
12:10 - Niha bajarê Efrînê tê bombekirin
11:55 - Xortekî kurd ji Şamê ji bêrîkfona xwe,
ya ku hîn pê re ye, telefonî jina xwe kir û jê re got,
ku ew û hejmareke din a mezin ji kurdan li beyabanekê (sehraa)
ne û ew nizanin bê leşker dê wan bibin kû derê
11:37 - Kurdên ku leşkeriya Sûryayê dikin, ragihandin, ku
çek ji wan hatine standin û ew niha bê çek in.
11:18 - Niha hêzên leşkerî bi çek
û gaza rijandina hêsiran êrîşî
kurdan li Efrînê dikin
08:46 - Partiyên kurdî li Sûryayê li hev kir,
ku Newroz neyê cejinkirin û ew roj bibe roja
protestoyê û reşgirêdanê
08:45 - Parlamenterên Kurd ên Parlamna Îranê ji Beşar
el-Esed re nameyek şand û xwestin ku zilma li ser kurdan bi dawî
bibe û êdî mafên mirovan neyên binpêkirin û ji bo
demokratîkbûnê gav bêne avêtin.
|
|
 |
|
Roja 6an ji berxwedanê
17.03.2004
18:53 - Dora 4000 kurdên mêr ên taxal "Zorava" li Şamê hîn
binçavkirî ne
16:42 - Dora 3000 kurd îroj li Brûkselê li pêşiya
avahiya Parlamana Ewropayê çalakiyeke protestoyê
li dijî êrîşên rêjîma Sûryayê
li dijî kurdan pêk anî.
16:17 - Bang ji bo kurdên li Swêsra û li welatên din:
Biçin cem Xaça Sor a li bajarên xwe û doza şandina alîkariyê
ji bo kurdên li welat ji wan bikin. Çiqasî daxwaz ji wan bête
kirin, ewqaî derfet mezintir dibe, ku ew bi bê yekê rabin.
16:15 - Doh li Hisiçayê, pîremêrek kurd ji aliyê
ereban ve bi kêran hate şehîdkirin.
15:08 - Hejmareke mezin ji erebên Dêra Zorê bi çekan
ketin bajarê Amûdê û xwestin êrîşê bikin.
Amûdî ketin pêşiya wan û hêzên leşkerî
nehişt ku şer çêbibe.
12:20 - Rêjîmê av û elektrîk li ser bajarê
Kobanî qut kiriye
11:30 - Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: "Kurdên Başûrê Rojava:
tekoşîna we ji bo hemû kurdan serfirazî û rûmeteke bêhempa ye.
Hun ne bi tenê ne û hemû kurdên xwedîrûmet û xîretkêş bi her awahî
li cem we ne û piştgiriya we dikin. Em şehîdên xwe bi serfirazî
û bi rûmet bi bîr tînin. Ew rûmet û serfiraziya gelê me ne."
11:12 - Rêxistinên Mafên Mirovan li Sûryayê
dê îroj biçin Qamişloyê, da ku
li rewşa kurdan temaşe bikin. Partiya Pêşverû ya
Kurd li Sûryayê telefonî wan kiribû û ji wan
xwestibû, ku neçin Qamişloyê.
11:02 - Keçên xwendekar li Zanîngeha Helebê
ji ber tirsa êrîşên cinsî ji aliyê
hêzên leşkerî ve li odeyên xwe xew nakin û
diçin malên kurd
10:20 - 40 kurdên zindankirî karîbûn ji
zindaneke li Şamê birevin
10:08 - Li Duhokê xwepêşandaneke mezin li dar ketiye
|
|
 |
|
Roja pêncan ji berxwedanê
16.03.2004
23:33 - Hemû bajarên kurdî dorpêçkirî ne
û binçavkirina kurdan berdewam e
23:32 - Li Efrînê keçeke 16e salî bi navê
Mizgîn Hemduş 4
leşker kuşt û çendên din birîndar kir. Ew
jî hate kuştin
23:30 - Îşev bi tirêneke dirêj hejmareke mezin
ji hêzên taybetî "Heres Cemhurî" gihan Helebê
23:07 - Xwarin, vexwarin û derman li başûrê-rojavayî
kêm bûne, birçîbûnê dest pê kiriye
23:04 - Rêjîma Sûryayê girtiyên kurd di salonên
şahiyan de li bajarên kurdî zindan kirine
22:23 - Niha li Qamişloyê dengê teqîneke mezin
û fîşekan hat; hîn ne diyar e mesele çi ye.
