28.07.2003 - 14:30
REZOYÊ OSÊ: DIVÊ REWŞENBÎR
RASTGO, MAFNAS Û ERKNAS BE!
Beşê yekê
Pêşkêşkirin û hevpeyvin: Konê Reş

Rezoyê Osê
|
Bêguman, bingeha rewşenbîriya me -Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê - ya nûjen vedigere kovara Hawar (1932-1943). Ango bi kovar û rojnameyên Bedirxaniyan, pêmayekî nû ji me re hat danîn û li ser pêvajoya wî pêmayî kesatiya me hatiye ava kirin.
Di vê pêvajoyê de, gelek nivîskar û hozanvan di hola rewşenbîriya kurdî de hatine der û navê wan hatiye çesipandin, ew jî bi hunera pênûs û xamê û berdewamiya nivîsandinê. . .
Di vê mijarê de, ez navê birêz Rezoyê Osê ji navên sereke dibînim.
Erê, tevî ku Rezoyê Osê di karê xwe de endizyar e, belê ew di warê ziman û rewşenbîriya Kurdî ya giştî de jî endizyarekî çeleng û aktîv e. Wî xwe gelekî di ber ziman û toreya kurdî de westandiye.
Li ser daxwaza redaksiyona kovara "Havîbûn", birêz Salimê Casim û Mihsinê Osman, ên ku di Qamişlo re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, û ew çax û dem bi wan re tinebû ku weha guftûgo pê re li dar xînin, lewra li ser daxwaza wan, min ev kar hilgirt ser milê xwe û ev hevpeyvîn bi birêz Rezoyê Osê re li dar xist.
Ev hevpeyvîn bi tîpên erebî di hejmara "Havîbûn" a nû de derdikeve, û niha em wê bi tîpên latînî di malpera Amûdê de diweşînin.
Mamoste Rezo, hûn di nav rewşenbîrên Kurdên Binxetê de navekî diyar in. Gelo diyarbûna vî navî hûn bi çi ve girê didin?
Seyda, ev pirseke berfireh e. Ez bawer im, dîmenên jiyana min bi dîmenên jiyana her kurdewarekî re hevpar in. Ango, ez dikarim xwe weku nimûneyeke berçav bikim, ku her rewşenbîrekî Kurd, an jî her kurdewarek dibe kopiyek ji vê nimûneyê. Lê taybetiya kesan û mercên navnasiyê ne hevbeş dimînin.
Wilo, ez her rewşenbîrekî kurd di nava xwe de ji xwe çalaktir û hêjatir dibînim. Lê mercên, ku min qezenca xwe ji wan kir, berdestî herkesî ne bû ne. Bi kurtî rewşenbîriya kurdî ji hêka kurdewariyê
derdikeve. Ev hêk jî pêwîste bi gonê netewî pîroz bûbe. Eger rewşenbîrê kurd vê yekê di nava xwe de ne pelîne, ew hêk dixeyise û bê can dimîne. Hinga rewşenbîrî zir û arzan berçav dibe û bi durvên reşbînî û bêhêvîtiyê tê pêçan. Lê dema mirov vê yekê di nava xwe de dipelîne, xwe neçarî kar û xebatê dibîne, ku bi şêweyê çalakiyên rojane têne pelandin û berçav kirin. Wilo, mirov lingê xwe davêje ser pêpelûka pêşî ji mêrdewana rewşenbîriyeke rast û durust, ew rewşenbîriya mafnas û mirovane. Piştre dimîne, ku mirov xwe gav bi gav bide pêş, û lerzîna li pey her gavekê ji xwe re neke bar, da bê tirs berdewamiya xwefêrkirin û danê bike.
Mamoste….
Libê. . .
Libê şêrîn! Ez dixwazim axaftina we ya bi şekir bibirim...
Fermo. . . .
We bi vê helkeftinê ez neçar kirim, ku ji forma pirsên klasîkî derkvim û vê hevpeyvînê bi şêweyekî guftûgoyî bi we re bibim serî. . . .
Weke hûn dibînin, Seyda!
Çima û çawa tu rewşenbîriya xwe bi hestên netewî ve girê didî?
