29.11.2003 - 02:20
GULISTAN PERWER:
"STRANGOTIN JI BO MIN ÎBADET E!" *
Salihê Kevirbirî - Stockholm
salihkevirbiri@hotmail.com

Salihê Kevirbirî
|
Gulistan Perwer yek ji xweşavazên stranbêjiya kurdewar û hesteberz e û
bernameçêkera televizyona MEDYA'yê ye. Pêşkêşvana bernameya 'Baxçê Gulan' e,
ku ev bername bûye zaroka duyem a wê û 'delalê ber dilê' hezkiriyên televizyonê. Li gel ku bi dehan car di bernameyên televizyonê de min dêhn û bala xwe dayê û çend caran jî bo demên kurt li Belcîkayê em hatine cem hev jî, di lihevrûniştin û sohbeta vê carê de, ku me li paytexta Swêd Stockholmê kir, min pê derxist ku bi rastî jî zor diltenik û hestiyar e. Bi rastî jî Gulistan Perwer hunermendeke wisa ye, ku her wekî cêjdariya stranên wê, mirov ji xweşbêjî û sohbeta wê jî têr nabe.
Li Stûdyoyên televizyona Mezopotamya û Medyayê ya li Stockholmê Gulistan Perwer pirsên me yên derbarê huner, stran, dengbêjî, jin, kurê wî Serxwebûn û plan û projeyên xwe li gel hêsirên çavan bersivandin...
******
Salihê Kevirbirî: Di destpêkê de dixwazim hîn bibim Gulistan di malbateke çawa de mezin bû? Ji kerema xwe re psîkolojiya wê civakê ji me re rave bike. Yanî malbateke çawa, zarokatiyeke çawa..?
Gulistan Perwer: Malbata ku ez jê têm, ji aliyê bavê ve mele ye. Malbat bi alimtiya xwe îslam belav kiriye. Ji aliyê dê ve jî ez şêxmalbat im. Ji mala dayika min re 'Mala Şêxê Zirav' tê gotin. Diya min neviya Şêxê Zirav e. Bi navekî din neviya 'Şêxê Qerecdaxê' ye. Mala bavê min bi xwe ji Midyada Mêrdînê ne. Tê gotin ku heft bav berê ilimdarê îslamê bûne. Kalikê bavê min ê herî mezin ilimdarê 'astrolojiyê' bûye. Piştre ji wê derê derketine û hatine hêla Siwêregê, herêma 'Qeregêçiyê'. Dema mirov vê dîmenê rapêşî dêhn û bala xwe bike, dê bibîne ku malbateke oldar û malbateke ilimdar li ser hûkme. Tabî divê bibêjim ku aliyekî arîstokrat a van malbatan jî hebûye. Di atmosfereke wisa de, min çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Di malbatê de zaroka çaremîn im. Di atmosferek wisa de jî mezin bûm...
Di malbateke wisa ilimdar, şêx û arîstokrat de, qedrê te her berz û bala bûye bawer im...
(Dikene. Piştî kurtedemek dibersivîne) Mixabin baweriya te ne di cih de ye. Bavê min bi keçeke wisa re zewicî ye ku armanca wî û ya kalikê min ew e, ku diya min kuran bîne. Çavên wan - wekî piraniya malbatên herêmê - li benda zarokên lawîn bûye. Diya min kurek aniye. Pêşî zaroka wê kur bûye, piştre keçek çêbûye. Piştî vê keçikê, keçikeke din çêbûye. Lê ev her du keç jî mirine. Piştre ez ketime zikê diya xwe û ez çêbûme. Wê demê her kesê ji malbat û eşîrê li benda kurekî bûye. Piştî çêbûna du keçan, çêbûna kurekî dê prestîja eşîrê yê binpêbûyî rizgar bikira! Bîr û bawerî ew e, ku kurek ji vê jinê çêbibe ji bo eşîrê şerefek e pir mezin e. Û ez çêbûme! Tabî pir kêfxweş nebûne. Wekî ku tu difikirî qedrê min tunebû lê heta kengê? Piştî min, dayîka min pênç kur anîn. Ango pênc birayê min çêbûn. Wê demê qedrê min jî her ku çû di nava malbatê de zêde bû.
