04.06.2003 - 18:42
KUŞTINA SEYDO, KERBA BAVÊ MIN Û
PÊNÛSA MIN
Ibrahîm Seydo Aydogan - Rouen/Fransa
ibrahimseydo@hotmail.com

Ibrahîm S. Aydogan
|
Herkes çîrokeke wî heye, yên min dudo ne; herkes mamosteyeke wî heye,
yên min ew jî dudo ne. Ez ê di vê nivîsê de çîroka herdu mamosteyên xwe
yên kurdî û qederên wan yên ku şibiyan hevdu, vebêjim...
Kîjan sal bû, niha nema tê bîra min, dibe ku sala 1984an an jî ya 1985an be.
Ez 8-9 salî bûm. Dema dibistana seretayî bû. Heta wê demê, weke hemû zarokên kurd yên
heyama me, ez bi kurdî dipeyivîm, lê ez fêrî tirkî jî bûbûm. Me hersibe li dibistanê bi
tirkî behsa xewnên xwe yên şeva çûyî, ku me bi kurdî dîtibûn, dikir û
em neyî xwe ji bikaranîna zimanekî, ku fermana wî hatibû derxistin, bi dûr diketin.
Ji zarokatiya min herî pir ev bûyer di bîra min de zelal e.
Lê zarokatî bêaqilî ye. Xelkê çi bikiraya, me jî hema weke wan dikir. Çîroka ku ez ê vebêjim jî, ji ber vê qerektera zarokatiyê dest pê kir.
Meha Remezanê bû. Erê, ji ber ku ez tim birçî dibûm, min nikarîbû rojî bigirtaya, lê ez bi heyecana dilê xwe yê zarokatiyê ketibûm taya jiberkirina nêyta rojiyê. Hevalekî min ê ku rojî digirt, hebû: Hemdîn Erîn. Hemdîn serokê sinifa me bû û du salan ji min mezintir bû. Lawikekî dirêj, zeîf û reşik bû û çavên wî yên gir, tim dibiriqîn. Ji ber wê, hevalên me yên dibistanê navê wî kiribû pisîka reş. Min di romana xwe ya yekem de behsa çîroka wî jî kiribû.
Ji ber ku bavê min di nifûsê de ez du salan mezin dabûm nivîsandin û min ji ber vê hindê du salan zû dest bi mektebê kiribû, di sinifê de yê herî piçûk ez bûm. Di zarokatiyê de, temen ji bo têgihiştina hin tiştan gelekî giring e. Qey ji ber wê ez tim ji hevalên xwe dimam.
Gava min ji Hemdînî pirsî, bê mirov nêyta xwe çawa dianî, wî ji min re got:
"Binihere, tu ê nêyta xwe weha bînî," û bi dengê xwe yê çîzçîzokî û bi kurdiya xwe ya zarokatiyê nêyta xwe anî: "Îşev bi nêt im..." û dewam kir.
Hemdînî çend caran ji bo min dubare kir, lê min dikir û nedikir, min nikarîbû ji ber bikiraya. Min lê niherî ku ez nikarim di bîra xwe de bigirim, min rabû ji wî xwast ku ji min re li ser kaxezekê binivîsandaya, da ku min bikariya li malê ji ber bikiraya. Meseleya nivîsandinê ji kû hatibû bîra min, ez nizanim.
Hemdînî fahm nekir, bê min behsa çi dikir.
Nivîsandin? (Wê gavê me nizanîbû ku mirov karîbû bi kurdî jî binivîsandaya.)
Berê, wî xwest wan gotinan di serê xwe de wergerîne tirkî û bi tirkî ji min re binivîsîne, lê nebû. Kêfa wî ji tirkiya nêytê re nehat. Piştî bêhnekê, ji bo xwe ku li hember min kêm nîşan nedaya, Hemdînî rabû bi tîpên tirkî lê bi zimanê kurdî ji min re nivîsand.
Ez dibêjim qey tiştekî bi vî rengî nivîsandibû:
"Işev binetim, sib rojimi
rojiya remezane, remezane vesale
digrim ji bo hede
hede kebul biki"
Ev çar rêzikên ku bi devokê Qoserê ji aliyê du zarokên ku zimanê wan hatiye qedexekirin, hatine nivîsandin, bi serê xwe, weke teksteke weha ku divê bê deşîfrekirin, dixuye. Ji ber ku, heke mirov nizanibûya, ji bilî kesên ku ew tekst nivîsandiye, yanî ji min û wî pê ve, kesekî din nikarîbû tiştek ji vê nivîsê fahm bikiraya. Ji xwe çîroka me jî ji ber vê sedemê giring e.