Belê, dema hestê netewî li ba mirovê kurd şiyar dibe, pê re gur jî dibe. Li gora gurbûna hestê netewî rê li ber mirov vedibin. Hinga, ew mirov xwe neçarî xebatê dibîne. Rê û şivîlekên kar û xebatê jî pir in. Ji wan kar û barên rewşenbîrî ne. Hinga, mirov dikeve ber pêr û mêzînê, gelo çawa rewşenbîriya xwe tîmar bike! Eger xwe mafnas bibîne, xebata xwe gorî mirovayetiyê bê mêldarî dike. Lê pêşî ji xwe, mala xwe, civaka xwe û gelê xwe dest pê dike. Ev hest ne bi bazarê ne jî bi kirîn û firotinê dibe milkê mirov. Dêmek li ba min pêşî hestê netewî serê xwe rakir. Vî hestî berê min da ser rê, bê ku ez desthilat bim, an jî pilandar bim. Dibe jî, ku ev hest çîkekê di nava mirov de pêxe, lê zû vedimire.
Şaxên rewşenbîriyê li ba we, serê xwe bi vî rengî rakirine. Lê gelo dibe mirov rewşenbîriyê bi hestên netewî ve girê bide? Ji ber her Kurd hest dike, ku Kurd e. Ev hest li ba her kesî heye. Êdî rola vî hestî li ser rewşenbîriyê çi ye?
Belê, Seyda! Tu Kurd bî tiştek e; lê tu bi erkên kurdewariya xwe rabî, tiştekî din e. Ango, mirov tenha Kurd be, bes nake. Lê wilo jî divê mirov di ber kurdewariya xwe de bizavker be, bêyî ku di hin movikên karê xwe de ziyandar be. Ew bizava di ber mafên mirovayetî û netewî de bikeve ciwa rast de û hêlemiştê li ber xwe bibe, lê ne avêje ser dêmên bêgunehan. Ango, rewşenbîriya resen bizavê di ber mirovantiyeke bêguneh de dike, ne berê xwe dide ziyan û wêraniyan.
Mamoste, hûn napelînin, ku bi van gotinên "hestê netewî, kurdewarî, kar, xebat û h. d. " ji erkên rewşenbîrî dûr dikevin û berê xwe didin têla nijadperestiyeke rût?
Na, Seyda! Bibêje çima? Belê, ji ber erkên rewşenbîriyê diyar in û sînorkirî ne. Eger mirov ji dilpêşeng be, ji dil rewşenbîr be, gerek e mirov ne tenha erkên xwe binase, lê bizav û dozên xwe jî binerxîne. Ango, pêwîst e sînorên rewşenbîriya mirov diyar bin, hişê mirov zelal be û gêra xebatê jî xwiya be.
Eger mirov di nav tûmanbîniyê de kêferatê bike, rewşenbîrî xwe li mirov naxwe. Belê, dema mirov bi zelalî xebatê di ber mafê gelê xwe de bike û ziyanê negihîne mafê kesekî din; dema mirov bercewendiyên gelê xwe bi cih bîne û bercewendiyên kesekî din di bin piyên xwe de neperçiqîne; û dema mirov bi jan û şahiyên gelê xwe biheje û jan û şahiya herkesî weke yên xwe bibîne, hinga mirov rewşenbîr e. Bi kurtî, pêwîst e mirovê rewşenbîr rastgo be, mafnas û erknas be. Bi vî rengî, ez xwe dinasim. Ez doza xwînrijandinê bi nijadperestî nakim, lê doza ximavrijandinê bi hiûekî vekirî û mafnas dikim. Ji ber dema mirov bi têgihiştin mafnas be, nabe behweriyê bi mafxweriyê bîne. Wilo, êdî rewşenbîr ne tenha bizavê di ber mafê gelê xwe de dike, lê wilo jî, bi tevayî, di ber mirovayetiyê de jî dike. Ji ber vê yekê, barê rewşenbîr barekî pir giran e, û pirê caran ne tenha dibe benîştê devê desthilat û rejîman, lê wilo jî bi destên gelparêz û hiştengan tê azar kirin.
Eger bi we ne giran be, vî hestê netewî çawa serê xwe li ba we rakir?