Heger ez dîsa vegerim ser pirsa te ya destpêkê, dikarim bibêjim ku vê yekê bandoreke giran li ser min hiştiye. Ta niha jî li ser vê psîkolojiyê serê xwe diêşînim. Psîkolojiya zarokatiya min a di malbatê de bûye sedem ku ez her serhildêr û îsyankar bim. Heger ez qîzeke feqîran bûma, gelo dê min reaksiyoneke wisa nîşan bida an na, baş nizanim. Li aliyekî min her digot 'çima ferqa min û kura heye? Çima ez jî ne wekî birayên xwe me? Çima heqê wan heye, heqê min tuneye?' Li aliyê din ve jî di malbateke wisa nîv-arîstokrat û di meseleya dînî de serdest de, wekî prensesekê hatime mezin kirin. Dikarim bibêjim, piştî çêbûna birayan qîmeteke min hebû, hem li malbatê hem jî li derdor. Bi kurtasî dikarim bibêjim, ku di civakaka wiha de, di nav şert û mercên bi vî rengî de, li gel lêpirsîn û lêgerînan mezin bûm.
Bêguman, di civakeke bi vî rengî de, ku te jî bi mînakên balkêş rave kir, hin beşên hunerê hene ku bi reaksiyonerî têne pêşwazî kirin. Mirov dikare navên van huneran wekî şanogerî, wekî stranbêjî rave bike. Bêguman, di serdemeke bi vî rengî de ji kurekî bêhtir, keçek dema rabe behsa hunerên bi vî rengî bike wê reaksiyon berz û bala bibin. Ez dixwazim vê yekê hin bibim. Gelo di zarokatiya te de bîranîneke te ya wisa heye ku ji bo te gotine 'dengê wê zor xweş e û ew dema mezin bibe wê stranbêjek jê derkeve..!'? Di zarokatiyê de tiştên wisa hebû?
Te dît gava dî jî min behs kir. Diya min ji malbateke şêxan bû. Di şêxa de sofîzim û mesela derwêştiyê bû. Lewre jî zarokatiya min di nava derwêşan de derbas bûye. Ji hêla din ve jî dengbêjî, stranbêjî û goranîbêjiya dengbêj, stranbêj û goranîbêjan hebû. Lê şêwaza hunera ku dikirin, gelek durî min bû. Diya min her daim li erbanê dixist û dengê wê jî pir xweş bû...
 Salihê Kevirbirî
li gel Gulistan Perwer li Stockholmê
|
Hûn dikarin navê wê bibêjin?
Diya min, navê wê Nesîbe ye, torîna Şêxê Zirav e, wekî ku min berê ji te re got. Icar gava ku dayîka min li gel derdora xwe li ser Hz. Muhemed, li ser kalikê min, li ser hemû ewliya û enbiyayan digotin, piştre jî diketin zikrê. Hemû bi zikrê diketin. Wekî medîtasyona ku îro ewropî li dûv ketine. Hinek lêkolînên min bi xwe jî li ser vê yekê çêbûne. Wekî me behs kir, Gulistan di civakeke wisa de mezin bû. Yanî dixwazim bibêjim, dê Gulistan rabe hunerek çêke, stranbêjiyê bike; ev hûner û stranbêjî bikeve pîlak û kasetan û here Stenbolan. Di wê demê de nepêkan bû...
Yanî bi awayekî henekî be jî tişteke wisa dihate gotin?
Na! Hatibe gotin jî, ji bo psîkolojiya zarokeke wekî min xweş bibe, hatiye gotin. Tu ji min baştir dizanî, ev yek, di civakê de bi rengekî xweş nayê dîtin. Konsera Eyşe Şanê tê bîra min. Eyşe Şan hatibû Wêranşarê. Di çadirê de konsêr da. Tevahiya mêrên bajêr çûn konserê. Lê ji bo jinan qedexe bû. Di malbateke wisa de, wê çawa qîza wê malê derkeve? Wê çawa dengxweşiya wê li nav milet, li nav civakê belav bibe. Li gorî bîr û baweriya wan, ev yek rûreşî ye û pir eyb e.
Lê dawiya dawî ev deng belav bû. Piştî 40 salan be jî belav bû. Ev reaksiyona ku te niha behs kir, îro jî heye gelo?
Nexêr! Çima tune ye? Ez niha nizanim li gundekî Kurdistanê dema min di televizyonê de dibînin, der heqê min de çi difikirin. Ango gava guhdariya kasêta min dikin, çi dibêjin. Eger ne ji meseleya çepîtiya 60-70'yî bûya û ne ji şoreşa kurd bûya, Gulistana ku îro tu pê re diaxivî, çênedibû. Divê mirov vê rastiyê qebul bike. Eger Gulistanek wisa heye, bi xêra rengê wê şoreşa ku li Bakur çêbûye, bi xwe ye..
Herwiha şoreşê nerîna kevneperest, a ku we behs jî kir, guhert?
