www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
14.11.2003 - 01:01

KEFTAR

Rezo Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org


Rezo Osê (dîha) Rezo Osê
-1-

Di civateke rewşenbîrî de (li xatirxwestina rewşenbîrên Binxetê, yên ku çûn Konferansa Edebiyeta Kurdî li Serxetê), gengeşeyeke kurt li ser Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê vebû. Endamekî komîteya birêvebirina festîvalê li ser bidawîanîna festîvalê axifî û got: "Me navên endamên komîta birêvebir û partyiyên piştgir jî....". Lê dengekî axaftina wî birî û got: "Her yek ji me weke Keftarekî ye... çima... em... rolnaskirin...rewşenbîr...kar û xebat...siyasetmedar... erk û armanc....".

Bi kurtî, bi gotina Keftar re, min xwe winda kir. Ez ji gengeşa civatê hatim birîn. Min peyvên belawela dibihîstin, lê wan gotinan di mejiyê min de hevnedigirtin û ne dibûn hevokên watedar. Erê, gewdê min li wir ma, lê hiş û hoşeyên min di qurçikin din de diçêrîn. Bi kurtî, ji civatê firîbûn û li mêrg û çiyayên xweristê danîbûn.
Wilo, ez ketim xilmaşiyske bêsînor de.

Ez hinga bi hiş xwe hatim, dema min hest kir, ku pêçiyek di tengala min de çikizî û pê re dengek kete guhên min, got: "Mamoste, şekirekî bişkîne...!".
Ez li kû, şekirşikandin li kû! Ez bi vê pirsê re veciniqîm. Min nema zanîbû çi li dora min qewimiye. Lê min di xwe dernexist, ku ez ne li civatê me. Belê, ji gengşeya civatê tenha peyva "Keftar" bi min re meyîbû û di serê min de digijmijî. Min teyrê xwe li mijê berda, min got:

-2-

Keftar cinawerekî bi hêz e û ne destevîl e, lê bi dilovanî tê girtin. Girtina wî jî cegerdarî jê re divê. Ev şêweyê nêçîrê jî, li ba kurdan folklorî ye. Wilo, yekî bi ceger, tevî ciherekî tije kuç û kevir, xwe diberde kuna Keftêr. Bi derbasbûna xwe re, bi dengekî zîz û dilovan dibêje: "Kefarî çakî pak e, ciher lêke deynake....", tanî destên xwe dighîne gewdê wî û pê re-pê re wî tîmar dike, dixwerîne û ciher dixe sukra wî. Piştî ciher dikeve sukra Keftar de û tîşikên wî têne girêdan, êdî Keftar bê serêş dide pey nêçîrvan û ji kuna xwe derdikeve.

-3-

Belê, mirov bi vî şêweyî Keftar ji kunê derdixe û dike nêçîr. Lê, çawa Keftar nêçîra xwe dike, dema ev nêçîr mirov be?
Belê, dema nêçîr mirov be, Keftar cirîdeke rengxelekane li dora nêçîra xwe dike, ango bi rev û bazdan di çerxa xêzeke mezin de digere û dihêle nêçîra wî di sentera nîvê vê xêzê de bimîne. Wilo, sawa xwe dixe dilê nêçîra xwe de û hin bi hin xêza xwe lê teng dike. Dema dipelîne, ku tirs ketiye dilê nêçîra wî de, xwe nêzîkî wê dike û bi gupika teriya xwe de mîz dike. Li nêzîkbûnê wê gupika bi mîzê li ser çavên nêçîrê diwşîne.

Dibêjin, hinga mirov ji hiş xwe diçe û bê serêş dide pey Keftêr, tanî pê re dikeve kuna wî de. Wilo, Keftar nêçîra xwe derbasî kunê dike, lê wê bi saxî naxwe, wilo jî wê birîndar nake.Tenha wê dikirkirîne, tanî ji ken û tiqtiqê dil lê radiweste. Piştî dilrawestanê, ji nû ve, dev davêje nêçîra xwe û xwe jê têr dike."

-4-

Erê, min ev serborî digotin, lê ez ne li hewata civînê bûm. Wilo, dengek kete guhên min, got: "Te dawiya wê anî.... de rabin, lê dereng e...".

Lê min çi digot, çima digot û dawiya çi anî, ez tê negihiştim.

Qamişlo
05.11.2003


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]