29.04.2003 - 23:59
HEVPEYIVÎN BI ÉMILE MICHEL CIORAN* RE
Beşê 4an
Wergerandina Ehmedê Huseynî

wêne: Talon de Aqviles
|
Tu di berhemên xwe de, mîna ku helwesta wan a li hemberî jiyanê rast be, rewşa sergerdan û bêmalan radigihînî?
Ya herî rast ew e ku hevalekî min ji wan hebû. Mirovekî seyr û balkêş bû. Li çend çayxaneyan li alaveke mûzîkê dixist. Kumê xwe dixist destê xwe û ji bikiran(muşteriyan) pars dikir. Min di salê de çar-pênc caran ew didît. Ew jî carcaran dihat seredana min. Wî kesî bixwe bala min kişand ser jiyana parsekan. Bêguman e ew bixwe ne wisa yekcarî bêçare bû. Nanê xwe bi alîkariya alava xwe ya mûzîkê bi dest dixist. Hindek baweriyên wî hebûn, çi ji min re bigota seyr bû. Bi tena serê xwe dijiya. Tu dizanî rojekê ji rojan çi kir? Li Şanzelîzê, li wê çayxaneya mezin a Fouquetsê dest bi mûzîka xwe kir, lê kesî ti tişt nedayê, îca ji wan re got: ji ber ku hûn belengaz in û bêpere ne ez ê alîkariya we bikim, li ser her maseyekê hinek pere danîn, rabû wan jî telefonî polîsan kir. Pêlavên xwe li cî hiştin û berbi cihekî din ve reviya, li wir êdî tiştekî efsanewî kir, berê xwe da jinekê ji wan jinên rêzdar û jê xwest ku biçe pêlavên wî jê re bîne. Jê re got: (Polîs bi pey min ketin lewra min pêlavên xwe li wir hiştin, ma tu dikarî wan ji min re werînî?) jinik çû û pêlavên wî jê re anîn. Gelek caran tiştên wisa dikirin. Min di pirtûka xwe ya dawîn de (Drawn and Quartered) behsa wî kiriye.
Lewra hergav, mîna ku Sozan Sintaj kiriye, te bi Bêkêt re berawerd dikin.
Kêfa min pir ji Bekêt re tê. Hevalekî baş e û pir jî balkêş e. me ji mêj ve hev nedîtiye. Min derheqa wî de nivîsandiye. Erê, ez bawer im hindek peywendî hene.
Naxwe piştî ku te hindek pirtûk belav kirin te dest bi naskirina nivîskaran kir?
Belê. Nivîskarê ku ez herdem wî dibînim H. Mîşo ye. Ez nema danûstendinê bi cîhana wêjeyî re dikim. Berî niha peywendiyên min ên civakî germ bûn. Wê demê min dixwest ku Wiskiyê vexwim lê pir belengaz bûm. Jinên maldar min vexwendî şahiyan dikirin, min jî nedigo na, min têra xwe dixwar û vedixwar, di hefteyê de sê caran diçûm. Min hemî vexwendinên şîvê dipejirandin çunkî bi wan dijiyam. Lewra gelek caran li wan cihan pêrgî xelkê dibûm. Tiştên ku dibêjim di salên pênciyî de bûn. Aniha nema dikarim herim wan şahiyan. Na, nema çêdibe. Herwiha ez nema meyê jî vedixwim.
Min ev hevoka te xwendiye: ( ji çend salan û hetanî aniha, ne qehwe, ne mey, ne cigare) sedem rewşa te ya tendûristî ye?
Erê rewşa min a tendûristî ye. Gerek min yek ji wan hibijarta. Min heft fincan qehwe tenê di danê sibehê de vedixwarin. Lê devjêberdana cigareyê aloztir bû. Pênc salan bi min re dirêj kir, her ku min hewl dida bêzar dibûm. Ez diqîriyam û min digot: (kes ji min pîstir nîne). Şerekî dijwar bû. Nîvê şevê cigareyan di pencerê re davêjim û destê sibê berî her tiştî diçim cigareyan dikirim. Vê pêkenînê pênc salan dirêj kir. Dema ku min dev jê berda min hest kir ku min giyanê xwe wenda kiriye. Min biryar wergirt, pirsgirêk parastina rûmet û şerefê bû; (ger ez nema rêzekê jî binivîsînim ez dê cigarekêşanê berdim). Bêguman e peywendiya tûtinê û jiyana min peywendiyeke gur û germ bû. Bêyî cigareyê min nikarîbû nameyek binivîsanda, min nikarîbû dîmenek temaşakiriba, min nikarîbû telefonî kesî kiriba.
Hêviya min ew e ku piştre tu baştir bûyî?
