www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
24.11.2003 - 17:24

"'KEWÊ CANÊ' DÊ DI HINEK DILAN DE BIBE YAREK"
Pirtûka helbestan a Receb Dildar derket


ÊVAR BAŞ

Receb Dildar


'Kewê Canê'



AMED (amude.com) - Ji nav weşanên Gun û rezepirtûkên Hîvron, li Stenbolê yekemîn pirtûka helbestvan Receb Dildar derket. Pirtûk bi navê 'Kewê Canê' ye û ji 78 rûpelan pêk tê. 35 helbest û her weha çend wêneyên wênesaz Fewzî Bîlge cih di pirtûkê de girtine. Receb Dildar di sala 1958ê de li Amedê ji dayik bûye û li wê derê dijî.

Receb Dildar ji sala 1980ê ve helbestan dinivîsîne. Helbestên wî yên pêşîn di sala 1982ê de di kovara 'Dengê Kurdistan' de hatin weşandin.

Li ser helbestên di vê pirtûka xwe de, Dildar wiha dibêje: "Helbestên di vê pirtûkê de helbestên hêvî û bêhêvîtiyê ne. Him di jiyanê de, him jî di civakê de hêviyên me hatine qurmiçandin û bêhîtiyek li holê digere. Ji hêla din ve jî, tovên hêviyên nû di nav civak û jiyanê de tên avêtin. Ji bo van tiştan hestên min carnan bûn hêvî, carnan jî bêhîtî wek ewrekî reş di ser pênûsa min de hat. Berhemeke weha hat afirandin." Ew berdewam dike û dibêje, ku Helbesta 'Kewê Canê' jî bi rihek û hişmendiya kurdî hatiye lê kirin. "Kewê Canê dê di hinek dilan de bibe yarek, di dilê hinekan de jî bibe welat û ew ê di eş û jana wan de bişewite."

Helbestvan Receb Dildar xwendina xwe li Amedê kiriye. Wî li Kirşehîrê xwendina mamostetiyê kiriye. Piştî xwendina xwe, wî li Amedê dest bi mamostetiyê kiriye. Di sala 1982ê de ji ber xebatên wî yên siyasî hatiye girtin û bêtirî salan li girtîgeha Amedê maye. Ji ber vê yekê, ew ji karê mamostetiyê hatiye avêtin. Nivîs û helbestên wî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin, ji nav wan jî kovara NIVÎS a Malpera Amûdê.

Ji bo têkiliya bi receb Dildar re: recebdildar@hotmail.com

Ma Tu Ne Eşîr î?

Hatim ber derê te
Min xwe avêt bextê dilê te
Stêrkên çavên min
Bûn mûmikên rêya te
Stran bi cizbê ketin
Li meydana hewşa te
Li hêviyek digerim
Li keviyên lêvên te
Bersîvek bide min
Ma tu ne eşîr î?

Hatim ber derê te
Min xwe avêt kêlikên dawa te
Dengê dilê min
Bi reqsê xistin kulîlkên sînga te
Reh berda sebra min
Li nav zeviyên şewqa te
Ristan çok dane erdê
Lava dikin ji çavên te
Bersîvek bide min
Ma tu ne eşîr î?

(Ji pirtûka 'Kewê Canê')


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]