12:50 - Pijîşkekî kurd ji Efrînê ragihand, ku
4 ciwanên kurd û 4 leşker hatine kuştin
11:06 - Taxa kurdan Eşrefiyê li Helebê
hatiye dorpêçkirin û hejmareke mezin
ji kurdan birîndar bûne, yek ji wan
Luqman Brîmko ye
10:58 - Li Efrînê kurdek şehîd ket
10:42 - Kurdên Swêdê dê demjimêr 13.00
li pêşiya Parlamana Swêdê li Stockholmê bicivin
10:25 - Xwendekarên kurd li Helebê ji aliyê hêzên leşkerî ve
hatine dorpêçkirin
10:23 - Li gelek bajaran bibîranîna Helebçeya şhîd
pêk tên û leşker êrîşî wan dike
10:21 - Li Qamişloyê leşker êrîşî bibîranîna
helebçeya dike û kurdan ji hev belav dike
10:05 - Hêzên leşkerî êrîşî
grûpeke ji kurdan li Qamişloyê kir û hin ji wan birîndar kir
û tê gotin, ku hin kes şehîd ketine
09:52 - Sibe, demjimêr 14:00, xwepêşandanek li Oslo
09:13 - li başûrê-rojavayî Kurdistanê û herweha li Sûryayê,
kurd dê demjimêr 10:45 ji bo bibîranîna Helbçeya şehîd
5 deqeyan bêdeng bimînin.
90:01 - Kurdên Australyayê dê sibe li Sydney, Town Hall,
demjimêr 13.00, xwepêşandanekê li dar xînin
09:00 - Îro li Paris, Place De la Republique, demjimêr 18.00,
xwepêşandaneke kurdan
08:52 - Nûnerine emerîkî li Sûryayê ne û
li gel hikumetê derbarî êrîşên
li dijî kurdan guftûgo dikin
08:31 - Merwan Osman, Ibrahîm Xelo, Ebdulsemed Xelef û Mesum
Mihemed Elî serbest hatin berdan
|
|
 |
|
Roja çaran ji berxwedanê
15.03.2004
21:23 - Merwan Osman, Ibrahîm Xelo, Ebdulsemed Xelef û Mesum
Mihemed Elî (Partiya
Yekîtî) hatin binçavkirin
17:43 - Li bajarê Bonn li Elmanyayê xwepêşandanek dest pê kir
16:25 - Kurdên di balyozxaneya ya Sûryayê li Swêsrayê
de li ser awazên dahol û zurnê strana "Ey Reqîb" distirên
16:15 - Kurdên Swêdê li gel berpirsên balyozxaneya
Emerîkayê li Swêdê û herweha
li gel nûnerên Parlama Swêdê
re rûniştin û rewşa li başûrê-rojavayî
Kurdistanê eşkere kirin
16:10 - Kurdên Swêsrayê balyozxaneya Sûryayê li Swêsrayê
dagîr kirine
15:33 - Li jêr dirûşma "Qamişlo Helebçe ye"
xwendekarên zanîngeha Selaheldîn li Hewlêrê
xwepêşandanek ber bi Parlemana Kurdistanê ve kir
û piştgiriya kurdên Binxetê kir
15:27 - Li Amedê bi hezaran kurd piştgiriya kurdên Binxetê dikin
û rêjîma Sûryayê protesto dikin
15:20 - Komîteyek ji kurdên Holendayê li gel berpirsên
Wezareta Derve ya Holendayê rûniştin û
doza piştgiriyê kir
14:58 - Malbata Paşê li Serê Kaniyê tê êrîşkirin
û talankirin
14:53 - Li bajarê Amûdê di rêya mizgefta bajêr ya
navendî ji kurdan re tê gotin, ku biçin karê xwe
û dikanên xwe vekin; kesê ku vê yekê neke, dikan
wî dê bi zorê bête vekirin û ew dê bête
zindankirin +++ 4 kamyonên hêzên leşkerî
yên taybetî yên din derbasî bajêr bûn
14:39 - Mala Seydayê Tîrêj li Hisiçayê hate
talankirin
14:38 - Malpera Qamişlo.com li Qamişloyê venabe
