09.10.2003 - 17:20
BERPIRSIYAR Û REDAKTORÊ ROJNAMEYA RIYA TEZE
EMERÎKÊ SERDAR: "EM DERDÊ MILETIYÊ VEDIBÊJIN, BIRA..!" *
Salihê Kevirbirî - Erîvan
salihkevirbiri@hotmail.com

Salihê Kevirbirî
|
(Sebaret bo 106-saliya Rojnamegeriya Kurdî)
Riya Teze ev 72 sal in ku li Erîvanê weşana bi kurdî dike. Ji sala 1955ê heta salek berê jî rojnameyê tîpên kîrîlî bi kar dianî, lê ev salek e ku weşan bi tîpên latînî pêk tê. Ji avakirinê heta 1937ê rojname dîsa bi tîpên latînî dihate weşandin. Em werin ser çîroka rojnameya temendirêj:
Di sala 1929ê de Erebê Şemo û Îsheq Maragulovê aşûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîsînê dikin; di dibistan û gundên Kurdan de perwerdehiya kurdî didin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û ya Celadet Bedirxan de heye. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê gavê di nav Kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek şûnde, ango di sala 1930î de, di bin banê dewletê de Rojnameya Riya Teze li Erîvanê dest bi weşana xwe dike. Ji ber ku ji nav Kurdan kesên serwerî bikin nîn in, heta sala 1934ê rojname di bin rêveberiya Ermeniyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan, ên ku fermalûyên Anatolî û Mezopotamyayê ne û baş bi kurdî dizanin, derdikeve. Piştî berpirsiyariya her sê kesên ermen, êdî ji sala 1934ê û wê de berpirsiyarî dikeve destên Kurdan. Ji sala 1934ê heta 1937ê Cêrdoyê Genco berpirsiyariya rojnameyê kiriye.
Di sala 1937ê de, dema Stalîn e û şev û roj li Kurdan herimiye. Bi navê kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexe kirin. Heta 1955ê rewş wisa kambax e ji bo Jurdên Ermenistanê. Di sala 1955ê de li gel Radyoya Kurdî û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze dîsa ji xwendevanên xwe re dibêje 'Merheba'. Ji sala 1955ê heta 1989ê Mîroyê Esed bi qasî 34 sal berpirsiyariyê dike. Piştre bi qasî sal û nîvek Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991ê heta niha jî Emerîkê Serdar berpirsê rojnameyê ye.
Emerîkê Serdar di sala 1959ê de wekî spîker (axaftvan) dikeve radyoyê û 2 salan karê spîkeriyê berdewam dike. Di sala 1962ê de dikeve nav xebata Riya Teze û ev 40 sal in ku kar û xebata xwe berdewam dike.
Riya Teze di dema Yekîtiya Sovyetê de yekem rojnameya kurdî bû. Heta sala 1994ê di hefteyê de du caran derdiket. Lê niha ji ber sedema aborî mehê carekê derdikeve. Rojname 4 rûpel e. Heta sala 1990î, ku Sovyet hilweşiya 4 rojnameyên sereke yên Yekîtiya Sovyetê hebûn. Ev jî bi ermenkî, rûsî, azerî û kurdî bûn. Rojnameya bi kurdî Riya Teze bû. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenistanê, her wisa li seranserê Sovyetîstanê belav dibû; diçû Ewropa, Emerîka û Kanadayê jî. 4000 heb çap dibû û bi riya abonetiyê hemû jî belav dibûn.
Rojname piştî hilweşina Sovyetê bi tenê li Ermenistanê tê belav kirin û tîraja wê jî daketiye 500î. Emerîkê Serdar diyar dike ku ew vê hejmarê jî bêheq li nav gundên Kurdan belav dikin. Li odeya biçûk a rojnameyê hîn dibim ku nûçegihan, ango li gorî bilêvkirina Jurdên Erîvanê miqaledar, ango nûçegihanê 50 salî Mirazê Cemal yek bi yek li gundên Kurdan digere û rojnameyê belav dike.