Belê belê, guhert. Di civakê de imkan çêkir, ku eger ez li Kurdistanê bimama jî, ez bawer im dê ne wekî berê bûya. Niha em dibihîzin, li welêt ji bo dengbêjên jin qedr û qîmetek li holê ye. Jin stran û kilamên ku dizane, diçe li ode û dîwanan, li partî û komeleyan ji sedan kesî re dibêje. Mêr, kur, dê û bavê wê jî tên û bi şanazî û serfirazî lê guhdarî û temaşe dikin. Ma berê kî dikaribû behsa bûyerekî wisa bike? Di zarokatiya min de, li Qeregêçiyê çend dengbêjên jin hebûn. Behsa wan dihate kirin ku diçûn li ode û dîwanxaneyên beg û axeyan rûdiniştin. Ev dengbêjên hanê, li gel ku ji şerqa sibê heta mîla mexrebê ji wan beg û axeleran re ji bo gezek nan kilam û stran digotin, pênc pere nedikirin li ber çavê wan beg û axeyan. Di ser de jî, navên wan dengbêjên feqîr bi xerabî derketibû. Civakê bi çavên 'jinên erzan' li wan mêze dikir, ku îro ez ji guhdariya kilamên ku digotin têr nabim. Ha min romanek xwendiye, ha min kilameke wan a klasîk guhdarî kiriye. Hew çend ku qedrê xwe li cem min çêkirine. Ev yek ji bo gel jî wisa ye. Gel jî êdî qedr û qîmeteke giranbûha dide wan. Tu dibînî ku şoreşa kurd guherînên çawa di raman û mejiyên mirovan de çêkirine.
Tu beriya min ketî nav mijara ku min dixwest bipirsim: Di zarokatî û ciwaniya xwe de, te guhê xwe dida dengbêjên çawa? Kî bûn kesên ku tên bîra te? Ji wan navên navdar zêdetir, ew kesên ku navên wan zêde nehatiye bihîstin...
Ezê niha ji te re tiştekî bêjim, wê pir li ecêba te biçe. Heta ku em hatin bajêr, me hay ji zimanê tirkî û çanda wê tunebû. Li gund her em di nava çand û zimanê kurdî de bûn. Piştî ku me mal bar kir û em hatin bajêr, em bi çand û zimanekî nû re rû bi rû man. Wê demê tirkî û çand û zimanê wê jî xwe wekî pîrebokan li me pêça! Mirov diçe mektebê. Televizyon heye. Di nava serdemeke kurt de, tu ji stran û lorikên dayîka xwe, ji stran û kilamên dengbêjan diqevizî nav çandekî nû. Tu mecbûr dimînî ku qalikê xwe biguherînî. Tu nexwazî jî diguhere. Wê gavê, yekser ji dengê dengbêjan meyla min çû ser stranbêjên tirkan. Di radyoya tirkî de, ku TRT jê re dibêjin, kesên wekî Sezen Aksu derdikeve, çiqas xweş dibêje! Tabî ez dixwazim wekî wan bibêjim. Kesên wekî Zekî Muren, Sezen Aksu, Gulten Karabocek bêhtir bala min dikişînin. Diya min li Eyşe Şanê guhdarî dike. Henekê xwe pê dikim. Dibêjim 'dîsa tu li kurmancî guhdarî dikî!' Bi vî awayî çend sal bandora tirkî li ser min çêbû. Şikir ji Xwedê re ku ev tesîr zû ji ser min belav bû. Ez bêm ser pirsa te, ez bawer im te behsa navên ku bi kurdî digotin û tesîra xwe li min dikirin, pirsî. Ne wisa?
Belê belê, pirsa min ew bû...
Salihcan, straneke min heye navê wê 'Sînanê Kirîv' e. Ez bawer im te guhdarî kiriye. Stran ji aliyê gel ve gelekî hate hez kirin. Li Qeregeçî du jin hebûn, ji wan re digotin 'Salîhaya Mezin' û 'Salîhaya Biçûk'. Bandora wan li ser min gelek çêbû. Eyşe Şana dengzêrîn heye ku ez nikarim qedrê wê bi gotinan rave bikim. Diya min bengiya Eyşe Şanê bû. Tevahiya pîlakên Eyşe Şanê li mala me hebûn. Mehmûd Qizil heye, ku me tim guhê xwe didayê. Wekî din stranbêjekî din hebû, navê wî niha nayê bîra min. Pîlakên wî jî bi kurdî hebûn. Berê pîlakên biçûk hebûn. Çi kasetên bi kurdî, piştî derketinê li mala me peyda dibûn. Ji ber ku diya min her li wan guhdarî dikir, tesîra wan jî li ser min çêbû. Piştre Radyoya Êrîvanê heye, ku gelek navên wê bi dengên xwe yên şêrîn her roj dibûn mêvanên me..
