13.03.2003 - 21:40
LI SER "BER BI DOJEH Û RONÎKIRINÊ VE" YA ARTHUR RIMBAUD
Şêrîn Haco - Swêd
Bi rastî ez ji xwe ne bawer im, ka ez çawa dest pê bikim û çilo binivîsim. Ma gelo ez pesnê jiyana Rimbaud a trajîdiyane spehî bidim? Yan jî li ser têgehiştina xwe ya helbestên wî biaxivim, yan jî dibe, ku ka çawa ez bûme behwerpêkera wî. Niyaza min ne ew e jî, ku ez te bi vê nivîsandinê biwestênim, ji ber vê ezê li ber xwe bidim, ku ez li ser tiştên herî girîng binivîsim. De baş e, ezê bi xala pêşî dest pê bikim...
Arthur Rimbaud di 20ê cotmehê de ya sala 1854an li Charlevilleya Fransayê xwedê daye. Ew bê bav bi xweh û birayên xwe re û bi diya xwe ya dilhişk re mezin bû. Ew di dibistanê de xwendekarekî gelekî jîr û şehreza û bi bîr û behweriyên xwe pir pêşketî bû. Hê çardeh salî bû xelata helbesttnivîsandina bi latînî wergirt. Dema temenê Rimaud gehabû 16 salan, wî piraniya helbesttên xwe yên lîrîkî û herdû 'Nameyên dîdariyê', yên pir bi nav û deng nivîsandibûn. Ew di wan de ronî dike, ka yê helbestvan dive çawa be. Daxwazên wî ji helbesttvanan gelekî bilind bûn. Ji nav helbesttvanên bêjimar, wî bitenê çendeke hindik xwedî nerx û xwedî behreya rasteqîne didîtin. Di nav wan helbestvanan de Paul Verlaine, Victor Hugo, Albert Mérat û di dawiyê de, lê ne kêmî wan Charles Baudelaire - helbestvanê pêşerojbîn, şahê helbestvanan, xwedayê rastiyê- cihê xwe digirtin.
Rimbaud yek ji hîmdarên, wêya ku em dibêjin, lîteratûra modern e. Ew bi sed salî li pêşiya dema xwe bû. Ew dema ku tê de bikaranîna keresteyên narkotîka psîkedelîkî ketine rewacê, û ew têgehişt, ku dê helwese (halusînasyon) weke şêweyeke afirander were bikaranîn. Jiber ku…"…helbestvan dîtina xwe piştî dudilî û gomanên mezin, û piştî ku pirsê di nav hemû hest û hiş û ramananên xwe re derbas dike û serad, bêjing û moxil dike, piştre ew diafirîne. Ew hemû şêweyên evînê, hejariyê, çewt û şaşîtiyê… kul û derdan, şêtî...û piştî êşeke ku nayê pesindan dibîne û bi van tevan ew tê perçiqandin û strihandin, êdî ji nû ve, di wê pileyê de ew di bin fişareke mezin de, têgehiştina hizrên xwe winda dike û hizir dibine rastiya jiyana wî". Ev beşek ji 'Nameyên dîdariyê' yên Arthur Rimbaud bû. Bi rastî, ew têgehişt ku ji bona afirandinên hunerî ferehkirina bergehên hestan pêwîst e û helbet wî bi xwe jî gelek ezmûneyên sewdanî û lêkerî kirin.

Arthur Rimbaud (1854-1891)
|
Li malê Rimbaud ne dilxweş bû û vê dihişt, ku ew gelek caran ji malê bireve Parîsê û xwe bavêje nav keftelefta xelkên bohêm, ên li wir dijîn. Car caran ew divegerandine malê, lê wî xwendina xwe berdewam nekir û li şûna xwendinê berê xwe dida meyxaneyan, alkoholê, narkotîkê û jinên arzan. Lê ew ji pirtûkxaneyan jî bidûr nediket. Wî gişt hemû pirtûkên li ser sehrbaziyê, alkêmyayê û hemû tiştên din, yên givar û balkêş dixwendin. Di dawiyê de wî bêveger ji malê bazda û çû cem helbestvanê neurotîk Paul Verlaine û li cem bi mal bû. Dihate gotin, ku pêwendiyeke nedurist di nav herduyan de hatibû li dar xistin. Ew herdû weke toleyan dijîn û li seranserî Ewropayê digeran. Ew demekê li Londonê man û dîse vegerane Fransayê. Lê di careke ku Verlaine sermest û bi siran ketibû, wî guleyek avête Rimbaud û ew ji milê wî ve birîndar kir. Ji wir û pêde êdî Rimbaud nema qîma xwe anî, ku pêre bijî. Hin dibêjin ku kesayetiya Verlaine kesayetiyeke lawaz bû. Wî xwe bi Rimbaudê deh salan ji xwe piçûktir ve dihilperikand û dixwest, ku xwe pê bilind bike.
Heyama Verlaine kuta bû, Rimbaud careke din vegera malê û li wir dest bi berhema xwe ya pêşî û mezin kir ku bi navê Une saison en Enfer (Demek di dojehê de) e. Ligor gotinên diya wî, Rimbaud ew kar 'bi kelogiriyê, bi giriyê şêrîn, bi nalîn, bi tinazok, bi tiqetiqa bilind, bi xeyd, bi torebûn û bi lanetkirinê', bi tenê di bin çatiyê malê de, dikir. Karê mezinî din yê Rimbaud Illuminations (Ronîkirin) weke berhema herî şoreşgêr tê jimartin. Dibe ku Rimbaud ew li dora sala 1874an nivîsandibe, dema ku bi helbestvanekî din re bû, yê bi navê German Nouveau. Ew herdû bi hev re di bin çadirekê de dijîn.