Belê. Dema ku bêzar bim, dilê xwe xweş dikim û dibêjim: (te zora tûtinê bir, ev ji bo te serkeftineke bêpayan e). şerekî çarenûsane bû. Ev yek çîrokek e Dostyêviskî tîne bîra min ku dibêje yekî girtî li Sîbîryayê hebû, wê wextê hîjdeh sal lê birî bûn, rojekê ji rojan cigare ji ser qut kirin, rabû dev ji bîr û baweriyên xwe berda û her tişt avêt bin lingên Qeyserî. Dema min di ciwaniya xwe de ev çîrok xwendibû min ti tişt jê fam nekir. Ana tê bîra min, dema ku min cara dawîn cigare kişand berî çardeh salan bû, li nêzî Berşelonayê bûm. Seet heftê sibê bû, dawiya îlonê bû û hinekî sar bû. Elmaniyekî dîn li wir bû, xwe çeng kir avê û dest bi avjeniyê kir, min ji xwe re got: (ger evê Elmanî bi vî temenê xwe yê rizyayî dikare avjeniyê bike, ez ê jî jê re bidim xuyanî kirin ku ez jî dikarim) lê wê şevê ez bi ta û sermayê ketim.
Dema ku cara pêşîn me hev dît te digot: (Gerek zanîna nivîskêr herdem kêm bimîne).
Belê. Pêwist nake mirovê nivîskar di zanîna tiştan de kûr bibe. Ger derheqa mijarekê bipeyive pêwist nake her tiştî, ji bilî pirsgirêkên ku bi gêwlê wî re diguncin, derbarê wê mijarê bizanibe. Pêwist nake realîst be.
Bêguman ê nivîskar dikare di mijarê de kûr bibe lê gerek mijarê berbi rexekî din ve rakişîne. Tiştên ku zanko û xwendexaneyên bilind dibêjin ji boyî nivîskêr mirin in.
Tu dikarî derheqa pêşveçûna xwe ya bi karanîna (felsefeya kurt) bipeyivî, ji me re bibêjî ka ji ku hat?
Sedîsed nizanim. Bawer im ku ev diyarde ji bêhêziyê hatiye. Tu dizanî ku kurtahî di rûpelê de hevoka dawîn bû. Çunkî kurtahî serencam e, ango piştî guvaştina tiştan jibermayî ye. Babetek nediyar e, guman li ser heye, lê ji Fransayê hatiye. Lîştinbêrg û Nîtşê yên Elamanî ev şêwaz ji Şamfor û nivîskarên sicî wergirtibûn. Lê bi rêjeyî min, min ev şêwaz li hemberî dirêjkirina babetan bi kartanî.
Lê çima te di hin berheman de bi kar aniye û di hinan de neaniye? Berhema te ya diwemîn bi giştî kurtehevok in lê ya pêşîn ne wisa bû. Lê piştî bîst salan êdî careke dî tu vedigerî wan kurtehevokan?
Baş e. Aniha nivîsandinên min bi vî awayî ne. Bi şirovekirinê bêzar dibim, bînteng dibim. Lewra dixwazim bibêjim ku hestên westan û tûrebûnê ez li kurtehevokan vegerandim. Xelkên jixwe bawer ji kurtehevokan hez nakin û mamostayên zankoyan jî bi pozbilindî lê temaşa dikin.
Ji ber ku mamostayên zankoyan nikarin li hemberî nivîskarê kurtehevokan tiştekî bikin?
Bêguman e ku nikarin. Dema ku pirtûkeke kurtehevokan dixwînin dibêjin: (Ax. Binêre vî ciwanî berî deh rûpelan çi gotibû, aniha berevajî wê dibêje, ne ji dil dinivîsîne). Ez dikarim du baweriyên cihêreng, du hevokên dijber û du çemkên(mefhûmên) nakokane li tenişta hev deynim. Gotin jî rastiyên li ser piyan in, bi kêlîkê ve girêdayî ne, neku fermanên dadgehan in.
Ez dikarim her bareyekê (haletekê) bi awayekî cihê ji te re bibêjim: Min çima ev û çima ew nivîsandine, min li ku nivîsandine. Hergav serencama li hemberî bûyerekê rawestan û li hemberî tiştan jî raperîn in, ango her yek û sedema xwe heye, ne wisa ji ber xwe ve hatine.
Mercên nivîsandinê, seqayên nivîsandinê û rewiştên te yên nivîsandinê çi ne?
Rojekê ji rojan min di rewşeke asa(normal) de nenivîsandiye. Çi nivîsên hêsan û çi yên sext û aloz bin jî. Ti carî min negotiye ku (aniha gerek rabim binivîsînim). Di bareya(haleta)nivîsandinê de gerek ez tûre yan bêzar, birçî yan dilxeliyayî bim, bi kurtî ne di rewşeke normal de bim. A herî baş ew e ku di dema nivîsandinê de ez nîv-bêzar bim. Gerek hin tiştên ne di cihê xwe de hebin. Baweriya min wisa ye; ger mirov di rewşeke tekûz û asa de be pêwist nake ku binivîsîne. Dikarin bibêjin ku nivîsandinên min ji nexweşiyê hatine. Ev jî rast e. Yên ku berhemên min dixwînin bi awayekî ji awayan an nîvdîn in an jî yên hezhizî û hestdar in.
Ma berya tu dest bi amadekirina pirtûkê bikî ramana pirtûkê amade ye yan na?