Rojnameya Riya Teze niha xebata xwe bi çar kesan berdewam dike: Emerîkê Serdar (Berpirsiyarê Giştî-Redaktor), Grîşayê Memê (Cîgirê Redaktor), Rizganê Cango (Katibê Cabdar) û Mirazê Cemal (Nûçegihan).
Heta hilweşîna Sovyetê, Riya Teze weşana Partiya Komûnîst bû. Lewma jî wan salan rewşa rojnameyê baş bû. Cîgirê Redaktor Grîşayê Memê diyar dike ku wan salan ji 14 qatên avahiya ku ew tê de ne, bi qasî qatek ango 11 ode ji bo wan hatibû terxan kirin, lê niha di nav du odeyên biçûk de hewl didin ku bijîn. Emerîkê Serdar jî dibêje ku di dema Sovyetê de 25 xebatkarên wan ên kurd hebûne, lê ew niha mane 4 kes.
Li Erîvana Ermenistanê, di rojeke zivistanê de ku çongek berf li erdê bû, li gel berpirsiyarê Para Kurdî ya Radyoya Ermenistanê Keremê Seyad, em li redaksiyona Rojnameya Riya Teze qesidîn û bûn mêvanê Emerîkê Serdar. Me pirsî Apê Emerîk bi şanazî û serbilindî bersivand...
******

R. Cango, M. Cemal, G. Memê, S. Kevirbirî û
Emerîkê Serdar (rûniştî)
|
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Birêz Emerîkê Serdar, her çiqas pirseke klasîk e jî, dixwazim bipirsim: kî ye Emerîkê Serdar?
EMERÎKÊ SERDAR Belê ser seran! Zor spas wekî em hevpeyvînê derbas dikin. Zor spas wekî hûn îro hatin û li me qesidîn, hatin mêvaniya me. Ez di sala 1935ê de ji dayika xwe bûme. Navê gundê me Sîpan e. Pêşiyê jê re "Kampa Kurdan" digotin. Ev çend sal in navê gund guhastine kirine Sîpan. Ez di wî gundî de hatime dinyayê.
Li ser Erîvanê ye?
Li ser navçeya Elegezê ye. Em Kurdên aliyê Elegezê ne.
Kal-bavên we ango pêşiyên we ji ku derê hatine?
Pêşiyên me ji dorhêla Qersê hatine.
Çend sal berê, kifş e gelo?
Bawer bike wekî 170-180 sal heye ku pêşiyên me hatine van deran. Serpêhatiya pêşiyên min, bi cureyeke din e, qebîla me ji 'Saniyan' e. Em Sanî ne. Mala kalikê kalikê min ji merivên xwe dixeyidin, ji dorhêla Qersê bar dikin tên.
Nexwe hatina we ne li ser Qirkirina Fileh û Êzîdiyan e?
Rast e birakê Salih, hatina me ya Ermenistanê bi qirkirinê ve girêdayî nîn e. Evana ji merivê xwe dixeyidin û tên. Tên di nava daristanekê de bi serê xwe dimînin. Wextek paşê dêhna xwe didinê ku hinek kes tên û bi gayên xwe barên daran dibin. Dinêrin maleke Kurdan di nava daristanê de tenê ye. Dibêjin: "Hûn çima li vê derê bi tenê mane?" Dibêjin: "Em hatine vê derê, em naxwazin li cem merivê xwe bimînin." De dibên: "Em gundekî çê dikin, teze dikin. Werin ji xwe re di gundê me de bimînin." Bi vî cureyî hîmê gundê me tê avêtin. Ango hîmdarekî gundê me jî ji mala me bûye. Mala me ji daristanê bar dike. Sal wê demê 1830 filan e. Wekî tu dibînî, serpêhatiya mala me serpêhatiyeke gelekî zelûl e.