Belê, ezê bêm ser wê mijarê ango li ser Radyoya Erîvan. Lê berî wê dixwazim hîn bibim stranbêjî û muzîk ji bo te tê çi wateyê? Ji gelek stranbêj û dengbêjî dipirsim, dixwazim ji te jî bipirsim, heger kesek rabe û ji te re bibêje 'dev ji stranbêjiyê berde', wê bi te re hesteke çawa peyda bibe?
Kesek nikare ji min re bibêje 'dev ji stranbêjiyê berde'. Divê ez bi xwe vê biryarê bidim. Kesek rabe wisa bibêje ezê bibêjim 'ev camêrê hanê yan jî xanima hanê aqilê xwe winda kiriye!' Tabî dixwazim ezîziya vê yekê ji bo xwe rave bikim. Huner û muzîk ji bo min her tişt in. Lewma min mînakeke wisa da. Bêguman, ez jina ewilî me ku min strana siyasî gotiye. Hunera min ji stranbêjiya normal bêtir, stranbêjiyeke milîtanî ye. Bi vî awayî dikarim peywir ango wezîfeya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih bînim. Huner û stranbêjî ji bo min wateyeke xwe ya zor mezin heye. Bi vê yekê hewl didim xwe qedexebûn, asîmîlasyon û bindestiya ku bi sedên sala gelê min tê de ye û pir kişandiye, bînim zimên û di hizr û mejiyên mirovên xêrxwaz û xêrnexwazan de bikolim.
Bêguman wisa ye, bêguman jî Gulistan Perwer di çand û kelepora kurdî de, di stranbêjiya kurdî de şayanê gotin û pesindanê ye, ku mirov bibêje naveke sereke ye. Lê min her meraq kiriye, gelo di jiyana xwe ya hunerî û civakî de, te tiştekî wisa kiribe ku piştre tu jê poşman bûbî, heye? An jî ez wisa bibêjim: piştî kirin an jî pêkanîna karekî, te qet gotiye 'xwezî min tiştekî wisa nekira'?
Tiştekî gelek xwezayî ye, ku insan pirî caran ji bo kiryarên kirî poşman bibe. Em beşer in û ji bo tevahiya beşeran jî rewş wisa ye bawer im. Ev yek di jiyana min de jî pirî caran çêbûye û ez laqeyî pirsên bi vî rengî hatime. Ez bibêjim 'ji her karê ku min kiriye piştrast û bawer im, min qet şaşî nekiriye ku poşman bibim' ne rast e. Lê tiştên biçûk, poşmaniyên biçûk ne tê de, ez her ji karê ku min kiriye, piştrast, jixwebawer û şanaz bûme. Ez bawer im mesele hinekî jî meseleya wijdanê ye. Dema wijdanê mirovan rehet be, serê xwe bi pirsên wisa jî naêşîne.
Wekî jineke kurd, wekî miroveke kurd min hewqas êş jî kişand, ez dîsa dibêjim: ji bo miletekî ku kole û ji hemû parê jiyanê bêpar mabû, çi fedakarî hebûye min kiriye û ji îro şûnde jî çi bar bikeve ser milên min, ezê bikim. Ev kar nebe, kareke din dîsa ezê bikim, xwe jê nadim alî. Gulistan Perwer derkeve bi stran û kilamên xwe vê yekê neyîne zimên, dê çi bike. Ji bo min hunera vî miletî, azadiya vî miletî li ser her tiştî ye. Ji xwe ev e û kurê min Serxwebûn e ku min li ser piyan dihêle. Îro tu bi xwe ji welêt, ji Stenbolê hatî, baş dizanî. Bi hezaran zarokên vî welatî di heps û zîndanan de ne, bi hezaran kur û keçên vî gelê belengaz li serê çiya û zinarên bilind dilana jiyaneke birûmet digerînin. Gulistan Perwer derkeve bi stran û kilamên xwe vê yekê neyîne zimên, dê çi bike...?
(Bi van gotinan re hêsir ji çavan dilop dilop têne xwarê. Kurtedemek bêdeng dimîne, paşê pirseke din arasteyî wê dikim.)
Diyar e ku êş û jana gelê kurd tesîreke mezin li te û li karê te bi xwe dike. Ji ber vê hindê girîn û diltenikiya te ez keserkûr kirim. Li hêla din kurê te Serxwebûn û hunera ku tu dikî, ji bo te her tişt in. Gava ku tu karê xwe îcra dikî, hesteke çawa bi te re peyda dibe? Yanî ew kesekê ku gava karê xwe rave bike hesteke wisa pê re peyda bibe, gava pêk tîne hesteke çawa çêdibe?
