06.05.2004 - 17:01
ROJÎZMA
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
 Evdile Koçer
|
În, mizgefta rastiya me ye...
Em tê de simbêlê rastiya xwe badidin; emrê me bi rastiya me re spî bû, lê em hê jî berçem berçem têk diçin...
Melayê xwedêjêrazî, xutbeya têkçûna me dixwîne, lê guhê me ne lê ye! Hewlo hawar,
ka carekê dêna xwe bidinê, heyran; hema belkî di vê têkçûnê de jî xêrek hebe, heyran...
Şemî, mala bavê me ye...
Zarokên diya me devê xwe avêtine pêsîra zimanekî din, wekî sêwiyan dimijin.
Gundê rihê wan şewitiye, bi têra dilê xwe nakenin. Wekî hêsirên çilmisî, dilop dilop dibarin ser pêşeroja me...
Ji kerema xwe re rê vekin, rêvebir û seroknooo, zarokên me tên...
Yekşem, koxika saziyên me ye...
Di xeweke giran de ne! şşşşştt deng nekin!
Serkeftin xewneke giran e, berxê mino. Xebat û lebat bajarekî dûr e, birê minooo...
Cihê balgovê xwe xweş bikin, hevalno; şev-şaş ji we re, xewa min jî tê...
Duşem, trêna yekîtiyê ye...
Em her duşem li keriyê yekîtiyê digerin, da ku li vê trênê siwar bibin.
Sêşem, zirtxaneya bav û kalên me ye...
Em ji wan hîn bûn, zirtkernoo: Emê di dor sêşemê de biçin û bên bi tenê zirtê hev bidin.
Ê ku li gorî dilê me zirtê me nede, emê wan bi tilîliyan ji mala xwe derxînin û bi hev re bavêjin çarşemê!
Çarşem; goristana giyayên tehl e...
Her kes pêlî egîtê xwe dike û paşê bê hemdî kêlekê jî li ser dadiçîkîne!
Ka li min binêrin, hogirno; em di bin piyê we de ne... û bi serê we kim, nomreya pêlava we jî gelekî mezin e...
Pêncşem, dehlik û bostanê me ye...
Ev xiyar û bacanên me çima zûka dixeritin, keçêêê...! Keçê Siltanê, keçê nemayê, çi bû ji vê sinca başûr?
Keçê, ma tu seh nakî, wê gur û beraz bikevinê, keçê...
Wîîîîî, qijikê deng jî nake heyran; tu dibêjî qey ez ketime dehlika bavê wê...
Nehşem, qesra nivîskar û rewşenbîran e...
Qîrqîr û reprepa wan e.
Tu dibêjî qey çar "Kurd" sê "istan" heft jî "Kurdistan" ava kirine.
Biranooo, rabin me ji vê rihetiya canî xilas bikin, em bi teoriyên heftserî ve hatine girêdan.
Hûn çima dernakevin nobet û fermanê, gidînoo?
Ma hûn cendekê civakê nabînin, birêznooo...?
De fermo kerem bikin, an bivejînin an jî kulmek ax bavêjin ser...
|
|
|