Mamoste Emerîk, em bên ser xwendina te. Te xwendina xwe bi çi cureyî biriye serî?
Piştî kutakirina 'Mekteba Elegezê' wekî dibistana navîn, ez di sala 1954ê de li 'Fakulteya Zimên û Dîrokê ya Enstîtuya Ermenîstanê - Beşa Pedagogiyê' de hatim qebûl kirin. Di sala 1959ê de min xwendina xwe kuta kir. Sê salan li gundê Elegezê, min dersdarî kir. Ez dersdarê Ziman û Edebiyata Kurdî û Ermenî bûm. Paşê ez ketim nav xebata Radyoya Erîvanê Para Kurdî. Di dawiya sala 1959ê de min dest bi vî karî kir, heta sala 1962ê wekî bêjerî (spîkerî) min kar kir. Dîsa di sala 1962ê de hatim ketim nav xebata Rojnameya Riya Teze...
Ez ne şaş bim, ji wê maweyê ta niha ango ev 41 sal in ku hûn di nav keftûlefta Riya Teze de ne. Ne wisa?
Hey rehmet li gora miriyên te, eynî wisa ne! Ji sala 1962ê heta niha li vê derê kar dikim. Li gorî rêzê, ez bûme 'tercemeçî' (wergêr), bûmê 'Serokê Para Name û Çandê', bûme 'Katibe Cabdar' (Sekreter-Berdevk), bûme 'Cîgirê Redaktor' ev e deh sal in jî ez redaktorê rojnameyê me.
Mamoste Emerîk, beriya ku em gengeşiya xwe li ser Riya Teze bidomînin, dixwazim ku tu hinek behsa xebatên xwe, yên ku bûne pirtûk, bikî. Wekî em dizanin, sê pirtûkên te yên 'çak' hene...
Beriya wê dixwazim bibêjim ku ez 'Endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê' me. Her wiha ez ji sala 1965ê û vir ve endamê Yekîtiya Jurnalîstên (Rojnamegerên) Ermenîstanê me. Ez di nav Kurdên li Ermenîstanê de yekane kes im ku layîqî navê 'Jurnalîstê Emekdar' bûme.
Belê, wekî te jî got, heta niha wekî berhevok û serpêhatî 3 pirtûkên min ronahiyê dîtine. Navên wan, heger tu ji min bixwazî, ev in: "Destê Dê", "Êdî Dereng Bû" û "Hesîna Dil". Heşt pirtûk jî ligel çend heval, min terceme kirine. Heşt pirtûk jî, ji ermenî û rûsî bo kurdî hatine wergerandin.
Spas Mamê Emerîk! Em werin ser çîroka avakirina Riya Teze. Ji destpêkê ve, hûn dikarin behsa avakirina Riya Teze bikin?
Belê. Di sala 1929ê de nivîskarê kurd Erebê Şemo û Îsheq Maragûlovê Asûrî bi tîpên kurdî yên latînî rojnameyê derxistin. Li dibistanan û li her deverî bi van tîpab dersdarî kirin. Di gundên Kurdan de dibistan her bi bi kurdî bûn.
Te got tîpên latînî!?