Belê, Seyda! Ev hest ne kewek e, ku mirov bigre û di paşla xw ke. Ev hest bi keyandina zarokê re hev digre. Ev keyandin ji malê, ji civakê, ji perwerdekirineke bê pilan dest pê dike. Ev hest weku pizrûkên nîvişk di prosesa vê keyandinê de hev digrin, tanî dibin gulokek ji behweriyan û bi rengekî xav/zaroktî xwe belû dikin. Lê, bi demê re têne siqa kirin û dikevine çarçeveke berbiaqil de.
Gelek caran ev hest, weku dombelanên bi şipna birûskan belû dibin û bi xurtî bi pyeran ve têne girêdan. Bûyerên zarokî jî, weku dilopa şûna xwe di latê de bikole, di bala mirov de dimînin.
Belê, Seyda! Şevekê ji şevên zivistana sala 1959an, dergehê me yê bakur bi xurtî lêket. Şev jî qar bû, serma, ba û baran bû. Diya min li ser deng şiyar bû, em jî pê re. Tirsê em pêçan û gomanan em girtin, çi reş û çi gewr. Diya min, ji oda razanê berê xwe da hêwanê. Diya me bî bû, li ser zarokên xwe rûniştî bû. Em jî weku paşmêran mane li pey wê. Wê destê xwe avête çingalê derî û pê re bi hêrz pirsî: "Kî ye?" "Metê, ez im", deng hat. Diya min bi deng re çingale ji qulpokê derxist, bayê kur derî bi hêz vekir. Diya min matmayî, piştî ku biraziyê xwe dît, got: "Pepû, yabo we dîse bazda ye?" Birazî, bi qerf û tinazî bersiv da, got: "Na metê, bi Xwedê em bi meş hatine."
Min, piştî liclica zaroktî û pirsê li pey hev, ji diya xwe nasî, ku kurxalê min û hevalê xwe xwîniyê dewletê bûn, ji ber ku "Kurd in û Partî ne". "Dewlet li serê wan digere, kurê min." Ev bersiv min ji diya xwe nas kir.
Mamoste, ma bûyereke bi vî rengî bes dike, ku rewşenbîrekî bi pirsa gelê xwe ve girêdayî saz bike?
Na, Seyda! Lê, bûyereke halo dibe çîka pêşî, ku çavên mirov vedike û taristaniyê li pêşiya dîtinê ji hev bela dike.
Baş e, mamoste! We çêra keyandina zarokê di malê de, di civakê de û perwerdekirina wê ya xweber, ango bê pilan, kir. Hûn bi xwe çawa hatin keyandin?
Di dema zarokî de, me hebûna erebî di civaka xwe de ne dipeland. Me Ereb tenha xwêfiroş, xurmefiroş û dimsfiroş dinasîn. Wilo jî, me dewlet tenha Qamçorçî, Rêcî û Derek dinasîn. Me dibistan jî dezgeheke bidestxistina zanînê dinasî, ku serkêşê wê mamoste bû û zimanê wê erebî bû. Bi kurtî, me salê carekê Qamçorçî, karmendê dewletê, yê ku baca pêz distand, didît. Me salê çendcarekî Rêcî, karmendê dewletê, yê ku li tutinê digeriya, didît. Yan jî me mirovên bi çifqe li ser hespan didîtin (ew leşkerên, ku ji wan re Derek dihate gotin, û têkiliyên wan tenha bi axê û Muxtar re hebûn). Kêfa me dihat dema ku dihatin gund. Ji ber me davik ji mûyên dûvê hespên wan çêdikirin. Li dibistanê tenha zanyarek hebû, ew jî mamoste bû. Me pir ji mamosteyan hez dikir û me bi ya wan dikir. Me zimanê xwendinê, zarê dibistanê dinasî. Axaftin, leyistik, lebt û liva me, derveyî rûpelên pirtûkan û rûniştina li sewr masan, bi kurdî bû.