Bêguman, hestên bi vî rengî, hestên gelek mezin in. Ev hest nebin, êşeke wekî êşa Qazî Mihemed nikarin werin nîşandin. Ez gava tiştekî diaxivim, ez dizanim ku ez vê yekê bi gelê xwe re parve dikim. Ew ji bo min kêfxweşî û dilxweşiya herî mezin e. Wekî ku dinya bibe ya min, pir kêfxweş dibim. Dibim wekî zarokeke heft salî. Gava ku ez ji bo çand, huner û ji bo vî gelê perîşan karekî baş biafirînim, ji bo min xweşhaliya herî mezin e. Bi van axaftinan tu hestên min dibînî, îcar gava li ser sehnê li gel gelê xwe, li gel hezkiriyên xwe me, were berzebûna hest û ramanên min tu hesab bike.
Ji aliyê wicdanî ve jî, ez Gulistaneke gelek rehet dibînim. Gava din jî me behs kir, ku emê vegerin ser rola radyoyên kurdî. Wekî tê zanîn, ji bo her dengbêj û stranbêjî, bi taybet jî tu devê kîjan dengbêjî vekî, yekser dibêje 'ez herî zêde di bin tesîra radyoyan de mame, bi taybetî jî Radyoya Erîvanê'. Vê pirsê dixwazim ji te jî bikim. Mesela di zarokatiya te de ev radyo hebû, li malê lê dihate guhdarî kirin?
Belê çawa! Dihate guhdarî kirin heta tu bêjî 'bes'! Radyoya Erîvanê wekî her malbata kurd 'delala ber dilê malbata me jî bû'. Li gundê me bi taybetî, gelek dihate guhdarî kirin. Li gundê me nezanîna zimanê tirkî dibû sedem ku qedrê radyoyê zêde bibe. Baş tê bîra min, li gund havînan em li ser xaniyan radizan. Radyoya Erîvanê bi stranên xwe yên wisa xweş, di bin wan stêrk û heyva xweş û ronahî de cihê xwe di bîr û hinavên min de terxan kiriye...
Di nav wan camêr û şêrejinên dengzêrîn ên radyoyê de, navên kîjan stranbêjan zêde dihate bi lêv kirin û kîjan stranên wan 'birincî' bûn?
Dengên Cizrawiyan, dengê Îsa Berwarî, dengê Karapetê Xaço, dengê Meryemxanê, dengê Eyşe Şanê, dengê wan jinên wê hêlê bi xwe, Fatma Îsa, Sûsika Simo, Temama Wekîl, Dîlbera Wekîl û bi dehan navên din. Tevahiya van nav û dengên ezîz di jiyana min a hunerî de cihê xwe girtine. Bejna xwe li ber tevan ditewînim.
Ez bawer im tu bi wan deran ve çûyî?
Belê Salih ez çûm. Ez çûm Ermenistanê. Tu dizanî ez çûm radyoyê jî? Li radyoyê jî bi min re hevpeyvîneke zindî çêkirin. Hestên min gelekî bilind bûn. Li ciheke wekî Radyoya Erîvanê ez gelekî hestebar bûm. Tesîreke hewqas mezin li ser min çêbûye ku ez ji xwe çûme li wê derê. Bifikire Gulistana ku Radyoya Erîvanê ji bo wê tê gelek wateyan, wekî stranbêja mêvan beşdariya radyoyê dike. Radyoya zarokatiya xwe...
Ji ber ku her û tim tê gotin, çand û hunera kurdewarî li ser vê bingehê şîn bûye: kilamgotin û stranbêjî. Dema mirov dêhna xwe dide piraniya kilamên dengbêjan, yekem car ji devên jinan hatine bihîstin. Qewimînek çêbûye, şerek çêbûye, qîzek hatiye revandin, mêrek hatiye kuştin. Tim jinê li xwe xistiye, porê xwe kişandiye, çarik ango laçika xwe qetandiye û kilam gotiye. Lê balkêş e ku kilam ji hêla zilaman ve, ji hêla mêran ve hatine gotin. Heger çend navên sereke hebin, ew jî îstîsna ne. Bi taybetî ji jinan çend navên sereke hene ku ji Bakur in, lê hunera xwe li Başûr, li Başûrê-Rojava yan jî li Rojava pêk anîne û berdewam kirine. Tu vê yekê bi çi ve girê didî? Sedema vê yekê çi ye? Çima jina ku li ser mêrê xwe, li ser kurê xwe yan jî li ser cînara xwe ya ku di golê de xeniqiye, di mala xwe de kilam gotiye, çima derneketiye derve û di civatê de negotiye?