Belê belê, tîpên latînî. Lê ne wekî tîpên Bedirxan bûn. Cugahiya wan tîpên hebûn. Çend cudahî di orta wan de hebûn. Wê demê di nava Kurdan de merivê xwende gelekî kêm bûn. Lewma jî lazimahî hebû ku rojnameyeke kurdî ava bibe. Di destpêkê de, ji ber ku di nava Kurdan de xwende kêm bûn, wekî serokê redaktoriya rojnameyê ermeniyekî bi navê 'Gevork Parîs' hate hilbijartin. Ligel ku ermenî jî bû, kurdiyeke gelek baş dizanibû. Ji ber ku ew ji dorhêla Kurdistana Tirkiyeyê hatibû. Paşê Ermenekî din, ku gelek navdar e, nivîskarê 'eyan' 'Hraçya Koçar' redaktorî û berpirsiyariya rojnameya Riya Teze kiriye. Piştî wî 'Harûçî Migirdiçyan' heta sala 1934ê redaktoriya rojnameyê hilgirtiye ser milên xwe. Ji sala 1934ê û şûn de êdî nivîskarî û redaktorî ketiye destên Kurdan. Ji 1934ê heta 1937ê 'Cêrdoyê Genco' dibe berpirsiyarê rojnameyê. Di sala 1937ê karesata mezin pêk tê û tevî xwendinxane û dibistanên kurdî, rojnameya Riya Teze jî tê girtin...
Ev dem dema Stalîn e, ne wisa?
Belê, dema Stalîn e. Em Kurdên Ermenistanê wan salan wekî 'salên reş' tînin kifşê.
Rojên reş gelek dom kirin. Ango careke din kengê kurdî û xwendina kurdî 'rûgeş' bû?
Di sala 1955ê de. Di sala 55ê de rojnameya Riya Teze careke din derket. Ji sala 1955ê heta 1989ê 'Mîroyê Esed' 34 sal bênavber redaktorî û berpirsiyariya rojnameyê kir. Bi qasî sal û nîvekî 'Tîtalê Efo' redaktorî kiriye. Ango ji 89ê heta 91ê Tîtalê Efo ev kar hilda ser milên xwe. Wekî min berê jî got, ji 1991ê heta niha redaktorî û berpirsiyariya rojnameyê ez dikim.
Di dema 'Sovyeta Berê' de ji bilî Riya Teze tu rojnameyên ku bi kurdî derdiketin, hebûn gelo?
Na! Rojnameya Riya Teze di dema 'Sovyeta Kevin' de yekem rojnameya kurdî bû.
Ez periyoda rojnameyê meraq dikim. Rojname berê bi periyodeke çawa derdiket, niha ji çend rojan carek derdikeve?
Pêşî rojname di hefteyekî de du caran derdiket. Hetanî sala 1994ê di heftê de du caran derdiket. Lê mixabin niha ji ber rewşa aborî em mehê carek derdikevin. Salihcan! Heta sala 1990î, ango heta hilweşandina Sovyetê, çar rojnameyên 'respubligayê' (komarê) yên sereke hebûn. Yek bi ermenkî, yek bi rûsî, yek bi azerî û yek jî bi kurdî bû. Rojnameya kurdî Riya Teze bû. Riya Teze wê demê ne tenê li Ermenistanê, her wiha li tevahiya Yekîtiya Sovyetê, Kanada, Amerîika û Ewropayê belav dibû.
We demê çiqas çap dibû, çiqas belav dibû?
Çar hezar çap dibû.
Hemû belav dibû?
Rastî mala Xwedê hemû belav dibû! Gelek aboneyên wê hebûn.
Tiştên tu behs dikî, beriya hilweşîna Sovyetê bû, diyar e rewş zêde xerab e...
Zêde xerab û tenê? Gelek xerab e. Niha rojname bi tenê li Ermenistanê derdikeve. Tîraja wê jî zehf kêm e. Niha çapa me 500 heb rojname ye û ev 500 jî nayê fît kirin. Hinek aboneyên me hene. Em bê pere, bê heq dibin gundên Kurdan, di nava Kurdan de belav dikin. Hevalê me Mirazê Cemal hem miqaledar (mûxabîr) e hem jî belavkirina rojnameyê dike. Miraz rojname dibe navçeya Talînê, navçeya Elegezê û li nava cimaetê belav dike.
Niha xebata rojnameyê bi çend kesan belav dike?
Niha em çar kes in. Ez im, cîgirê min Girîşayê Memê ye, Katibê Cabdar Rizganê Cango ye û miqaledarê me Mirazê Cemal e. Em çar kes kar dikin.