Seyda, ma civaka, ku asoyên wê bi vî rengî sînorkirî bin, wê zarok çawa tê de bê keyandin? Bêgoman, wê zarokeke paqij, mirovane, bêguneh û nekîndar tê de xwedî bibe û xweber perwerde bibe. Lê, piştî ev zarok ji vê civakê derdikeve, ew sînor têne şikandin û gêra asoyên dîtina wî ferehtir dibe. Wilo, ez hatim keyandin. Loma, min di destpêkê de got, ku dîmenên jiyana min bi dîmenên jiyana her kurdewarekî re hevpar in.
Mamoste, çi qezencên rewşenbîriya we ji vê keyandinê hene?
Seyda, min li pêş jî got, ku civaka me zarokeke paqij, mirovane, bêguneh û nekîndar, xweber, perwerde kiriye. Ev zarok fêr bûye, ku ji axê, avê, ba û roniyê hez bike. Ji şînî re, ji avakirinê re dost be. Ji zexelî û wêraniyê re dijmin be. Bi pisîk û segên malê re, bi teyr û tilûran re, bi mor û caneweran re dilbirehim be, mêhrevan be. Wilo jî, bi mirovan re dilovan be. Ma kanî rewşenbîriya ji vê yekê bilindtir? Lê, dema ku ev rewşenbîriya xweber di kêferata jiyanê de bi durustî siqa bibe, dikeve ser riya rast de û qezencda xwe belû dike.
Mamoste, hûn rê bidin, ez ê dîsa li hin gotinên we vegerim. . .
Fermo, Seyda! Hûn serbest in.
We termên "ximavrijandina bi nijadperestî" û "ximavrijandina bi hişekî vekirî û mafnas" kir. Mebesta we ji van terman çi ye?
Seyda! Di behweriyên min de, gerek e mirovê, ku xwe reweşenbîr bibîne û binase, ne durû be. Ango, gerek e rastgo be û pîvanên wî ji behweriyeke resen, bê mêldarî, derkevin. Wilo jî zanibe van pîvanan, di her rewşeke taybet de, bi durustî pêk bîne. Belê, her xebatnasek (rewşenbîr jî xebatnasek e) alaveke wî ya xebatê heye. Alava rewşenbîr di xebatê de pênûs e. Pênûs jî ximavê dirijîne. Ango, ev ximav dikare bibe jehr, dikare jî bibe eksîra jiyanê. Di vir de, durustiya pêkanîna erkên rewşenbîrî diyar dibe. Li gorî vê diyardeyê mirov dipirse, gelo ximavrijandina vî rewşenbîrî rê ji qezencên mirovanî re rast û dûz dike, yan jî vê rê bi kort û hêrik dike. Hinga mirov dikare bêje, ku ev ximavrijandin qezencdar e, yan jî ziyanker e.
Ez dixwazim nimûneyekê ji dîroka rewşenbîriya kurd di vî warî de bînim zimên. Belê Seyda, hûn wek şopnasên Bedirxaniyan tên nasîn. Ango, we xwe di warê jiyan, xebat û bizavdariya malbata Bedirxaniyan de westandiye û bi taybetî hûn di warê hizr û jîndariya M. C. A. Bedirxan de pispor têne nasîn. We gelek caran aniye zimên, ku "Mîr C. A. Bedirxan berê xwe ji tivingê gihertiye, lê berê xwe daye pênûsê û hêza pênûsê ji ya tivingê pêştir dîtiye."
Dêmek, pênûs di bandora xwe de, û di rewşeke taybet de, hemkûfê tivingê ye, eger jê ne pêştir be. Tiving bi berê sor diaxife, lê pênûs bi ximavê diaxife. Ango, pênûs û tiving du alavên alîkar in, ku desthilatê bidestxistina mafê mirovayetiyê ne. Tiving nîşana hêza mîkanîzmî ye û pêwîstiya wê ne di her rewşê de heye. Pênûs jî nîşana hiş û behweriyeke payebilind e, ku di her rewşê de pêwîstiya wê heye. Eger mirov mercên pêkanîna van herdu alavan xweş binase û sînorên wan ji hev derxe, hinga her alavek bi rola xwe ya durust radibe û mirovanî dûrî wêraniyê dikeve. Hinga jî pîvanên rewşenbîriyê bi durustî û cihgirtî, di riya bidestxistina mafên mirovanî de pêk tên.
Berdewam dibe..
|
|
|