"Kêm kes dikarin nerînên ku ji pêşbiryarên derûdorê
cuda ne, bêtirs derbirînin; piraniya kesan ji xwe nikarin bigihên
nerînên wilo." Albert Einstein (1879-1955)
|
|
|
16.11.2008 - 11:27
Leystikvanê filman Billey Demirtaş: Stêreke kurdî di ezmanê sînemaya elmanî de
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Dîmenek ji rêzefilmê elmanî „KDD – Kriminaldauerdienst“: Billey Demirtaş rola polîsekî dilîze. | Berî bîst û çar salan li Parîsê derhêner û leystikvanê filman ê kurd ê binavûdeng Yilmaz Gûney mir. Ew ta roja îroj jî wekî “bavê sînemaya kurdî” tê binavkirin. Yekî ku daye ser şopa wî Billey Demirtaş e. Leystikvanê elman-kurd yek ji leystikvanên bi esil kurd ên kêm in ku karî xwe li Elmanyayê ferz bikin. Ew ji sala 2007ê ve yek ji rolên sereke ên rêzefilmê polîsî „KDD – Kriminaldauerdienst“ de dilîze, ku di kanala televizyonê ya elmanî ZDF de tê weşandin. » bixwîne..
|
reklam
 |
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
19.11.2008 - 07:03
Sibe li Hewlêrê «Ajansa Kurdistanê» dest bi karê xwe dike
amude.com
HEWLÊR (amude.com) - Li jêr sernavê «Ajansa Kurdistanê» li Hewlêrê ajanseke nûçeyan a kurdî vedibe. Deygeha Aras a weşanê birêvebiriya vê ajansê dike. Hikumeta Kurdistana Iraqê ajansê fînanse dike. «Ajansa Kurdistanê» peymaneke fermî ligel Ajansa Nûçeyan a Elmanî DPA imze kiriye, ku li gorî wê nûçeyên ji Kurdistanê dê yekser bêne ragihandin ji bo cîhanê. «Ajansa Kurdistanê» sibe li Hewlêrê bi merasîmekê dest pê dike. [www.aknews.com]. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
16.11.2008 - 11:20
Li Suriyê jineke kurd hate girtin
amude.com
ŞAM (amude.com) - Ji ber ku birayên wê di nav şervanên PKKê de, hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê jineke kurd girt. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan ên kurd Fatma Şukrî Osman di 26.10.2008ê de li gundê Basutê li herêma Efrînê ji aliyê hêzên ewlekariya leşkerî ya parêzgeha Helebê ve hatiye girtin. Dêya sê zarokan roja yazdê vê mehê hatiye şandin ji bo navenda ewlekariya leşkerî li Şamê, ku weke Firaa Filestîn tê naskirin. Ev zindan bi xerabiya wê pir naskirî ye. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku ti peywendiya Fatma Şukrî Osman bi rêxistinên siyasî re tune ye. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
15.11.2008 - 10:43
Duisburg: Semînarek li ser rola jina kurd di civakê de
amude.com
DUISBURG (amude.com) - Roja şemiya bê li Elmanyayê li bajarê Duisburgê semînarek li ser jina kurd li dar dikeve. Pênc axavtvan dê li ser rola jina kurd di civakê de li herçar beşên Kurdistanê biaxivin. Jiyan Bedirxan, Çinur Qadirî, Bêrîvan Aymaz, Çilêr Fîrtîna û Guhar Ferşî beşdarî vê çalakiyê dibin. Zimanê semînaran elmanî yî ye. Xwendekarên kurd vê çalakiyê amade dikin. Semînar seet 14.00 dest pê dike û ta seet 18.00 dirêj dike. Ew li Internationales Zentrum der VHS-Duisburg,
Flachsmarkt 15, Duisburg-Mitte, li dar dikeve. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
13.11.2008 - 10:10
Li Amûdê şewata sînema bajêr tê bibîranîn
amude.com
 Zarokên Amûdê goriyên şewata Sînema Amûdê bi bîr tînin (wêne ji erşîvê ye). |
