www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
01.11.2003 - 04:05

LÎSTEYA ROMANÊN KURDÎ (KURMANCÎ)

Îbrahîm Seydo Aydogan - Rouen/Fransa
ibrahimseydo@hotmail.com


Îbrahîm S. Aydogan
Hin îstatîstikên li ser romanên kurdî:

I- Romana yekem a ku bi kurdî hatiye nivîsandin, Şivanê Kurd e (Ereb Şemo). Lê belê çapa vê romanê ya ku di destê me de heye, ji zimanê fransî hatiye wergerandin. Wergera wê ya fransî jî ji zimanê rûsî hatibû kirin. Ji ber ku heta niha kesekî kurdiya wê ya pêşîn, ku wergera rûsî ji wê hatiye kirin, bi dest ne xistiye (bi dest xistibe jî, kes pê nizane), çapa ku niha di destê me de heye, weke ya orjînal tê qebûl kirin.

II- Hejmara romannivîsên ku hayê me ji wan çê bûye, 39 e.

III- Hejmara romanên ku hayê me ji wan çê bûye, 67 e.

IV- Piraniya romannivîsên kurd li Swêdê bi cih bûne û romanên xwe li wira nivîsandine (Brîndar, Mehmed Uzun, Laleş Qaso, Lokman Polat, Mahmûd Baksî, Silêman Demîr, Mustafa Aydogan, Bavê Nazê...).

V- Kurdên Sowyetê berî Kurdên din dest bi nivîsandina romanan kirine (Ereb Şemo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî).

VI- Di gelek romanan de agahiyên di derheqê nivîskêr de tune ne. Ji ber wê, gelek nivîskar nenas mane. Lê piraniya wan li Ewropayê dijîn.

VII- Yekem romana ku ji aliyê Kurdên Ewropayê ve hatiye çap kirin, Xanê ye (Birîndar, 1982).

VIII- Nivîskarê ku di warê romanê de herî pir berhem dane, Mehmed Uzun e. (7 roman)

IX- Hejmara weşanxaneyên ku romanên kurdî (kurmancî) çap kirine, 23 e.

X- Piraniya weşanxaneyên kurdî li Swêdê bi cih bûne (11 weşanxane: Nûdem, Roja Nû, Orfeus, Apec, Helwest, Sara, Welat, Pelda, Rewşen, Jîndan, Newroz).

XI- Serê salên 90î, piştî guherîna hin zagonan ya di dema Ozal de, êdî weşanxane ji nû ve li Stenbolê jî vebûn. Piştî 1980ê, hemû weşanxaneyên kurdî hatibûn girtin.

XII- Weşanxaneya ku herî pir roman çapkirine, Nûdem e (8 roman).

XIII- Piştî Nûdemê, weşanxaneya ku herî pir roman çap kirine Roja Nû ye (7 roman).

XIV- Weşanxaneya ku cara pêşîn romanek çap kiriye, Ozgurluk Yolu ye (Şivanê Kurd-1977, Stenbol, 112 p.)

XV- Di nav romanên ku me bi dest xistine de, romana herî stûr Bilîcan e. (Perwîz Cihanî, Doz-2002, 511 p.)

XVI- Romana herî zirav Pala Bêşop e (Xemgînê Temê, Sara- sala nivîsandinê:1983, sala çapê li ser ne hatiye nivîsandin, 76 p.).

XVII- Ji nav romanên ku me bi dest xistine, du romanên ku her yek ji du cildan pêk tên, hene.

1- Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê (Laleş Qaso, Nûdem-1999, Pelda-2000)

2- Hawara Dîcleyê (Mehmed uzun, Avesta-2001-2002)

XVIII- Hin romanên kurdî berê bi zimanin din hatine nivîsandin û bi dû re wergeriyane kurdî. Romanên ku berê bi zimanin din hatine nivîsandin (bi qasî em dizanin) û bi dû re wergeriyane kurdî, ev in:

1- Zeviyên Soro (Nacî Kûtlay), berê bi tirkî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyar kirin.