Elbet hayê me ne ji tîpa "x"yê û "w"yê û "q"yê ku dê "hede " bikiraya "xweda" û "kebul" jî bikiraya " qebûl" ne jî ji tîpên şoqeyî hebû.
Ez zarokekî hebekî şûm bûm. Merivên me hê jî dibêjin ku gava ku ez piçûk bûm, wan nedixwast ku ez biçûma malên wan. Ji ber ku ez li şûna xwe rûnediniştim. Min hertişt li bin guhê hev dixist û tiliya xwe di her qulê de radikir. Qey ji ber wê bû, ku ez ji nivîsa ku Hemdînî dabû min, ketibûm şikê. Bi wî aqilê xwe yê zarokatiyê, min ji xwe re got "gava ku mirov dixwîne, mirov fahm dike ku ev ne nivîsa kurdî ye." Min baş tê derxistibû ku divê tîpin din ji bo zimanê me hebûya. (Elbet hayê min wê gavê jê tune bû, ku Celadet Berdirxan pêncî sal berî min ev pirs ji xwe kiribûn.)
Ez bi wê nivîsa ku Hemdînî li ser kaxezeke piçûk nivîsandibû û dabû min, çûm malê. Bi armanca jiberkirina nêyta rojiyê, ez li devereke hêwanê rûniştibûm û min hey dixwend. Hayê min ji min tune bû ku min weke feqeyan jî serê xwe di ber re bi melodiya zarokatiyê dihêjand. Carekê min lê niherî birayê min ê mezin, Seydo, yê ku xwe li ser dîwanê dirêj kiribû û li televizyona me ya reş û spî temaşe dikir, bangî min kir û got:
"Ew tu çi dixwînî, lo?"

Seydo Aydogan (1963 - 05.06.1992)
|
Gava ku Seydo bi min re alaqedar dibû, ez gelekî şa dibûm. Ji ber ku ez piçûktirîn lawikê malê bûm û li dibistanê jî têra xwe zîrek bûm, kêfa wî ji min re dihat. Carinan di çêkirina dersan de jî alî me yên piçûk dikir. Seydo di eslê xwe de mamoste bû, lê ji ber ku ew tev li hin tevgerên polîtîk bûbû, dosyeya wî ya serîlêdanê tucarî encameke erênî wernedigirt. Wê demê ji bo torpîlê jî diviya dîroka malbatê jî têra xwe paqij bûya, lê ya malbata me ji berê de di ser re çûbû. Seydo kî dixist navê, ji wan re heman peyiv dihate gotin: "Ji bo van terorîstan neyin cem me."
Gava ku ez hatim ser hişê xwe, min got : "Ez nêyta rojiyê ji ber dikim."
Bişirî û serê xwe hejand.
Got: "Ê ew çi kaxez e di destê te ye?"
Min kaxez nîşanî wî da û got: "Hevalekî min nivîsand ji bo ku ez ji ber bikim."
Seydo bi kêf bişirî, lê hebekî jî şaş bûbû, ji ber ku wî dengê min bihîstibû ku min bi kurdî digot.
Bi nîvhenekan got: "Hela ka bîne", û destê xwe ber bi min ve dirêj kir, da ku ez kaxezê bibim ji wî re.
Min rabû kaxez da wî. Seydo, veketî, weha bîstikekê li wê kaxeza ecêb û wê destnivîsa zarokane niherî. Dibişirî jî. Rabû û pişta xwe da balgifên dîwanê û cih ji min re çêkir. Kaxez nîşanî min da û tiliya xwe danî biniya peyva "hede" û got:
"Hela vêya bixwîne."
Min got: "Xwedê."
Dîsa bişirî.
Got: "Erê, lê tu tiştê ser kaxezê naxwînî. Ma hede û xwedê wek hev in?"
Min jî zanîbû ku ne wek hev in, lê bersiv li cem min tunebû. Ev mijar wê rojê ji min re bûbû xweştirîn lîstika zarokatiyê.
Li ser daxwaza wî, min kaxez û pênûsek ji wî re anîn.
Wî berê tîpa Xê nivîsand û bi dû re jî peyvên "xwedê" "xwe" "xwê" "xanim" "xanî" nivîsandin.
Got: "H û X ne yek in. Di kurmancî de em Xê bi vî awayî dixwînin."
Ji min re bi mînakan behsa ferqa Hyê û Xê kir. Bi dû re jî hersê tîpên şoqeyî "ê, î, û".
Ez niha nizanim bê Seydo ji kû û bi çi awayî fêrî wan tiştan bûbû, lê di wan demên ku min kurmanciya malê hêdî ji bîr dikir de, vê fêra Seydo ji min re bû bingeha jixwepirsînan.