Ez bawer im min di gelek axavtinên xwe de aniye zimên. Mesele kevneperestiya me ye, ji xwe ev yek di warê mijarên ku jinan eleqeder dike, zêdetir xwe dide der. Rola olê jî di vê derê de diyarker e. Divê mirov lêkolînan li ser vê yekê bike. Strangotin, hestên insanan ên dizî, yên giyanî derdixe holê. Yanî hestên giyanî yên mirov, hestên dizî ku bi ziman bi deng tê der. Pirî caran ji ber ku jin, jina mala xwe ye, tabiê mêrê xwe ye, malê mêrê xwe ye, keç be aîdê malbata xwe ye, aîdê bav û birayê xwe ye, bi tu kesî re nayê parve kirin.
Di rewşeke wisa de, deng, awaz, qêrîn dibe azadiya jinê bi xwe. Tu dibînî gelek caran jineke 30 salî ku ji gund bi xwe tu kesî heta wê demê dengê wê nebihîstiye, di şîna nasekî xwe de kilamên şînî dibêje û gelek kes dengê wê bi vî rengî dibihîzin. Rastiya gotina te jî heye. Gelek dengbêjên jin ên wekî Eyşe Şan, Meyremxan, ku bi xwe bakurî ne, lê hunera xwe li derveyî Bakur, li başûrê welêt pêk anîne. Ev yek her çiqas bi kevneperestiya kurdan û rola olî ve girêdahî be jî, rola geşedanên Başûr bi xwe jî hene. Tu dizanî ku wê demê li Başûr û Rojhilat weşanên radyo û televizyonê hebûn, ku zimanê kurdî jî xwe tê de îfade dikir.
Bi ya min, strangotin azadî ye. dan û standinek tê de heye. Bi deng dide insanan. Li ser insanan tesîr dike. Gava ew tesîr çêdibe, pir tesîrên din derdikevin holê. Ji ber vê yekê jî, bi awayê psîkolojîk ez difikirim. Xweşikbûna jinê, xweşikiya dengê jinê, bedewiya jinê, hem fizîkî û hem jî dengê wê hatiye qedexe kirin. Her dem perde li ber hatiye girtin. Jin kengê dikarin kengê bibêjin? Dikarin di şînan de bibêjin. Ew jî ku emrê (temenê) wan zêde be.. Tu caran nayê bîra min ku jineke ciwan kilamên şînî li ser miriyan gotiye. Hebe jî, nexweşik bûye. Wê gavê tu dikarî hawar bikî, fîgan û qîrîn bikî, porê xwe bikişînî, haho bikî bigirî. Di wir de hawar heye, qêrîn heye, îsyan heye, girîn heye, şîn heye, mirin heye, têkçûn heye...
Dîmêneke pir reşayî heye...
Rast e, her reşayî ye. Civakê izin dayê vî tiştî. Lê eger jin biçe li civatekê rûne û konserekî bide, bi wê bedewiya xwe derkeve, delalekî bibêje yan jî straneke evînî bibêje, hem fizîka jinê, hem estetîka jinê derdikeve holê. Ji ber wê yekê jî, civakê rê nedaye. Perde her bûye para jinê.
Lê ev yek zêdetir li Bakur heye. Yên ji Bakur li Başûr stranên xwe pêşkêş kirine?
Na! Ez vê yekê qebûl nakim, Salih! Çima li Başûr pêşkêş kirine? Dewletê li Bexdayê radyo daye kurdan. Mihemed Arifê Cizîrî û yên din li wê derê stranên xwe gotine. Ma neçûna Bexdayê û di Radyoya Bexdayê de kilamên xwe pêşkêş nekirana, min dê ji kû derê bizanibûya Mihemed Arifê Cizîrî heye, Hesenê Cizîrî heye an jî Meryemxan û Eyşe Şanê heye?
Li wir jî dengê wan di radyoyê de maye.
Bi xêra wan ji me re arşîvek çêbû, em pê hisiyan ku hunera van stranbêjan heye. Em spasiya Bexdayê dikin, ku wan radyo çêkirin.
Tu dibêjî radyo tunebûna, wê li Başûr jî stranbêjên jin çênebûna...
Jin di civakê de tune bû, lê radyo hebû. Em behsa feqîra Meryemxanê bikin. Mêrê wê berdayê, çûye bûye xizmetkar. Piştre ji radyo bang lê kirine, çûye di radyoyê de hem xizmetkariya xelkê kiriye, hem jî di radyoyê de stran gotine. Yanî li Başûr jî ew azadbûn nîne. Li tu civatan, li tu perçeyên welatê me ev azadbûn tune ye. Şaş e ku mirov bêje li Bakur tune, li wir heye.Yanî li Bexdayê wekî niha televizyon çêbûye. Yanî riyek li wir vebûye ku jin werin stranên xwe bibêjin. Qîmetek li wir didin jinê, ku jin werin li wir stranên xwe bibêjin. Dîsa xelkê ji me re kiriye. Êdî ez nizanim wê dema radyoya Bexdayê vebû, kî li ser hukûm bû.
