www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

28.01.2003 - 15:55

"KESKÊ DAWÎ DI CENAZEYA XWEDÊ DE"
Pirtûka nû a helbestên Hoşeng Broka


amude.com

STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên Pêrî li Stenbolê pirtûka helbestvanê kurd Hoşeng Broka "Keskê dawî di cenazeya Xwedê de" derket. Pirtûk ji helbesteke dirêj pêk tê ku di çar beşan de xwe li ser 144 rûpelan pêşkêş dike û bi tablo û motîvên hunermend Reşîd Hesso hatiye xemilandin.

Bi vê dîwanê pirtûka Broka ya çaran derdikeve. Berî niha 3 berhemên wî hatine weşandin, du dîwanên helbestê (Bawişkandin ji kopên minareyên razayî /1995, û Serborkên çarşembên tozê/1999) û lêkolîneke bi zimanê erebî (Mîtolojiya Êzdiyatiyê /1995).

Hoşeng Broka di sala 1969an de li gundê bajarê Tirbesipiyê Tilxatûnkê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1994an de dîploma sosyolojiyê li zankoya Şamê wrgirtiye, berî ku di zivistana 1994an koçberî Elmaniyayê bibe. Niha li bajarê Bielefeld dimîne. Emaila wî bo têkiliyan ev e: hoshengbroka@amude.com



Naveroka pirtûkê:

- Pêjna goristanan
- Şîhş,îha Aliyan
- Wexta ku sînor diherkîn xwîna te
- Eger hat û bîra di devê nesterê de, nimêj bi xwîneke bilind vegirt

----------------------------------------
Ji pirtûka nû perçeyek ji beşê helbestê yê çaran "Eger hat û bîra di devê nesterê de, nimêj bi xwîneke bilind vegirt":

Lê tu dê ji ku
dest bi bîranînên aliyan;
dema ku ew dişemitîn ber tewafa
pêkên te,
bikî?!

Tu dê ji ku
dest bi dîrokkirina tozê
û dînîtiya ecacokên sergerdan,
wexta ku li navê te;
yê tifal,
dibûn gijlok,
bikî,
XERÎBO!??

.........
........


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com