07.05.2004 - 01:46
EVÎNA QAMIŞLOYÊ BI HÊRSÊ DI SER DEV RE DIÇE
DA KU LI TÊLÊN HEBÛNÊ XÎNE*
Mîkaêl Ibrahîm
michaelibrahim@nefel.com

Mîkaêl Ibrahîm (Gulan)
|
Dilê min bi te re ye, Qamişloyê.. û bi xuşkên te Amûdê, Serê
Kaniyê, Efrîn û.. re. Li beramber giyanên berz ên goriyên zikreşiya
şovînî ya nemirovane, giyanê min bi we re sirûda "ey Reqîb" dibêje..
Şehîdên me yên pîroz, ên ku di van rojan de li wê derê ketin, wek
ku hûn li beramber şehîdên xwe yên li Helepçeyê amade bûn..
Dilê min bi te re ye, Qamişloyê.. Û giyanê min bi hêrsê di ser dev re diçe, mîna evîna te ya sofiyane ji bo azadî û rizgariyê û yekîtî û yekgirtina Kurdistanê.. De ka em bi hev re bêjin, ku ez, ew kurdê kurdistanî.. Ez, ez mirovê ku tevaya şer û zikreşiya dîrokê ew dagîr kiriye û xwîna wî rijiyaye, ku li ser tevaya rûpelên xwe binivîsîne: Ez.. ez mirovê kurd ê evîndarê azadî û rizgariyê..
Xanima min a spehî, Qamişloyê!
Kanîn ew ji evîna te.. Û ew ji kû ji evîn û evîndariyê û yekbûna hebûnê fêm dikin.. Kanîn ew ji zimanê te yê tije jiyan, nazikbûn û germahî.. Kanîn ew ji spehîbûna giyanê te, ku dîrokê ew kor kirine û pozbilindiya wan a ku nehişt ku ew ji bapîrên xwe ji bilî şer û zimanê zikreşyane û hovane tiştekî din werbigirin, ew xwarine..?!
Rewşa wan ecêb e, xanima min..!
Ji zimanan ew ji bilî yên mirî nas nakin.. Û di jiyanê de ew ji bilî evîndariya bi mirinê û herweha mirina xwe ya a li ser dilê sîvîlîzasyonê û şaristaniyê û paşerojê yeke din re nas nakin! Û ji gulan tenê stiriyan nas dikin!!
Ez bi rewşa wan matmayî mame..
Û tevlî hewldanên wan bo têkbirina evîna me, Qamişloyê.. Ez û te, gunehê me bi tiştê ku bi serê wan hatiye, tê.. Û eger ew hişiyar nebin, dîrok dê wan bixwe û wan di nav qermîçekên rûpelên xwe de veşêre..
Qamişlo, ey perçeyek ji radeya min a stratîcî di hebûnê de, mîna Mehabad û Amedê, destê xwe deyne ser dilê xwe û bila xwîna te sînfoniya hebûna kurdistanî lêxîne, wek ku berî niha jî lêxistiye û dê ev perçe û perçeyên din ji canê yekgirtî yê hebûna me, yê ku dikeve hebûna mirovane, her lêbixin..
Destê xwe deyne ser dilê xwe û bihêle ku hevaltiya maf û rastiyê bike, wek ku dikir û dê hêjî bike.. Û bila di peyva bo maf û rastiyê de berdewam be, ji ber rastî ji hemûyan rasttir e û ji hemûyan di hebûnê de bêtir xwedî maf e..
Dilê min bi te re ye, Qamişloyê.. Û bi we re û Mehabad û Amedê re dimeşe, wek ku hûn bi me re dimeşiyan.. Û wek ku we serkevtina me pîroz kir, em ê serkevtina we pîroz bikin…
Û her bimînin di Newrozan de…
Werger ji erebî: Sîrwanê Hecî Berko (sirwan@amude.com)
-------------------------------------------------------------------------------------
* Ev nivîs bi zimanê erebî di kovara "Gulan el-Erebî" (hejmar 03/2004) de
hatibû weşandin. Nivîsa erebî li
vê derê peyda dibe.
|
|
|