2- Hêlîn (Mahmûd Baksî), berê bi swêdî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyar kirin.

3- Çiyayên bi xwînê avdayî (Bavê Nazê), berê bi erebî û rûsî hatiye çap kirin û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyar kirin.

XIX- Ji ber ku Kurd dûrî hevdu mane û têkîliya berheman û xwendevanan li ser pireyên serrast nehatine ava kirin, civandina navê romanên kurdî jî bi qasî civandina hemû romanên kurdî zehmet e.

XX- Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan a hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane, hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, şayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsînê tune ye. Mirov dibêje qey gelekan ji wan qet roman ne xwendine û nû dest bi nivîsandinê kirine.

XXI- Lîsteya me ji kesên ku di warê romanê de herî pir berhem dane, dest pê dike. Pirtûkên ku li cem min tune ne, bi awayê îtalîk hatine nivîsandin û biniya wan hatiye xêz kirin.

1. Mehmed Uzun
1- Tu (Orfeus-1985)
2- Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê (Orfeus-1987, 154 p.)
3- Mirina Kalekî Rind (Orfeus-1989, 119 p.)
4- Siya Evînê (Orfeus-1991, 220 p.)
5- Bîra Qederê (Sara-1995, 252 p.)
6- Ronî mîna evînê Tarî mîna mirinê (Avesta-1998)
7- Hawara Dîcleyê (2 cild) (Avesta-2001, 302 p.)

2. Ereb Şemo
1- Şivanê Kurd (1935- an jî 1930 ) (çapa nû, Ozgurluk Yolu-1977, Stenbol, 112 p.)
2- Jiyana Bextewar (1959) (çapa nû, Roja Nû-1990, 253 p.)
3- Dimdim (1966) (çapa nû, Wesanên Roja Nû-1983, 205 p.)
4- Hopo (1969) (çapa nû, Roja Nû-1990, 208 p.)

3. Eliyê Evdirehman
1- Xatê Xanim (1958)
2- Gundê Mêrxasan (1968)
3- Şer çiya da (1989)
4- Murtule Beg

4. Laleş Qaso
1- Se şev û sê roj (Nûdem-1999, 328 p.)
2- Wêran (Pelda-2002, 303 p.)
3- Xezeba Azadiyê (Pelda-2000, 312 p.)
4- Ronakbîr (Pelda-2003, 116 p.)

5. Medenî Ferho
1- Berxwedan Jiyan e (1994)
2- Mîza Mihemed (Nûdem-1995, 107 p.)
3- Xaltîka Zeyno (Doz-1998)
4- Marê di tûr de (Pêrî-1999, 192 p.)

6. Mahmud Baksî
1- Hêlîn (Immigrant-institutet-1984, 118 p.)
2- Gundikê Dono (Orfeus-1988, 107 p.)
3- Lawikê Xerzî ( ?) (Nûdem)
4- Serhildana Mala Eliyê Ûnis (Weşanên Azadiya Welat 2001)

7. Lokman Polat 1- Kewa Marî (Helwest-1999, 272 p.)
2- Fîlozof (Helwest-2002, 163 p.)
3- Rojnamevan (Pêrî-2002, 109 p.)

8. Brîndar
1- Xanê (1982)
2- Soro (1983, 179 p.)

9. Bavê Nazê
1- Stockholmê te çi dîtiye bêje (Förtattores Bokmaskin-1987, 122 p.)
2- Çiyayên bi xwînê avdayî (Wesanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê-1989, 240 p.)

10. Sidqî Hirorî
1- Kurê Zinarê Serbilind (Nûdem-1996, 156 p.)
2- Evîn û Sewat (Nûdem-1998, 109 p.)

11. Silêman Demîr
1- Sorê Gulê (Nûdem-1997, 224 p.)
2- Koç (Roja Nû-1998, 188 p.)

12. Îbrahîm Seydo Aydogan
1- Reş û Spî (Doz-1999, 288 p.)
2- Leyla Fîgaro (Mîr-2003, 163 p.)

