14.01.2004 - 16:56
KURK
Rezoyê Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org
Rezoyê Osê (dîha)
|
-1-
Şivanê berxên gundê me sîpe bû. Kurkekî kevnar li xwe dipêça û di destpêka
buharan de berx li nav dexlan qar dikirin. Me zarokan jî virnîkên xwe dibirin nav
berxên şivên, û li wir dest bi daneheva çavçêlek û penîrokan dikir; carcaran jî
li şinêrekan digeriyan. Lê me xwe ji daneheva sûrimê jî bêpar nedihişt.
Bi ser ku sûrim rengek ji sîrên kovî (xweristî) ye. Lê ji sûrimê jî babetek bi navê
bacê hebû. Em ji wî babetî bi tirs bûn. Wilo jî em di wê baweriyê de bûn, ku mirovê ku bacê dixwe, dîn dibe.
Dema berx dûr diçûn, me bi dorê vedigerandin. Lê pirê caran şivên dora xwe bi me dikir. Belê, xwe li me dîn dikir. Kurkê xwe divirand û xwe lal dikir, digot: "Min bacê xwariye!" Me jî bawer dikir û ji tirsa dora wî dikir. Wilo, virandina kurk ji me re bûbû nîşana xwedînkirinê.
-2-
Ez carekê, weke gelek caran, ji hêla amnîstê leşkerî ve hatim xwestin. Dema ez derbasî odeya bersivdanê bûm, yekî bi madekî tirş û tal got: "Rûne!" Ez bêdeng rûniştim. Min çavên xwe li odê gerandin, min odeyeke vikî vala dît. Tenê masek, kenebek û sobeke nedadayî tê de bûn. Mirovek li pişt masê rûniştî bû, xwe di nav kurkekî de pêça bû û çavên xwe kiribûn wê doseya li ber xwe. Vî camêrî geh pelikên wê doseyê bi hêz û zirçoneyî diqulibandin, geh jî pifpif dikir. Carcar jî mistên herdu lepên xwe li masê didan, dihişt dengê daholekê bi masa wî bikeve, lê li min nedinerî. Min jî bêdeng ew temaşe dikir û li benda pirsa wî bûm.
Wilo, zengilê telefonê lê da. Rahişte destik, bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî xwe "alooo" ji nav lêvan derxist. Ev mirov, piştî "alo"ya xwe bû pîzot, bû weke komira ku tu baweşînê di ser re bigerînî. Ji wê sistiya xwe şiyar bû û bû şîqşîqa wî. Belê, bi hêz û hêrz û dengbilindî fermanek da, got: "Çend kesan bi xwe re bibe û herin wî segî li pey tirimbêlê bixişiqînin, da ticaran zimandirêjiyan neke..!" Wilo got, lê hîna jî berê xwe nedaye min.
Min di vê kêlîkê de rewşa xwe ji bîr kir.Tenê ew mirov ("seg", weke wî gotî) dihate ber çavên min. Çawa wî girêdidin, çawa wî dixişiqînin, çawa çekên wî diherhilin, çawa laşê wî dişeride û birînên xwînda di laşê wî de vedibin. Lê, ya ez tê de mame behitî, ew bû, gelo wê sax bighe yan na! Wilo, ez di nav xeyalên xwe de winda bûm. Ez hinga li xwe hay bûm, dema ku dîse zengilê telefonê lê da.
Dîsa rahişte destik, bi giranî da ber guhê çepê û bêdilê xwe "alooo" ji nav lêvan derxist.
Piştî "alo"ya xwe gazin kirin, got: "Tu dibê qey ez van rojan di psîkolojiya xwe de nexweş im. Ez nizanim çi dikim, çi dibêjim... Weke dînan li min hatiye. Piştî ez bi hiş xwe têm, ez li kirdarên xwe poşman dibim..."
Ew her gotinên xwe berdewam dike, lê dilê min pê şewitî û min nema guhdariya wî kir ka çi dibêje. Lê, ji ber ew ketibû sirên xwexapandinê, rabû ser xwe, bi bestika kurkê xwe girt û ew virand, da dînîtiya xwe bi min bide nasîn. Wilo, kurk ji hev vebû û weke paraşûtekê firî...firî...firî û li kuncikekê hate xwar, bû komik.
Min ev kirdar ji xwe re nekir bar, ji ber min dengê tût...tût...tûta telefonê dibihîst, bê ku telefona xwe daxe, yan jî axaftina xwe bibire. Ango min nasî ku ev ne dînbûn e, lê xwedînkirin e. Wilo jî, min nasî ku ev xwedînkirin xapandineke nebiserketî ye.
Belê, min dinasî ku virandina kurkê vî mirovî di rengê virandina kurkê şivanê berxên gundê me de ye. Lê, min zanîbû ku wî bacê nexwariye, lê wî nizanîbû ku min bi çendê caran bi virandina kurk re berx gov kirine.
Qamişlo, 09.01.2004
|
|
|