www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
10.10.2003 - 19:00

XWENDINEK DI BERHEMÊN CEGERXWÎN DE (I)*

Rezoyê Osê - Qamişlo


Rezoyê Osê (dîha)
Bêgoman, Cgerxwîn ne tenha helbestvanekî kurd e, lê nivîskarekî renge-reng e jî. Vî helbestvanî bêtir ji 20 pirtûkan bi şûn xwe de hiştine. Bo vê yekê em xwe neçar dibînin, ko di bin sîbera çend sernavan de berê xwe bibin serî:

I. Danasîn

Helbestvanê me Cegerxwîn sala 1903ê li gundê Hesarê çav bel kirine. Hesarê jî gundek ji gundên binekofa Mêrdînê ye. Navê wî Şêxmûsê Hesen e - wî di dîwana yekem de gotiye 'Di sala 1903ê de ez hatime dinyayê, bi navê Sultan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê'. Bi bingehên xwe yên civakî ji malbateke jar û belengaz e. Sêzdesalî, bi malbata xwe re Binxet dibe û koça wan li bajarê Amûdê datîne. Piştî demeke kurt dê û bav koça xwe ya dawî dikin û wî sêwî bi şûn xwe de dihêlin; pênc salan di nav mala birayê xwe de dimîne.

Di hijdesaliya xwe de dibe suxteyên hicrikan û xwendina olî dike. Nav û zanînê di vê riyê de qezenc dike. Di riya xwendinê re qurçik û qewêrên Kurdistanê tev û lev dide. Wilo, dibe kurdnas û miletperwer, dibe xwedî bîr û bawerî û doza guhertinên civakî, siyasî û ramyarî dike. Van nerînên wî birîn di cerg de vekirin.

Bîstûdu salî bû, ango sala 1925ê, bi hawara serhildana Şêx Saîd ve çû û bi hêvî bû, ku çavên xwe bi serketina vê serhildanê kil bike. Mixabin, ne tenha negiha birîna nûvebûyî derman bike, lê nebiserketina vî karî birîn di ceger de kûrtir kir, tanî ew kire Cegerxwîn. Lewra, gelek ristê kulgiran, lê şerîn û hêja, bi xwîna cerg û hinavan, di adrêsa vî pîremerdî û serhildana wî de nivîsîne. Ji vir sira bayê evînê ew qenc girt û bû evîndarê wê dîlbera bêhempa, bû evîndarê welêt.

Belê, ne tenha Cegerxwînê evîndar çavên xwe bi serketina serhildsana Şêx Saîd kil ne kirin, lê vê yekê agirekî dadayî di nava wî de hişt. Loma bê hedan ma û zû bi zû li qûnaxekê cîwar nebû. Wilo, berê xwe da Iraqê. Ji wir çû Îranê. Lê, sala 1927ê li gundê Hesarê vegera û sala 1928ê keçxala xwe guhest û binxet bû, da tanî sala 1935ê melaytiyê li gundan bike.

Cegerxwîn di salên xwendinê de rist dihûnan. Lê destpêka helbesta rûniştî sala 1924ê bû, ku ji vir û pê ve rêça kurdewarî, milet û niştimanperweriyê girt û semta xwe kire xebata gel. Dibêje:

Min dest bi kurdiyê kir peyda kirin çend mirîd
Bi xweşxwan û reşbelek xesma piştî Şêx Saîd


Bûyerên salên 1945-1946ê bandoreke mezin li Cegerxwîn kirin û desthilat bûn, ku wî ber bi behweriyên şoreşgerî û sosyalîzmî de bilivînin, lê li ser bingehên kurdewariyê.
Piştî şoreşa 14ê gulanê, Cegerxwîn berê xwe dide Iraqê û li Zanîngeha Bexdê dibe mamosteyê zimanê kurdî. Lê sala 1961ê - di pêxistina şoreşa Barzanî de - li Sûryayê vedigere. Lê karbidestên wê demê wî ji milet dûr dikin û sergonî bajarê Swêda dikin. Piştre li şarê Şamê cîwar dibe. Ji wir dîsa berê xwe dide Iraqê û salên 1969-1970ê cih digre. Pir namîne, vedigere û sala 1973ê diçe Beyrûtê, da li wir dîwana xwe ya sisiyan 'Kîme ez' çap bike. Sala 1975ê li bajarê Qamişlo vedigere û sala 1987ê penaberî Swêdê dibe û li Stokholmê, tanî di 22.10.1984 çav têne girtin û dil bê lebt û lêdan radiweste, dimîne.

Dimîne em bêjin, ku Cegerxwîn di civaka xwe de mirovekî aktîv bû, hevpar û hevpişkê gelek çalakiyên civakî, çandeyî û siyasî bû.