13. Heciyê Cindî
1- Hewarî (1967) (çapa nû, Roja Nû-1999, 421 p.)

14. Seîdê Îbo
1- Kurdên Rêwî (1981-Erîvan)

15. Xemgînê Temê
1- Pala Bêşop (Sara-1983, 76 p.)

16. Egîdê Xudo
1- Dê û Dêmarî (1986) (çapa nû, Nûdem-1995, 112 p.)

17. Şahînê Bekirê Soreklî
1- Wendabûn (Instituya Kurdî Beşê Elmanî-1987, 118 p.)

18. Nûrî Semdîn (Nacî Kutlay)
1- Zeviyên Soro (Weşanên Kurdistan-1988, 313 p.)

19. Ahmedê Hepo (Apiyev)
1- Birîn (1990)

20. Azad Bavê Şahîn
1- Yên Perîşan (1991-Beyrûd)

21. Hesenê Metê
1- Labîrenta Cinan (Welat-1994, 197 p.)

22. Bûbê Eser
1- Gardiyan (Roja Nû-1994, 165 p.)

23. Mihemed Dehsiwar
1- Çirîskên Rizgariyê (Newroz-1995, 314 p.)

24. Ihsan Colemergî
1- Cembelî Kurê Mîrê Hekarî (Apec-1995, 195 p.)

25. Mustafa Aydogan
1- Pêlên Bêrîkirinê (Nûdem-1997, 171 p.)

26. Helîm Yûsiv
1- Sobarto (Avesta-1999, 203 p.)

27. Zeynel Abîdîn
1- Binefşên Tariyê (Doz-1999, 176 p.)

28. Fêrgîn Melîk Aykoç
1- Mamosteyê Zinaran (Rewsen-1999)

29. Adil Zozanî
1- Kejê (Pêrî-2001, 240 p.)

30. Mezher Bozan
1- Av zelal bû (Pêrî-2002, 158 p.)

31. Omer Dilsoz
1- Hêviyên Birîndar (Aram-2003, 162 p.)

32. Newroz Saîdpour
1- Viyan (Sî-2002, 206 p.)

33. Mêvan (Betal Betê)
1- Bêbextî (?)

34. Torî
1- Mendik (Berfîn-2002, 195 p.)

35. Kemal Orgun
1- Li Qerexa Şevê Hîvron (Sî-2002,)

36. Perwîz Cihanî
1- Bilîcan (Doz-2002, 511 p.)

37. Remezan Alan
1- Saturn (Avesta-2002, 151 p.)

38. Xurşîd Mîrzengî
1- Sînor (Jîndan-1995)

39. M. Beşîr
1- Sofî Remo (Medya-1999)


Ger kesên ku ev romanên ku li cem min tune ne, li cem wan hebin, bixwazin wan romanan ji min re bişînin (fotokopiya wan jî dibe), ez ê spasdarê wan bim.
Ez navnîşana xwe li jêrê dinivîsînim.

Îbrahîm Seydo AYDOGAN
77 rue Ecuyère
76000 Rouen/France

Telefona min a destan: 00 33 663 47 86 87
Telefona min a malê: 00 33 235 98 46 30


[1] Bn: Azadî Şêrîn: "Romana jiyana kurdewarî û berxwedanê, Dimdim », Hêvî, 10-16 nîsan 1999, Stenbol. Cf: Murad Ciwan.- «Hustuyê devê û rastiya Mehmed Uzunî», Nûdem, n° 30, Bihar-1999, Stockholm.
[2] Nacî Kutlay dibêje ko Eliyê Evdirehman bi xwe di hevpeyvîneke xwe ya di sala 1984an de gotiye ko ew li ser romaneke bi vî navî dixebitî. Lê kes nizane bê çap bûye an na. Cf : Naci Kutlay.- "Romana Kurdî". War: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê, n° 5-6, havîn-payiz 1998, Stenbol.


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]