14:37 - Li Qamişloyê bêtirî 2000 kurd hatine
binçavkirin; leşker girtinan berdewam dikin
14:36 - Kurd niha li pêşiya
balyozxaneya Sûryayê li Berlînê ne û
êrîşî rêjîma Sûryayê dikin,
hin ji wan keviran diavêjin balyozxaneyê
13:57 - Bi hezaran kurd hatine zindankirin
13:51 - Hikuemt daxwazên partiyên kurdî yên derxistina
leşkeran ji Kurdistanê, serbestberdana hemû girtiyên
kurdî yên siyasî û dadgehkirina kesên berpirsiyarên
komkujiyê nepejirandin û gef li wan xwar, ku komkjiyeke
mîna "Komkjiya Hema" pêk werîne. Di "Komkjiya Hema" de,
bi deh hezaran ereb li bajarê Hema hatin kuştin.
13:42 - Nivîskar û hunermendên Duhokê piştgiriya
kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê dikin û
êrîşên li dijî wan şermezar dikin
13:36 - Li Berlînê hunermend Şivan Perwer stranên neteweyî
dibêje û kurd pê re distirên
13:25 - Li bajarên Binxetê leşker mal bi mal digerin û
kurdan binçav dikin
13:23 - Li Stenbolê, IHD li dijî siyaseta Sûryayê
protesto dike
13:20 - Xaça Sor a elmanî amadekariya xwe ji bo alîkariya
birîndarên li Binxetê eşkere kir
12:53 - Xwendekarên kurd li Zanîngeha Bexdadê, yekîtiyên
parêzger û oldarên Kurdistanê komkujiya li Qamişloyê
şermezar dikin û bangî bidawîbûna êrîşên li dijî kurdan dikin
12:47 - Dora 10.000 kurd li Berlînê êrîşên rêjîma Sûryayê
li dijî kurdan protesto dikin - çalakî ta demjimêr 18.00 berdewam e
12:35 - Kurdên li taxa "Zorava" ya kurdan li Şama paytext têne binçavkirin
12:35 - Hêzên ewlekariyê yên sûrî ji şeveqê
ve dest bi binçavkirina xwendekarên kurd li Heleb û Şamê kirine
12:20 - Kurdên Belcîka li Instîtuya Kurdî li Brûkselê
ketine greva birçîbûnê
12:03 - Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê xwepêşandanekê
pêk tînin
12:02 - Li Berlîn û Stockholm xwepêşandan dest pê kirine
11:17 - Xaça Sor a Holendî dê ji bo alîkariyê
hin kesan bişînin Qamişloyê
11:06 - Hêzên ewlekariyê dest bi binçavkirin û terorkirina
kurdan kir
10:59 - Li bajarê Freiburg li Elmanyayê xwepêşandanek, demjimêr 15.00
li Augestina Platz
10:56 - Mistefa Cuma serbest hate berdan
10:10 - Sekretêrê Partiya Hevgirtina Gel a Kurd li Sûryayê Mistefa
Cuma li Helebê hate binçavkirin
|
|
 |
|
Roja siyem ji berxwedanê
14.03.2004
17:52 - Li Amûê xwepêşandanek dest pê kir
16:26 - Li Qamişloyê ji pirbûna
leşker û çekên giran kurd nikarin ji malên xwe derkevin
16:21 - Li Kobanî dibistanek û stasyona polîsan
hate şewitandin +++ birîndarek heye
16:19 - Roja sêşmê li pêşiya Perlemana Danmarkê
li Kopenhagen xwepêşandanek, demjimêr 16.00, tel: 004551299496
16:07 - Hêzên leşkerî yên taybetî ketin bajarê Amûdê
15:45 - Tevgera Kurdî bi Mihemed Mensura re rûnişt û doza
bidawîbûna êrîşên li Hisiça kir. Herweha wê doza
