www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
09.01.2004 - 13:43

TAJÎ

Rezoyê Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org


Rezoyê Osê (dîha)
-1-

Seyda M. E. Palo -xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike- poêmeke ji deh hezar (10.000) malik bi navê "Civîna nemiran" hûna bû.
Zîlana poêmê wisa bû: Palo dimre û li wê dunyayê M. E. Xanî dibîne. Palo dixwaze di riya Xanî re navdarên kurd û kurdewariyê binase.
Wilo, M. E. Xanî ji Palo re dibe rêber û wî dibe civîna navdaran, ku navê "Civîna nemiran" lê dike. Palo ji dûr ve govendeke mezin dibîne. Sergovend jî keçeke spehî, cansivik û çeleng e. Ew keç di sergovendê de desmalekê bi destan dihejîne û govendê bi xwe re dilivîne. Palo ji M. E. Xanî dinase, ku ev keç Leyla Qasim e.

Suruşteke M. E. Palo jî hebû, ku ne tenha ji rexneyan ditengijî, lê têbîniyan jî ew xule dikirin. Min jî ev suruşta wî dizanî, loma ez nediketim kirî wî de. Min carekê jê xwest, ku ji vê poêmê beşê li ser Leyla Qasim bixwîne. Min got: "Seyda, min wêneyê bidarvekirina vê canikê bi şêweyekî sîmbolîk dîtiye. Bi min pir spehî û watedar e. Wê ev wêne ji helbestê re bibe pîvan." Me wilo li hev kir.

Piştî ku M. E. Palo xwendina xwe bi dawî anî, min got: "Seyda, helbest xweştir, spehêtir û watedartir e!".
Belê, Palo bi zîrekî û bi asayî di mirinê de jî pesnê jîndariyê dide... doza tolvegerandin û xwînrijandinê nake. Ew bi hostayî bi hejandina desmala Leyla Qasim re buhuştekê ji kêf û şahiyan di nava buhuşta nemiran de diafirîne.


-2-

Hezkirina janerê (tinazan) li ba kurdan bilind e. Loma pêkenînokan li ser xwe jî diafirînin. Belê, di pêkenînokeke serdem de dibêjin, ku kurdan balefireke sîvîl revandin û li balefirgeheke ewropî dane danîn. Li wir daxwazên pirsa kurdî anîne zimên. Lê doz û daxwazên wan ne barê berpirsiyarên cih bûn. Lewra berpirsiyaran karê xwe û azadkirina rêwiyan di rêya zorê de kirin. Lê, ji ber ku xwînrijandin bi wan giran bû, zû ferman nedane "komandos" da êrîşê bibe ser balefirê û bi karê azadkirinê rabe. Wilo, tev çûn û hatin. Di vê lebt û livê de, mirovekî kurdnas xwe dide ber azadkirina rêwiyan û çareserkirina vê pirsgirêkê bê kuştin û xwînrijandin. Tenha dozeke wî li berpirsiyaran hebû, ew jî peydakirina daholkutekî û zirnevanekî bû.
Berpirsiyarên balefirgehê doza yê kurdnas bi cih anîn. Wilo, li wê gêrê bû şîqşîqa zirnê û dimdima daholê. Bi bihîstina deng re, dergehê balefirê vebû û balefirrevîna doza nêrdewanekê kirin. Piştî ku nêrdewan bi wan ve giha, destên hev girtin û ber bi dahol û zirnê ve daketin. Li wir govenda xwe girêdan û bi jîndarî dîlan gerandin. Wilo, buhuştek ji kêf û şahiyan di şûna wêraniyan de afirandin.


-3-

Rêjîma Bexdê, di dema xwe de, birek mela rêkirin nêçîrê. Nêçîra wan jî kuştina lehengê çiyayê Barzan bû. Belê, bi nav mela bûn; bi rih, şaşik û cube bûn, lê di bin cubên xwe de bi kemberên mayînî hatibûn pêçan. Erê armanca wan seredana M. M. Barzanî bû, lê pîlana rêjîmê teqandina wan kemberên li pişta mela girêdayî bû.

Ev pîlana bênirx pêk hat. Lê, nêçîrvan mirin û nêçîr zindî, bê birîn ma. Û bersiva Barzaniyê nemir li ser vî karê çepel ew bû, ku wan "gunehkarî bi xwe kirin!"
Belê, bi vê çepeliyê dergehê dojehê ji xwe re vekirin û guh nedane ayîna misilmaniyê, ku dibêje: "Xwekuj di êgir de ye." Lê, bi ser vê yekê de jî xweteqandin bû kultura vê rêjîmê û ev karên çepel ketin xwîna bermayên vê rêjîmê de. Tanî li her cih û warî xwe davêjin kûrika dojehê û xwe tê de disotînin. Wilo, li Hewlêra birîndar xweteqandina vê carê kirin.

Bêgoman, ev karekî seyr e, lê jê seyrtir ew e, ku yê xwekuj ji bo çi û di ber çi de û di ber kê de xwe dikuje!!!
Van seyrnîşanan çîrokeke folklorî di bîra min anî. Ew jî wisa ye:


-4-

Rovî, di çîrokeke folklorî de bera dûv keroşkê dide, lê wê nagire. Rovî, piştî westanê, gazî keroşkê dike, bext dide ku nema wê bigire û jê dipirse: "Ez di dil xwe de ji te bezatir im, çima nagihim te!?".
Keroşk lê vedigerîne, dibêje: "Ji ber tu di ber gepa xweş ji xwediyê xwe re êrîş dikî û birçî dimînî, lê ez di ber xelasiya canê xwe de direvim!"

Qamişlo, 24.12.2003


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]