Zelal û berbiçav e ku rewşa rojnameyê xerab e. Gelo hûn fînanseya xwe çawa dikin?
Rewşa me, a em fînansê çawa dikin? Em fînansa alîkariyê distînin. Xêrxwazên rojnameyê hene.
Dewlet alîkariya we nake?
Dewlet tu qirûşekî alîkariyê nade, tu qirûşekî. Eva êdî devdevî heft-heşt salan zêdetir e wekî tu qirûşekî nade me. Hela ser de jî kirêya van odeyan jî ji me distîne. Heqê îşiqê (elektrîkê) distîne, heqê avê distîne, heqê lîftê (asansor) distîne. Nizanim weleh, her distîne û nade. Rojname bi saya xêrxwazên me, bi saya pêşewitiya milet der tê. Heval hene, birayê me hene, xêrxwazên me hene. Li Rûsyayê hene, li Ukraynayê hene, li Qazaxistan û Ozbekîstanê hene. Li welatê dereke hene. Carcaran pere bo me dişînin da ku em rojnameyê derxin. Wexta pere tune be jî famdarî ye wekî rojname nikare derkeve. Ne wisa ye Salihê bira, tu jî rojnamevanî û tu jî dizanî?
Rast e mamoste... Wisa dixuye ku di warê karê meşandina rojnameyê de, beriya hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û niha de gelek ferq û meylî heye. Bo nimûne ez pê hesiyam, ku berê ji serê avahiyê heta binê avahiyê cihê we bû. Îro hûn bi sê odeyan kar dikin. Hinek ji me re behsa berê û îro bikî dê gelek baş be...
Beriya her tiştî, ez dixwazim bidim kifşê ku hetanî hilweşandina Sovyetê rojnameya Riya Teze organa (weşana) partiyê bû. Ji partiyê qesta min 'Partiya Komunîst a li Ermenîstanê' ye. Partiya Komunist çawa bixwesta, me wisa kar dikir. Lê ji wiya der jî, ez bêjim me derheqê çanda xwe de dinivîsî, me wisa jî derheqê dîroka xwe de dinivîsî. Zimanê xwe, zargotina xwe, erf-adetê xwe, gundê xwe, ewê xwe de dinivîsî. Lê di rojnameya me de para zêde propagandaya Partiya Komunist dihate kirin. Piştî salên 90î, rojname bi hilweşîna Sovyetê re wekî rojnameyeke serbixwe karê xwe meşand û niha jî bi vî cureyî dimeşîne. Riya Teze weşana tu partiyê nîn e, teslîmî tu partiyê nabe û nakeve bin hikmê tu partî û rêxistinî. Rojname serbixwe ye û çi biqewime, em dinivîsin. Ji xebera axaftina pêşîn heta ya dawî nivîsar gişt derheqê miletê me de ne, derheqê Kurdan de ne. Şerkariya me Kurdên Turkiyeyê hetanî şeş- heft salan, di temamiya rojnameyê de dihate kifşê. Em derheqê rewşa Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê welatê xwe de dinivîsin. Em derdê miletiyê vedibêjin, bira! Gotina ku te got, rast e. Berê tevahiya qata ku em lê ne, di bin destê rojnameya me de bû. Ji xeynî wê, di dema Sovyetistanê de, di redaksiyona rojnameya Riya Teze de 25 kesî kar dikir, niha tu dibînî em mane 4 kes...
25 kesên ku kar dikirin, hemû Kurd bûn?
