02.12.2003 - 18:49
PÊŞEROJ AN PAŞEROJ?
Zagrosê Hajo - Swêd
Pirsa bikaranîna peyva pêşeroj an paşeroj bo nîşankirina dema werê çend caran bi dîtinên cuda hatiye şirove kirin û du bend jî weke her car peydebûn, benda pêşerojê û benda paşerojê. Helbet her aliyê rêzimana zimanê kurdî divê were munaqeşe kirin û lêkolîn li ser werine kirin. Bi tenê gerek e ew nebe weke i-ya bê xal û i-ya bi xal, ku gelek caran bi agumentên ne di cihê xwe de û nezanistî cih ji i-ya bê xal re di alfabêta kurdî de çêkririne; mijar dihate tevdan û gelekî bi wan argumentan hate dirêj kirin û cûtin, bi kurmanciya gewr pirs kelê bûbû.
Baweriya min ew e, ku dema du mirov li ser pirsekê bikevine qirika hevdû û ew xwedî zanînên hevbeş bin, em bibêjin weke nimûne, eger ew di zanînên ziman de xwediyên zanistiyên akademî bin û ew xwe ji hînbûnên zanistî dûr nexin, ew kes dê dawiya dawî bi hev re bigihêne çareyeke hevbeş. Dibe ku riyên ew bidine ser, ne yek bin, lê çare dê di nava têgehiştinên zanistî yên heyama me de bin.

WÊNE 1, Paşeroj
|
Di pirsa paşeroj û pêşerojê de jî, gerek e ew mirovên di warê zimên de xwedî hînbûnên bilind bin, xwedî têgehiştinên zanistî-akademî bin, ew dê piştî lihevguhdarkirinê û pevguhastina dîtinan bigihêne yek encamê: ka ji bo nîşankirina dema werê peyva paşeroj an pêşeroj rast e.
Ez hêvî dikim hûn şaş tênegehin, ez bi xwe di warê zanînên zimanî de nexwediyê wan pileyên akademî me. Ez dixwazim bi tenê ji aliyekî din ve li pirsê binerim.
Pirs bi xwe bi demê ve girêdayî ye. Dem jî di zanistiyên teknîkî de parametrekî fîziyayî yê herî giring e. Dem, ev parametrê gerdûnî fîziyayî xwedî wê xisletê ye, ku ew ji heyameke sermedî kevnare ve dest pê dike, ew tê û di vê kêlîkê de ku hûn van pitikan dixwînin, dem digehe vir, li vir e, dem jî dema niha ye, mand e û ew ber bi heyameke sermedî ya nû ve diçe, ew her û her ber bi aliyê werê ve diçe, ew bi pêş ve diçe; li gor zanînên heyama me, ew ti caran berevajî naçe, ber bi paş ve naçe. Eger me li ser vê yekê li hev kir, hingî em dikarin li hev bikin jî ku pêşeroj nîşana dema werê ye.

WÊNE 2, Pêşeroj
|
Ez şirova vê pirsê di van herdu wêneyên li ber dest we dibînim. Li wêneyê pêşî (wêne1) binerin. Eger siwarên erebeya mîtanî biaxivin, binerin, wan pişta xwe daye heyama ku wext bi berve diçe, tevlî ku bive neve ew mirov bi xwe û bi erebeya xwe ve ber bi heyamên werin ve diçin; hingî, ji ber wê her bûyer, her qewimandina çûbe, derbasbûbe li pêşiya wan e. Dema ew dibêjin: pêşiyên me ev gotine, pêşiyên me ev kirine, li gor aliyê ku berê xwe danê de, ew rast dibêjin; ew ber bi pêş ve diçin, lê di vê ajotina erebeyê ya xerîb de, li ber wan li pêşiya wan bûyer û qewimandinên berê ne, yên kevin in. Bûyer û qewimandinên nû werin li paş wan in, li gor vê di paşerojê de ne.
Niha li (wêne2) binerin. Siwarên erebeya mîtanî weke ku gerek e erebeya xwe diajon. Berê mişana erebeya wan li heyama werê ye, erebeya wan ber bi pêş ve diçe. Wan jî berê xwe daye aliyê ku erebeya wan bi ber ve diçe. Ew bûyer û qewimanda çêbû û derbasbû li paşiya xwe dibînin, ew li pêşeroja fîziyayî gerdûnî dinerin. Her tiştê ku di dema werê de biqewime, li pêş wan heru camêran e, ew dema werê pêşeroja wan e.
Ez bi xwe jî dibînim, ku pêşeroj rast e, ji ber ku di rewşeke adetî de gerek e mirov pişta xwe bide heyamên buhûrtî, aliyê ku dem jê dest pê kiriye û berê xwe bide heyamên werin, aliyê ku dem bi ber ve diçe.
Lê gelo çima di zimanê kurdî de ev tevlîhevî û alozî qewimîne? Dibe ku ev herdu bêje 'paşeroj û pêşeroj' ji van bêjeyên ku hin kes bi xwe çêdikin û belav dikin. Bêjeyên xweristî yên resen di hişê xelkê de bi gelemperî xwediyên wateyên naskirî ne. Ji ber vê yekê pêwîstiya van bêjeyên nûçêkirî bi lihevatina zimanzanan û bi danasîneke diyar heye.
Hui Yang, Çînistan
7.9.2003
|
|
|