serbestberdana girtiyên siyasî yên kurd kir û
doza xistina pirsa kurdî di rojeva pirsa siyasî li
Sûryayê
de kir +++ Nûnerên tevgerê bi nûnerên aşurî û filehan
re danûstandin pêk anîn û niha bi serokên eşîreyan re
didin û distînin û dixwazin eşkere bikin, ku mesele
ne şerê kurdî-erebî ye
15:18 - Pira navendî li Qamişloyê ji aliyê leşkeran ve
hatiye girtin û ti kes nikare wê derbas bike
15:17 - Li taxa "Zorava" li Şamê jî şehîd ketine
û talankirina Hisiça û Serê Kaniyê berdewam e
14:44 - Li Kobanî û Helebê çalakiyên protestoyê
pêk tên
14:42 - Dora 2000 kurd li bajarê Amesterdam li Holendayê
xwepêşandanekê li dar dixin
13:45 - Ji Şamê û Helebê tirên û otobusên
tije leşker û çekê giran gihane Qamişloyê
û berê xwe dane Hisiça
13:43 - Hikumetê raportvanên kanalên televizyonê
yên erebî girtine
13:40 - Hejmara şehîd û birîndarên Hisiçayê deqe bi deqe
mezintir dibe +++ Nexweşxane tije bûne
12:10 - Qamişlo hatiye dagîrkirin
12:09 - Nexweşxaneyên Qamişloyê tije ne
12:08 - Ji Hisiçayê agahdarî şehîdketina 7 kurdan
gihan me
12:07 - Li Hisiçayê ereban cilên jinan ên kurdî bi tirimbêlên xwe
daliqandine û dibêjin "emê namûsa kurdan talan bikin"
11:02 - EREBÊN XEMIR LI TAXÊN EZÎZIYÊ Û SALHIYÊ LI
HISIÇAYÊ BI ÇEKAN ÊRÎŞÎ KURDAN DIKIN
Û KURD LI HÊVIYA ALÎKARIYÊ NE
10:32 - Li Düsseldorf li pêşiya balyozxaneya Emerîkayê
xwepêşandanek, demjimêr: 13.00
10:31 - Li bajarê Zürich li Swêsrayê xwepêşandanek,
Helvetia Platz, demjimêr 15.00
09:52 - Li bajarê Kobanî jiyan rawestiyaye
09:35 - Li bajarê Dêrikê, bi hezaran kurdan derketine kolanan
û dê şehîdên xwe veşêrin
09:20 - Îroj, ji demjimêr 14.00-15.30 dê bernameyeke
taybetî li ser bûyerên li başûrê-rojavayî
Kurdistanê di "ROJ tv" de bi şêweyekî
zindî bête pêşkêşkirin
09:15 - Jiyan li başûrê-rojavayî Kurdistanê
berdewam nebûye, ti kes neçûye kar û ne jî dibistanan
09:13 - Hêzên ewlekariyê li dora Qamişlo rawestiyane
û nahêlin ti kes bikeve bajêr
09:03 - Partiyên kurdî li Sûryayê bangî rawestandina
xwepêşandan û çalakiyên protestoyê yên
li bajarên başûrê-rojavayî Kurdistanê
dikin û 3 roj şînî ji bo giyanê şehîdan
îlan kirin
09:01 - Hêzên leşkerî hîn jî li Qamişloyê
ne
08:43 - Îroj, li Bremen (Lagerhaus/Sielwahl) demjimêr 11.00 xwepêşandan
08:41 - Li navenda bajarê Minden li Elmanyayê
xwepêşandanek, demjimêr 15-17
08:40 - Îroj, demjimêr 13:00, li Amesterdam xwepêş,andanek
li dar dikeve; civîn li DAMê
08:35 - Hejmarek mezin ji girtinên Brûkselê serbest hatin berdan;
hin kurdên ku paseportên wan tune ne, hîn girtî ne û dê
bo berpirsyarên holendî bêne radestkirin
02:12 - Partiyên Kurdî li Serê Kaniyê ji kurdan dixwazin,
ku çalakiyên protestoyê rawestînin
|
|
 |
|
