27.11.2003 - 13:55
TAHA XELÎL: "ROMANA KURDÎ TUNE YE!"
Emîne Çelebî - DÎHA

Taha Xelîl (wêne: S.H.Berko/amude.com)
|
AMED - Di destpêka vê mehê de, nivîskarê kurd Taha Xelîl ji Qamişloyê
beşdarî Konferansa Rojhilata Navîn û Pirçandiye û Rojên Wêjeyê li Amedê
bûbû. Li ser rewşa çanda kurdî û pirsgirêkine din,
Ajanseya Dilcle ya nûçeyan hevpeyvînek li gel Xelîl
kir.
hûn ligel romanan helbestan jî dinivîsin. Gelo hûn dikarin me derbarê xebatên xwe
agahdar bikin?
Ez helbestan jî dinivîsim, romanan jî, lê piranî dixwazim romanê binivîsim.
Sedema vê heye, ji bo min jî pir watedar e, lê ez çiqas heqê wê didim, ez vê nikarim binirxînim.
Nivîskarek romanê dikare bi gelek cureyan binivîse. Hin roman hene bi temamî fantaziya nivîskar e,
lê hinek jî hene ku rast e rast ji jiyana rastîn tê wergerandin. Li gorî bawariya min,
divê bûyerên mezin di dîroka gelan de wekî dokumenterek be, ev yek jî bi rêya romanê tê çêkirin.
Ango divê mirov romanên dokumenter çêbike. Seviyeya romanê encax bi vî awayî bilind dibe.
Ez vê yekê di helbestê de nikarim bînim zimên.
Gelo niha rewşa romana kurdî çawa ye, li gorî ku hûn li rewşê dinêrin, hûn çawa dinirxînin?
Di dîroka gelan de rewş di nava sedsalan de tê guhertin. Heya ku jiyana gelekî biguhere,
bi dehan sal derbas dibin. Lê ya me kurdan ne wisa ye; 20 sal di dîroka gelekî de ne tiştek in.
Lê di nava 20 salan de, di jiyana kurdan de pir tişt guherîn. Mirov çavê xwe veke û bigire 20
sal derbas dibin. Lê mixabin ev guhartinên me divê wekî roman bihata nivîsandin. Dema ku hinek
ji min re bibêjin wele hene, lê min ew roman nedîtine. Li ba me nivîskaran ferasetek heye em
dibêjin 'a ez wê romanê jî çêkim, wekî wele, nizanim di sala nizanim çi de, di kovara hawar de,
nizam kê çi gotibû û xaltîka Zeyno nizam çi kiriye û Eyşê nizam çawa kir û ez ji xwe re çîroka
bêjim'. Di nerîna min de ew ne roman e. Dema ku ez şerekî mezin bikim, dibe ku ez zimanekî mezin
deynim. Ez wiha fam dikim.
Li gorî îdîayên we roman divê pîvanên wê hebin, lê gelek romanên kurdan hene.
hûn ên ku hatine nivîsandin çawa dibînin?
- Romana kurdî tune ye. Min romana kurdî nedîtiye. Belê hinek tecrube hene, hinekan xwestiye
ku xwe biceribînin. Dixwazim di vê navberê de serpêhatiyek xwe bînim zimên. Demekî hevalek min
ji min re tiştekî wiha got: "Yekî kurd romanek derxistiye. Ji min re aniye wilo qalind bû".
Wek du pirtûkan deynîn ser hevdu. Min danî ber xwe û ez ji yê ber xwe re şitexilîm. Min got divê
ez yekê ji vê qalindtir derxînim. Ev serpêhatiyek balkeş e. Gelek kes jî hene ku di
jiyana xwe de çûne serê çiya û birîndar bûne û hatine bûne romannivîs. Lê jiyan ji hemû
aliyan ve ye. Yanî ger tu nikaribî, nenivîsîne, ne pêwist e ku tu xwe ewqas
bitengijînî. Heya ku ji destê te bê jiyanekê derxe. Ji ber ku jiyan bingeha romanê ye.
Min hîn nivîskarkî kurd nedîtiye. Yê ku bi zimanê erebî nivîsandine, min dîtine.
Min Selîm Berekat dîtiye. Selîm Berekat yekemîn romannivîsê Rojhilata Navîn e,
ne tenê di nav kurdan de, di Rojhilata Navîn tevî de. Wî roman nivîsandiye, rast e.