AMÛDÊ (amude.com) - Îroj 46 sal di ser şewata Sînema Amûdê re derbas dibin. Wek di salên dawî de, îsal jî mezin û biçûkên bajarê Amûdê dê berê xwe didin devera ku sîneme lê bû û gulan deynin li bin pûtê Sînema Amûdê. Dema roj here ava dê li seranserî bajarê Amûdê ji bo bibîranîna goriyên Sînema Amûdê mûm bêne pêxistin. Di 13.11.1960î de li vî bajarokê Kurdistana Suriyê sînema bajêr şewtitî û - li gorî texmînan - bêtirî 280 zarok di nav êgir de mirin. Ta roja îroj li ser vê bûyerê lêkolîn nehatine kirin. Rêjîma Suriyê rê li ber lêkolînan digire û naxwaze rastiya şewata Sînema Amûdê eşkere bibe. Ji bo agahiyên berfireh li ser şewata Sînema Amûdê: [dosêya sînema amûdê]. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
13.11.2008 - 09:44
«Amûdê» - Straneke nû ya Şêro Betê
amude.com
 Şêro Betê | BOCHUM (amude.com) - Bi helkefta 48-emîn salvegera şewata Sînema Amûdê di sala 1960î de hunermend Şêro Betê stranek amade kiriye. Strana bi navê "Amûdê" behsa bajarê Amûdê û şewata sînema wê dike. Ev stran dê di CDeya nû ya Şêro Betê de cî bigire. Strana "Amûdê" ji peyvên helbestvan Ferhadê Içmo ne. Malpera Amûdê vê stranê ji bo guhdarkirinê diweşîne: [BITIKÎNE Û GUHDRAR BIKE]. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
12.11.2008 - 21:47
Kurd1 filmekî li ser şewata Sînema Amûdê diweşîne
amude.com
 Şewata Sînema Amûdê (13.11.1960) | PARÎS (amude.com) - Sibe 48 sal di ser şewata Sînema Amûdê derbas dibin. Di 13.11.1960î de li vî bajarokê Kurdistana Suriyê sînema bajêr şewtitî û - li gorî texmînan - bêtirî 280 zarok di nav êgir de mirin. Bi vê helkeftê kanala televizyonê ya kurdî Kurd1 di sê rojên bê de belgefilmekî li ser şewata Sînema Amûdê diweşîne. Film dê sibe (seet 19.00 li gorî dema Ewropa / 20.00 li gorî dema Amedê), înê (seet 20.00/21.00) û şemiyê (seet 16.00/ 17.00) bê weşandin. Kurd1 ji Parîsê weşana xwe dike û ew dikare li ser vê satalayta Hotbirdê 13 E, 12245 H, 27500, bê temaşekirin. Ew niha weşana testê dike. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
05.11.2008 - 09:18
Barack Obama dîrokê dinivîsîne û dibe serok
amude.com
 Barack Obama dibe 44-emîn serokê USA. |
WASHINGTON (ap/amude.com) - Rojeke dîrokî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê: Barack Obama dibe yekemîn serokê reş. Obama hilbijartinên serokatiya Emerîkayê bi serketineke mezin qezenc kir. Partiya Demoqrat a Obama jî di hilbijartinên Kongresê de piraniya kursiyan qezenc kirin. Di axavtina xwe ya pêşî de Obama berê xwe da bi sedhezaran ji alîger û piştgirên xwe û got: «Change has come to America» (Guhertin giha Emerîkayê). Obama, ku dê 20.01.2009ê fermî bibe serok û wekî 44-emîn serokê emerîkî bikeve Koçka Spî, baweriyeke xurt bi Emerîkiyan re çêkir, ku ewê Emerîka ji pirsgirêkên wê yên hundir û derve rizgar bike. Hilbijartina Obama wekî protestokirina serokê niha George W. Bush tê dîtin. Ji ber vê yekê jî nemazetê Partiya Komariyan John McCain bi ser neket. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
04.11.2008 - 15:46
Hozan Badilî azad e
amude.com
QAMIŞLO (amude.com) - Du mehan piştî girtina wî, helbestvanê kurd Hozan Badilî (28) îroj serbest hate berdan. Badilî di 03.09.2008ê de li Qamişloyê ji aliyê hêzên ewlekariya leşkerî hatibû girtin û hatibû şandin ji bo zindana Firaa Filestîn li Şamê paytexta Suriyê. Badilî, ku biraziyê sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Suriyê Mihemed Musa ye, piştî girtina apê xwe bi çend rojan hatibû girtin. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
04.11.2008 - 15:24
Şeva xwendekaran a li Bochumê (vîdyo)
amude.com