Hemî pirtûkên min wisa hatine nivîsandin, li ser piyan. Bi tenê ramana van herdû berhemên min (The Fall into Time) û (History and Utopia) berî nivîsandina wan amade bû, ew jî çunkî ji heman çavkaniyê bûn.
Bertekiya xwendevanan çawa bû?
Dikarim hindek nimûneyan bidim, min hindek kes carekê dîtin, hindek jî li ser piyan. Dema min pirtûka xwe ya pêşîn belav kir hemû bertekî hestdarane bûn. Gelek name ji min re hatin. Lê ya herî seyr nameya keçeke bîst salî bû. Wê çaxê li xewxaneyekê li Kolana Mîr, dimam. Dema min name vekir, hatim ku dîn bibim. Ez ji binî ve ne naskirî bûn û ji nişkêve ew name ji min re hat, dibêje:( min ev pirtûk nivîsandiye, ne te. Pirtûka me ye).. lewra min ji xwe re got: Ger çîrok wisa be êdî ez nema dinivîsînim. Berdewamî ji bo çi ye?. Min nema dizanibû çi bikim çunkî di nameyê de dibêje:(Ger rojekê tu bixwazî min bibînî, ez ê sersalê li Parîsê bim). Dawî min jî bersiva wê da û got erê dixwazim lê min tiştekî din jî di bersivê de nivîsand:(Ez pir bi nameya te êşiyam, ji min re bibêje ka tu kî yî?). piştre çîrokek pir seyr ji min re got, dikarim aniha dûbare bikim, ez navê wê nabêjim çunkî aniha bi gelekî ji berê mezintir e. Got:(baş e, jiyana min ne ewqasî balkêş e ji bilî ku ez û birayê xwe wek jin û mêr şeş mehan bi hev re jiyane). Birayê wê peywendiya me naskir, lewra nedixwest ez wê bibînim. Bi herhal çîrok bi dawî hat û min nema xwest careke dî wê bibînim lê bi serhatiya wê şopa xwe ya kûr di hinavên min de hişt.
Baş e, çîroka dî jî ev e, li radeya dusalan min name ji jinekê ku bi rastî dîn û zîrek bû werdigirtin. Ev çîrok berî sê salan bû. Lê her û her dixwest min bibîne. Berî dusalan, rojekê ji rojan pir bêzar û bînteng bûm, havîn bû, piştî nîvro bû, pir xemgîn bûn, min hest dikir ku ne hêjayî ti tiştî me. Min ji xwe re got:(Gerek ez hinekan ji yên ku kêfa wan ji min re tê bibînim). Ev jina ku behsa wê dikim, her û her name ji min re dişandin lê min pir kêm bersiva wê dida. Min telefonî wê kir, seet şeş an heftê êvarê bû. Dema ku destikê telefonê hilgirt di cih de min got: Dixwazim te bibînim. Wê got:(Aniha di cî de. Ez li derdoran dijîm, lê piştî seetekê li ba te me). Dengekî ciwan û nazik bû. Seet heyşt min her tişt amadekiribû. Min gerefêtek jî li dor qirika xwe danî. Min derî vekir. Dema ku derî vedikim nema xwe ji ken digirim, bi ser piştê de dikevim. Hema çi bêjim, tiştekî di çeşnê hovekî de bû! Pîrejinek e heyştê salî, lawaz û zerhimî, bi ser hev de guvaştî, lê pir tirsnak! Tiştekî ku bawer nabe. Min kenê xwe berdewam kir, min bixwe nikarîbû. Min gerefêt jî berdabû ser sînga xwe... Ma çi bikim? Min ew vexwendî şîvê kiribû. Min jixwe re got: Ez bi vê jinê re naçim xwarinxaneyê!
Na xwe te çi kir?
"Fermo derbas be, rune" min jê re got û ji xwe re jî "Ez nikarim aniha behsa şîvê bikim". Qet nedibû. Li malê jî tiştekî xwarinê tunebû. Lewra min jê re got: (Tu kî yî?) min dixwest ku wê çaxê dengirek li cem heba da dengê wê çap bikim! Ez li wir rûniştim û bêdeng mam. Êdî wê dest bi vegotina jiyana xwe kir, her tişt bi hûrgilî ji min re got. Digot dema ku ciwan bû carekê çû kilîseyê da li xwe mikur were. Piştî li xwemikurhatinê yê keşe jê re dibêje:(keçê! Cihê te ne li vir e, gerek tu biçî Sant Ansê). Ew jî şêtxane ye. wê wisa digot. Jinek e dewlemend bû, li Parîsê çend xaniyên wê hebûn. Xwendevaneke baş bû. Pirtûkên min ji ber kiribûn, dema bi min re dipeyivî hevokên pirtûkên min dûbare dikirin. Nîvê şevê min ji xwe re got êdî çar seet bo mêvandariyê bes in. Min ew gihand ba derî.
---------------------------------------------------
CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari
li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê
çû ser dilovaniya Xwedê.
- Beşê hevpeyvînê yê
yekem (01.01.2003)
- Beşê hevpeyvînê yê
2an (08.01.2003)
- Beşê hevpeyvînê yê
3an (25.02.2003)
|
|
|