Roja duyem ji berxwedanê
13.03.2004
200 kurdan balyozxaneya Sûryayê li Brûksel dagîr kirine
û ala Kurdistanê bilind kirine +++ Li Serê Kaniyê ereb diziya dikanên kurdan dikin +++ Kurdistan TV jî êdî agahiyan diweşîne, lê
bi kurtî û giştî +++ Navên du şehîdên Dêrikê:
Welîd Bedrî û Hesen Nûrî +++ Li nexweşxaneyên Qamişloyê kîsên xwînê nemane
+++ Polîs nahêlin ku kurd bikevin nexweşxaneya neteweyî
ya li Qamişloyê; dektorekî ragihand, ku hejmareke mezin
ji kesine mirî li wir hene +++ Li Serê Kaniyê û Hisiça ereb
êrîşî kurdan dikin û kurd jî êrîş,an vedigerînin +++ Hemîdê Hecî Derwîş ne birîndar e
û ne jî hatiye kuştin +++ Li nexweşxaneyên Qamişloyê kurd
xwîna xwe didin +++ 2000-3000 kurd li Stockholmê berê xwe dane
balyozxaneya Emerîkayê +++ Li Amûdê bank (mesref), beledî
û Navenda Çandî hatin şewitandin +++ Hêzên ewlekariyê
nahêlin, ku xwendekarên kurd ji xaniyên xwendekaran derkevin +++
Li Serê Kaniyê êrîşên
li dijî dezgehên hikumî û şewitandina
tirmbêlên polîsan +++ Bi hezaran ji xwendekarên kurd ên zanîngehên Heleb
û Ş,amê xwepêşandan pêk anîn +++ Li Amûdê 2 polîs hatine kuştin +++ Li Dêrikê kurdek hate kuştin, yek di xeterê de ye
û dora 5 kesan birîndar in +++ Li Girkê Legê jî xwepêşandan +++ Hêzên leşkerî peykerê hafiz el-Esed
ê li navenda Qamişlo ji êrîşan diparêzin,
hemî peykerên din hatine xistin +++ Li Serê Kaniyê jî xwepêşandanek li dar ketiye,
dora 1000 kesan +++ Gumrika Qamişloyê hate şewitandin û polîsan êrîş kirin,
dora 15 birîndar +++ Amûdiyan dest bi şewitandina instîsyonan kirine +++ 5 birîndar li Amûdê +++ Li Qamişloyê leşker êrîşî
kurdan dikin +++ Li Amûdê kurdan alaya Partiya Beis rakirin û ya kurdî
danîne şûna wê û herweha peykerên el-Esed ê
li ser rêya Qamişlo xistine +++ Kontrol li ti derê nemaye, rewş kaos e +++ Kurdên Dêrikê jî derketine
kolanan +++ Li Amûdê kurdek hate kuştin, kurdan êrîşî
dadgeha bajêr, stasyonên polîsan û bîroya
Partiya Beis kirin +++ Polîs fîşekan diteqînin +++ Li bajarê Amûdê bi deh hezaran kurd derketine
kolanan +++ Kesek li mala xwe nemaye +++ Ti kes neçûye karê xwe
+++ Wêneyên şehîdan û yên serokên kurdan hatine bilindkirin
+++ Kurdan al û nexşeya Kurdistanê bilind kirine ++ Bi sed hezaran kurd şehîdên xwe
ji camiya "Qasimo"
derxistin û ber bi goristanê ve dimeşin û hêzên leşkerî
nêzîk nebûne, li navnda bajêr rawestyane +++ Hêzên leşkerî li navenda bajêr kom bûne
+++ Kurd li ser rêya Amûdê kom bûne û denfê teqandina
fîşekan tê +++ li Qamişloyê kurd Li cem camiya "Qasimo" li hev civiyane +++ Polîsan rêyên çûna Qamişlo
girtine û nahêlin kurdên ji bajarên din bikevin bajêr +++
Kurdên Swêdê dê demjimêr 14.00 Ji bo rêzgirtin li
çileya şehîdên Hewlêrê li Sergelstorg-Stockholm
