14.05.2004 - 00:25
EVDILE KOÇER: "BÊRÎKA
KURDISTANIYÊN ME QULQULÎ YE"
Hevpeyvîn: Sîrwanê Hecî Berko

Evdile Koçer
Evdile Koçer kî ye?
Di sala 1977an de li gundekî Sêrtê
li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Pirtûka wî "Govendistan" di gulana
2002an de ji nav weşanên Pêrî
derket.
Çîrok û nivîsên wî
di gelek kovar û rojanmeyên
kurdî de derketine.
>> evdilekocer@yahoo.com
|
Tu nû ji Kurdistanê hatiyî. Gelo morala kurdên bakurê welêt çawa ye?
Rewşa wan bi giştî çawa ye?
Morala kurdên Bakur ji ber destkeftî û pêşketinên başûrê Kurdistanê gelekî baş e. Rih û berjewendiyên kurd û kurdayetiyê çiqas roj diçe bêtir tên fêmkirin.
Tevgera Bakur a legal hêdî hêdî distewe; xeletiyên ku vê dawiyê di hilbijartinan de hatin kirin, bi awayeke tund ji aliyê gel ve hate rexnekirin. Ez bawer im dê serkêş vê yekê baş binirxînin.
Lê tişteke eşkere heye: Li Bakur ûrê dewletê diriya. Kurd bi tevger û şehîdên xwe gihîştin gelek qonaxan.
Di warê ziman û rewşenbîriyê de çi guhertin pêk hatine û tên? Ev yek têr dikin?
Mixabîn têrê nake; lê kurd bi bikaranîn û şixulandina destkeftiyên xwe ve dê bêtir bikaribin xepara azadiyê bikin. Îro zimanê kurdî li her cihî bi awayeke fermî serbest e; her çiqas em mejiyê Roma Reş nas bikin jî, lê em mecbûr in di nav mekanîzmeya saziyên dewletê de baş bi cih bibin û bi her awayî şerê legal bikin; helbet bi mejiyeke kurdî û entellektuelî. Û intelîjensa kurd jî divê bi her awayî xwe bigihîne, da ku bikaribe bikeve nav şerê fikrî û kulturî.
Di dema dawî de, tu li Sêrtê û bajarine din dibû mêvanê malbatên kurdan û ji wan re çîrok
dixwendin. Armanca te çi bû û ta kîjan radeyê tu bi ser ket?
Armanca min ew bû, ku nivîs û edebiyata kurdî weke modeleke bikêr li mal û taxên kurdan bigere, da ku rihê ku ji kurdan hatiye dizîn, ji nû ve lê vegere.
Çîrokên ku min li ber peravê trajîdeya wan dinivîsand, min raberî wan dikir. Min hem çîrok dixwend, hem guhê xwe dida çîrokên wan, hem jî me bi nifşên nû re qala birînên civaka xwe dikir.
Tu jî dizanî, serkeftin û avakirina civakekê bi taswîr û veçirandina sloganên edebî naçe ser. Heger civaka me di vî halî de be, berî her tiştî divê rewşenbîr û nivîskar zend û bendên xwe vemalin û dakevin nav civakê.
Peywendiya kurdên bakurê Kurdistanê bi înternêtê re çawa ye?
Înternêt bi jiyan û pêşketinên sosyal ve grêdayî ye. Îro înternêt li Ewropayê di bêrîka her kesî de ye, lê bêrîka kurdistaniyên me qulqulî ye!
Xebata kurdan a di internêtê de ta kîjan radeyê bi ser ketiye û kêmasiyên vê xebatê li kû ne?
Kurd mecbûr in înternêtê hê bêtir bi kar bînin, ji ber ku înternêt ji bo miletên perçekirî û bindest şanseke mezin e. Helbet hin kes wekî ku li her derî di malperan de jî
vedirşin, lê mesela tu kes ne mecbûr e ku bitikîne jî...
Tu di havîna borî de bûbû mêvanê başûrê-rojavayî Kurdistanê.
Te ew perçeyê Kurdistanê çawa dît?
Bi rastî jî kurdên me yên li wir gelekî germ û kurdewar in. Ji bo kurd û kurdayetiyê û ji bo
rewşenbîriya kurdî gelek tiştan dikin. Jiyana wan bi kurdî diherike;
ev jî tişteke xweş e. Mesela, keçeke pênc salî çêrên kurdî ji
min kir (xeber ji min re dan), dilê min rehet bû.
Ji me re hinekî behsa projeyên xwe bike...
Kurteçîrokên min li ber çapê ne, dê wekî pirtûk bi navê "Mirin" ji nav weşanên Aramê derkeve. Kitêbeke min a mîzahî jî hazir e. Û li ser standupeke xwerî bi kurdî haziriyên min hene; ken û tîqetîqa bi kurdî bi garantî ye. Ez niha ji bo vê projeya xwe li sponsoran digerim.
Nivîsên te yên henekan (mîzahî) çawa têne nirxandin?
Bi dîtinên cihê cihê têne nirxandin. Tu jî dizanî, ez bêtir li ser klîşe û mentalîteya civaka kurd a pivdayî û dubarekirî disekinim. Camêr û canikên ku tama devê xwe û tama kurdî bizanibin, her dem dilê xwe ji min re vedikin. Lê hin kes jî li gorî jiyana xwe ya piçûk û beradayî li nivîskariya min dinêrin; lê ev jî normal e...
Nivîsên te bala keçan dikşînin?
Helbet bala keçan jî dikşînin. Min rojekê nivîseke bi ser navê "Keçik çima di mal de
dimînin!" nivîsandibû. Dû re keçekê nameyek ji min re şandibû û gotibû, ku ew li
gorî perspektîfa wê nivîsê tevgeriyabû, lê dîsa jî di mal de mabû. Min jê re got: "Mereq neke, mêr jî di mal de mane, lê navê keçan derdikeve."
Tu hîn xort î. Ma em ê kînga nûçeya şahiya te biweşînin?
Tu bêtir dixwazî bibî zavayê kîjan perçeyê Kurdistanê û çima?
Ez ne xort im, gidî. Ma tu porê gotinên min ê spî nabînî. Heta ku gulgulokek bi min qayîl nebe û heta ku ew gulgulok çar perçeyên Kurdistanê di xwe de nehewîne, tu yê her li pey nûçeya şahiya min bî.
Xerabtirîn nivîs an jî pirtûka ku te di dema dawî de xwendiye, kîjan e?
Hin kitêb hene tu dibêjî qey bi qirş û qesalê hatine dagirtin; baş e ku bi kêrî ber devê êgir tên. Nav ne hewce ye; jixwe ew xwe nas dikin.
Ew kurdê ku tu naxwazî li kolanê pêrgî wî bibî, kî ye?
Ew kurd ê ku di bin siya hin qirêjiyên din de şîn bûye û dixwaze xwe bi giranî pêşkêş bike û bifiroşe.
Tu çawa li wî kesî dinerî, yê ku di vê demê de hîn jî tenê bi
zimanê dagîrkeran dinivîsîne û xwe wekî kurdekî dide nasîn?
Ez wekî xwelîserê xwelîser lê dinêrim. Ji ber ku xweliyê rih û dirûva dagîrkeran dibare ser. Kesa/ê ku xwe ava nekiribe, dê çawa bikaribe bi qelem û gotina kurên xelkê bimeşe, heyran. Kesa/ê ku nikaribe di çemê zimanê xwe de soberberiyê bike, dê çawa bikaribe di avrêjka xelkê de tifffff bike, heyran. Heylo hawarrrrrrrr! Helbet sosyolojî rê dide hin îstîsneyan jî...
|
|
|