Te jî diyar kir, dema mirov li muzîkê guhdarî bike û analîzek li ser pêk bîne, ango gava mirov gava guhê xwe dide muzîka panzdeh sal, şazdeh sal, hişdeh sal, berê mirov dibîne ku zêdetir ajîte û propaganda hey. Llê mirov dema îro guhê xwe didê, mirov dibîne ku di muzîka kurdî de kurdewarîbûn, zêdetir aliyê evînî û hunerî li pêş e. Gelo pêdivî zêde bi ajîte û propagandayê nîn e yan ew merheleya ku berê ajîte û propaganda dihate kirin, êdî peywira xwe biencam kir?
Eynî, pirsa te bersiva xwe jî da! Me encamek baş girt. Êdî gotina Kurdistanê ne wekî mar e, yê ku bi zimanê mirov ve vedide, ye. Heke sedî sed nebe jî, sedî heftê yê niştecihên welêt dikarin bibêjin 'welatê min Kurdistan e' û 'ez kurd im'. Armanceke wisa ku êdî em wan rakin ser piyan ku bi xwe bihesin û bêjin 'em ne tirk in, em ne miletekî din in'. Ji îro û pê ve êdî divê em li çand, ziman û kurdewarîbûna xwe xwedî derkevin. Netewebûn êdî ji bo me divê bibe karê serêşiyê. Divê kurd serê xwe bi neteweyîbûnê ve bieşînin. Armanc û pêdivî bi propaganda û ajîtasyonekê nema. Bêhtir bi hunereke bihêztir, ku em karibin asta xwe ya hunerî bînin asta cîranên xwe. Niha lêgerîn û xebat di vî warî de ye. Em dikarin çawa di wê astê de bilivin. Lê mirov nizane pêşeroj çawa çêdibe. Niha Rojhilata Navîn dikeve pêvajoyeke nû. Di nava vê pêvajoya nû de rewş çawa dibe, mirov nikare rave bike. Lê ez bawer im karê me yê hunerî û strangotina me, karê hunerî bi giştî di stranê de, di şiîrê de, di şanoyê de, di hemû tiştî de bi sosyalîte û bi jiyana gel ve girêdahî ye.
Çend pirsên min mane, xatûn Gulistan. Lê, dixwazim bi taybetî li ser bernama 'Bexçê Gulan' jî bipirsim. Ji ber ku ez ji Bakur hatime, ez baş dizanim dêhn û bala me bakuriyan li ser çi ye. Dikarim bibêjim ku bernama 'Bexçê Gulan' yek ji bernameyên ku herî reytînga wê zêde ye. Dema mirov li bernameyê temaşe dike, wekî temaşevanekî, heger ez bibêjim, ez ji hestên we derdixim, ku bûye zaroka we ya duyem. Ev hezkirin bi we re, hesteke çawa dide peyda kirin. Mesela bername heta tê pê, di merheleyên çawa de derbas dibe? Bêguman karekî kolektîv e, lê tiştê berbiçav ew e ku hezkirineke mezin di vî karî de heye...
Hinek tişt hene mirov nikare rave bike. Rojekê yekî tirk ji min pirsî, got: "Sira vê yekê çiye?" Min got: "Ez heyfê distînim!" Ez heyfa çi distînim, tu zanî Salih? Ez heyfa heştê salî distînim. Aliyek e; heyfa heştê salî. Tu kêmasiya me ji tu kesî tune, lê xelkê xwest me kêm bibînin. Aliyê duduyan, hewqas ez ji zimanê kurdî hez dikim, hewqas pê ve girêdayî me, nizanim herkes ji zimanê xwe hez dike. Her milet bêguman ji zimanê xwe hez dike. Bi zimanên din jî dizanim. Di şazdeh saliya xwe de derketime Ewropayê. Pênc-şeş zimanan dizanim. Ez bawer im meseleya bindestî û perçiqandinê jî heye. Yanî ev tişt hewqas li cem min hesas in. Hesasiyeteke mezin. Ji bo min axaftina zimanê kurdî îbadet e. Heger ez bikarim vî zimanî di televîzyonan de bidim hez kirin, ev yek ji bo min xweşhaliya herî mezin e. Li hêla din, ev bîstûşeş sal in ku ez ji Kurdistanê derketime. Di zarokatî de ez derketim. Ez bi welatê xwe şa nebûm. Pir cihên Kurdistanê min nedîtine. Min çend bajarên Kurdistanê dîtine û di çardeh saliya xwe de dûrî welatê xwe mame. Hatime mecbûr kirin. Li gel ku li tevahiya dinyayê geriyame û min hemû parzemînên dinyayê dîtine, bi hemê çandên cîhanê re nasrawbûna min çêbûye. lê mixabin ez nikarim herim welatê xwe.
