www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
28.01.2004 - 14:25

BEW

Rezoyê Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org


Rezoyê Osê (dîha)
-1-

Silogana herî cihgirtî li ba rûsan di cenga cîhanî ya duyemîn de: "Poduha - Mamb zabem!" bû. Ango "Niştîman - Dê gazî dike!"
Belê, dayika dayikan niştîman e, welat e, ax, av û ba ye. Ew xaka rengîn û asmanê şîn e. Erê, dema dê dike gazî, fîxan dike û banga xwe dighîne zarokên xwe (niştecihan). Hinga zaroka şîrhelal li ber barê dayika xwe radibe û wê ji tengasiyan derdixe; ne kul, derd, xem û azariyên wê pirtir dike. Wilo jî, birînên wê derman dike, ne qemûşkan ji ser birînên axifî radike, da xwîn ji vî gewdê birîndar biherike.

-2-

Xalê min pir ji min hez dikir. Min jî wilo jê hez dikir. Lê dema ji min re "kurê çêlê" digot, ez xule dibûm û xwîn di hinarkên rûyê min de dikelî. Lê di dev xalê xwe de bêdeng dimam. Wilo "kurê çêlê" li ba min bûbû psîkugirêk û bihîstina vê gotinê li guhên min ne xweş dihat.
Carekê, di civateke gundî de, dabaşa guran hate meydanê. Her gundîkî çîrokek, serpêhatiyek an jî bûyerek li ser gur, dêlegur û şêwejiyana wan digot. Yekê ji wan serboriyan ez ji hest û nestê min hejandim.

Ev serborî dibêje, ku rojekê yekî gundî çêleka xwe bi dara tuwê ve girêdabû. Çêlek jî di ber zihê xwe de bû. Sibehê yê gundî radibe, da serekî li çêleka xwe bide. Dîtina ku dibîne, va serê çêlekê bi qurmê darê ve şîrêz bûye, lê golikeke nûzayî ji qêla çîlekê şîr dimije. Piştî yê gundî nêzîkî darê dibe, dibîne ku çêlekê gurek bi darê ve kuştiye, lê serê xwe ji ser ranake, anngo bi tirs e, ku gur bifilite û golika wê bixwe.
Min piştî bihîstina vê serboriyê nasî, çima xalê min "kurê çêlê" ji min re dibêje. Belê, wilo digot, ji ber wî zanîbû, ku xwişka wî (dêya min) zarokên xwe bi dev guran ve bernade û desthilat e, ku zarokên piştî mirina mêr sêwî mayî xwedî bike.

-3-

Li gorî nûçe û bûyerên cîhanî, gelek faktor bandora xwe li rewşa Iraqê dikin. Ev yeka di reftariya hêzên aktîv û xwedîrol de belû dibe û rû dide. Erê, her hêzek hewl dide, ku di guhertinên rojane û paşeroja vî welatî de bi rola sereke bileyize, lê ne her hêz xêrxwaz e. Hin dixwazin golikê bikin "bew", da çêlek sax bimîne û bi rola xwe ya normal rabe. Hin, tenha li dohtina çêlekê û vexwarina şîr digerin. Hin jî nezanin bew çi ye, ne jî bi çi rolê radibe. Wilo, berjewendiyên navnetewî, herêmane (sînordaş) û yên miletên vî welatî jî xwe dadixin meydanê. Hin hewl didin, ku ev welat ji çerxa xwe derkeve, da di çerxa feleka wan de bigere. Hin jî di ber aramî, serkeftin û pêşketina vî welatî de kar dikin. Belê, her hêzek dixwaze vî welatî bi şêweyê xwe kiras bike. Lê çawa be, wê zarokên malê firih bixwin.

-4-

Carekê çêleka me kete ber zihê xwe de, lê golikeke mirî anî. Gundîkî me, piştî zayînê, golika mirî dît, got: "Golikê bikin bew, lê wê çêlek jî bimire!"
Min nizanî çi hate gotin û mebest ji vê şîretê çi ye!
Lê piştî ku kelaxê golika mirî ji kevel (eyar) derxistin, kevel tije pûş kirin û ew bew li ber makê danîn. Hinga min nasî mebest ji vê şîretê çi bû. Ji ber çêlekê ew kevelê bêcan (bew) alast û şîrê xwe bi alastinê re berda qêlê. Me firih, di şûna golika mirî de, xwar. Wilo çêlek ji şîr ne hate birîn û orîneke normal li ser bew (golika bêcan) dikir, bê ku zanibe hatiye xapandin û şîrê xwe nedide golika xwe, lê dide destdoşan.

Qamişlo, 20.01.2004


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]