www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
03.10.2003 - 11:52

BÎSTÛHINEK SALÎ

Ebdulrehman Efîf*

Bo bavê min

Şêx Efîf Quran li ser masa wî bû, hîn sibeh bû, dinya hênik bû, saet nêzîkî pêncan bû. Sûreta 'Elfecir' dixwend, hîn tu kes ji dostên wî nehatibûn tekiya wî; wî jî bi rastî hêvî dikir ku tenê be. Ev tenêtiya wî ya niha bi dilê wî bû; hênik e, Quran li ber, bi tenê ye, sibeh e!! Ma çi ji van tiştan xweştir heye!? Wî pir hêdî dixwend, carê tenê hevokek an gotinek, ewî ew gotin û hevok ji xwe re li gor dilê xwe şîrove dikirin. Erê wî Quran dixwend, lê tenê çavên wî wisa dikirin, dil li cihekî din bû, temenê wî yê şêstûheyşt sal bû, aniha ne wisa bû, ew tenê bîstûsê salî bû, li ba darên bihîvan, li ser kaşê Girê Moza rûnişti bû, li dûr dinerî, çavên wî yên şîn hinekî bi keder û xem bûn lê tenê hinekî, ne pir.
Minminîkekê xwe li bin guhê qizêza pencera deriyê tekiya wî dixist, dixwest derbas bibe, lê bê fêde, dengê pirtpirta baskên wê yên nazik li ser qizêzê hinekî dihiştin ku Şêx serê xwe hilde. Wî ew didît, lê dîsa serê xwe berdida ber xwe û Quranê,. Wî dîsa piştî pênc deqeyan serê xwe hildida, ji dûr ve xaniyên gundên derdorê didîtin, dûmana tenûrekê didît, evîndara xwe, dotmama xwe didît. Ew bi rastî li wî cihî rûniştibû da ku wê bibîne, li kêleka gir, li nêzîkî darên bihîvan. Dotmama wî denekî avê li ser piyên wê bû, wê av ji bîra gund dagirtibû û ber bi malê ve diçû. Bavê min jî wisa lê dinerî, nêzîkî kîlomitrekê ew dûrî wî bû, dinya hîn sibeh bû, dengê hineke têtiyan dihat, hênik bû, û wî ji hênikahiyê hez dikir.
Aniha ew qonaxa ku di navbera wan de mîna camekê dixuya, an ku hin dilopên avê ji denê dotmama wî dinqutîn, ew wisa pir dem ji wan re diva bû ta bigihêjin erdê. Ew li ber çavên wî yên şîn dibûne mîna camekê. Wî xwe di camê re didît, xwe li bajarê Amûdê didît.
Temenê wî şêstûheyşt sal bû, riya wî sipî bû, wî Quran dixwend, lê dema ew dilopa avê digihişte erdê, temenê wî dîsa vedigeriya bîst û sê salan, bi bejna xwe ya zirav, bi çavine romantîkî, bi tiliyine xweşik, li qiraxa Girê Moza rûniştibû, li dotmama xwe dinerî. Dotmama wî keçek nûhatî bû, sînga wê bi nazikî bel bibû, kirasê wê minminîkek li ser tentenekirî bû, minminîkeke zêrînî. Her ew dimeşiya, wê minminîkê pê re baskên xwe li hev dixistin, pirtpirteke nerm ji wan derdihat, mîna ku ew camekê li hemberî xwe bibîne û ew xwe lê bixe, bixwaze derbasî hundir bibe.
Şêx Efîf dîsa çavên xwe hildidan, dilê wî pê dişewitî, lê ji minminîkê re çêtir bû ku ji derve bimîne. Di tekiyê de tu kulîlk nînin, tekî ne gulistan e, ne jî guldank tê de hene, maseyeke kevin ku zîqzîq jê tê, nayloneke şîn li ser raxistî ye, û li beramberî Şêx jî refikine ji text ku li ser wan pirtûkine perpitî hene. Lê ku em ji rexekî dî li tekiyê binerin, ew bi xwe gulistan e, lê belê gulistaneke veşartî ye, yeke ne diyar e. Belkî jî minminîkê ev tişt nas kiribe, belkî bi wê bêhna kitêbên perpitî mîna bêhna kulîlkan be, ji lewre ew ê dabe rê û ji Girê Mozan hatibe serdana bavê min!!!
Em vî tiştî nizanin, em gulistan û girên nediyar nabînin, lê Şêx Efîf wan dibîne. Bêhna bihiştê tê û xwe li cama pencereya deriyê tekiya wî dixe, baskên minminîkê dixwazin bên û bêhna xwe, rihetiya xwe li ser pelên zer ên pirtûkan bibînin. Bavê min vî tiştî dizane, ew van tiştan hemiyan di wê dilopa avê de dibîne, dema ji denê dotmama wî pirr hêdî-hêdî dirije erdê. Ew tu tiştî nake, mîna niha ew rêzên Quranê dixwîne, li firtfirta minminîkê dinere, hênkayî pê xweş tê, li vî rexê Girê Moza, kîlomtirekê dotmama wî jê bi dûr e, dilopek ji denê avê diherike, ne bi denê wê ve dimîne û ne jî dikeve erdê, li hewa dimîne, temenê vê dilopa ku herdem wisa baskên xwe li hev dixe, temenê wê bûye şêstûheyşt sal, lê ew hîn, ew bîstûhinek salî ye!

---------------------------------------------------
* Helbestvaneke ji bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê. Ew niha li bajarê Hannover li Elmanya dijî.

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]