www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
13.03.2003 - 21:10

EZ DILÊ XWE DIXÎNIM LINGÊ XWE Û TÊM CEM TE

Ehlam Mustexanimî*

Wergerandin ji erebî: Helîm Yûsiv

halimyusiv@hotmail.com

Ehlam Mustexanimî
(wêne: aljazeera.net)
Ez ji wan gazinan dikim, ewên ku bi pirbêjiya jinekê ji wan re li ser te peyivîm.
Ez gazinan ji wan dikim, ewên ku bi tirsa jinekê min li ber wan digot tu
ne hezkiriyê min î û min xwe ji te bêrî dikir.

................................................

Hezkirin hîç nikare nehêle gazin nebin, di çîrokek e weha de ku ewqas dînbûn bi xwe re aniye.
Ez bi nîvê dunyayê re pevdiçinim,
ji ber ku dizanin ez ji te hezdikim,
û di nîvê din de nabihurum ku nizanin tu kî yî.

...........................................................................

Min kirinên xwe ji te veşartin,
ez li ser te ditirsim ji wê jinê ya ku herdem bi soleke panîbilind di ser dilê mêran re derbasdibû, lê
Ji gava ku te gotibû ( Nekeve mitalan, bi qasî ku tu dikarî di rehê min de bigere.)
Min sola xwe veşart, min dilê xwe xiste piyên xwe û hatim cem te,
bêje
heta kengî ez ê xwas ber bi xapandina mêraniya te ve bêm.

...........................................................................

Ez ji bîrmendiya te xîretê dikim,
ez her şev, lanetê li hemû jinên te dibarînim,

ez vedigerim û yeka yeka spasiya wan dikim,
ku bi ehmeqiyek e mezin razî bûn da bibin mîna mişkên spî
di xaka azmûnên te de û tu ji min re amade kirin.

...........................................................................

Ez ber bi havîna kenê ve re rêwî dibim,
weke kesekî ku cilên şûştî yên li ser banan didize,
ez kêfa xwe ji gumlekê sînga te didizim,
sînga te ya ji bayên dilbijokiyên min ên bê dawî re vekirî.

...........................................................................

Cihê ku ez digihêmê, li wir ez tejika demê radixînim,
rûdinêm..... ez li bendê me ku
tu mîna siwarê veciniqandinê xuya bibî.

...........................................................................

Ma dema havîna ku bi te xweş bibe
nehat gelo?
Kenê (bû) nikare ewrên xemgîniya min a ku bi tayên
dûrbûna te dagirtî ye, hilgire
were
li sozên bi min re siwar nebe
ne ji mafê şûr e, ku sozên xwe bi
kalanê xwe re bi cih neyne
Dê kî ji vê firehiya cîhanê
odeyekê
odeyekê bi tenê saz bike?
Gava ku dem bibe serbirr
Dê kî vê seeta ku li hundirê me avêtî
biqulipîne?
Û vî temenê bêyî te ji destçûyî
carekê tenê
bi paş de vegerîne?

...........................................................................

---------------------------------------------------
* Nivîskareke ereb e ji Cezairê ye. Di sala 1993an de romana wê ya bi navê "Zakîret El-Cesed" (Bîranîna Can) li Beyrûtê derket û bi wê re navê Ehlam Mustexanimî di cîhana wêjeyê de belav bû. Ev roman 17 caran hatiye çap kirin û hatiye wergerandin gelek zimanan, ji wan ingilîzî, firensî û îtalî. Helbestvana kurd Jana Seyda ew wergerandiye kurdî û bo çapê amade ye. (ÊVAR BAŞ)

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]