Lê hinek hene dibêjin 'em wî nahesibînin'. Dibêjin, ji ber ku bi erebî daniye. Ez hîna nabînim,
ku roman bi zimanê kurdî derketiye. Lê ev jî heye tu carî ez naxwazim şertan li ber hûnerê
deynim, ev ne pencereyek e. Ne deriyek e ku ez bêjim, dibe firebûna wêna 30 santîm be
û dirêjbûna wê metre û nîvek be.
Têkiliya di navbera xwendevan û nivîskaran de çawa ye? Hûn têkiliya wan a bi xwendin û nivîsandinê
re çawa dinirxînin?
Ez dixwazim carekê yekî kurd bibînim ku bêje 'ez dizanim bi kurdî bixwînim û binivîsînim,
bes ez ne helbestvan im, ez ne çîroknivîsim û ne hwd'. Ez vê dixwazim. Ji min re yekî wilo
bibînin ku ez destên wî maçî bikim. Ezê destê xwe bi ser serê wî bidim û qedehek çayê
bidime destê wî. Min mirovek wisa nedîtiye. Li welatê ereban - ereb 150 milyon in -, ji 150
milyonî 75 milyon ji wan dixwînin. Dizanin bixwînin û binivîsînin. Bes ji van 75 milyonan
ne 75 milyon nivîskarên wan hene. Na, qey 100 hezarên wan hene û ewên din hemû dixwînin yan
naxwînin, an ji xwe re karê xwe dikin. Li ba me yekî kurd heger bixwaze xwe welatperwer
bide xuyanî kirin, dibe nivîskar. Hejmara xwendevan û nivîskarên me jî wekî hev in. Ji ber vê
ye ku em zêde nagihîjin.
Li Qamişlo û Suriyeyê rewşa xwendina romanê çawa ye? Nivîsandina romanê û bikaranîna zimên
di çi qonaxê de ye?
Li Qamişloyê roman tên xwendin, lê bes bêtir bi zimanên din. Kesên ku dixwînin jî, ji bo xatir
dixwînin. Dibêjin 'yekî kurd e, bi kurdî nivîsandiye, de ka em ji bo xatirê Kurdistanê,
ji bo çavên Kurdistanê bixwînin'. Li vir 2 problem hene. Ya yekemîn, problêma nifşên me yên
nû ye. Duyemîn jî mesela ziman e. Herkes nikare bi kurdî biwxîne. Ev zehmetiyek e.
Hinek hene, ew kes tên jimartin û ji xwe ew jî yên ku dinivîsînin in. Lê pirsgirêka herî mezin
a romannivîsan e. Ew jinên ku bi hezaran êş kişandin, bi tecawizan rû bi rû man, zarokên xwe
winda kirin, wêneyên wan nehatin çêkirin. Ew ciwanên delal ên ku hêviyên wan di çavên wan de
man û hwd.. Bi hezaran hunermend û wênekêş hebûn, lê sûretên wan jinan nehatin çêkirin.
Çawa ku Loenardo Da Vîncî dema ku kenek li rûyê Mona Lîsa çêkir û ew ken li dinyayê hemî
belav kir, divê romana kurdî jî wisa bûya. Leonardo rengê xwe bi hunera xwe da gel.
Nivîsandin jî wisa ye, ne tenê roman. Helbest, çîroka kurt, hemû cureyên nivîsandinê wisa ne.
Tu çi rengî derxînî ji gelan re. Tu yê bi çi rengî bigihîjînî wan. Tu yê bi çi rengî nêzikî
wan bibî. Tu yê bi çi rengî wî aciz nekî, dema ku dixwîne dê çi hest bike.
Mînak hene: 46 kesan li ser sênîkê ji 10 kevçiyan salete xwarin. Ev jî romanek bû, ya ku vê
civaka tê guhertin. Ne zêde berî niha bi çend salan eger keçik ji mala bavê xwe derketa,
êvarê yan bi ro jî heta, sertrkê dereng maba, hatiba, diya wê bi porê wê digirt,
'çûyî kû keçê' û nizanim çi. Hezar kotekî li serê wê dikir. Li cem me di çend
salan de, di 10 salan de guhertinek çêbû, keçik derdikeve serê çiya, di nav birik zilam
de ye, di nav birik gerîla de ye. Diya wê, dema ku kesek jê bipirse 'ka qîza te kanê?,
dibêje 'serbilind im, eniya min bi qîza min bilind e.' Hişek nû di civaka kurdî de çêbû.
Ev hişê hanê, ev guhertina mezin di dîroka me û di civaka me de çêbû, pisîkolojiya
weşanên me çêbû. Min got, êdî helbest nikare vê rewşê bîne zimên.
Dibe ne wisa be, lê ez wisa difikirim.