Belê tev Kurd bûn, ji xeynî şifêr. Şifêr ermenî bû, ew jî xebatkarekî me bû. Gelek kurê camêran li vê derê kar kirin. Gelek ji wan îro çûne rehma Xwedê. (Keremê Seyadê berpirsiyarê Para Kurdî ya Radyoya Erîvanê ku li civata me rûniştiye, destnîşan dike û dirêjahî dide axaftina xwe) Kerem jî li cem me kar dikir. Ji birê xwe re bêjim, gelek hene ku bi me re kar kirine. Hinek çûne rehmetê, hinek jî sax in çûne welatên dereke. Berê Kurdek li ku hebûya, me li ser wî/wê dinivîsî. Miqaledarên me li gelek deveran hebûn. Li Gurcîstanê, li Azerbaycanê, li Qazakistanê, li Rûsyayê hebûn û ji me re dinivîsîn.
Yên sax, Xwedê temenekî dirêj bide wan, yên mirî, Xwedê rehma xwe li ser wan kêm neke. Gelek kesên navdar, ilimdarên hêja, akademisyenên giranbûha nanê vê rojnameyê xwarin, kedeke mezin dan. Ji kerema xwe re ji wan navan çendan ji me re bibêje...
Birayê Salih, zehf razî me wekî te pirsekî wiha hêja ji min kir! Ev jî dibe sedem ku ezê çend navên giranbûha bînim zimên û wan bibîr bînim: Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Qaçaxê Mirad, Şekiroyo Xido, Mîkayîlê Reşîd, Eliyê Evdirehman, Tîtal Muradov. Gelek ji wan çûne rehmetê. Hevaltiya me kirine, kedên giran dane ji bo rojnamê. Her wiha li cem me rûniştiye, Keremê Seyad bi me re kar kiriye. Hesenê Qeşeng, Babayê Keleş. Ji berê heta niha herçî di rojnameyê de kar kiriye, malavatiya wan dikim.
Dema herî xweş kîjan wext bû?
Dema herî xweş hetanî sala 1990î bû. Ji sala 1955 hetanî sala 1990î rewş gelek xweş bûye.
Nebaşiyê wê demê jî tune bûn?
Lê çawa!? Nebaşî jî hebûn. Em weşana Partiya Komunist bûn, em mecbûr diman li gorî wan binivîsin û propagandaya wan bikin. Her çiqas me li ser Kurdan dinivîsî jî, ne li gorî dilê me bû. Lê wekî din, berê rewş gelek baş bû. Aboriya me baş bû, perê me hebû. Erebe û taksiyên me hebûn. Te jî anî zimên, berê di bin hikmê me de 11 odeyên me yên xebatê hebûn; niha em di sê odeyan de kar dikin. Dewletê berê alîkarî dikir. Meaşê me baş bû...
Ev mesele bala min jî dikişîne. Ji ber ku min bi Prof. Dr. Maksîmê Xemo re xeber da, diyar kir ku mehê 30 dolar maeşê wî heye û ev sê meh in ku maeş wernegirtiye. Wê demê çiqas bû, îro çiqas e meaş ango heqdestê we..?
(Dikene) Ez bibêjim wê hinekî ken be...
Na na..!
(Berê xwe dide Keremê Seyad û jê dipirse) 'Kerem, wê çaxê çiqas bû maeşê me, nayê bîra min!?' Sed şêst-sed heftê, wê demê me mehê distand 160-170 dolar. Carinan heta 200 dolarî jî diket destê me. Ev pere pir baş bû.
Lê niha?
Niha, em çar kes in; tu dizanî em çiqas distînin? (Vê gavê jî ji Mirazê Cemal dipirse) 'Miraz çend e, Miraz?' Ez bêjim wekî 20 dolar e. Ya hevalê me yê dinê 25 dolar, ya min jî 30 dolar e. Niha dîsa baş e, îdare dike, em hinek alîkarî distînin. Birayê Kerem baş dizane, salek ez bi tenê mam. Min bi tena serê xwe rojname derxistiye. Min di wê rewşê de mehê 200 dramê Ermeniyan pere distand, ku nake nîv dolar jî...
Kîjan sal?