Gava behsa Cizîra Botan dikin, dema behsa bedewiya Behdînan dikin, gava behsa xweşikiya Serhedê, delaliya Deşta Xerzan û Batmanê dikin, derd û kuleke mezin bi min re peyda dibe. Ev yek bi mirovan re evîndariyeke bêhempa çêdike. Ez evîndar im, evîndarê wê axê me.Her jixwe dipirsim 'gelo dê rojek were ku ez wê axa pîroz careke din hembêz bikim?'
Ku tu rojek çûyî wê derê, tiştê ku tu di destpêkê de bikî, çi ye?
Ez bawer im, ezê pêşî axa wê maçî bikim. Ezê têr ava wê vexwim. Ezê bibêjim 'Xwedêyo! şikir ji te re ez gihiştim gelê xwe, axa xwe ya pîroz..!' Wê demê çawa ku ez ji nû ve ji diya xwe bûme, dê bi min were, ez bawer im. Ez wê axê pir pîroz dibînim. Wê rojê min di bernameyê de jî behs kir, ez vê demê Tewratê dixwînim. Tewrat bala min kişandiye. Hemû çîrokên wê li Kurdistanê derbas dibin. Di axa pîroz de, heger naletê bandora xwe heta niha berdewam kiriye, ez dibêjim sedema vê yekê heye. Çawa ji bo xiristiyanan Quds, ji bo misilmanan Meke û Medîne pîroz e, ji bo min jî axa Kurdistanê pîroz e. Ew der heca min e.
Berî ez bixwazim ku tu behsa projeyên xwe yên paşerojê bikî, ez dixwazim bipirsim 24 seetên te çawa derbas dibin?
24 seetên min çawa derbas dibin. Ez li penaberiyê me, ez li xerîbiyê me. Ez li pir welatên Ewropayê geriya me, min mal çêkirine û min mal vala kirine. Cara pêşî hatime Elmanya, ji Elmanya hatime Swêd, ji Swêd çûme Londonê û niha jî ji Londinê çûme Brûkselê. Heta niha jî ne diyar e ku ezê li ku bi cih bibim. Jiyana min jiyaneke wisa koçberî ye. Ev yek jî bandora xwe li ser mirovan çêdike. Wexta min li gor şert û mercan derbas dibe. Ew bêtir caran di riya de, di teyaran de, di trênan de derbas dibe. Gava li mal bim jî, wext hebe dixwînim, wext hebe li ser stranan disekinim, stranan dibêjim, wext hebe bi Serxwebûn re wexta xwe derbas dikim. Li gor şerta ye. Jiyanekî gelek dijwar e, welhasil. Mesela jiyana te li derekê ye, karê te li dereke din e. Meseleya konseran heye, li hemû welatan tu mecbûr î bigerî. Ez vêga li Stockholmê me. Mesela vê hefteyê li Elmanyayê konser heye, ezê herim wir, dîsa vegerim. Ji vir biçim Londonê, ji Londonê ezê biçim Danîmarkayê, ji Danîmarkayê jî ezê biçim Belcîkayê. Wekî min got, rojên min gelek caran di rêyan de, di trên û balafiran de derbas dibin..
Plan û proje...
Plana min a pêşî niha Serxwebûn e. Serxwebûn kurê min e. Bû 22 salî. Ew jî di dijwariyeke giran de mezin bû. Min hem karê xwe, hem jî di nava karê dijwar de wî mezin kir. Serxwebûn dibistan xilas kiriye, niha biryar nedaye wê li kû bi cih bibe. Ez jî li dûv wî me, niha digerim. Ez dibêjim 'kurê min emê li kû bi cih bibin?' Ew jî nizane. Ew xortekî kurd e, dilê wî ji bo welatê wî davêje. Ew jî, ez jî dixwazim plan û projeyên wî li ser bingeha neteweyî bin. Ya duduyan, ez kasêtekê amade dikim. Kasêt hatiye nîvî, li Tirkiyeyê bingeha wê çêdibe. Li Dussedorfê stûdyo li benda min e, ez bawer im ji îro û pê ve ezê hemû wexta xwe bidim kasêtê.
Gulistan Xan, mala te ava. Zor spas ji bo ku te wexta xwe bi me re parve kir û em bûn şirîkê hestên te yên kurdewar...
Spasî û malavahî ji min, Salihê bira....
* Beşek ji vê hevpeyvînê di hejmara 2emîn a kovara Rewşennameyê de, ku li Stenbolê xwerû bi kurdî weşana xwe dike, hate weşandin (S.K)
|
|
|