Ji ber ku min nizanîbû ku kurmancî qedexe bû, min ji gelek hevalên xwe re behsa wan tîpan kir. Elbet, weke gelek tiştên zarokatiyê û ji ber ku ez yê piçûk bûm û min nikarîbû bi kesî, hevalên min bawerî min nedikir û digot "de here lo! Tu van tiştan ji ku derdixî?"
Bi tenê Hemdînî hebekî bala xwe dabû tiştên ku min digotin û wî jî çend mînak dabûn min û gotibû "welleh rast e" û ez dibêjim qey dîsa Hemdîn bi xwe bû ku ji min re gotibû ku ev mijar li dibistanê qedexe bûn.
Sal bihurîn di ser re...
Hemdîn, weke ku min di romanê de behs kiribû, ji ber şerê xwe yê bi apê xwe yê sîxur re, teva dêya xwe û di mala xwe de hate kuştin.
Çend salên din jî di ser re bihurîn...
Seydoyê ku êdî bûbû mamosteyekî zarokên kurdan û piştî du salên Bilîsê tayina xwe hê wê salê anîbû Qoserê û teva zewaca xwe û lawê xwe yê heftrokî jî bi me re dima û bi temamî bûbû sermiyanê mala me, serê sibehekê, li ser rêya dibistanê, ji aliyê dijminên kurdan ve û bi sê guleyan hate kuştin. Şagirtên wî bi derengî pê hisiyan, ku mamosteyê wan hatiye kuştin û wê rojê agir bi kolanên bajêr xistin.
Lê me çi bikiraya jî, Seydo bi şûn de nedihat...
Bi vî awayî herdu mamosteyên min jî hatin kuştin...

Hesenê Seydo
|
Em, weke hemû malbatên ku zarokên wan hatine kuştin, hê jî nikarin sebeba vê kuştinê fahm bikin û em hê jî bêriya Seydoyî dikin. Peyv ji vê êşê û vê kerbê re tuneye... Hemû şayes li hember vê rewşê bêkêr in... Ne ez, şahê romannivîsan jî were, nikare vê êşê rave bike.
Dilê bavê min li hember vê kerbê debar nekir. Salek di ser kuştina wî re nebihurî, bavê min bi kanserê (pênceşêrê) ket û heta ku par çû ser dilovaniya xwe jî, nema peyivî. Par kansera ku ji qirika wî avêtibû pişkê, derba dawîn lê xist... Belkî wî jî alî wê kanserê kir. Ji ber ku bavê min yanzdeh salan bê deng, bê rawestan û ji dil li benda mirina xwe mabû..."
Belê, Seydo 5ê meha hezîrana sala 1992an li Qoserê hate kuştin. Duwanzdeh sal derbas bûn. Ji roja kuştina wî û bi vir ve ye, ku ez herroj wî di xewnên xwe de dibînim.
Di nava alavên Seydoyî de, me lênûskek dîtibû û hingê me fahm kiribû ku wî helbest jî dinivîsandin.
Piştî kuştina wî bi pênc mehan, min jî dest bi nivîsandinê kir. Belkî piştî dîtina lênûska wî min dest bi nivîsandine kiribe, ez baş nizanim. Ji nivîsandinê pê ve tiştek ji destê min nedihat... Ji ber ku min zanîbû ku kurdî qedexe bû, min jî di serî de weke Seydoyî bêtir helbestên bi tirkî dinivîsandin û helbestên xwe yên bi kurdî jî di nava defterên xwe de vedişartin.
Ev duwanzdeh sal in, ku Seydo dev ji min berneda...
Min xwest ez bibûma Seydo...
Min pirtûkên pirtûkxaneya wî û dilê wî ji xwe re hilanîn...
Ez li ser şopa wî bûm mamoste...
Ez her xebitîm û xebitîm... heta ku ez bûm Seydo.
Gava ku Seydo hate kuştin, ez şanzdeh salî bûm û ew bîst û neh...
Wê rojê Ibrahîm jî bi Seydo re hate kuştin...
Ev duwanzdeh sal in, ku navê min Ibrahîm Seydo ye û ez ji bo hilanîna heyfa wî dinivîsînim...
Ji bo min tu armancên nivîsandinê yên din tune ne...
Bila bê zanîn, ku heyfa wî dê qat bi qat bê hilanîn...
* Ev nivîs di sala 1997an de, piştî kuştina Seydoyî bi pênc salan hatibû nivîsandin, lê îroj (04-06-2004) hin guhertin tê de hatin kirin.
|
|
|