14.07.2003 - 22:55
QULINGÊ DEŞTA REWANÊ: FEYZOYÊ RIZA
Salihê Kevirbirî
salihkevirbiri@hotmail.com
Dengbêj Feyzoyê Riza, biraziyê dengbêjên 'eyan' Şeroyê Biro
û Mecîdê Faris e. Wekî piraniya şêniyên li Ermenistanê, ew jî kurdekî
me yê êzîdî ye. Dema ku ligel çend nas û dostên xwe û 'Mîrê Bilûrê' Egîdê Cimo,
emê ji Êrîvanê biçûna Solxoza Çaran cem dîtina dengbêjê mezin Karapetê Xaço,
navê Feyzoyê Riza ket nava galegal û gotûbêjên me. Taksiya me hêj nû ji Erîvanê derketibû. Egîdê Cimo daxwaz dikir ku em biçin gundê Feyzo da ku ew jî beşdarî civata me ya ligel Apê Karapêt bibe. Şifêrê me Siyabendê Ordî diyar dike ku Egîdê Cimo û Feyzoyê Riza dostên hev ên kevn in. Piştî şêwr û mişêwirê biryar hat girtin ku em biçin gundê Arêvaşadê. Feyzo li vî gundî, ligel jin û zarokên xwe dimîne. Piştî nîv saetî taksiya me ya jihevketî ku ji serdema rûsan maye ligel toz û dûmanê kete nêv gund. Piştî xêrhatineke germ û vexwarina qehweyekê, li kesên nav erebeya me Feyzoyê Riza jî zêde dibe.
Şayanî gotin û pesindanê ye ku Feyzoyê Riza yek ji dengberztirîn dengbêjê kurd e. Bi rastî jî ligel ku heta niha bûme mêvanê bi dehan dengbêjên kurd û min dêhn û bala xwe daye deng û şêwaza wan, hê jî rastî dengekî wekî dengê Feyzoyê Riza bilind nehatime. Lewra jî dengê vî malnemîratî! bû sedem ku Karapetê Xaçoyê 103 salî ku kesî li ser xwe nabîne, şaş û metel bimîne û wisa bibêje: 'Camêrekî zor e ha..!' Her wiha di wê civatê de derket holê ku Feyzo kilama dilsotîner 'Hekîmo' ne kêmî apê xwe Şeroyê Biro dibêje. Ligel vê kilamê, kilama 'Evdalê Zeynê', 'Filîtê Quto', 'Xozan Daxê', 'Bêrîvanê', 'Derwêşê Evdî', 'Bavê Feqî' û gelek kilamên din kir ku Feyzo, ji hosteyên wekî Karapetê Xaço û Egîdê Cimo 'aferim'eke baş werbigire.

Dengbêj Feyzoyê Riza û "Mîrê Bilûrê"
Egîdê Cimo li festîvala seyemîn a
Diyarbekirê 2003 (wêne: S. Kevirbirî)
|
Feyzoyê Riza di sala 1954'an de çavên xwe ji dinê re vekiriye. Li gorî gotina wî, kal-bavên wî di sala 1915'an de ji ber zilma Roma Reş ango ji ber qirkirina fileh û êzîdiyan ji 'Welatê Serhedê' dorhêla Îdirê hatine û li Erîvana Ermenistanê û Tiblîsa Gurcistanê bi cih û war bûne. Şayanî gotin û pesindanê ye ku ev 23 sal in deng û awaza kurdewar ê Feyzoyê Riza di Radyoya Erîvanê Para Kurdî de olan dide.
"...Ev çiyayê ku tu dibînî, Çiyayê Agiriyê ye. Ermen 'Çiyayê Araratê' jê re dibêjin. Mirazê min ew e wekî welatê me azad bibe û ez tevî mey û bilûra Apê Egîdê Cimo li serê Çiyayê Araratê kilam û stranan bibêjim. Weleh birakê Salih, ez gelek dixwazim di Televizyona Medyayê de jî derkevim û têra dilê xwe kilaman bibêjim. Wekî te pirs kir, min cewab da birayê xwe ku mirazê min ev e..." Belê, bi tenê bi van gotinan eşkere dibe ku Feyzoyê Riza çiqas hesteberz, diltenik, niştimanperwer e "u feyza xwe ji çi hiltîne.
Her wekî me di destpêka nivîsarê de jî diyar kir, ew biraziyê 'dengbêjên zor' Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Di gotûbêja ku me pê re kiribû de, rol û girîngiya van camêrên hanê di kilamgotina wî de wiha anîbû zimên: "Helbet bi saya serê her du apên xwe; Şeroyê Biro û Mecîdê Faris bûme dengbêj. Ez şagirtê wan im, ew hosteyê min in. Wexta ku wan distra ez biçûk bûm. Gelek heweskariya min ji stran û kilamgotinê re hebû lê min şerm dikir ku ez bibêjim. Gava ku mezinên me li cimaet û dîwanên gund de kilam digotin, ligel ku piraniya zarokên gund li ser bênder û poxanan ji xwe re dilîstin, min xwe li ber qûncikên dîwarên xênî dimelisand û guhdariya kilalên wan camêran dikir. Ji ber vê yekê jî heta xortaniya xwe, min gelek kilamên ku apên min û dengbêjên din digotin, ji ber kirin. Lê heta ez çûm eskeriyê jî min li civat û cimaetan kilam negotin. Piştî ku ez ji eskeriyê hatim, min dest avête stran û kilamên kal-bavan û eşîran..."
Dengbêj Feyzoyê Riza qedr û qîmeteke giranbûha dide Sazbend Egîdê Cimo ku di nav civata kurdan de wekî 'Mîrê Bilûrê' tê naskirin. Ew ji bo Mamê Egîd ku gelek caran bi hev re hunera kurdî pêk anîne jî wiha dibêje: "Mala wî ava, Apê Egîdê Cimo gelekî dersdarî ji sewta min re kiriye û hiştiye ku bi bilûra wî kilamên min xweştir bibin.."
Di zivistana 2002'yan de li Gundê Arêvaşada Erîvanê, li hewşa mezin a mala wî, yek ji pirsên min bo wî ev bû: "Ji xeynî karê dengbêjiyê tu debara xwe bi çi dikî? Eyan û berbiçav e ku kom û kulfeta te giran e!" Bersiva Qulingê Deşta Rewanê Feyzoyê Riza ev bû: "Rast e kom û kulfetêa min giran e. Ez li nava gund, ji bilî karê dengbêjî û sazbendiyê, bi xwedîkirina pez û dewaran ve mijûl im. Carinan karê baxçê xwe dikim; carinan li ser bêndera xwe dixebitim. Pa ne kubariya me tuneye, gundî çi dikin em jî wî dikin da ku dabara jin û zarên xwe bikin..."
---------------------------------------
- Salihê Kevirbirî:
BAWERIYA BAHAÎ Û CIVAKA BAHAIYAN (02.02.2003)
|
|
|