II. Çi nivîsî

Cegerxwîn ne tenha daner û afiranderê pirtûk û helbestan bû, lê belê dehên gotarên wêjeyî, mîjoyî, civakî û siyasî belav kirine. Gelek ji van gotaran di kovara Gulîstan de hatine weşandin, ew kovara ku damezirêner û berpirsiyarê wê ew bû. Lê belê lîsteya pirtûkên wî yên çapkirî ev e:

1. Dîwana yekem: Pırîsk û Pêtî, 1945 Şam
2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî, 1948 Şam
3. Dîwana diwem: Sewera azadî, 1954 Şam
4. Çîroka diwem: Reşyê Darê, 1956 Şam
5. Gotinên Pêşiyan, 1957 Şam
6. Awa û destûra zimanê Kurdî, 1961 Bexda
7. Ferhenga Kurdî, cildê pêşîn, 1962 Bexda
8. Ferhenga Kurdî, cildê duduyan 1962 Bexda
9. Dîwana siyem: Kîme ez, 1973 Beyrût
10. Poêma : Salar û Mîdiya, 1973 Beyrût
11. Dîwana çara: Ronak, 1980 Stokholm
12. Dîwana pênca: Zend Avista, 1981 Stokholm
13. Dîwana şeşa : Şefeq, 1982 Stokholm
14. Dîwana hefta : Hêvî, 1983 Stokholm
15. Tarîxa Kurdistan, cild 1, 1985 Stokholm
16. Dîwana heşta : Aşitî, 1986 Stokholm
17. Tarîxa Kurdistan, cild 2, 1987 Stokholm
18. Folklora Kurdî, 1988 Stokholm
20. Jînenîgariya min, 1995 Stokholm
21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, 1995 Stokholm

Dimîne em nivîsareke din berçav bikin, ku hîna cihê xwe di nav weşanên Cegerxwîn de ne girtiye. Ew jî ''Şerefnameya Mewzon'' e. Ev pirtûk jî Dilawerê Zengî sala 1997ê li Beyrûtê daye çap kirin. Dîlawer vê nivîsê wisa dide nasîn: "Destnivîs bi xwe bi tîpên erebî ji 41 rûpelî, qetê ortê 150X20 û 724 malikan pêk hatiye. Dîroka nivîsandina destnivîsê ne zelal e, tenê di dawiya destnivîsê de ev hatiye nivîsandin: 'roja înê 20 avdara 1942ê de, kat pêncê erebî'".

Mirov hemberî vê raxistinê hest dike, ku Cegerxwîn ne tenha xwediyê bejneke bilin e di çand û toreya kurdî de, lê belê pengava zanîn û karînê ye jî. Loma mirov ceger nake, ku bihingive vê bejna bilind. Tenha mirov dikare xwe bide ber siha wê. Wilo jî mirov ceger nake, ku xwe nêzîkî vê pengava zanîn û karînê bike. Lê tenha bi hêvî ye, ku di peravên wê de mêlevaniyê bike, da ji hêz ne keve.

Em li gel vê tirsa xwe xweş bawer in, ku em nikarin barê pênaskirina naveroka kar û barê vî hozanî hilgirin ser milê xwe. Lê em dixwazin baqek gul ji vê gulzara bêkenar pêşkêşî we bikin, da hûn bi reng û bêhna wî kêfxweş û dilşad bibin.


III. Navdariya Cegerxwîn

Bêgoman, serristika navdariya Cegerxwîn dimîne kar û xebata wî. Lê di riya derketin û belavkirina nav û dengê mamosteyê evîndar de pir karên giranbûha hatine kirin, çi bi riya nivîskar û xwendevanan be, çi bi riya stranbêj û sazvanan be, çi jî bi riya dost û zimannasan be. Wilo, di salên 1932-1945ê de, mamosteyên miletperwer û zimannsan, du birakên nemir Celadet û Kamîran Bedrxan pir propaganda ji nav û nivîsên Cegerxwîn re bi riya Hawar, Roja nû, Stêr û Ronahî kirin. Wilo jî zimannas û nivîskarên kurd li Yekîtiya Sovyêta berê pir nivîsok, gotar û pirtûk li ser Cegerxwîn derxistin û belav kirin. Ji van kesan: mamosteyê hêja profêsor Qenatê Kurdo, kurdnasê mezin mamoste Ordîxanê Celîl, mîjonasê gewre mamoste Şamil Eskerof. Li Fransa jî du wêjevanên gewre pir gotar di riya pênaskirina Cegerxwîn de nivîsîn û di rojname û kovaran de belav kirin. Ew jî mamoste Tomas Bois û Rojer Lîscot bûn. Yek jî ji wan kesên, ku roleke mezin û hêja gerand, stranvan û sazvanê ermenî mamosteyê hunermend Aram Dîkran bû. Bi wî dengê kewanî û sazên nerm gelek govend ra kirin û gelek şevbûhêrk jî derbas kirin, tev bi saz û gotinên kurdî ji helbest û ristikên dost û hevalê xwe mamosteyê Cegerxwîn. Gelek stranvan û sazvanên kurd jî rê û rêça hunermend Aram girtin, lê her yekî bi rengekî saz û stran bilandin. Ji wan: Mihemed Şêxo, Mejmûd Ezîz, Seîd Gabarî.. ûhd. Hunermendê şoreşvan Şivan bi saza xwe, ya weke zingilê cam û dengê xwe yê şoreşgêrî pir ristikên mamosteyê Cegerxwînê nemir saz kirin û strandin. Lê, Cegerxwîn ji çalakiyên gelêrî jî bê par nema. Belê, propogandîstên Cegerxwîn di nav gel de jî hebûn. Yên weke Sebriyê Xelo Sîtî (Amûdê), Kurd ???Şemo, Bavê Mislih, ku di her komcivînên gelêrî de, çi şahî û çi jî serxweşî bûna, helbestên Cegerxwîn dixwendin û şirove dikirin. Tanî mala kurd nema, ku hêlîneke xwe tê de çê ne kir û bi Aram û Şivan û yên din re tê de nejî.