Piştî vê Rimbaud xwe ji lîteratûrê dûr xist, an jî, negeha ku careke din lê vegere. Wî jiyana xwe ya mayî bi ger û koçbûnê derbas kir. Ew li Nemsa, Holand, Almanya, Danêmark û Swêdê gera . Salên 1878-1879 wî bextê xwe li Qubrisê ceriband, di pey re wî berê xwe da Misrê û li dawiyê ew çû Etyopyayê. Li wir wî ebora xwe bi bazirganiya qehwe, çerm û çekan dikir. Dibêjin jî, ku wî bazirganiya koleyan dikir. Lê wî ev tişt di nameyeke xwe de daye mandelayê, êdî naxwe emê çima li gotinê wî bi şik derkevin û emê wî bi tiştekî wilo tawanbar bikin.
Rimbaudê evdal jiyana xwe ya kurt û weke bablîsokê di nexweşxaneke li Marseilleyê gehande berbi dawiyê. Ew reben, şepirze û bi lingekî jêkirî, di 10ê mijdarê ya sala 1891ê de canê xwe siparte taristana sermedî û laşê xwe siparte axa sar.
Di helbestên pêşî de zimanê Rimbaud, tijî hevguncîna bilind in, vebijartina gotinan bi guman û balkêş in. Pir slang (peyvên tewtewe yên cadan), derbirînên sixêfkî û gotinên nenas bikar dianî. Di pexşana (proza) xwe de 'Demekê di dojehê de' ya ji neh parçeyan, ku berhemeke bi rastî sergerde ye, ew bi bez xwe ji wêneykî çeng dike wêneyekî din, pêl her bîrsayî û logîkê dike û li şûna wê ew li ser hesteyên xwe yên tev bi kul û derd dinivîse. Şirovekirinên li ser vê berhemê gelek in. Hin wê weke peymana lêborînê ji dema, ku bi Verlaine re bû dibînin û weke xatirxwestina ji lîteratûrê dixwînin. Hin jî dixwazin bibêjin, ku nivîsa wî mukurhatina guhertina hundurî ya 'herî dawî ye, ya ku bi Rimbaud re qewimiye û pê ew berbi sincên gehayî ve diçe'. Ez bi xwe dibînim, ku ev berhem gelekî xemgîn e û ew neynika dilşikestî û depresyonên kûr yên giyanê wî ne û reva wî, ya sermedî ji rastiyê ye, rastiya, ku nedişiya wê bipejirêne. Dinya jî ne ew dinyaya, ku wî pê bawer kiribû. Ew gelekî reşbîn û hêvîşikestî bûbû û ji hundur ve ew bi kûrayî birîndar bûbû.
'Ronîkirin'a Rimbaud çi ye? Ez bi xwe, bervajiyê gelekan, baş tênagehim, lê ma gelo têgehiştin gerek e? Ma pêwist e, ku mirov wateya her hevokekê û gotinekê nas bike? Helbest li ser çi ye, ne ew e tiştê herî giring. Ez bawer dikim, ku tiştê herî sereke ew e, ku her hevok û her gotin bi formeke ku neyê jibîrkirin li hev biguncin û di hişê mirov de bimînin.
Di 'Ronîkirinê' de ziman bi awayekî cida hatiye nivîsandin, gelekî bi harmonî ye û geş e. Hin beş pesnê cih û mirovan didin û hin jî serpêhatiyên tarî û bi mij û moran dibêjin. Ew weke dûrdîtinên bêzemîn in.
Her rûmet ji Baudelaire re, lê ez bawer dikim, ku Rimbaud bi çirisandina xwe daye pêşiya wî. Rimbaud weke zarokê wêjeyê yê herî balkêş e. Ew xwediyê behreyeke resen e, ew ferişteyê ji ezmanan werbûyî ye û ew mamostayê şeytanî ye. Ew weke nîvxwedayekî dihate bilind kirin. Lê ma ka ew çi bû? Mixabin, dema ku ez li ber xwe didim, da bersiva vê pirsê bidim, ez xwe bêçare û bêdesthilat dibînim, lêbelê ez nahêlim, ku hûn bê bersiv ji vir herin.
"Ez! Ez bi behwerî bûm, ku ez sehirbaz im, yan jî ez ferişt im, ez ji her erkê moralî azadkirî me, ez careke din bi ser rûyê zemînê de werbûme, bi erkê ku ez ji xwe re li erkekî bigerim û da ez pê rastiya kop û kulek bipelixênim û tertûbela bikim." (Arthur Rimbaud)
---------------------------------------------------
* Arthur Rimbaud (1854-1891): Jean-Nicolas-Arthur Rimbaud di 20.10.1854an de
li bajarê Charleville li Firensayê ji dayik dibe. Ew xwendekarek pir jêhatî
bû û di dema xwendina di dibistanê de gelek xelat wergirtine.
Di orta 1862 û 1863an de
perçeyên prosa ên pêşî dinivîsîne. Bi 17 salan
helbestên wî yên pêş,î bi zimanê firensî têne
weşandin (1870). Piştre bi salekê (1971) diçe Parîsa
paytext û li wêderê bi helbestvan Paul Verlaine (1844-1896) re
ta sala 1973an dijî û dûra dev jê berdide ji ber hewldana
kuştina wî ji aliyê Verlaine ve. Di sala 1891ê de
Rimbaud vedigere Marseille û di vê salê de
li wêderê ji ber nexweşiya pênceşêrê dimre. (ÊVAR BAŞ)
|
|
|