1995-1996 filan bû. Ji bo ku rojname neyê dadanê, ez dihatim. Gelek çetnahî li pêşiya me hebûn.
Dibêjin wê demê mazot û benzîn tune bûye, lewre maşîne jî kar ne dikirin. Hûn bi peyatî dihatin ser kar?
Erê çawa? Erê wele peya dihatim. Ji malê heta vê derê bi peyatî dihatim û bi peyatî diçûm mal. Ez dihatim rojnamê, sobe jî tune bû, nîvê zivistanê, nîv metro berf li erdê, min kurkê xwe li xwe dipêça da ku ez neqefilim. Destên min ji serma qelem ne digirt. Min lepik dixist destê xwe, vê carê jî qelem direviya. Icar minê 'hûwî' destê xwe bikira da ku hinek rohn bikeve nav tiliyên min ku ez makaleyek binivîsim.
Mamoste Emerîkê Serdar, bi qasî salek e ku alfabeya rojnameyê hatiye guhastin. Ji tîpên kîrîlî we dest bi tîpên latînî kiriye. Çi bû sedem ku hûn guhastineke wiha bikin? Wekî din jî yekser guhertina alfabeyê ne bû zehmetî?
Rast e, zehmetî di serî de xwe didin der. Wekî tê zanîn, ji sala 1955ê heta 2001ê rojname bi tîpên kîrîlî, lê bi kurdî derdiket. Ev 2 sal in ku rojname bi tîpên latînî derdikeve. Her çiqas heta sala 1937ê bi latînî be jî, navberek kete navê û paşê jî rojname bi kîrîlî weşana xwe kir û heta îro meşand.
Ji destpêka 2001ê ve ku we alfabe guhastiye latînî, ne wisa?
Belê rast e.
We çima biryareke wisa wergirt?
Me çira wisa kir? Ez gelek caran fikirîm ku yek miletekî me heye, lê bi çend alfabeya perwerde dibe û dixwîne. Ev bêbextî ye ji bo miletekî. Wekî min berê jî got, rojnameya me diçe gelek deveran. Li wan deveran jî gelek kes hene ku bi kîrîlî nizanin, lê bi latînî dizanin. Me got bila fêmdariyek çê be, ne fêmkoriyek. Ji bo ku em di destpêkê de zehmetiyên xwe kêm bikin, di destpêkê de me bere bere alfabeya latînî da weşandin û belav kirin. Her wiha me latînî û kîrîlî beramberî hev kir, me di rojnamê de anî cem hev da ku xwendevanên me jî fêm bikin.
Mamoste, dixwazim bi vê pirsê dawiyê ji gotûbêja me re bînim: Gelo nêziktêdayîna gelê ermenî li ser rojnameyê çawa ye?
Her çiqas piraniya gelên ermen dizane ku rojnameyekî bi vî terhî heye, kesên ku nizanin jî gelek in. Ji xwe her dem gelê kurd û gelê ermenî navbera wan baş bûye. Problemên wisa mezin çê ne bûne. Carinan tên serdana me.
Mamê Emerîkê Serdar, gelek spas ji bo bersivdayînên we yên hêja. Mala te ava...
Zehf razî me, birayê Salih...
* Ev gotar-gotûbêj di zivistana 2002ê de li paytexta Ermenistan Erîvanê hate kirin. Dema ku min li gel birêz emegdarê mezinyê rojnameyê Emerîkê Serdar û kedkarên rojnameyê re nîqaşa rojnameyê dikir, dihate hêvî kirin ku dê rojname 100 saliya xwe jî pîroz bike. Mixabin piştî çêkirina vê hevpeyvînê bi salekê, temendirêjtirîn weşan, ango rojnameya xwerû bi kurdî Riya Teze ji ber sedemên curbecur mecbûr ma ku weşana xwe bide rawestandin. Bi hêviya ku di zûtirîn demê de careke din Riya Teze ronahiyê bibîne... (S.K.)
|
|
|