li hev bicivin û piştre berê xwe bidin balyozxaneya
Emerîkayê, da ku bûyerên li Qamişloyê
protesto bikin
Ji daxuyaniya partiyên kurdî
li Sûryayê:
- Em ji "Amnesty International" û rêxistinên mafên mirovan ên
Netewên Yekbûyî (UN) doza lêkolînan derbarî
bûyerên li Qamişloyê dikin
- Em dixwazin bi serok Beşar el-Esed re rûnên û
wêneyê bobelata rast a li Qamişloyê ragihînin wî
- Em dixwazin ku kesên berpisiyar bêne tawanbarkirin
- Em dixwazin ku gelê kurd bi tevgera xwe re be û bêhna xwe fireh
bikin
|
|
 |
|
Roja yekem ji berxwedanê
12.03.2004
Li Qamişlo şer e ++ dora
19 kurd hatine kuştin ++ 100 birîndar ++ polîs êrîşê dikin +++
kolan hatine girtin ++ Parêzgeh fermana kuştinê da +++
Cemawer ji stadyomê hatin derxistin ++ Bîroyên "Dicle" û "Medya"
li Dêra Zorê hatin şewitandin +++ Debabe ketine Qamişlo
++ li nexweşxaneya "Ferman" 13 kuştî +++ Dezgehên erebî
li Qamişloyê têne şewitandin +++ Berxwedan berdewam e
+++ Rêxistinên Siyasî li hev dicivin +++ Peykerê Esed hate şikandin
û xistin +++ dibistana "Erebistan" hate şewitandin +++ Gumrika
bajêr hate şewitandin +++ Qamişlo hatiye
"zindankirin" +++ Rê hatine girtin +++ Wêneyên Beşar el-Esed
têne şewitandin +++ Meşeke mezin ji bo sibe tê amadekirin +++
Hêzên leşkerî ji bajarên din têne Qamişlo +++
Xetên telefonan hatine girtin +++ Rawestgeha tirênê hate
şewitandin +++ Kurdên Şamê derketine
kolanan +++ Xwendekarên kurd li Zanîngeha Şamê
protesto dikin +++ Wezîrê karûbarê Hundirîn
ê Sûryayê giha Qamişloyê +++ Li Dêrê,
otobusek ji aliyê dêriyan ve hate êrîşkirin,
kurdek hate kuştin +++ Kolan bi zorê vala bûne +++
QAMIŞLO (amude.com) - û erebên ji Dêra Zorê êrîşe hev kirin
û ta niha bêtirî 10 kurd hatine kuştin. Li gorî agahiyên ku ji me re hatin,
Gîfara Bedran Xelef, Ehmed Xelîl,
Mihemed Emîn Mihemed, Mihemed Ebdilrezaq û Idrîs Remedan
hatine kuştin. Hemû jî 20 salî ne. Dora 2000 ji cemawerên ereb berî lîskê
bi parolên mîna "bi can, bi dil, em bi te re ne, ey Sedam"
di hundirê bajê re dimeşiyan û êrîşî
dikanan kirin. Herweha wan sixêf ji serokên
kurdan Barzanî û Talabanî re dikirin. Hate ragihandin, ku
dema ketina stadyomê, cemwerên mêvan ên ereb
nehatin kontrolkirin. Wan divançe bi xwe
re rahiştibûn û bêrîkên wan tije kevir bûn.
Cemawerên ereb êrîşî kurdan kirin û ev yek
bû sedema êrîşan ji aliyê kurdan ve.
Li gorî agahiyên hin ji beşdaran, polîsên amade
piştgiriya ereban dikir û ew bûn sedema ku hêrsa
kurdan mezintir bû. Rewş ji destê
polîsan derketiye û ew bi devançe û tivingên
xwe fîşekan diteqînin û êrîşî
kurdan dikin.
Dora 100 kesên birîndar di nexweşxaneyên
Qamişloyê de ne. Kolanên bajêr hatin girtin û polîs nahêlin, ku ti kes
di kolanan de bigerin.
|
|
 |

|