Wilo, bi şêweyekî gelêrî hêlîna hezkirina wî di civaka kurdî de hate danîn.
Da em berê xwe ji hev derxin û nehêlin nexên guloka rîsê me li hev bigelice, em neçar dibin, ku berhemên vî hozanî li çend grûpan par bikin:

1. Hozanbêjî:

Seyda Cegerxwîn di vî warî de heşt dîwan afirandine û du poêmên helbestî tomar kirine. Lê ji ber ku lêkolîna me dê bi gelemperî li ser tevaya berhemên Cegerxwîn be û bi taybetî li ser helbestê be, em dê van beşên din bi kurtî berçav bikin, lê em dê mijara xwe di helbestê de berfereh bikin. Bo vê yekê em ê di vê grûpê de tenha li ser poêman rawestin:

a. Pêma "Şepal û Stêr":

Ev poêm di bin sernavê "Serpêhatiya Şepal û Stêr" de di dîwana SEWRA AZADÎ de hatiye belav kirin. Ew ji 190 cotemalikan pêk hatiye; zîlana bûyerên wê siyasî-civakî ye. Li gorî avakirina vê poêmê, Stêr keça axakî zor û sitemkar e. Ev keç dil dikeve şivanê gund de, lê bavê wê, li gora serdariya xwe pismamekî lapûr û bêkêr jê re dixwaze. Stêr qîma xwe nayîne û çarê ji hevrevandinê pê ve nabîne. Wilo, piştî hevrevandinê dibin xwînî. Stêr di xwîndariya xwe de tê kuştin. Şepal û Dapîr jî, ji derdên giran, can li ser wê didin û dibin mêvanê wê. Wilo şikêrek wan hembêz dike û dibe goristana wan.

b. Poêma "Salar û Mîdya"

Ev poêm pirtûkeke serbixwe ye. Sala 1973ê li Beyrûtê hatiye weşandin û ji 236 cotemalikan pêk hatiye.
Seyda Cegerxwîn di vê poêmê de bi hostayî pesnê xweristê bi deşt û çiyan ve, bi gelî û newalan ve, bi dar û zeviyan ve, bi candar û tilûran ve jî dide. Di gereke wisa xweristî re û di van sawîran de, keçeke bedew dibîne. Wê jî bi şanazî pesin dide û berê xwe dide wê şêrînê da axaftinekê pê re veke. Lê Şêrîn matmayî dimîne, ev mirov bi cegerdarî û bê tirs hatiye nav bax û bustanên axê. Ew bavê xwedî gund û mal, ku kal bûye û tenha ev keç heye, lê ji ber sitemkariya wî û hevaltiya wî bi dijmin re, nema kesek ji gundiyan alîkariyê pê re dike, lê tevan pişta xwe danê. Lewra, ev keça şêrîn ji xwe re li gernasekî digere, da bikaribe piştî mirina bavê wê, vî mal û mewdanî biparêze. Wilo, keç Salar dibe cem bavê kal li wê burca sipî. Seyda pesnê vê burca spehî û vala ji rêncber û navmaliyan dide. Wilo jî bi bîr tîne, ku gundî nema bacan û "bêşan didin axayê nezan".

Piştî axa bi Salar re rûdine, dem û dewranê berê tîne bîra xwe û fortan dike, ku bi çend qurûşan dikare bihêle çawîş van gundiyan berqef bike û wan bîne ber destên wî.
Piştî hin pend û şîretan, axa xwe dispêre Salar û wî dike zava û serdar. Wilo, Salar bi bûka xwe re dikevin xewnan û gund û mal û mewdanê xwe li milet par dikin; êdî dibin rêvebirên qonaxa xwe û dibistan, dezgeh û zanîngehan ava dikin.
Wilo vê xewna xwe bi cih tînin. Qonaxa xwe ava dikin û wekheviyê û sosyalîzmê pêk tînin.

Ev lêkolîn didome..


Têbînî: Rezoyê Osê ev lêkolîn ji bo semînareke derbarî sedsaliya Cegerxwîn di 27.09.2003ê de li bajarê Izmîrê nivîsandiye û ew li wê derê xwend.


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]