 Zoro Yûsiv | BOCHUM (amude.com) - Şemiya buhurî li Elmanyayê li Bochumê şeveke muzîka kurdî li dar ket. Hunermend Zoro Yûsiv, Şêro Betê û Hejar Temo beşdarî vê ahenga xwendekarên kurd bûn. Dora 130 kes ji gelek bajarên elmanî amade bûn. Malpera Amûdê hin perçeyên vîdyoyê yên vê şeva hunerî diweşîne: » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
03.11.2008 - 22:41
Li Bremenê semînarek li ser Cegerxwîn pêk tê
amude.com
BREMEN (amude.com) - Roja yekşema bê dê li Elmanyayê li bajarê Bremenê semînarek li ser helbestvan Cegerxwîn li dar keve. Heyder Umer û Arşevê Oskan dê li ser jiyan û xebata Cegerxwîn biaxivin. Ev semînar dê li Lagerhaus, Schildstraße 12, 28203 Bremen, li dar keve û seet 14.00 dest pê bike. Hevkariya Kurdên Bremenê vê çalakiyê amade dike. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
03.11.2008 - 22:32
Girtiyên Şamê azad in
amude.com
QAMIŞLO (amude.com) - Rojekê piştî girtina wan li Şamê, îroj çalakvanên kurd serbest hatin berdan. Li gorî agahiyên komîteya qanunî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê hîn herdu welatiyên kurd Ibrahîm Cumaa Misto û Muhened Ebdilbaqî di zindanê de ne. Hêzên rêjîma Suriyê do 195 çalakvanên kurd girtin, dema wan dixwest beşdarî çalakiyeke protestoyê li pêşiya parlamenta Suriyê bibin. Di nav girtiyan de komek ji berpirsyarên partiyên kurdî hebûn, di nav de sekretêrê partiya Yekîtî Fuad Elîko. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, hêzên ewlekariyê kertên bêrîkfonên berpirsyarên kurd ji wan stendin û têkbirin. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
02.11.2008 - 16:47
Li Şamê bi dehan Kurd hatin girtin
amude.com
ŞAM (amude.com) - Hêzên rêjîma Suriyê îroj li Şamê hejmareke mezin ji welatiyên kurd girt, di nav wan de komek ji berpirsên partiyên kurdî. Li gorî daxuyaniyên komek ji partiyên kurdî û rêxistinên mafên mirovan li Suriyê girtina çalakvanên kurd berî nîvro pêk hat dema wan dixwest li pêşiya parlamenta Suriyê li dijî mersuma 49ê proteso bikin. Li gorî vê mersuma serokê Suriyê Beşar el-Esed mafê welatiyên li Kurdistana Suriyê ku erd û xaniyan li ser navên xwe qeyd bikin. Li dijî vê yekê heyşt partiyên kurdî li Suriyê ji bo îroj bangî çalakiyeke protestoyê kiribû. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
01.11.2008 - 00:40
Bêrîvan dixwaze Obama bike serok!
Sîrwan H. Berko
 "GUHERTIN" - Bêrîvan dixwaze ku Obama bibe serok û guhertinan pêk bîne. (wêne: prîvat) |
Gelek nema ye û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê serokek nû tê hilbijartin:. Sêşema bê dê eşkere bibe bê kî ji van herdu kesan dê bi ser keve: Barack Obama an John McCain. Li gorî dengûbasên ku ji Emerîkayê tên, wilo dixuye ku şansên Obama xurtir in ku di hilbijartinan de bi ser keve û piştî George W Bush bibe serokê USA. Eger Obama bibe serok, hingî paara keçeke kurd di serketina wî de heye: Bêrîvan Mihemed. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
18.10.2008 - 19:49
Giliyê li dijî çanda «emaletê»: Gavek pêwîst, lê dereng!
Sîrwan H. Berko - Dortmund
Rastiyek e ku di nav Kurdan de zimanên rêjîma Suriyê pir in. Hewce nake mirov li vê derê behs bike bê çima mirov neçar dibe, yan jî tê neçarkirin, ku vî karê gemarî bike. Sedem naskirî ne. Lê ta kengî mirov ji mafê xwe dibîne ku yekî wekî "emîl" an jî "zilamê dewletê" gunehkar bike, bêyî ku bikaribe belgeyan ji van idîayên xwe re pêşkêş bike? » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
|
|
|
|
Şeva serê sala 2009ê li Herne
|
reklam
 |
|
Malpera Amûdê li te digere!
|
|
|