Amadekariya we ya romaneke nû heye gelo? Hûn niha çi dinivîsin?
Ev 4 sal in, ku ez li ser vê romana xwe dixebitim. Ez ji nivîsandinê gelekî ditirsim.
Ez nivîsandinên xwe zû bi zû nabêjim. Ez gotinên xwe dibêjim, bes ez nivîsandinên xwe zû nabêjim.
Yanî ez gelekî hişk im, bi peyvên xwe û bi xwe re. Pêşî ez bi xwe re hişk im, li ser
nivîsandinên xwe û ez dûra ji xelkê din re hişk im û hêviyek min heye ku ev romana hanê,
bi rastî romanek be. Dibe roman karibe vê guhertina mezin bike, ji ber ku min niha romanek
nivîsandiye. Nerîna "kesên bê nig", ji ber ku min li wir gelek hevalên xwe dîtin, ên bê nig.
Di romana min de, nigên wan tune ne. Yanê her fîgûrek di vê romanê de bi nigkî ye û her yek
sebebek heye. Hinek ji ber ku gerîla bûn, hinek nû nigê xwe jêkiriye, hinek ew û jina xwe
ji hev qehirî, nigê xwe jêkir. Yanî hemû kesên vê romanê hene, bênig in. Yek ji vana
Selahedînê Eyûbî ye; ew jî nigkî wî di nav de ye.
Hûn di rojeke giring de hatin Amedê, cara yekemîn hûn beşdarî Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn û
Pirçandiyê û Rojên Wêjeyê bûn. Gelo hûn dikarin hestên xwe bînin zimên?
Her yek ji me, her yek ji kesên ku hatine, bi rengekî li Amedê dinerin. Ev reng ji bo min, wekî
her mirovekî li derveyî Amedê, wek hev e. Ango Amed ji bo min xewnek bû. Min digot heger
rojek bê ez ji sînorê vê dewletê herim aliyê din. Ji sala 1982ê û vir de Amed di serê min
de bû zindanek. Wê demê digotin qawişa nimre 5. Ez li wê derê bûm. Vê dawiyê min helbestek
li ser Amedê xwend. Dibêjim belkî zêdeyî 100 hezar kes kişiya. Cihekî wiha feqîrbûn, kesê me
tunebû. Mîkrofonek me ya mezin hebû, me helbest xwend û xelk hatin, hatin. Belkî 100 hezar xelk
hatin û me helbesta xwe xwend. Îro dema ku ez têm Amedê, têm vir, hezar tişt di serê min de ne.
Hezar dost û hevalên min hebûn. Hezar kesên me ji hev re digotin 'em dê rojekê hevdu li
Amedê bibînin' û ez dizanim ew niha bi wê hesretê ketin bin erdê. Hezar keç û xort û gulîdirêj
û çavreş û bejinbilind hebûn, wexta ku me hevdu hembêz dikir, me digot rojekî wilo
emê li Amedê bigerin. Tenê me wilo digot, lê bes me di hûndirê xwe de digot 'tiştek dûr
e jî û bawer nakim'. Bes me sebra xwe pê dianî. Belkî niha ez ne bi wî rengî hatime, ne
ew rengê wekî xewnên di serê min de. Bes dîsa jî, niha dîtina Amedê ji min re, ku
ez hatime û ez dibînim, niha romannivîsên kurd bi min re rûdinên û ez têm dibînim
bi dîwar ve wa sûretê Cegerxwîn û Ehmedê Xanî, Mûsa Anter û ev sûretên niha
daleqandî ne û rengek ji rengê fermiyetê tê de heye. Belediya Diyarbekir heye û
ez dizanim wa polîs hatin devê derî ne, kes nahêlin ku ew derbas bibin. Ev li ba min
bi rastî gelek manê dîn dide. Yanê ji mesela bajar derket. Ji mesela bajar, cade,
xelkê wê û nema dihêlê ku ez wiha difikirim. Dihêlê tenê çewa ez herim wir û çawa
ji vir vegerim. Ewa hanê, tiştên gelek min lewitandin û bêtir jî min got ez dê bi
erebî binivîsînim. Niha, îro du roj ez dibêjim, gelo ez vegerim, ezê dîsa bi
erebî binivîsînim? Ez niha gelekî vê pirsê ji xwe dipirsim. Ezê dîsa bi erebî
binivîsînim an na? Amed tiştê wiha li ba min çêkir. Ez gavê xwe wilo hêdî
diavêjim. Yanî ez pê dihisim ku wa ez pêlî xwînê dikim, ez pêlî destê hevalên
xwe dikim...
|
|
|